Tirkiye bersîv da CPT: Nêviyê nameyên Ocalan hatin desteserkirin 2018-03-28 10:36:53 STENBOL – Tirkiye pirsên CPT yên der barê rewşa Ocalan de bersivand. Tirkiye diyar kir ku astengiyên li pêş hevdîtinên malbat û parêzeran a bi Ocalan re û hevîtinên bi telefonan û sohbetên hevpar li gorî guhertinên "Zagonên Ocalan" pêk hatiye. Tirkiye dîsa diyar kir ku ji 568 nameyên ji Ocalan re hatine şandin jê 239 name desteser kirine.  Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Parêzer ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha nikarin biçin Îmraliyê û nikarin bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin. Heyeta Îmraliyê jî ji 5 Nîsana 2015'an û heta niha nikarin biçin Îmraliyê. Malbata Ocalan jî herî dawî di 11'ê Îlona 2016'an de çûn Îmraliyê. Piştî Mehmet Ocalan di 11'ê Îlonê de bi birayê xwe Ocalan re 15 deqîqe hevdîtin kir, ji wê demê heta niha agahî ji Ocalan nayê girtin. Nameyan nadin Ocalan. Dîsa mafê Ocalan ê hefteyê rojekê bi telefonê bi malbatê re bi axive jî ji destê wî hatiye girtin. Tevî Ocalan 3 girtiyên din jî di bir tecrîdê dene. Malbat û parêzerên 3 girtiyên din jî bi tu awayî agahiyê ji girtiyan nagirin.    Malbatan ji 11'ê Îlona 2016'an  heta niha 68 caran, parêzeran jî ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha 741 caran serî li dozgeriyê dan û xwestin hevdîtinan bikin. Lê hemû serledanên malbat û parêzeran ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hat redkirin. Dozger bi hinceta OHAL heye, keştî xerabe ye, personel tune, rewşa hewayê nebaş e, serlêdanên malbatan red kir.   TIRKIYE BERSÎV DA TIRKIYE    Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkence û Pêkanînên Xerab ya Konseya Ewropa (CPT), di 28-29'ê Nîsana 2016'an de Îmralî ziyaret kir. Raporek amade kir û  der barê rewşa Ocalan de pirs pirsîn. Tirkiye 2 sal şûnde pirsên CPT bersîvand. Tirkiye astengiya hevdîtina malbat û parêzeran ya bi Ocalan re, astengiya li ser telefon û nameyan bersivand. Tirkiye di bersîva da CPT’yê de cih da nameyên ku ji 1'ê Çileya 2015'an heta 24'ê Cotmeha 2016'an nameyên ji Ocalan re hatine şandin û wiha got: "Bi giştî 568 name ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hatine şandin. Ji 568 nameyan 329 name hatin şandin û 239 name jî hatin desteserkirin. Di vê pêvajoyê de ji girtiyê din Hamili Yıldirim re bi giştî 202 name hatine şandin û 195 name gihiştiye destê wî. 7 name jî hatine desteserkirin. Ji Omer Hayri Konar re 234 name hatin şandin û 220 name dane wî û 14 name jî desteser kirine. Ji Veysel Aktaş re 202 name hatine şandin û 197 name dane wî û 5 name desteserkirine.    OCALAN TENÊ NAMEYEK ŞANDIYE   Li gorî bersîva Tirkiye Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tenê nameyek şandiye û ev name jî gihiştiye cihê xwe. Dîsa Hamili Yildirim 155  name şandine û 111 name gihiştine cihê xwe. 44 name jî hatine desteserkirin. Omer Hayri Konar jî 95 name şandine û 88 name hatine şandin û 7 name jî hatiye desteserkirin. Veysel Aktaş  jî 147 name şandine û 119 name hatine şandin û 28 name jî hatine desteserkirin.    LIJNE JI 3 MEHAN CAREKÊ ÎMRALÎ ZIYARET KIRIYE   Tirkiye di berewama bersîva xwe ya da CPT de diyar kir ku di navbera salên 2014, 2015 û 2016'an de Lijneya Şopandina Girtîgehan a Hêjmar 2 a Bûrsayê di nava salên 2014 -2015'an de salê 3 caran Îmralî ziyaret kiriye. Dîsa di 26 Sibata 2016 û 3'ê Hezirana 2016'an de lijne şandine îmraliyê û îmralî ziyaret kiriye. Li gori raporê diviya bû ku herî kêm ji 2 mehan carekê biçin çavdêriyê bikin. Lê derket holê ku ji 4 mehan carekê ziyaret kirine.    Tirkiye di bersîva da CPT de anî ziman ku girtiyên li Îmraliyê hefteyê 168 saetan 159 saetan bi tena serê xwederbas dikin û di hefteyekê de 9 saetan hev dibînin. Tirkiye dîsa nedayîna radyo, qedexeya li ser telefon û ronameyan jî di çarçoveya zagona Ocalan de nîşan dan.    Tirkiye parast ku astengiyên li pêş ziyareta xizmên Ocalan ya bi Ocalan re li gorî zagonan pêk hatiye.    MA / Yasin Kobulan