'Divê sûcê li Muglayê bê ceza nemîne'

  • rojane
  • 09:33 9 Cotmeh 2017
  • |
img

STENBOL - Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Prz. Gulseren Yolerî 7 kesênk li Muglayê hatin tazîkirin, destê wan li pişt wan hat kelepçekirin û îşkence li wan hat kirin bi gotina "Divê hesabê vê yekê bê pirsîn. Kesên ev sûc kirine divê bên cezakirin." Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Metîn Bakkalci jî diyar kir ku ji bo hesap bê pirsîn ew amade ne ku fonksiyona xwe ya kesên zana pêk bînin. 

Di 4'ê Cotmehê de li herêma Ortaca û Seydikemerê polîsan maşîneya plakeya wê ya Mêrsînê bû rawestand û 7 kesên ji maşînê derxistin tazî kirin û îşkence kirin. Polîsan destê wan li pişt wan kelepçe kir. Wêneyê îşkenceyê piştre li ser medyaya civakî parve kir. Di 5'ê Cotmehê de jî hat diyarkirin ku li çoltarê Koycegîzê 5 PKK'iyan jiyana xwe ji dest dane. Hat gotin ku kesên hatin binçavkirin “Endamên PKK’ê ne." Heta niha der barê mijarê de tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn. Nûnerên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Wakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) xwestin bi lez û bez der barê vê bûyerê de lêpirsîn bê vekirin û kesên îşkence kirine bên cezakirin. 
 
‘BILA LÊPIRSÎNA ÇALAK BÊ DESTPÊKIRIN' 
 
Sekreterê Giştî yê TÎHV’ê Metîn Bakkalci destnîşan kir ku erk û peywira wan a esasî ew e kesên hatine îşkencekirin derman bikin û piştgiriya rehabilitasyonê bidin wan. Bakkalci, da zanîn ku hewldana wan xebatên rawestandina îşkenceyê ye û wiha got: "Wêneyê li Muglayê hatin belavkirin bi her awayî îşkenceyê nîşan dide. Ev wêne îşkence û muameleya xerab nîşanî me dide. Ev îşkence daketiye kolanan. Divê der barê vê îşkenceyê de lêpirsîna çalak bê destpêkirin. Divê li gorî nirxên mafên mirovan ên gerdûnî lêpirsîn bê kirin." 
 
‘EM AMADE NE KU FONKSIYONA KESÊN ZANA PÊK BÎNIN'
 
Bakalci, derbirî ku ji bo kesên îşkence dîtine divê rapora nirxandina tibbî ya serbixwe bê amadekirin û ji bo rapora kesên zana bê amadekirin ew amade ne û wiha pê de çû: "Em wekî TÎHV'ê ji bo fonksiyona xwe ya li dijî bêhiqûqiyê û îşkenceyê pêk bînin amadene ku wekî kesên zana erka xwe pêk bînin. Ev ne dîmenên ewil in. Çawa belav bûye mijarek din a niqaşê ye. Lê bi şîdeta li ser bedenên tazî dixwazin tundiyê li ser civakê belav bikin. Bi van wêneyan heta niha car caran sergirtî û car caran jî servekirî peyam dan civakê. Bi vê yekê dixwazin peyamê bidin kesên wekî "En din" tên naskirin û bêjin tiştê bi vî rengî ji bo we rewa ye. Ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin." 
 
‘BI LEZGÎN JI VÊ RÊYÊ VEGERIN'
 
Balakci, anî ziman ku rapora nirxandina îşkence û muameleyên xerab a Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî ya Tirkiyeyê, di sala 2016'an de derket û ev nirxandin kir: "Di vê mijarê de pêdivî bi xebatên berfireh û ji dil hene. Em dibêjin bi lez ji vê rêya şaş vegerin. Ji bo ji vê rêyê vegere çi ji destê me bê em ê bikin. Mijara bê cezakirinê mijara herî gîrîng e. Li Tirkiyeyê ev pirsgirêk bêtir kûr dibe. Xuya dibe ku bêcezabûn wekî polîtîkayekê belav dibe. Ev ne qeder e ev tê astengkirin." 
 
‘DIVÊ HESABÊ VÎ SÛCÎ BIDIN'
 
Seroka Şaxa ÎHD'a Stenbolê Prz. Gulseren Yolerî ji anî ziman ku kesên bi vî rengî hatin binçavkirin û hatin îşkencekiirn, rûmeta wan a mirovahiyê hedef hatiye girtin û ev tişt anî ziman: "Dema em bifikirin ku ew kes di nava civakê de jiyana xwe berdewam bikin ne tenê tên îşkencekirin. Di heman demê de rûmeta wan jî hatiye şikandin. Piştî vê dimenê pir zor e ku ew mirov li vî welatî bijîn. Ew dîmen ne tenê dîmenê îşkenceyê ne. Hestan jî ji holê radike. Her çend Serokomarê vî welatî bêje  'Ez Qanûna Bingehîn nas nakim' jî, ev sûcê Qanûna Bingehîn û Peymanên Navneteweyî binpê dike. Li gorî peymanên navneteweyi sûcê mirovahiyê ye. Dibe ku îro desthilatdarî îşkenceyê er ê bike, der barê van kesan de lêpirsîn nayê kirin. Lê divê hesab ji vê yekê bê pirsîn û ev kesana sûcê mirovahiyê kirinê û divê bi vî sûcî bên cezakirin." 
 
EV ÊRÎŞA LI DIJÎ HEVREJIYANÊ YE
 
Yolerî herî dawî bi lêv kir ku ev hem lînc e û hem jî li dijî jiyana hevpar a li Muglayê sûc e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bûyera ku îro wisa pêk tê watedar e. Di pêvajoya îro de dijminatiya kurdan tê sorkirin. Bi taybetî dixwazin îro li dijî kurdan dijminantiyê bilind bikin. Dema min li wêneyan nihêrî min tirs dît. Ne kesên ku hatine tazîkirin û destê wan li pişt wan hatiye kelepçekirin. Kesên ku li ser wan digeriyan. Wisa ditirsin ku bombe di bin cilên wan ê binî de be jî. Em dibînin ku ketine nava tirsek çawa ku wisa îşkenceyê dikin. Em wekî parazvanên mafên mirovan ji vê rewşê gelekî xemgîn in, rûmeta mirovahiye ketiye bin piyan. Em bi fikarin ku tirsa desthilatdariyê sibê rê li pêşiya dîmenek çawa veke. Ev êrîş li dijî hevrejiyan û biratiya vî welatî ye. Ev bûyer bi tu awayi nayê qebûlkirin û divê ev kes bên cezakirin." 
 
 

Sernavên din

10/10/2017
14:34 Ji qereqolê gule avêtin kesek mir kesek birîndar bû
14:34 Kemalbay: Komkujiyên pêk hatin sûcê AKP'ê ye
14:12 Êrîşê bîranîna 10'ê Cotmehê kirin gelek kes binçav kirin
13:49 Kesên di 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
13:48 Ji Hevşaredara Artemêtanê re heta 15 sal ceza
13:21 Şika înfazê zêde dibe: Alav nedan û agahî ji texsiyê tune
13:12 Dîroknasê kurd Zend çû ser dilovaniya xwe
13:10 ‘Mehmed Uzun wêjeya kurd gihand hemû cîhanê’
12:50 Demîrtaş: Hêj hesab ji kujeran nehatiye pirsîn
12:29 Li Colemêrgê ‘qedexe’ hat dirêjkirin
12:16 Operasyona Idlibê dorpêça Efrînê ye
12:15 Seroka Partiya Şoreşger a Îzmîrê hat binçavkirin
11:47 ‘DAIŞ'a li dijî Kurdan rêxistin kirin piştî karê wan qediya îmha kirin'
11:41 Polîs êrîşê bîranîna 10'ê Cotmehê kir
11:19 Dadgeh bi israr e ku Demîrtaş neyne dadgehê
11:02 Balafira şer a Rûsya li Sûriye ket
10:41 Bi sedan sivîl ji DAIŞ'ê hatin azadkirin
10:40 HRW û Article 19 mudaxilê doza wekîlên girtî bûn
10:28 Porên girtiyên li Efyonê kur kirin
09:43 Bi hezaran dar bi hinceta 'ewlehiyê' tên birîn
09:32 7 roj borin lê hêj dewletê der bare îşkenceya 7 kesan de daxuyani nedaye
09:31 Ekîncî: AKP-MHP tunekirina kurdan esas digirin
09:30 Jinan înîsîyatifa ‘Em dixwazin bijîn’ ava kirin
09:28 Dê Şanoya Bajêr a Amedê ji şanoya cîhanê lîstikan bide nişandan
09:27 Yildirim: Em ê yekîtiya netewî û eniya demokratîk bi hevdu re ava bikin
09:26 ‘Hikûmet fatûreya şer li gelê xizan dibire’
09:25 Dema çîroka Pero û Cimon li ser tuwalê reng vedide
09:24 KODA di sala xwe ya duyemîn de ye: Têkoşîn dewam dike
09:22 Şêniyên Şapatanê wê şevê ji bîr nakin
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2017'AN
09/10/2017
20:58 Hevşaredarên Payîzavayê hatin tehliyekirin
20:25 Li Mûglayê cenazeyekî din jî şandin saziya tiba edlî
17:46 Dewletê 25 meh şûn ve qebûl kir
17:45 Doza Aladagê: Heyetê rapor xwest lê avahî tune
17:28 Zabiteyên AKP'î mişmişên esnafan belav kirin
16:52 Polîs gef li dikandar xar
16:35 Xizmên girtiyan: Ev ne çareserî ye êdî fam bikin
16:13 HDP'ê li Meclisê pirsa Cuma Îmen kir
15:58 Ji bo tevlibûna bîranîna Komkujiya 10’ê Cotmehê bang
15:46 Adalet Zemînî: Bi lezgîn parêzvanên mafên mirovan berdin
15:15 Navên kesên li Muglayê hatin binçavkirin diyar bûn
15:12 7 kesên li Cizîrê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
15:06 Mukaddes Alataş tahliye bû
15:04 ÎHD: Em dê îşkenceya li Mûgla bibin NY û CPT’î
14:51 Li Yukselê 4 kes binçav kirin
14:33 Yildirim: Ji wê rojê ve Tirkiye di rojên tarî de derbas dibe
14:32 Karataş: Ez sûcdar bim ew jî sûcdarin
14:24 Aşûre li gelê Akçadagê belav kirin
14:19 Karkerên pêlavên çerm: Çalakiya me dê bidome
14:18 Doza Roboskê dê rojek piştî roja komkujiyê bê dîtin
14:16 'Bi komploya 9’ê Cotmehê re pirsgirêk mezintir bûn'
14:05 Ji bo rûniştina doza Rojnameger Tolu banga tevlêbûnê
13:49 KCD parêzerên Ocalan ziyaret kir: Divê em dengê xwe bilind bikin
13:44 QSD'ê li Reqqa maşîna DAIŞ'ê îmha kir
13:19 Girtiyan ‘Karta nasnameyê’ şermezar kirin
13:04 Di hevkêjeya Îbdilê de Tirkiye!
12:08 Rûniştina doza Yuksekdag taloq kirin
11:45 Di medyaya civakî de çalakiya #MuftulukYasasınaKarşıNobete
11:39 ‘Eger Tirkiye gavan navêje dê têkiliyên bi YE'ê re xelas bibe'
11:29 Ev der îşkencexaneya DAIŞ'ê ye!
11:25 13 girtiyên Xarpêtê di qawîşa yek kesî de ne
11:12 Girtiyên li Kîlîsê 10 rojin di greva birîbûnê dene
11:02 Ji TUSÎAD’ê berteka kirîza vîzeyê: Divê têkilî asayî bibin
11:00 Bi boneya 9'ê Cotemehê li Kobanê jiyan rawestiya
10:55 Li Enqereyê serdagirtin û binçavî
10:46 'Sedema şewatê panoya ceryanê ye'
10:43 Trenê li tirimbêlê xist pitikek û 2 kes mirin
10:39 Piştî 2 salên komkujiya 10'ê Cotmehê
10:28 Jinek li Soma hat kuştin
09:59 'Ger zagona tûtinê bê erêkirin dê 200 hezar kes bi bandor bibe'
09:49 Li Sûrê lêkolîn: Ne avahî, qereqol û kalekolan çêdikin
09:48 Apê Şengîl: Veysî hêj rût û tazî tê rawestandin
09:34 Kirîza vîzeyê dolar rakir
09:33 'Divê sûcê li Muglayê bê ceza nemîne'
09:32 Bi girêka berazê girêdan û ew avîtin hucreyê
09:32 Dezgehê jinan ji destê wan digirin
09:31 Her gava ku dadgehê ser girt ew li qadê belav bû!
09:30 Çotkarên tûtinê: Rê li şîrketên mezin vedikin
09:29 Girtî êdî malbata xwe jî nas nake
09:28 Kujerê Sîbel Çelîk 15 mehin hêj nehatiye girtin
09:27 Karkerên DHL'ê: Dê agirê berxwedanê dilê me germ bike
09:26 Onder: Heke Ocalan bi awayekî azad siyaset bikira dê gelek tişt biguheriya
09:23 Dozger şandina nameyan a girtîgehê sûc dît
09:22 Birayê Mehmet Uzun: Bêhurmetiya li dijî wêjeya cîhanê ye
09:00 ROJEVA 09'Ê COTMEHA 2017'AN
08/10/2017
21:02 Di çalakiya li Kolana Yukselê de 15 kes hatin binçavkirin
18:30 Di Nexweşxaneya Welidandinê ya Jinan de şewat derket
17:58 Heyeta HDP û DBP rastî eleqeyek mezin hat
17:40 Keskîn: Tecrîda li ser Ocalan polîtîkaya tolhildanê ye
16:59 Polîsan bi ser avahiya DBP’a Amedê de girt
16:55 'Dema ez li Sûr û Cizê mêze dikim ez Kerbelayê dibînim'
16:40 TJA: Tecrîd wê bişike û azadî wê bi ser bikeve
16:37 Yildirim: Qedexeya Tûtinê dê îflaza aboriyê bine
16:31 Ji parêzvanên mafên mirovan re 15 sal ceza tê xwestin
15:18 Baydemîr: Her kes hebû lê Enqere tune bû
14:47 Beriya daxuyaniyê mudaxaleyî Yukselê kirin
14:42 Piştî peymanê civîna yekem
14:32 Malbatan bertek nîşanî wêneyan da: Ev li dijî mirovahiyê ye
14:27 Parêzer banga 'Tev li doza Aladagê bibin' kir
13:42 Li dijî wêrankirinê li ber xwe didin