'Divê sûcê li Muglayê bê ceza nemîne' 2017-10-09 09:33:46 STENBOL - Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Prz. Gulseren Yolerî 7 kesênk li Muglayê hatin tazîkirin, destê wan li pişt wan hat kelepçekirin û îşkence li wan hat kirin bi gotina "Divê hesabê vê yekê bê pirsîn. Kesên ev sûc kirine divê bên cezakirin." Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Metîn Bakkalci jî diyar kir ku ji bo hesap bê pirsîn ew amade ne ku fonksiyona xwe ya kesên zana pêk bînin.  Di 4'ê Cotmehê de li herêma Ortaca û Seydikemerê polîsan maşîneya plakeya wê ya Mêrsînê bû rawestand û 7 kesên ji maşînê derxistin tazî kirin û îşkence kirin. Polîsan destê wan li pişt wan kelepçe kir. Wêneyê îşkenceyê piştre li ser medyaya civakî parve kir. Di 5'ê Cotmehê de jî hat diyarkirin ku li çoltarê Koycegîzê 5 PKK'iyan jiyana xwe ji dest dane. Hat gotin ku kesên hatin binçavkirin “Endamên PKK’ê ne." Heta niha der barê mijarê de tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn. Nûnerên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Wakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) xwestin bi lez û bez der barê vê bûyerê de lêpirsîn bê vekirin û kesên îşkence kirine bên cezakirin.    ‘BILA LÊPIRSÎNA ÇALAK BÊ DESTPÊKIRIN'    Sekreterê Giştî yê TÎHV’ê Metîn Bakkalci destnîşan kir ku erk û peywira wan a esasî ew e kesên hatine îşkencekirin derman bikin û piştgiriya rehabilitasyonê bidin wan. Bakkalci, da zanîn ku hewldana wan xebatên rawestandina îşkenceyê ye û wiha got: "Wêneyê li Muglayê hatin belavkirin bi her awayî îşkenceyê nîşan dide. Ev wêne îşkence û muameleya xerab nîşanî me dide. Ev îşkence daketiye kolanan. Divê der barê vê îşkenceyê de lêpirsîna çalak bê destpêkirin. Divê li gorî nirxên mafên mirovan ên gerdûnî lêpirsîn bê kirin."    ‘EM AMADE NE KU FONKSIYONA KESÊN ZANA PÊK BÎNIN'   Bakalci, derbirî ku ji bo kesên îşkence dîtine divê rapora nirxandina tibbî ya serbixwe bê amadekirin û ji bo rapora kesên zana bê amadekirin ew amade ne û wiha pê de çû: "Em wekî TÎHV'ê ji bo fonksiyona xwe ya li dijî bêhiqûqiyê û îşkenceyê pêk bînin amadene ku wekî kesên zana erka xwe pêk bînin. Ev ne dîmenên ewil in. Çawa belav bûye mijarek din a niqaşê ye. Lê bi şîdeta li ser bedenên tazî dixwazin tundiyê li ser civakê belav bikin. Bi van wêneyan heta niha car caran sergirtî û car caran jî servekirî peyam dan civakê. Bi vê yekê dixwazin peyamê bidin kesên wekî "En din" tên naskirin û bêjin tiştê bi vî rengî ji bo we rewa ye. Ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin."    ‘BI LEZGÎN JI VÊ RÊYÊ VEGERIN'   Balakci, anî ziman ku rapora nirxandina îşkence û muameleyên xerab a Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî ya Tirkiyeyê, di sala 2016'an de derket û ev nirxandin kir: "Di vê mijarê de pêdivî bi xebatên berfireh û ji dil hene. Em dibêjin bi lez ji vê rêya şaş vegerin. Ji bo ji vê rêyê vegere çi ji destê me bê em ê bikin. Mijara bê cezakirinê mijara herî gîrîng e. Li Tirkiyeyê ev pirsgirêk bêtir kûr dibe. Xuya dibe ku bêcezabûn wekî polîtîkayekê belav dibe. Ev ne qeder e ev tê astengkirin."    ‘DIVÊ HESABÊ VÎ SÛCÎ BIDIN'   Seroka Şaxa ÎHD'a Stenbolê Prz. Gulseren Yolerî ji anî ziman ku kesên bi vî rengî hatin binçavkirin û hatin îşkencekiirn, rûmeta wan a mirovahiyê hedef hatiye girtin û ev tişt anî ziman: "Dema em bifikirin ku ew kes di nava civakê de jiyana xwe berdewam bikin ne tenê tên îşkencekirin. Di heman demê de rûmeta wan jî hatiye şikandin. Piştî vê dimenê pir zor e ku ew mirov li vî welatî bijîn. Ew dîmen ne tenê dîmenê îşkenceyê ne. Hestan jî ji holê radike. Her çend Serokomarê vî welatî bêje  'Ez Qanûna Bingehîn nas nakim' jî, ev sûcê Qanûna Bingehîn û Peymanên Navneteweyî binpê dike. Li gorî peymanên navneteweyi sûcê mirovahiyê ye. Dibe ku îro desthilatdarî îşkenceyê er ê bike, der barê van kesan de lêpirsîn nayê kirin. Lê divê hesab ji vê yekê bê pirsîn û ev kesana sûcê mirovahiyê kirinê û divê bi vî sûcî bên cezakirin."    EV ÊRÎŞA LI DIJÎ HEVREJIYANÊ YE   Yolerî herî dawî bi lêv kir ku ev hem lînc e û hem jî li dijî jiyana hevpar a li Muglayê sûc e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bûyera ku îro wisa pêk tê watedar e. Di pêvajoya îro de dijminatiya kurdan tê sorkirin. Bi taybetî dixwazin îro li dijî kurdan dijminantiyê bilind bikin. Dema min li wêneyan nihêrî min tirs dît. Ne kesên ku hatine tazîkirin û destê wan li pişt wan hatiye kelepçekirin. Kesên ku li ser wan digeriyan. Wisa ditirsin ku bombe di bin cilên wan ê binî de be jî. Em dibînin ku ketine nava tirsek çawa ku wisa îşkenceyê dikin. Em wekî parazvanên mafên mirovan ji vê rewşê gelekî xemgîn in, rûmeta mirovahiye ketiye bin piyan. Em bi fikarin ku tirsa desthilatdariyê sibê rê li pêşiya dîmenek çawa veke. Ev êrîş li dijî hevrejiyan û biratiya vî welatî ye. Ev bûyer bi tu awayi nayê qebûlkirin û divê ev kes bên cezakirin."