Şahidê Qetliyama Kizildereyê: Wehşet bû 2018-03-29 09:17:27 BÛRSA – Rojnamevan Dûrsûn Eroglû, diyar kir ku dema Qetliyama Kizildereyê çê bû ew 12 salî bû û tiştên ku wê rojê dîtine wekî “wehşetê” pênase dike. Eroglû got: “Tu eleqeya bavê min bi siyasetê re tune bû, lê zaf li ber diket û digot ‘xwezî min karibûya tiştek bikirana ev zarok xelas bikirana.’ Gelek jin her çend ew kes nas nedikirin jî, ji bo wan giriyan.”  Di ser Qetliyama Kizildereyê ku Pêşengê Eniya-Partiya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê (THKP-C) Mahîr Çayan û hevalên wî hatin kuştin re 46 sal derbas bûn. Piştî Muxtiraya 12’ê Adarê, biryara darvekirina endamên Artêşa Gel a Tirkiyeyê (THKO) Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan ku li dijî darbekarî û dîktatoriyê têkoşîna çekdarî esas girtibûn, hatibû dayîn. Li ser vê endamên THKP-C û THKO’yê ji bo darvekirina Gezmîş, Aslan û Înan asteng bikin, di 26’ê Adara 1972’yan de biryara çalakiyeke hevpar dan. Li navçeya Unye ya Ordûyê Mahîr Çayan, Cîhan Alptekîn, Omer Ayna, Sînan Kazim Ozudogrû, Hudaî Arikan, Saffet Alp, Sabahattîn Kûrt, Ertan Sarûhan, Nîhat Yilmaz, Ahmet Atasoy û Ertûgrûl Kurkçi, li binkeya NATO’yê dudo jê kanadayî û yek jê brîtanyayî 3 teknîsyen dîl girtin. Dema li gundê Kizildere yê navçeya Nîksar a Tokatê diman, leşkeran sibeha 30’yê Adarê mala lê diman dorpêç kirin. Rojnamevan Dûrsûn Eroglû ku wê demê 12 salî bû û bû şahidê qetliyamê, behsa wê rojê kir.    ‘ARTÊŞA DEWLETÊ ÇÛBÛ WIR’    Rojnameger Dûrsûn Eroglû, diyar kir ku dema komkujî pêk hat ew zarokekî 12 salî bû û cara ewil bû ku wan li gund bûyereke wisa dîtiye. Eroglû got: “Piştî leşkeran dora wê taxê dorpêç kir ew hay jê çê bûn. Tiştên 46 sal berê pir nayên bîra mirovç Lê belê wekî zarokekî şahidiya tiştekî wisa û bihîstina hin tiştan di bîra min de man. Di jiyana me de ev ne bûyereke ji rêzê bû. Me qet cesedên ku wisa danîbûn ser hevdu nedîtibûn. Bandoreke mezin li ser me çêkir.” Eroglû, tiştên ku wê rojê dîtin û bû şahidên wan wekî “wehşetê” pênase kir û got: “Me nizanibû ka ew mirov ji bo çi hatin kuştin. Me nizanibû kî ne jî. Wê rojê pirsnîşana di serê mirovan de ev bû. ‘Ev kî ne?’ Ji bo çi ewqas leşker ji bo 5-10 kesî hatine? Artêşa dewletê hatibû wir. Cara ewil me li wir helîkopter û balafir dîtin. Li wir traktorek hebe. Di rewşeke wisa de tiştekî ku qet nayê bîra te li gund diqewime.”    ‘ZAF KÊFXWEŞ BÛN’    Eroglû, diyar kir ku di 30’yê Adarê de taxa ku mala keya lê bû leşkeran ew dorpêç kiribû û riya ber bi wê taxê ve diçû nêzî mala wan bû. Eroglû got: “Kesên ji navçeyê dihatin me ew didîtin. Leşkeran tim gundiyan hişyar dikir ku têkevin malên xwe. Lê belê ji ber zarok bûm digeriyam. Ji ber vê min gelek tiştên ku mezinan nedîtin dîtin. Ji şeveqê heta saet 14.00 tim bi megafonê diaxivîn. Me gotinên leşkeran baştir dibihîst. Dengê kesên li mala keya bûn jî bilind dihat. Ciwanî zaf coşdar bûn. Gelek stran digotin. Ciwanan digot ‘Em guleyan bera Mehmetçîk nadin. Lê kûçikên ser wan efeserên Amerîkî hûn werin.’ Min di jiyana xwe de cara ewil zilamekî çîlspî dît. Minareya me nû hatibû çêkirin. Avaniya mînareyê lêkolîn dikir. Dem amin ji yê li kêleka wî re got kî ye, got ‘turîst e’. Amerîkî bû, lê çi bû, çi karî wî li wir hebû min fêm nekir.”    ‘JI BO ME WEHŞET BÛ’    Eroglû, diyar kir ku li wir ji bilî leşkeran hin mirovên din jî hebûn ku nizanibûn çi ne û got: “Çek û tivinga mêrik muthîş bû. Qapût li xwe kiribû û di bin qapût de demançeyeke mezin hebû. Gotin, dibe ku ev îstixbaratvan bin. Lê hîn jî nizanim kî bûn. Por û riya vana jî dirêj bûn. Lê simêlên wan zêde xuya dikirin. Û ev kes pir çalak bûn. Di destê yekî de boriyeke wekî ya sobeyan hebû. Dema min ji bavê xw epirsîbû, gotibû ya bazûka yan jî roket e. Leşkeran 360 derece mala keya dorpêç kiribûn. Bi qasî 2-3 saetan bera mala keya dan. Dema deng ji çekan biliya leşker ji sengerên xwe derketin û cixare vêxistin. Wê çaxê jî ew kesên bi simbêl ên nizanim kî bûn hatin. Pêşî ew ketine hundur. Yek jî wan got ‘hemû cehimîne.’ Kesên digotin hundur ser çavên xwe digirtin bi zorê derdiketin derve. Nexwe, gelekî gaz avêtibûn hundur. Lê em nizanin kîjan gaz bû.    ‘GELEK JIN BO WAN CIWANAN GIRIYAN’    Dema qediya liv û tevgerek xwe da der. Sivîl ber bi mala keya ve meşiyan. Ez jî çûm. Li cem me li ber malan refik hene û binî wê axur e û mirov di ser re dikeve malê. Ew der bi cesedan tije kiribûn. Yên hin kesan nava wî li derve bû, ser çavê wan perçekirîbû. Tu devereke wê malê nemabû ku gule lê neketibû. Heyirî mam çawa ew mal nerûxiya. Tiştên li wir qewimîn ne pevçûn bûn. 13 kes mirin, lê tiliya leşkerekî jî xwînî nebû. Rojnameya Hurriyetê bi tevayî bûbû xwîn. Ji bo me wehşet bû. Gelek jin her çend ew kes nas nedikirin jî, ji bo wan giriyan.”    ‘ÇIMKİ CIWAN DIKUŞTIN’    Herî dawî Eroglû ev tişt gotin: “Ev bûyer çê bû û qediya. Civak tim diguhere. Lê belê eger têkoşîneke civakiyî hebe, veguhastina wê ya nifş bi nifş tim bi darbeyan tê tunekirin. Divê pêşî mirov bûyeran fêm bikin. Belê, wê rojê li wir hêza tu kesî tune bû. Tu eleqeya bavê min bi siyasetê re tune bû, lê zaf li ber diket û digot ‘xwezî min karibûya tiştek bikirana ev zarok xelas bikirana.’ Çimkî li wir li ber çavên wî ciwan dihatin kuştin.”    Eroglû, diyar kir ku der barê Qetliyama Kizildereyê de pirtûkek nivîsandiye, lê belê weşanxane wê çap nakin.    MA / Muhammet Dogrû