Piştî 2 salên komkujiya 10'ê Cotmehê

  • rojane
  • 10:39 9 Cotmeh 2017
  • |
img

ENQERE - Beriya hilbijartina 7'ê Hezîranê hucreyên DAIŞ'ê ketin nava tevgerê. Li Edene û Mêrsînê avahiyên HDP'ê hatin bombekirin. Di 5'ê Hezîranê de li mîtînga Amedê teqîn pêk hat û komkujî pêk hat. Herî dawî li Enqere di 10'ê Cotmehê de xwekujên DAIŞ'ê 102 kes qetil kirin. Du sal di ser bûyerê re derbas bû, lê hêj bûyer nû ronî dibe. 

Di 10'ê Cotmeha 2015'an de li mîtînga Aştî û Demokrasiyê ya GAR'a Enqere ya kedkaran komkujî pêk hat. 2 xwekujên DAIŞ'ê beriya mitîngê teqîn pêk anîn û 102 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di sala 2012'an de, 10 hezaran siyasetmedarên kurd ên girtî dest bi çalakiya greva birçibûnê kirin. Xwestin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Li ser vê çalakiyê hevdîtinên li Îmraliyê dest pê kir. Di Adara 2013'an de pêvajoya bê pevçûnê dest pê kir. Piştî bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk hatin, niqaşên li ser fikrên Ocalan dest pê kir. Eleqeya li hemberî HDP û siyasetmedarên kurd zêde bûn. Bendewariya çareserî û aştiyê jî zêde bû. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan helwesta AKP'ê ya îktîdara mutlakiyetê bi gotina “AKP'e xwest hegemonya xwe ava bike. Em li dijî vê yekê derketin. Em hêvî dikin ku AKP  me şaş fam neke. Ger ku şaş fam bike dê felaket pêk bê. Ger ku li gel vê yekê AKP diktatoriya xwe li ser me ferz bike em qebûl nakin" Piştî Cîgirê Serokwezîr Yalçin Akdogan, got Pêvajoya Çareseriyê kêri HDP û siyasetmedarên kurd hat, hikûmetê polîtîkayên xwe guhert. Di Cotmeha 2014’an de civîna MGK'ê pêk hat. Di civîne de biryar girtin ku şer disa dest pê bikin girtin. AKP'ê  7'ê Hezîranê ji bo xwe wekî fitlonekek muhîm Dît. Serokomar Erdogan got 400 wekil ji bo me lazim in û feraseta xwe aşkere kir. 
 
PROVAKASYONA TENDUREKÊ 
 
Beriya hilbijartina 7'ê Hezîranê li Tendurekê lîstik hatin lîstin û xwestin şer bidin destpêkirin Serokomar Erdogan, piştî Newroza 2015'an got "Ez Mutabakata Dolmabahçe nas nakim" Erdogan bi vê yekê sinyala ku pêvajoya çareseriyê xelas bûye û pêvajoya şer didin destpêkirin da. Di meha Nîsanê de li Tendurekê leşker şandin ser PKK'êç Tevî vê provokasyonê gel lîstik vala derxist. Beriya hilbijartine li dijî avahiyên HDP'ê yên bajar û navçeyan êrîş hatin plankirin. Li Erziromê xwestin di otobusa HDP'ê de kesekî bişewitînin. Li gorî daneyên HDP'ê zêdeyî 150 êrîş pêk hatin. DAIŞ'ê li Dîlok, dest pê kir û li Edene û Mêrsînê êrîşên li dijî avahiyên HDP'ê pêk anîn. Di mîtînga 5'ê Hezîranê ya li Amedê de 5 kes hatin qetilkirin û bi sedan kes birîndar bûn. 
 
SERKEFTINA HDP'Ê YA HILBIJARTINÊ 
 
HDP'ê tevî hemû êrîşan di hilbijartina 7'ê Hezîranê de ji sedî 13  deng girtin û benda hilbijartinê derbas kir û ket meclîsê. Cîgirê Serokwezîr Yalçın Akdogan piştî hilbijartinê got "HDP êdî dê fîlmê çareserişê bikişîne" sînyalên rojên pêş dan. Serokomar Erdogan jî encama hilbijartine qebûl nekir û xwest hilbijartin betal bibe. Piştî vê yekê hilbijartin di 1'ê mijdare de dubare bû. 
 
KOMKUJIYA PIRSÛSÊ 
 
Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li Pirsûsê DAIŞ'ê komkujî pêk anî. 33 endamên SGDF'ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan. 2 roj şûnde li serêkaniyê di 22'ê tîrmeha 2015’an de  2 polîs di malên xwe de hatin kuştin. 2 roj şûnde bûyera Serêkaniyê hincet hat nîşandan û di 24'ê Tîrmeha 2015'an de balafirên şer ji Amedê rabûn û Qandîl bombe kir. 
 
DAXWAZA AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ 
 
Piştî pêvajoya aştî û çareseriyê bi dawî bû li tevahiya bajarên herêmê şer dest pê kir û gelek kuştî çêbûn. Li dijî şerê dest pê kir û qedexeyên derketina derve avêtin ser navçe û bajarên herêmê, Hêzên Ked û Demokrasiyê yên ji saziyên KESK, TTB, TMMOB û DÎSK’ê ketin nav tevgerê û li Enqereyê di 10’ê cotmeha 2015’an de mitînga bi navê “Aştî û Demokrasî” amade kirin. 
 
HÊVIYA AGIRBESTÊ 
 
Beriya hilbijartina 1’ê mijdarê 2015’an KCK’ê jî ji bo polîtîkayên AKP’ê yên şer vala derbixe di 10’ê cotmehê de bi yek alî pêvajoya agirbestiyê da destpêkirin. Lê belê bi komkujiya Enqereyê bersiv dan daxuyaniya KCK. 
 
KONROLÊN RÛTÎN JÎ NEKIRIN E 
 
Pişt re li gorî agahiyên derketin holê, emniyete îtîhbarata dê DAIŞ êrîşî mitînga bike sitendiye. Lê belê ev agahî bi Komîteya Amedakar a Mitîngê re nehatiye parve kirin. Mitîng hatiye amadekirin û roja 10’ê cotmehê ji aliyê Tirkiyê bi deh hezaran welatî û kedkar ji bo daxwaza “Aştî û Demokrasiyê” herikibûn Enqereyê. Li gel emniyetê agahiya dê li dijî mitîngan êrîş çê bibe jî di destê wan  de hebû lê li dora qada mitîngê tu tedbîr negirtiye. Mitîngên beriya 10’ê cotmehê otobûsên ji bajarên din dihatin, ji aliyê polîsan ve dihatin sekinandin û kontrol dikirin. Lê di 10’ê cotmehê de kontrolên rûtîn yên rê jî hatine rakirin. 
 
PIR AŞKERE DIÇIN QADA MITÎNGÊ 
 
Di kamerayên MOBESE’yê de 2 kesên xwekuj ji bo di mitîngê de komkujî bikin pir aşkere tên qada mitîngê. Ev 2 kes ji aliyê polîsan ve nayên kontrolkirin û wan hilnedane şopandinê. Kujer ji Dîlokê bi rêya bejahiyê tên Enqereyê. Di dosyeyê de agahiyên ku dema kujer bi rê de de hatine nokteyên lêgerînê di navber dane karê xwe hene. 
 
BERDÊLA AŞTÎ XWESTINÊ
 
Li dijî bi hezaran mirovên li çar aliyên Tirkiyeyê hatibûn saet di 10.04'an de du êrîş pêk hatin û komkujî çêbû. Du teqînên ku di navbera wan de 3 kêlî hebûn, 100 kes li cihê bûyerê, 2 kes jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran hevrê, dayik, ciwan û jinên ji bo aştiyê hatibûn gel hev, berdêleke mezin dabûn.
 
BOMBEYÊN DAIŞ'E, GAZÊN POLÎSAN
 
Hêj dûkela teqînê belav nebûbû, mirovan xwe digihand birîndaan, polîsê ku komkujî nedîtibû, bi gaza îsotê êrîşê ketibû dewrê û bi taybetî cihê ku birîndar lê bûn di binê gazê de hiştibû. Li gorî rapora TTB'ê bi dehan kes ji ber gaza polîsan jiyana xwe ji dest dabûn.
 
SKANDALA AMBULANSÊ
 
Dîsa li cihê teqînê nexweşxaney Numune, Îbn-î Sînan, Nexweşxaneya Enqereyê û Hacattepe hebûn, lê piştî 40 deqeyan ambûlans hatin cihê bûyerê. Bi piyan mirov dikare di 20-25 deqeyan de xwe bigihîne nexweşxaneyê. Bûyera ku 102 kesan jiyana xwe ji dest da û 400 kes birîndar bûn de, tevahiya rojê 51 ambulans hatin peywirdarkirin. Lê 9 ji van ambulansan piştî nîv saetî hatin cihê bûyerê û qasî kîlometreyekî li dûr rawestiya bûn. 3 ambulansên ku ji bo mîtîngê hatibûn veqetandin, qet li cihê xwe neleqitîn û piştre cenaze biribûn. Karê ku DAIŞ'ê nîvço hiştibû wan temam kir.
 
‘ÎSTIFA KIRIN, TENÊ BI VÊ DIKENIN’
 
5 saet şûn de 3 wezîrên ku derketin pêşberî kamerayan, aşkera kiribûn ku hejmara kesên mirî 86 e, lê di bûyerê de kêmasiya ewlehiyê tune. Rojnamegerekî ji Wezîrê Karê Hundur Selîm Altinok pirsa "Hûnê îstifa bikin?" pirsîbû, lê li hemberî pirsa kku hatibû kirin, Wezîrê Edaletê Kenan Îpek bi kenê xwe hemû tişt raxistibû ber çavan.
 
'HETA KU XWE NE TEQÎNIN EM NAGIRIN'
 
Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu diyar kir ku lîsteya xwekujan di destê wan deye, ji ber ku Tirkiyeye dewleteke bi hiqûqe, heya ew mirov xwe neteqîn in, dê tiştekê ji wan nekin. Davutoglu ji bo girêdanan hilbijartinê û komkujiyê jî wiha gotibû: “Piştî komkujiya terorê ya Enqereyê me anket çêkir û nebza raya giştî girt, hêjmara dengên me zêde bûye.”
 
'PLANA ERDOGAN'
 
Serokomar Erdogan bertekên tund nîşanê nîqaşên “DAIŞ’ê êrîş lidarxist” dabû û wiha got: “Radibin dibêjin ‘Li vir DAEŞ’ê kir, li wir jî nizanim kê kir.’ Ev çalakiyek terorê ya kolektîfe. Hemûyan bi hevre ev çalakî pêk anîn.” Erdogan bi vê yekê parastina DAIŞ’ê kir. Li gorî hemû dane û agahiyan, komkujî hatiye made kirin, Mehmeddîn Baraç dest û milên xwe dihejîne û heya Enqerê tê û komkujiyê pêk tîne. Baraç piştî komkujiyê 2 salan di doza 10’ê Cotmehê ya di 25-26 ‘ê Îlonê de hat dîtin, dibêje “HPG û DAIŞ’ê bi hevre ev bûyer pêk anî.” Ev jî rastiya gotinên Erdogan ên piştî komkujiyê gotin piştrast dike. Ev yek jî dibe ku Erdogan ev bûyer bi plan kiribe tîne hijê mirov.  
 
DAXUYANIYA MUXALEFETÊ
 
Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî diyar kir bû ku êşek gran heye, lê ew li beramberî dewletek mafyabûyî, kujer û pêkanînên qatilên rojane re rû bi rûne. Demîrtaş bi vê yekê bal kişandibû ser berpirsiyartiya hikûmetê ya di komkujiyê de. 
 
MA / Bariş BOYRAZ
 

Sernavên din

10/10/2017
14:34 Ji qereqolê gule avêtin kesek mir kesek birîndar bû
14:34 Kemalbay: Komkujiyên pêk hatin sûcê AKP'ê ye
14:12 Êrîşê bîranîna 10'ê Cotmehê kirin gelek kes binçav kirin
13:49 Kesên di 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
13:48 Ji Hevşaredara Artemêtanê re heta 15 sal ceza
13:21 Şika înfazê zêde dibe: Alav nedan û agahî ji texsiyê tune
13:12 Dîroknasê kurd Zend çû ser dilovaniya xwe
13:10 ‘Mehmed Uzun wêjeya kurd gihand hemû cîhanê’
12:50 Demîrtaş: Hêj hesab ji kujeran nehatiye pirsîn
12:29 Li Colemêrgê ‘qedexe’ hat dirêjkirin
12:16 Operasyona Idlibê dorpêça Efrînê ye
12:15 Seroka Partiya Şoreşger a Îzmîrê hat binçavkirin
11:47 ‘DAIŞ'a li dijî Kurdan rêxistin kirin piştî karê wan qediya îmha kirin'
11:41 Polîs êrîşê bîranîna 10'ê Cotmehê kir
11:19 Dadgeh bi israr e ku Demîrtaş neyne dadgehê
11:02 Balafira şer a Rûsya li Sûriye ket
10:41 Bi sedan sivîl ji DAIŞ'ê hatin azadkirin
10:40 HRW û Article 19 mudaxilê doza wekîlên girtî bûn
10:28 Porên girtiyên li Efyonê kur kirin
09:43 Bi hezaran dar bi hinceta 'ewlehiyê' tên birîn
09:32 7 roj borin lê hêj dewletê der bare îşkenceya 7 kesan de daxuyani nedaye
09:31 Ekîncî: AKP-MHP tunekirina kurdan esas digirin
09:30 Jinan înîsîyatifa ‘Em dixwazin bijîn’ ava kirin
09:28 Dê Şanoya Bajêr a Amedê ji şanoya cîhanê lîstikan bide nişandan
09:27 Yildirim: Em ê yekîtiya netewî û eniya demokratîk bi hevdu re ava bikin
09:26 ‘Hikûmet fatûreya şer li gelê xizan dibire’
09:25 Dema çîroka Pero û Cimon li ser tuwalê reng vedide
09:24 KODA di sala xwe ya duyemîn de ye: Têkoşîn dewam dike
09:22 Şêniyên Şapatanê wê şevê ji bîr nakin
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2017'AN
09/10/2017
20:58 Hevşaredarên Payîzavayê hatin tehliyekirin
20:25 Li Mûglayê cenazeyekî din jî şandin saziya tiba edlî
17:46 Dewletê 25 meh şûn ve qebûl kir
17:45 Doza Aladagê: Heyetê rapor xwest lê avahî tune
17:28 Zabiteyên AKP'î mişmişên esnafan belav kirin
16:52 Polîs gef li dikandar xar
16:35 Xizmên girtiyan: Ev ne çareserî ye êdî fam bikin
16:13 HDP'ê li Meclisê pirsa Cuma Îmen kir
15:58 Ji bo tevlibûna bîranîna Komkujiya 10’ê Cotmehê bang
15:46 Adalet Zemînî: Bi lezgîn parêzvanên mafên mirovan berdin
15:15 Navên kesên li Muglayê hatin binçavkirin diyar bûn
15:12 7 kesên li Cizîrê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
15:06 Mukaddes Alataş tahliye bû
15:04 ÎHD: Em dê îşkenceya li Mûgla bibin NY û CPT’î
14:51 Li Yukselê 4 kes binçav kirin
14:33 Yildirim: Ji wê rojê ve Tirkiye di rojên tarî de derbas dibe
14:32 Karataş: Ez sûcdar bim ew jî sûcdarin
14:24 Aşûre li gelê Akçadagê belav kirin
14:19 Karkerên pêlavên çerm: Çalakiya me dê bidome
14:18 Doza Roboskê dê rojek piştî roja komkujiyê bê dîtin
14:16 'Bi komploya 9’ê Cotmehê re pirsgirêk mezintir bûn'
14:05 Ji bo rûniştina doza Rojnameger Tolu banga tevlêbûnê
13:49 KCD parêzerên Ocalan ziyaret kir: Divê em dengê xwe bilind bikin
13:44 QSD'ê li Reqqa maşîna DAIŞ'ê îmha kir
13:19 Girtiyan ‘Karta nasnameyê’ şermezar kirin
13:04 Di hevkêjeya Îbdilê de Tirkiye!
12:08 Rûniştina doza Yuksekdag taloq kirin
11:45 Di medyaya civakî de çalakiya #MuftulukYasasınaKarşıNobete
11:39 ‘Eger Tirkiye gavan navêje dê têkiliyên bi YE'ê re xelas bibe'
11:29 Ev der îşkencexaneya DAIŞ'ê ye!
11:25 13 girtiyên Xarpêtê di qawîşa yek kesî de ne
11:12 Girtiyên li Kîlîsê 10 rojin di greva birîbûnê dene
11:02 Ji TUSÎAD’ê berteka kirîza vîzeyê: Divê têkilî asayî bibin
11:00 Bi boneya 9'ê Cotemehê li Kobanê jiyan rawestiya
10:55 Li Enqereyê serdagirtin û binçavî
10:46 'Sedema şewatê panoya ceryanê ye'
10:43 Trenê li tirimbêlê xist pitikek û 2 kes mirin
10:39 Piştî 2 salên komkujiya 10'ê Cotmehê
10:28 Jinek li Soma hat kuştin
09:59 'Ger zagona tûtinê bê erêkirin dê 200 hezar kes bi bandor bibe'
09:49 Li Sûrê lêkolîn: Ne avahî, qereqol û kalekolan çêdikin
09:48 Apê Şengîl: Veysî hêj rût û tazî tê rawestandin
09:34 Kirîza vîzeyê dolar rakir
09:33 'Divê sûcê li Muglayê bê ceza nemîne'
09:32 Bi girêka berazê girêdan û ew avîtin hucreyê
09:32 Dezgehê jinan ji destê wan digirin
09:31 Her gava ku dadgehê ser girt ew li qadê belav bû!
09:30 Çotkarên tûtinê: Rê li şîrketên mezin vedikin
09:29 Girtî êdî malbata xwe jî nas nake
09:28 Kujerê Sîbel Çelîk 15 mehin hêj nehatiye girtin
09:27 Karkerên DHL'ê: Dê agirê berxwedanê dilê me germ bike
09:26 Onder: Heke Ocalan bi awayekî azad siyaset bikira dê gelek tişt biguheriya
09:23 Dozger şandina nameyan a girtîgehê sûc dît
09:22 Birayê Mehmet Uzun: Bêhurmetiya li dijî wêjeya cîhanê ye
09:00 ROJEVA 09'Ê COTMEHA 2017'AN
08/10/2017
21:02 Di çalakiya li Kolana Yukselê de 15 kes hatin binçavkirin
18:30 Di Nexweşxaneya Welidandinê ya Jinan de şewat derket
17:58 Heyeta HDP û DBP rastî eleqeyek mezin hat
17:40 Keskîn: Tecrîda li ser Ocalan polîtîkaya tolhildanê ye
16:59 Polîsan bi ser avahiya DBP’a Amedê de girt
16:55 'Dema ez li Sûr û Cizê mêze dikim ez Kerbelayê dibînim'
16:40 TJA: Tecrîd wê bişike û azadî wê bi ser bikeve
16:37 Yildirim: Qedexeya Tûtinê dê îflaza aboriyê bine
16:31 Ji parêzvanên mafên mirovan re 15 sal ceza tê xwestin
15:18 Baydemîr: Her kes hebû lê Enqere tune bû
14:47 Beriya daxuyaniyê mudaxaleyî Yukselê kirin
14:42 Piştî peymanê civîna yekem
14:32 Malbatan bertek nîşanî wêneyan da: Ev li dijî mirovahiyê ye
14:27 Parêzer banga 'Tev li doza Aladagê bibin' kir
13:42 Li dijî wêrankirinê li ber xwe didin