Tirkiye bersîv da CPT: Nêviyê nameyên Ocalan hatin desteserkirin

img

STENBOL – Tirkiye pirsên CPT yên der barê rewşa Ocalan de bersivand. Tirkiye diyar kir ku astengiyên li pêş hevdîtinên malbat û parêzeran a bi Ocalan re û hevîtinên bi telefonan û sohbetên hevpar li gorî guhertinên "Zagonên Ocalan" pêk hatiye. Tirkiye dîsa diyar kir ku ji 568 nameyên ji Ocalan re hatine şandin jê 239 name desteser kirine. 

Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Parêzer ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha nikarin biçin Îmraliyê û nikarin bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin. Heyeta Îmraliyê jî ji 5 Nîsana 2015'an û heta niha nikarin biçin Îmraliyê. Malbata Ocalan jî herî dawî di 11'ê Îlona 2016'an de çûn Îmraliyê. Piştî Mehmet Ocalan di 11'ê Îlonê de bi birayê xwe Ocalan re 15 deqîqe hevdîtin kir, ji wê demê heta niha agahî ji Ocalan nayê girtin. Nameyan nadin Ocalan. Dîsa mafê Ocalan ê hefteyê rojekê bi telefonê bi malbatê re bi axive jî ji destê wî hatiye girtin. Tevî Ocalan 3 girtiyên din jî di bir tecrîdê dene. Malbat û parêzerên 3 girtiyên din jî bi tu awayî agahiyê ji girtiyan nagirin. 
 
Malbatan ji 11'ê Îlona 2016'an  heta niha 68 caran, parêzeran jî ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha 741 caran serî li dozgeriyê dan û xwestin hevdîtinan bikin. Lê hemû serledanên malbat û parêzeran ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hat redkirin. Dozger bi hinceta OHAL heye, keştî xerabe ye, personel tune, rewşa hewayê nebaş e, serlêdanên malbatan red kir.
 
TIRKIYE BERSÎV DA TIRKIYE 
 
Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkence û Pêkanînên Xerab ya Konseya Ewropa (CPT), di 28-29'ê Nîsana 2016'an de Îmralî ziyaret kir. Raporek amade kir û  der barê rewşa Ocalan de pirs pirsîn. Tirkiye 2 sal şûnde pirsên CPT bersîvand. Tirkiye astengiya hevdîtina malbat û parêzeran ya bi Ocalan re, astengiya li ser telefon û nameyan bersivand. Tirkiye di bersîva da CPT’yê de cih da nameyên ku ji 1'ê Çileya 2015'an heta 24'ê Cotmeha 2016'an nameyên ji Ocalan re hatine şandin û wiha got: "Bi giştî 568 name ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hatine şandin. Ji 568 nameyan 329 name hatin şandin û 239 name jî hatin desteserkirin. Di vê pêvajoyê de ji girtiyê din Hamili Yıldirim re bi giştî 202 name hatine şandin û 195 name gihiştiye destê wî. 7 name jî hatine desteserkirin. Ji Omer Hayri Konar re 234 name hatin şandin û 220 name dane wî û 14 name jî desteser kirine. Ji Veysel Aktaş re 202 name hatine şandin û 197 name dane wî û 5 name desteserkirine. 
 
OCALAN TENÊ NAMEYEK ŞANDIYE
 
Li gorî bersîva Tirkiye Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tenê nameyek şandiye û ev name jî gihiştiye cihê xwe. Dîsa Hamili Yildirim 155  name şandine û 111 name gihiştine cihê xwe. 44 name jî hatine desteserkirin. Omer Hayri Konar jî 95 name şandine û 88 name hatine şandin û 7 name jî hatiye desteserkirin. Veysel Aktaş  jî 147 name şandine û 119 name hatine şandin û 28 name jî hatine desteserkirin. 
 
LIJNE JI 3 MEHAN CAREKÊ ÎMRALÎ ZIYARET KIRIYE
 
Tirkiye di berewama bersîva xwe ya da CPT de diyar kir ku di navbera salên 2014, 2015 û 2016'an de Lijneya Şopandina Girtîgehan a Hêjmar 2 a Bûrsayê di nava salên 2014 -2015'an de salê 3 caran Îmralî ziyaret kiriye. Dîsa di 26 Sibata 2016 û 3'ê Hezirana 2016'an de lijne şandine îmraliyê û îmralî ziyaret kiriye. Li gori raporê diviya bû ku herî kêm ji 2 mehan carekê biçin çavdêriyê bikin. Lê derket holê ku ji 4 mehan carekê ziyaret kirine. 
 
Tirkiye di bersîva da CPT de anî ziman ku girtiyên li Îmraliyê hefteyê 168 saetan 159 saetan bi tena serê xwederbas dikin û di hefteyekê de 9 saetan hev dibînin. Tirkiye dîsa nedayîna radyo, qedexeya li ser telefon û ronameyan jî di çarçoveya zagona Ocalan de nîşan dan. 
 
Tirkiye parast ku astengiyên li pêş ziyareta xizmên Ocalan ya bi Ocalan re li gorî zagonan pêk hatiye. 
 
MA / Yasin Kobulan
 

Sernavên din

29/03/2018
11:20 Parêzerên Ocalan cara 742'yemîn serlêdan kirin
11:13 Li Venezûelayê girtiyan serî rakir: 68 kes mirin
10:30 Gunana 43 roj in di rojiya mirinê de ye: Rewşa wî xera dibe
10:29 Rojnamegerên xwendekar: Pêwîst be em ê li ser dîwaran binivîsinin
10:21 Asayîşa PDK'ê Hevseroka Tevgera Azadî hat berdan
10:20 Jin ‘Tora parastina cewherî ya feminist' ava dikin
10:16 Bav kuştun, dayik girtin: Birîna me kûr dikin
10:10 Qedexeya li Lîcê û Hênê rabû
09:46 Partiyên siyasî ji bo Ozgurlukçu Demokrasiyê bang kirin
09:23 Şaredariya Exrenî li rê û kolanên gundan kevirên parke datîne
09:22 ‘Navê qîrîniya di dirûşmeyên Newrozê de Efrîn bû’
09:21 Biryara neşopandinê ya der barê mirina Acar de teblîxî parêzeran nehat kirin
09:20 Mizgefta Kurdan kirin Mizgefta Tirkan!
09:19 Dîmenên siyastemedarên hatin revandin yeko yeko hatine komkirin!
09:18 ‘Çîroka Nevînê ne çîroka lehengtiyê ye, çîroka berxwedanê ye’
09:17 Şahidê Qetliyama Kizildereyê: Wehşet bû
09:16 Duran: Ozgurlukçu Demokrasî di serê lîsteyê de ye
09:15 Weşanxaneya Wardozê xwe berdaye binê behra folklora kurdan
09:14 Dadgehê di kuştina rêveberê DBP'ê de ‘qisûr’ nedît
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2018'AN
28/03/2018
17:20 Beyanameya Gerdûnî ya Mafê Mirovan jêkirin
17:10 Parêzerê Ozgurlukçu Demokrasî: Lêpirsîn heye, lê dozger tune
16:24 MGKP: Gelo ev agahiya pêngavên kîjan pêkanînê ne?
15:47 Li Dîlokê 5 kes hatin girtin
15:47 Ji Rektorê Artukluyê skandal: Yên tobe nekin dibe bên kuştin
15:46 Ozgurlukçu Demokrasî: Nikarin me bêdeng bikin
15:07 ÎRA: Dê tu carî nikaribin rastiyan ji civakê veşêrin
15:04 Polîsan ewil kevirên gorên PKK’iyan hilweşandin piştre xwestin malbat îfade bidin
14:43 Gava îşkenceya li girtîgehê vegot telefonê qût bû
14:28 ETHA û Atilim: Hûn nikarin rojê bi çiravê xerc bikin
13:20 'Ê dikare bikire patron, ê nikare bikire qeyûm…’
12:53 Serdozger 7 sal û nîv ceza ji Elîaçik re xwest
12:51 Rêxistinên çapemenîyê û rojnamegeran bertek nîşanî beryara Ozgurlukçu Demokrasî dan
12:48 6 kesên li Silopiyê binçav kiribûn hatin girtin
11:59 Xwediye Îmtiyazê yê Ozgurlukçu Demokrasî û 8 xebatkarên matbayê binçav kirin
11:48 Aborînas Şahînoz: Tirkiye 440 milyar dolar deyndarê derve ye
11:47 Li ber çavên malbatan êrîşî girtiyan kirin
10:51 Dixwazin hejmara kursiyên HDP’ê ji yên MHP’ê kêmtir bikin
10:36 Tirkiye bersîv da CPT: Nêviyê nameyên Ocalan hatin desteserkirin
10:04 Serokê Baskên Ciwanan ê AKP’î bû midurê nivîsgehê yê qeyûm
09:15 12 sal borîn lê hêj kujerên Enes Ata û 12 kesên din nehatin darizandin
09:14 Nivîskar Yîgît: Efrîn êdî navenda pevçûneke nû ya pirneteweyî ye
09:13 Bi fîlmê ‘Bizin’ girîngî û bandora zimanê zikmakî di deqeyekê de nîşan dide
09:13 Rapora 2017’an a penaberan a TOHAV’ê: Destûra saziyên civaka sivîl nayê dayîn
09:12 Dadgehê biryara vegera ser kar da, lê şaredariyê got ‘teror’
09:11 Ka dê qedexeya zozanan bihata rakirin?
09:10 Durak a zextên girtîgehê qebûl nekir rastî 3 meh ceza hat
09:00 ROJEVA 28'Ê ADARA 2018'AN
08:37 Roth: Almanya û NATO li dijî Efrînê çima bêdeng in?
08:28 Polisan bi ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî de girtin û qeyûm tayîn kir
27/03/2018
17:34 Li Elbîstanê 9 kes hatin binçavkirin
17:03 Gelê Efrînê di şertên dijwar de têdikoşe
16:48 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cara 741’an hat redkirin
16:46 Platforma Şaxên KESK’ê yên Stenbolê: Dixwazin Bogazîçî 'fetih bikin'
15:34 Temellî: Li Efrînê OSO, li hundir Çîftlîkbank talan dike
14:40 Jina 22 rojin winda hevjînê wê ew kuştiye
14:37 Gelê Cizîrê ji bo gelê Efrînê seferber bûye
14:11 Xwendekarên zanîngehan: Xwedî derketina Bogazîçiyê xwedî derketina azadiyê ye
14:11 73 kesên di Newroza Stenbolê de hatibûn binçavkirin, anîn edliyê
13:58 Yûsiv: Li Efrînê qirkirin heye
13:18 DÎB: Lêpirsîna xwendekarên Bogazîçî bi dawî bikin
13:17 Parlamenterê Iraqî: Erdogan bersivek tund heq dike!
13:16 Parêzerên Ocalan cara 741’emîn serî li dozgeriyê dan
12:54 Li Amanosan leşkerek hat kuştin
12:30 Qedexeya derketina derve ya li Kerboranê rabû
12:18 Şengalî ji bo paşvekişandina PKK’ê çi dibêjin?
12:13 Serokê dadgehê: Ev dadgeha terorê ye, ez wê li vir dixwazim
11:54 Danişîna doza 'Nobeta Gerînendeyên Weşanê' hat ditin
11:41 Dozger ji bo hunermend Ferhat Tunç ceza xwest
11:29 Ciwanan peyama 'Em hemû Kawayên Şoreşger in' dan
11:23 Kevirên dîrokî yên Sûrê didizin û difiroşin
10:53 Li Lîcê û Hênê ‘qedexeya derketin derve’ hat îlankirin
10:31 Li Dêrsimê pevçûn derket, rê li trafîqê hat girtin
10:31 Tahmaz: Gava ku al bû dar, hûn nikarin civakê bi rêve bibin
10:18 Baweriya amediyan bi hilbijartinê nayê
09:53 Li Efrînê 2 leşker mirin
09:22 Li Midyadê 12 kesan zarokekê îstismar kir
09:21 Gundiyên ceryana wan hatiye qutkirin: Ji bo avê em 10 kîlometreyan dimeşin
09:20 HDP’ê jî ji bo hilbijartineke pêşwext dest bi amadekariyan kir
09:19 Ji bo gubre çê bike li mala xwe kurmikên Kalîforniyayê xwedî dike
09:19 Ji ber bendavên ‘ewlehiyê’ avhewa diguhere
09:18 Hîn li kujerên kurê xwe digeriya, gumlekê bixwîn û şûna 13 guleyan têde dan wê
09:17 Girtiyê li dijî lêgerînê derket rastî ceza hat
09:15 Prof. Dr. Kaptanoglû: Çalakiyên wekî Newrozê bandoreke erênî li civakê dike
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2018'AN
26/03/2018
17:41 Li Stenbolê kesek hat girtin û 8 kes hatin berdan
17:19 Mamostayan helwesta YNK û PDK'ê şermezar kirin
16:49 Li dijî avahiya DBP’a Başakşehîrê êrîşa çekdarî pêk hat
16:46 Polîsê bersûcê komkujiya Pirsûsê: Lêgerîn hatiba kirin dê komkujî pêk nehata
16:45 Dozger mutalaa Soma yê da
16:30 Li dijî têlkirina hewşên qawîşan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
16:14 Dozger ji bo doza Somayê mutalaa da
15:33 Rêxistinên Ciwanan: Xwendekar dê serî netewînin
15:26 Duymak a hevjînê wê di bodruman de şewitandin girtin
15:00 Ji bo Efrîniyên koçî Şehbayê kirin banga alîkariya dermanan
14:54 Dê doza Licê sibê bê dîtin
14:53 Encu: Bi vê dozê dixwazin tolê ji malbatên Roboskî hildin
14:38 Malbatan xwestin zarokên wan bên berdan
13:48 Banga 'Tev li Newrozê bibin' sûc hat dîtin
13:29 Li Kifir Neyê civîna Til Rifatê: Gelo Rûsya daxwaza Tirkiye erê kir?