Şahidê Qetliyama Kizildereyê: Wehşet bû

img

BÛRSA – Rojnamevan Dûrsûn Eroglû, diyar kir ku dema Qetliyama Kizildereyê çê bû ew 12 salî bû û tiştên ku wê rojê dîtine wekî “wehşetê” pênase dike. Eroglû got: “Tu eleqeya bavê min bi siyasetê re tune bû, lê zaf li ber diket û digot ‘xwezî min karibûya tiştek bikirana ev zarok xelas bikirana.’ Gelek jin her çend ew kes nas nedikirin jî, ji bo wan giriyan.” 

Di ser Qetliyama Kizildereyê ku Pêşengê Eniya-Partiya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê (THKP-C) Mahîr Çayan û hevalên wî hatin kuştin re 46 sal derbas bûn. Piştî Muxtiraya 12’ê Adarê, biryara darvekirina endamên Artêşa Gel a Tirkiyeyê (THKO) Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan ku li dijî darbekarî û dîktatoriyê têkoşîna çekdarî esas girtibûn, hatibû dayîn. Li ser vê endamên THKP-C û THKO’yê ji bo darvekirina Gezmîş, Aslan û Înan asteng bikin, di 26’ê Adara 1972’yan de biryara çalakiyeke hevpar dan. Li navçeya Unye ya Ordûyê Mahîr Çayan, Cîhan Alptekîn, Omer Ayna, Sînan Kazim Ozudogrû, Hudaî Arikan, Saffet Alp, Sabahattîn Kûrt, Ertan Sarûhan, Nîhat Yilmaz, Ahmet Atasoy û Ertûgrûl Kurkçi, li binkeya NATO’yê dudo jê kanadayî û yek jê brîtanyayî 3 teknîsyen dîl girtin. Dema li gundê Kizildere yê navçeya Nîksar a Tokatê diman, leşkeran sibeha 30’yê Adarê mala lê diman dorpêç kirin. Rojnamevan Dûrsûn Eroglû ku wê demê 12 salî bû û bû şahidê qetliyamê, behsa wê rojê kir. 
 
‘ARTÊŞA DEWLETÊ ÇÛBÛ WIR’ 
 
Rojnameger Dûrsûn Eroglû, diyar kir ku dema komkujî pêk hat ew zarokekî 12 salî bû û cara ewil bû ku wan li gund bûyereke wisa dîtiye. Eroglû got: “Piştî leşkeran dora wê taxê dorpêç kir ew hay jê çê bûn. Tiştên 46 sal berê pir nayên bîra mirovç Lê belê wekî zarokekî şahidiya tiştekî wisa û bihîstina hin tiştan di bîra min de man. Di jiyana me de ev ne bûyereke ji rêzê bû. Me qet cesedên ku wisa danîbûn ser hevdu nedîtibûn. Bandoreke mezin li ser me çêkir.” Eroglû, tiştên ku wê rojê dîtin û bû şahidên wan wekî “wehşetê” pênase kir û got: “Me nizanibû ka ew mirov ji bo çi hatin kuştin. Me nizanibû kî ne jî. Wê rojê pirsnîşana di serê mirovan de ev bû. ‘Ev kî ne?’ Ji bo çi ewqas leşker ji bo 5-10 kesî hatine? Artêşa dewletê hatibû wir. Cara ewil me li wir helîkopter û balafir dîtin. Li wir traktorek hebe. Di rewşeke wisa de tiştekî ku qet nayê bîra te li gund diqewime.” 
 
‘ZAF KÊFXWEŞ BÛN’ 
 
Eroglû, diyar kir ku di 30’yê Adarê de taxa ku mala keya lê bû leşkeran ew dorpêç kiribû û riya ber bi wê taxê ve diçû nêzî mala wan bû. Eroglû got: “Kesên ji navçeyê dihatin me ew didîtin. Leşkeran tim gundiyan hişyar dikir ku têkevin malên xwe. Lê belê ji ber zarok bûm digeriyam. Ji ber vê min gelek tiştên ku mezinan nedîtin dîtin. Ji şeveqê heta saet 14.00 tim bi megafonê diaxivîn. Me gotinên leşkeran baştir dibihîst. Dengê kesên li mala keya bûn jî bilind dihat. Ciwanî zaf coşdar bûn. Gelek stran digotin. Ciwanan digot ‘Em guleyan bera Mehmetçîk nadin. Lê kûçikên ser wan efeserên Amerîkî hûn werin.’ Min di jiyana xwe de cara ewil zilamekî çîlspî dît. Minareya me nû hatibû çêkirin. Avaniya mînareyê lêkolîn dikir. Dem amin ji yê li kêleka wî re got kî ye, got ‘turîst e’. Amerîkî bû, lê çi bû, çi karî wî li wir hebû min fêm nekir.” 
 
‘JI BO ME WEHŞET BÛ’ 
 
Eroglû, diyar kir ku li wir ji bilî leşkeran hin mirovên din jî hebûn ku nizanibûn çi ne û got: “Çek û tivinga mêrik muthîş bû. Qapût li xwe kiribû û di bin qapût de demançeyeke mezin hebû. Gotin, dibe ku ev îstixbaratvan bin. Lê hîn jî nizanim kî bûn. Por û riya vana jî dirêj bûn. Lê simêlên wan zêde xuya dikirin. Û ev kes pir çalak bûn. Di destê yekî de boriyeke wekî ya sobeyan hebû. Dema min ji bavê xw epirsîbû, gotibû ya bazûka yan jî roket e. Leşkeran 360 derece mala keya dorpêç kiribûn. Bi qasî 2-3 saetan bera mala keya dan. Dema deng ji çekan biliya leşker ji sengerên xwe derketin û cixare vêxistin. Wê çaxê jî ew kesên bi simbêl ên nizanim kî bûn hatin. Pêşî ew ketine hundur. Yek jî wan got ‘hemû cehimîne.’ Kesên digotin hundur ser çavên xwe digirtin bi zorê derdiketin derve. Nexwe, gelekî gaz avêtibûn hundur. Lê em nizanin kîjan gaz bû. 
 
‘GELEK JIN BO WAN CIWANAN GIRIYAN’ 
 
Dema qediya liv û tevgerek xwe da der. Sivîl ber bi mala keya ve meşiyan. Ez jî çûm. Li cem me li ber malan refik hene û binî wê axur e û mirov di ser re dikeve malê. Ew der bi cesedan tije kiribûn. Yên hin kesan nava wî li derve bû, ser çavê wan perçekirîbû. Tu devereke wê malê nemabû ku gule lê neketibû. Heyirî mam çawa ew mal nerûxiya. Tiştên li wir qewimîn ne pevçûn bûn. 13 kes mirin, lê tiliya leşkerekî jî xwînî nebû. Rojnameya Hurriyetê bi tevayî bûbû xwîn. Ji bo me wehşet bû. Gelek jin her çend ew kes nas nedikirin jî, ji bo wan giriyan.” 
 
‘ÇIMKİ CIWAN DIKUŞTIN’ 
 
Herî dawî Eroglû ev tişt gotin: “Ev bûyer çê bû û qediya. Civak tim diguhere. Lê belê eger têkoşîneke civakiyî hebe, veguhastina wê ya nifş bi nifş tim bi darbeyan tê tunekirin. Divê pêşî mirov bûyeran fêm bikin. Belê, wê rojê li wir hêza tu kesî tune bû. Tu eleqeya bavê min bi siyasetê re tune bû, lê zaf li ber diket û digot ‘xwezî min karibûya tiştek bikirana ev zarok xelas bikirana.’ Çimkî li wir li ber çavên wî ciwan dihatin kuştin.” 
 
Eroglû, diyar kir ku der barê Qetliyama Kizildereyê de pirtûkek nivîsandiye, lê belê weşanxane wê çap nakin. 
 
MA / Muhammet Dogrû

Sernavên din

29/03/2018
11:20 Parêzerên Ocalan cara 742'yemîn serlêdan kirin
11:13 Li Venezûelayê girtiyan serî rakir: 68 kes mirin
10:30 Gunana 43 roj in di rojiya mirinê de ye: Rewşa wî xera dibe
10:29 Rojnamegerên xwendekar: Pêwîst be em ê li ser dîwaran binivîsinin
10:21 Asayîşa PDK'ê Hevseroka Tevgera Azadî hat berdan
10:20 Jin ‘Tora parastina cewherî ya feminist' ava dikin
10:16 Bav kuştun, dayik girtin: Birîna me kûr dikin
10:10 Qedexeya li Lîcê û Hênê rabû
09:46 Partiyên siyasî ji bo Ozgurlukçu Demokrasiyê bang kirin
09:23 Şaredariya Exrenî li rê û kolanên gundan kevirên parke datîne
09:22 ‘Navê qîrîniya di dirûşmeyên Newrozê de Efrîn bû’
09:21 Biryara neşopandinê ya der barê mirina Acar de teblîxî parêzeran nehat kirin
09:20 Mizgefta Kurdan kirin Mizgefta Tirkan!
09:19 Dîmenên siyastemedarên hatin revandin yeko yeko hatine komkirin!
09:18 ‘Çîroka Nevînê ne çîroka lehengtiyê ye, çîroka berxwedanê ye’
09:17 Şahidê Qetliyama Kizildereyê: Wehşet bû
09:16 Duran: Ozgurlukçu Demokrasî di serê lîsteyê de ye
09:15 Weşanxaneya Wardozê xwe berdaye binê behra folklora kurdan
09:14 Dadgehê di kuştina rêveberê DBP'ê de ‘qisûr’ nedît
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2018'AN
28/03/2018
17:20 Beyanameya Gerdûnî ya Mafê Mirovan jêkirin
17:10 Parêzerê Ozgurlukçu Demokrasî: Lêpirsîn heye, lê dozger tune
16:24 MGKP: Gelo ev agahiya pêngavên kîjan pêkanînê ne?
15:47 Li Dîlokê 5 kes hatin girtin
15:47 Ji Rektorê Artukluyê skandal: Yên tobe nekin dibe bên kuştin
15:46 Ozgurlukçu Demokrasî: Nikarin me bêdeng bikin
15:07 ÎRA: Dê tu carî nikaribin rastiyan ji civakê veşêrin
15:04 Polîsan ewil kevirên gorên PKK’iyan hilweşandin piştre xwestin malbat îfade bidin
14:43 Gava îşkenceya li girtîgehê vegot telefonê qût bû
14:28 ETHA û Atilim: Hûn nikarin rojê bi çiravê xerc bikin
13:20 'Ê dikare bikire patron, ê nikare bikire qeyûm…’
12:53 Serdozger 7 sal û nîv ceza ji Elîaçik re xwest
12:51 Rêxistinên çapemenîyê û rojnamegeran bertek nîşanî beryara Ozgurlukçu Demokrasî dan
12:48 6 kesên li Silopiyê binçav kiribûn hatin girtin
11:59 Xwediye Îmtiyazê yê Ozgurlukçu Demokrasî û 8 xebatkarên matbayê binçav kirin
11:48 Aborînas Şahînoz: Tirkiye 440 milyar dolar deyndarê derve ye
11:47 Li ber çavên malbatan êrîşî girtiyan kirin
10:51 Dixwazin hejmara kursiyên HDP’ê ji yên MHP’ê kêmtir bikin
10:36 Tirkiye bersîv da CPT: Nêviyê nameyên Ocalan hatin desteserkirin
10:04 Serokê Baskên Ciwanan ê AKP’î bû midurê nivîsgehê yê qeyûm
09:15 12 sal borîn lê hêj kujerên Enes Ata û 12 kesên din nehatin darizandin
09:14 Nivîskar Yîgît: Efrîn êdî navenda pevçûneke nû ya pirneteweyî ye
09:13 Bi fîlmê ‘Bizin’ girîngî û bandora zimanê zikmakî di deqeyekê de nîşan dide
09:13 Rapora 2017’an a penaberan a TOHAV’ê: Destûra saziyên civaka sivîl nayê dayîn
09:12 Dadgehê biryara vegera ser kar da, lê şaredariyê got ‘teror’
09:11 Ka dê qedexeya zozanan bihata rakirin?
09:10 Durak a zextên girtîgehê qebûl nekir rastî 3 meh ceza hat
09:00 ROJEVA 28'Ê ADARA 2018'AN
08:37 Roth: Almanya û NATO li dijî Efrînê çima bêdeng in?
08:28 Polisan bi ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî de girtin û qeyûm tayîn kir
27/03/2018
17:34 Li Elbîstanê 9 kes hatin binçavkirin
17:03 Gelê Efrînê di şertên dijwar de têdikoşe
16:48 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cara 741’an hat redkirin
16:46 Platforma Şaxên KESK’ê yên Stenbolê: Dixwazin Bogazîçî 'fetih bikin'
15:34 Temellî: Li Efrînê OSO, li hundir Çîftlîkbank talan dike
14:40 Jina 22 rojin winda hevjînê wê ew kuştiye
14:37 Gelê Cizîrê ji bo gelê Efrînê seferber bûye
14:11 Xwendekarên zanîngehan: Xwedî derketina Bogazîçiyê xwedî derketina azadiyê ye
14:11 73 kesên di Newroza Stenbolê de hatibûn binçavkirin, anîn edliyê
13:58 Yûsiv: Li Efrînê qirkirin heye
13:18 DÎB: Lêpirsîna xwendekarên Bogazîçî bi dawî bikin
13:17 Parlamenterê Iraqî: Erdogan bersivek tund heq dike!
13:16 Parêzerên Ocalan cara 741’emîn serî li dozgeriyê dan
12:54 Li Amanosan leşkerek hat kuştin
12:30 Qedexeya derketina derve ya li Kerboranê rabû
12:18 Şengalî ji bo paşvekişandina PKK’ê çi dibêjin?
12:13 Serokê dadgehê: Ev dadgeha terorê ye, ez wê li vir dixwazim
11:54 Danişîna doza 'Nobeta Gerînendeyên Weşanê' hat ditin
11:41 Dozger ji bo hunermend Ferhat Tunç ceza xwest
11:29 Ciwanan peyama 'Em hemû Kawayên Şoreşger in' dan
11:23 Kevirên dîrokî yên Sûrê didizin û difiroşin
10:53 Li Lîcê û Hênê ‘qedexeya derketin derve’ hat îlankirin
10:31 Li Dêrsimê pevçûn derket, rê li trafîqê hat girtin
10:31 Tahmaz: Gava ku al bû dar, hûn nikarin civakê bi rêve bibin
10:18 Baweriya amediyan bi hilbijartinê nayê
09:53 Li Efrînê 2 leşker mirin
09:22 Li Midyadê 12 kesan zarokekê îstismar kir
09:21 Gundiyên ceryana wan hatiye qutkirin: Ji bo avê em 10 kîlometreyan dimeşin
09:20 HDP’ê jî ji bo hilbijartineke pêşwext dest bi amadekariyan kir
09:19 Ji bo gubre çê bike li mala xwe kurmikên Kalîforniyayê xwedî dike
09:19 Ji ber bendavên ‘ewlehiyê’ avhewa diguhere
09:18 Hîn li kujerên kurê xwe digeriya, gumlekê bixwîn û şûna 13 guleyan têde dan wê
09:17 Girtiyê li dijî lêgerînê derket rastî ceza hat
09:15 Prof. Dr. Kaptanoglû: Çalakiyên wekî Newrozê bandoreke erênî li civakê dike
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2018'AN
26/03/2018
17:41 Li Stenbolê kesek hat girtin û 8 kes hatin berdan
17:19 Mamostayan helwesta YNK û PDK'ê şermezar kirin
16:49 Li dijî avahiya DBP’a Başakşehîrê êrîşa çekdarî pêk hat
16:46 Polîsê bersûcê komkujiya Pirsûsê: Lêgerîn hatiba kirin dê komkujî pêk nehata
16:45 Dozger mutalaa Soma yê da
16:30 Li dijî têlkirina hewşên qawîşan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
16:14 Dozger ji bo doza Somayê mutalaa da
15:33 Rêxistinên Ciwanan: Xwendekar dê serî netewînin
15:26 Duymak a hevjînê wê di bodruman de şewitandin girtin
15:00 Ji bo Efrîniyên koçî Şehbayê kirin banga alîkariya dermanan
14:54 Dê doza Licê sibê bê dîtin
14:53 Encu: Bi vê dozê dixwazin tolê ji malbatên Roboskî hildin
14:38 Malbatan xwestin zarokên wan bên berdan
13:48 Banga 'Tev li Newrozê bibin' sûc hat dîtin
13:29 Li Kifir Neyê civîna Til Rifatê: Gelo Rûsya daxwaza Tirkiye erê kir?