Bavê ku cenazeyê kurê xwe dît: Ez dibêjim qey çekên kîmyewî hatine bikaranîn

  • rojane
  • 09:09 28 Kanûn 2022
  • |
COLEMÊRG - Ramazan Yorgûn, bavê Şaban Yorgûn ku jiyana xwe ji dest da û piştî 7 mehan cenazeyê wî radestî malbatê hat kirin wiha got: "Hestiyên wî ji hev ketibûn, eynî wekî xweliyê diweşiyan. Gava min cenaze dît, tu dibêjî qey çekên kîmyewî hatine bikaranîn." 
 
Di 12'ê hezîranê de li bejahiya gundê Anîtosê yê Colemêrgê di navbera Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û Hêzên Parastina Gel (HPG) de şer qewimîbû. Di vî şerî de, di êrişa hewayî de 3 HPG'î û YJA-STAR'î Jiyan Konûr a ji Şirnexê, Canan Ozdemîr a ji Wanê û Şaban Yorgûnê ji Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên wan piştî karên otopsiyê yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê li Serê Solan ya girêdayî navenda Colemêrgê li "Goristana Bêkesan" hatibûn veşartin. Malbata Şaban Yorgûn ku ji Mêrsînê hatibû serî li Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê dabû. Piştî nimûneyêN DNA'yê li hev derketibûn, malbata Yorgûn cenaze wergirtibû û ew li goristana li Taxa Karşiyakayê ya Colemêrgê di bin dorpêça polîsan de veşartibû. 
 
Ramazan Yorgûn, bavê Şaban Yorgûn, anî ziman ku piştî ku cenaze dîtiye gumana dibe ku kurê wî bi çeka kîmyewî hatibû kuştin lê peyda bûye.
 
Yorgûn bi lêv kir ku ji roja ku bihîstine kurê wî jiyana xwe ji dest daye heya roja definkirina cenaze bi gelek zehmetiyan re rû bi rû mane û wiha got: "Çawa min bihsît kurê min jiyana xwe ji dest daye, li Mêrsînê çûm dozgeriyê. Dozgeriyê berê min da Wanê. Ez û malbata xwe beriya definkirinê bi 4 mehan çûn Wanê, em rastî tahdeya polîsan hatin. Dozgeriya Wanê, ji me re got, têkildarî mijarê tu agahî li ber destên wan tune ne û berê me dan Colemêrgê. Gava ez çûm Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê û min li aqûbeta kurê xwe pirsî, em li vir jî bi heman tahdeyê re rû bi rû man. Polîsan ji me re got, 'We ji ku bihîstiye ku kurê we jiyana xwe ji dest daye? Kî ji we re got?' Me jî got me di televîzyonê de û li ser înternetê bihîstiye û em hatine cenazeyê xwe wergirin." 
 
DEST JÊ BERNEDA
 
Yorgûn anî ziman ku paşê serî li Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê dane û wiha domand: "Dozgeriyê got nizanin cenaze yê kê ne û 3 cenazeyên hatine Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê piştî 15 rojan hatine definkirin. Ji me re gotin, ger hûn ji bo DNA'yê xwînê bidin û xwîn li hev derê dê cenaze bidin. Piştî ku me xwîn da, em vegeriyan Mêrsînê. Piştî 20 rojan qereqoleke polîsan a nêzî mala me telefonî me kir. Gava ez çûm qereqolê, li wir polîsan ji min re got, 'Çavê te ronî kurê te sax e.' Çendî min bi israra got min xebera mirina wî bihsîtiye jî, ji min re gotin here malê. Di teblîxatê de ku polîsan amade kiribû, hatibû nivîsandin ku DNA li hev derneketine." 
 
ZILMA QEYÛM
 
Bi domdarî Yorgûn da zanîn ku wî dest jê bernedaye û li cenazeyê kurê xwe geriyaye û got ku cardin ji Mêrsînê çûye Colemêrgê û serî i dozgeriyê daye. Yorgûn bilêv kir ku vê carê DNA li hev derketiye û bi destûra dozgeriyê çûne cenaze ji cihê lê hatiye definkirin derxistine û wiha domand: "Me ji şaredariyê wesayîta cenaze û ji bo definkirinê jî kemçe xwest, lê neda me." 
 
Yorgûn diyar kir ku şaredariyê ne tabût ne wesayîta cenaze û ne jî kemçe daye wan û got ku wî û hevjîna wî û kurê wî bi hev re cenaze ji "Goristana Bêkesan" derxistiye û bi derfetên xwe ew defin kiriye. 
 
'TU DIBÊJÎ QEY ÇEKÊN KÎMYEWÎ HATINE BIKARANÎN'
 
Yorgûn diyar kir ku tevî hemû astengiyan jî cara ewil li cenazeyê kurê xwe mêze kiriye û der barê cenaze de ev tişt gotin: "Min dît ku cenaze di nava 7 mehan de riziyaye, hestî eş bûne û ji hev qetiyane. Cenaze wekî ku 3-4 sal bin hatiye veşartin. Wisa xuya dikir. Hestiyên wî ji hev ketibûn, eynî wekî xweliyê diweşiyan. Gava min cenaze dît, tu dibêjî qey çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Cenaze ancax bi çekên kîmyewî wisa bibe wekî xweliyê û ripîreş. Çi anîbin serê cenazeyê me nizanim, lê em qebûl nakin. Heya sax bim ez ê van tiştên hatine serê me jibîr nekim." 
 
Yorgûn di dawiya axaftina xwe de bang li civakê kir ku xwedî li cenazeyên ku li "Goristana Bêkesan" hatine veşartin derkevin. 
 

Sernavên din

29/12/2022
09:00 Sala 2022’yan bi binpêkirinan derbas bû
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2022'YAN
28/12/2022
23:30 Yurek piştî 30 salan hat Amedê
20:44 Ji HDP'a Rihayê xwarina piştevaniyê
17:46 Parêzerên cerdevanan destdirêjiyê parastin
15:40 HSD’ê bîlançoya salekê parve kir
15:37 Li gelek bajaran bîranîna qurbaniyên Roboskî: Bila berpirsiyar bên darizandin
14:58 'Em ê nehêlin xeyalên AKP-MHP’ê pêk bên’
14:45 Partiya Şoreşger çû serdana DBP’ê
14:32 Pirtûka ku ‘biryara wê ya komkirinê’ nîne nedan rojnamevanê girtî
14:31 Li Liceyê 3 jîngeh weke ‘herêmên ewlehiyê’ hatin ragihandin
13:59 Amed êdî ‘Bajarê Şaristaniyan’ e
13:50 Bêdengiya Îmraliyê didome: Çima serlêdan nayên bersivandin?
13:27 Daxwaza betalkirina doza GOÇÎZDER’ê hat redkirin
13:10 Li Girtîgeha Xarpêtê 5 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin e
12:04 Vîrûsa Influenza li rojavayê Kurdistanê belav dibe: Dibistan hatin girtin
11:59 Li Wanê kesek hate binçavkirin
11:50 Malbata Şenyaşar: Rêya me rêya edaletê ye
11:45 Doza Denîz Poyraz: Ev dosye jî ‘kiryar nediyar’ hat hiştin
11:44 Dîroka Konferansa Komara Demokratîk hate diyarkirin
11:12 Rojnamevan Amed Dîcle: Kujer ji aliyê tîmek profesyonel ve hatiye amadekirin
11:11 Li Roboskiyê 34 qurbanî hatin bibîranîn
10:57 Li Girtîgeha Eregliyê binpêkirinên mafan zêde dibin
10:09 Li Komeleya Birca Belek serdema nû dest pê kir
09:44 Êlihiyan bertek nîşanî êrişên li dijî siyaseta kurd dan: Kurd dê vê desthilata faşîşt hilweşînin
09:18 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ rejîma Îranê hejand
09:11 Qeyûm milkên şaredariyê firot, hevşaredar serî li dadgehê da
09:11 Endama Meclisa DBP'ê: Ev êriş ji bo hilbijartinê ne
09:10 Gelê Êlihê: Divê em li hemberî çekên kîmyewî rabin
09:09 Bavê ku cenazeyê kurê xwe dît: Ez dibêjim qey çekên kîmyewî hatine bikaranîn
09:08 Keskîn: Girtiyên nexweş divê bêyî ku li nasnameya wan bê nerîn bên berdan
09:07 Navenda Dîplomatîk a Civakî: Me ji NY’yê xwest ku li ber sûcên şer ên Tirkiyeyê rabe
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2022'YAN
27/12/2022
19:49 'Bila kiryarên Roboskiyê bên darizandin'
18:17 Jinan bertek nîşanî biryara doza Denîz Poyrazê dan
17:01 Ji Doza Kobanê kes nehat berdan
16:46 Aydar navê kujerê Nagihan Akarsel eşkere kir
16:37 Ozturk: Bingeha êriş û şerê li dijî kurdan tecrîda li ser birêz Ocalan e
16:36 Di rojekê de 2 caran çekên kimyewî hat bikaranîn
15:23 EŞÎK: AKP nikare ji bo azadiyan makeqanûneke guncav çêbike
15:22 Doza Qetlîama 10’ê Cotmehê: Bila Davûtoglû û Ozdag bên guhdarîkirin
14:40 Biryara doza Denîz Poyraz hat eşkerekirin
13:44 Derbarê Emîne Şenyaşar de 2 lêpirsînên din jî hatin destpêkirin
13:34 Ji bo Îmraliyê bang li Wezareta Dadê kirin: Gavê biavêjin
12:56 Ne roja şînê ye roja berxwedanê ye!
12:31 Li Stenbolê heqê rê hat bihakirin
12:29 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:20 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran nagirin hundir
11:40 Sancar: Em ê destûr nedin ku doza Poyraz bi bersûcekî bê girtin
10:51 ‘Heke Fransa êrişê ronî neke, wê weke tetîkkêşa Tirkiyeyê derbasî dîrokê bibe’
10:50 Di êrişa çekên kîmyewî de 11 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan
10:30 Sebahat Tûncel: Gelê kurd bivejînê serkeftinê anî
09:06 Xelkê Êlihê: Peyveke Ocalan bi tenê ji bo aştiyê bes e
09:05 Daxwazên elewiyan: Welatekî demokratîk û laîk
09:04 Rojnamevan Çelîk serî li AYM'yê da
09:03 Cendirmeyan polîsê ku tiryak pê re bû kuştin
09:01 Kurdan di tevahiya salê de li ber xwe dan
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2022'YAN
26/12/2022
23:50 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir hat girtin
23:10 Tetikkêşê Komkujiya Parîsê hat girtin
22:09 Cenazeyê leşkerekî din jî anîn Colemêrgê
21:04 Li Wanê fiyetê nan hat bihakirin
20:45 Hevserokê DBP'ê yê Amedê Altûn hat girtin
20:34 Yilmaz Yurek piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:07 Li Reqayê qedexeya derketina ji derve hat ragihandin
18:53 Ciwanên ku li Wan û Mûşê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:03 Li Amedê tax bi tax serdana gel hate kirin
16:57 Li Amedê wesayita leşkeran qeza kir: 6 leşker birîndar bûn
16:49 TBB û baroyan ji bo Denîz Poyraz Nobeda Edaletê girtin
16:34 Rêveberên SES’ê tevî qeydên HTS’ê jî nehatin berdan
15:45 Li Reqayê di êrişa DAIŞ'ê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:30 10 kesên di binçavan de hatin berdan
15:18 Li ber konsolosxaneya Fransayê protestoya komkujiyê: Gelek hunermend hatin binçavkirin
15:17 Bayindir û 14 hevserokan mafê bêdengiyê bikaranîn
14:49 Li Reqayê pevçûn: 2 DAIŞ’î hatin kuştin
14:48 Li Parîsê kurd û dostên xwe li dijî komkujiyê meşiyan
14:43 Beriya Komkujiya Parîsê ji bo ewlehiyê serlêdan hatiye kirin
14:42 ATK’ê carek din polîsê ku Cîhan Can kuştibû ‘biqisûr’ dît
14:23 Doza Kobanê: Civîna çapemeniyê ya li avahiya KCD’ê wek sûc hatiye nîşandan
13:27 Ji bo Mereş û Roboskê edalet hate xwestin
13:14 DAIŞ’ê li Reqayê êrişî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir
13:08 Temel hişyarî da Wezîrê Dadê: Divê pêşî li hevdîtina li Îmraliyê bê vekirin
12:30 Di bin baranê de Nobeta Edaletê
12:16 Bernameya bîranîna Komkujiya Roboskê aşkere bû
11:19 Li Fransayê êriş li ciwanek kurd ku li stranên kurdî guhdar dikir hat kirin
11:03 OHD’a Mêrsînê: Li Îmraliyê vîna çareseriya gelan di bin tecrîdê de ye
10:34 Owen a ku xwe bi wêneyên YPJ’ê re îxbar kir: Li dijî jinên kurd êrişek topyekûn heye
09:05 Li dijî tecrîdê têkoşîneke bênavber
09:04 Ji bo ku ji 34 kesên hatine qetilkirin re edalet xwest 3 salan di girtîgehê de ma
09:03 Sakik: Desthilat bên guhertin jî êrişên li dijî kurdan nayên guhertin
09:02 Ozdogan: AKP xetimî ye dikare beriya hilbijartinê operasyoneke bejahiyê bide destpêkirin
09:01 ‘Pêvajoya darizandina derbarê Fîncanci de berê hatiye plankirin’
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2022'YAN
25/12/2022
22:25 Hevserokê Giştî yê DBP’ê û 14 siyasetmedar 3 roj in di bin çavan de ne
22:14 Di êrişa dewleta tirk a li Efrînê de zarokekî jiyana xwe ji dest da
22:01 Faîlê Komkujiya Parîsê dîsa hat binçavkirin
19:48 Şerafettîn Elçî hat bibîranîn
18:45 Li Dêrsimê Komkûjiya Parîsê hat şermezarkirin
18:03 Li Êlihê piştî mîtîngê meş hate lidarxistin
16:57 Sancar ji bo muxalefetê got: Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdanê bikin