Piştî 2 salên komkujiya 10'ê Cotmehê 2017-10-09 10:39:18 ENQERE - Beriya hilbijartina 7'ê Hezîranê hucreyên DAIŞ'ê ketin nava tevgerê. Li Edene û Mêrsînê avahiyên HDP'ê hatin bombekirin. Di 5'ê Hezîranê de li mîtînga Amedê teqîn pêk hat û komkujî pêk hat. Herî dawî li Enqere di 10'ê Cotmehê de xwekujên DAIŞ'ê 102 kes qetil kirin. Du sal di ser bûyerê re derbas bû, lê hêj bûyer nû ronî dibe.  Di 10'ê Cotmeha 2015'an de li mîtînga Aştî û Demokrasiyê ya GAR'a Enqere ya kedkaran komkujî pêk hat. 2 xwekujên DAIŞ'ê beriya mitîngê teqîn pêk anîn û 102 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di sala 2012'an de, 10 hezaran siyasetmedarên kurd ên girtî dest bi çalakiya greva birçibûnê kirin. Xwestin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Li ser vê çalakiyê hevdîtinên li Îmraliyê dest pê kir. Di Adara 2013'an de pêvajoya bê pevçûnê dest pê kir. Piştî bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk hatin, niqaşên li ser fikrên Ocalan dest pê kir. Eleqeya li hemberî HDP û siyasetmedarên kurd zêde bûn. Bendewariya çareserî û aştiyê jî zêde bû. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan helwesta AKP'ê ya îktîdara mutlakiyetê bi gotina “AKP'e xwest hegemonya xwe ava bike. Em li dijî vê yekê derketin. Em hêvî dikin ku AKP  me şaş fam neke. Ger ku şaş fam bike dê felaket pêk bê. Ger ku li gel vê yekê AKP diktatoriya xwe li ser me ferz bike em qebûl nakin" Piştî Cîgirê Serokwezîr Yalçin Akdogan, got Pêvajoya Çareseriyê kêri HDP û siyasetmedarên kurd hat, hikûmetê polîtîkayên xwe guhert. Di Cotmeha 2014’an de civîna MGK'ê pêk hat. Di civîne de biryar girtin ku şer disa dest pê bikin girtin. AKP'ê  7'ê Hezîranê ji bo xwe wekî fitlonekek muhîm Dît. Serokomar Erdogan got 400 wekil ji bo me lazim in û feraseta xwe aşkere kir.    PROVAKASYONA TENDUREKÊ    Beriya hilbijartina 7'ê Hezîranê li Tendurekê lîstik hatin lîstin û xwestin şer bidin destpêkirin Serokomar Erdogan, piştî Newroza 2015'an got "Ez Mutabakata Dolmabahçe nas nakim" Erdogan bi vê yekê sinyala ku pêvajoya çareseriyê xelas bûye û pêvajoya şer didin destpêkirin da. Di meha Nîsanê de li Tendurekê leşker şandin ser PKK'êç Tevî vê provokasyonê gel lîstik vala derxist. Beriya hilbijartine li dijî avahiyên HDP'ê yên bajar û navçeyan êrîş hatin plankirin. Li Erziromê xwestin di otobusa HDP'ê de kesekî bişewitînin. Li gorî daneyên HDP'ê zêdeyî 150 êrîş pêk hatin. DAIŞ'ê li Dîlok, dest pê kir û li Edene û Mêrsînê êrîşên li dijî avahiyên HDP'ê pêk anîn. Di mîtînga 5'ê Hezîranê ya li Amedê de 5 kes hatin qetilkirin û bi sedan kes birîndar bûn.    SERKEFTINA HDP'Ê YA HILBIJARTINÊ    HDP'ê tevî hemû êrîşan di hilbijartina 7'ê Hezîranê de ji sedî 13  deng girtin û benda hilbijartinê derbas kir û ket meclîsê. Cîgirê Serokwezîr Yalçın Akdogan piştî hilbijartinê got "HDP êdî dê fîlmê çareserişê bikişîne" sînyalên rojên pêş dan. Serokomar Erdogan jî encama hilbijartine qebûl nekir û xwest hilbijartin betal bibe. Piştî vê yekê hilbijartin di 1'ê mijdare de dubare bû.    KOMKUJIYA PIRSÛSÊ    Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li Pirsûsê DAIŞ'ê komkujî pêk anî. 33 endamên SGDF'ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan. 2 roj şûnde li serêkaniyê di 22'ê tîrmeha 2015’an de  2 polîs di malên xwe de hatin kuştin. 2 roj şûnde bûyera Serêkaniyê hincet hat nîşandan û di 24'ê Tîrmeha 2015'an de balafirên şer ji Amedê rabûn û Qandîl bombe kir.    DAXWAZA AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ    Piştî pêvajoya aştî û çareseriyê bi dawî bû li tevahiya bajarên herêmê şer dest pê kir û gelek kuştî çêbûn. Li dijî şerê dest pê kir û qedexeyên derketina derve avêtin ser navçe û bajarên herêmê, Hêzên Ked û Demokrasiyê yên ji saziyên KESK, TTB, TMMOB û DÎSK’ê ketin nav tevgerê û li Enqereyê di 10’ê cotmeha 2015’an de mitînga bi navê “Aştî û Demokrasî” amade kirin.    HÊVIYA AGIRBESTÊ    Beriya hilbijartina 1’ê mijdarê 2015’an KCK’ê jî ji bo polîtîkayên AKP’ê yên şer vala derbixe di 10’ê cotmehê de bi yek alî pêvajoya agirbestiyê da destpêkirin. Lê belê bi komkujiya Enqereyê bersiv dan daxuyaniya KCK.    KONROLÊN RÛTÎN JÎ NEKIRIN E    Pişt re li gorî agahiyên derketin holê, emniyete îtîhbarata dê DAIŞ êrîşî mitînga bike sitendiye. Lê belê ev agahî bi Komîteya Amedakar a Mitîngê re nehatiye parve kirin. Mitîng hatiye amadekirin û roja 10’ê cotmehê ji aliyê Tirkiyê bi deh hezaran welatî û kedkar ji bo daxwaza “Aştî û Demokrasiyê” herikibûn Enqereyê. Li gel emniyetê agahiya dê li dijî mitîngan êrîş çê bibe jî di destê wan  de hebû lê li dora qada mitîngê tu tedbîr negirtiye. Mitîngên beriya 10’ê cotmehê otobûsên ji bajarên din dihatin, ji aliyê polîsan ve dihatin sekinandin û kontrol dikirin. Lê di 10’ê cotmehê de kontrolên rûtîn yên rê jî hatine rakirin.    PIR AŞKERE DIÇIN QADA MITÎNGÊ    Di kamerayên MOBESE’yê de 2 kesên xwekuj ji bo di mitîngê de komkujî bikin pir aşkere tên qada mitîngê. Ev 2 kes ji aliyê polîsan ve nayên kontrolkirin û wan hilnedane şopandinê. Kujer ji Dîlokê bi rêya bejahiyê tên Enqereyê. Di dosyeyê de agahiyên ku dema kujer bi rê de de hatine nokteyên lêgerînê di navber dane karê xwe hene.    BERDÊLA AŞTÎ XWESTINÊ   Li dijî bi hezaran mirovên li çar aliyên Tirkiyeyê hatibûn saet di 10.04'an de du êrîş pêk hatin û komkujî çêbû. Du teqînên ku di navbera wan de 3 kêlî hebûn, 100 kes li cihê bûyerê, 2 kes jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran hevrê, dayik, ciwan û jinên ji bo aştiyê hatibûn gel hev, berdêleke mezin dabûn.   BOMBEYÊN DAIŞ'E, GAZÊN POLÎSAN   Hêj dûkela teqînê belav nebûbû, mirovan xwe digihand birîndaan, polîsê ku komkujî nedîtibû, bi gaza îsotê êrîşê ketibû dewrê û bi taybetî cihê ku birîndar lê bûn di binê gazê de hiştibû. Li gorî rapora TTB'ê bi dehan kes ji ber gaza polîsan jiyana xwe ji dest dabûn.   SKANDALA AMBULANSÊ   Dîsa li cihê teqînê nexweşxaney Numune, Îbn-î Sînan, Nexweşxaneya Enqereyê û Hacattepe hebûn, lê piştî 40 deqeyan ambûlans hatin cihê bûyerê. Bi piyan mirov dikare di 20-25 deqeyan de xwe bigihîne nexweşxaneyê. Bûyera ku 102 kesan jiyana xwe ji dest da û 400 kes birîndar bûn de, tevahiya rojê 51 ambulans hatin peywirdarkirin. Lê 9 ji van ambulansan piştî nîv saetî hatin cihê bûyerê û qasî kîlometreyekî li dûr rawestiya bûn. 3 ambulansên ku ji bo mîtîngê hatibûn veqetandin, qet li cihê xwe neleqitîn û piştre cenaze biribûn. Karê ku DAIŞ'ê nîvço hiştibû wan temam kir.   ‘ÎSTIFA KIRIN, TENÊ BI VÊ DIKENIN’   5 saet şûn de 3 wezîrên ku derketin pêşberî kamerayan, aşkera kiribûn ku hejmara kesên mirî 86 e, lê di bûyerê de kêmasiya ewlehiyê tune. Rojnamegerekî ji Wezîrê Karê Hundur Selîm Altinok pirsa "Hûnê îstifa bikin?" pirsîbû, lê li hemberî pirsa kku hatibû kirin, Wezîrê Edaletê Kenan Îpek bi kenê xwe hemû tişt raxistibû ber çavan.   'HETA KU XWE NE TEQÎNIN EM NAGIRIN'   Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu diyar kir ku lîsteya xwekujan di destê wan deye, ji ber ku Tirkiyeye dewleteke bi hiqûqe, heya ew mirov xwe neteqîn in, dê tiştekê ji wan nekin. Davutoglu ji bo girêdanan hilbijartinê û komkujiyê jî wiha gotibû: “Piştî komkujiya terorê ya Enqereyê me anket çêkir û nebza raya giştî girt, hêjmara dengên me zêde bûye.”   'PLANA ERDOGAN'   Serokomar Erdogan bertekên tund nîşanê nîqaşên “DAIŞ’ê êrîş lidarxist” dabû û wiha got: “Radibin dibêjin ‘Li vir DAEŞ’ê kir, li wir jî nizanim kê kir.’ Ev çalakiyek terorê ya kolektîfe. Hemûyan bi hevre ev çalakî pêk anîn.” Erdogan bi vê yekê parastina DAIŞ’ê kir. Li gorî hemû dane û agahiyan, komkujî hatiye made kirin, Mehmeddîn Baraç dest û milên xwe dihejîne û heya Enqerê tê û komkujiyê pêk tîne. Baraç piştî komkujiyê 2 salan di doza 10’ê Cotmehê ya di 25-26 ‘ê Îlonê de hat dîtin, dibêje “HPG û DAIŞ’ê bi hevre ev bûyer pêk anî.” Ev jî rastiya gotinên Erdogan ên piştî komkujiyê gotin piştrast dike. Ev yek jî dibe ku Erdogan ev bûyer bi plan kiribe tîne hijê mirov.     DAXUYANIYA MUXALEFETÊ   Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî diyar kir bû ku êşek gran heye, lê ew li beramberî dewletek mafyabûyî, kujer û pêkanînên qatilên rojane re rû bi rûne. Demîrtaş bi vê yekê bal kişandibû ser berpirsiyartiya hikûmetê ya di komkujiyê de.    MA / Bariş BOYRAZ