12 sal borîn lê hêj kujerên Enes Ata û 12 kesên din nehatin darizandin

img

AMED – Di ser bûyerên 28’ê Adarê de ku 7 jê zarok 13 kes hatin kuştin de 12 sal derbas bûn. Piştî daxuyaniya Erdogan a “Zarok be jî, jin be jî çi hewce bê dê bê kirin” 13 kes hatin kuştin. Bavê Enes Ata yê 8 salî ku div an bûyeran de hat kuştin got: “Ji bo peyamê bidin gel kurê min kuştin.” 

Di 24’ê Adara 2006’an de li bejahiya Mûşê 14 gerîlayên HPG’ê bi çekên kîmyewî hatibûn kuştin. Piştî cenazeyên wan anîn Amedê, di merasîma cenaze de polîsan mudaxileyî girseyê kir û bûyer rûdan. Bûyer li tevahiya bajarên herêmê belav bûn û 4 rojan domandin. Di ser bûyerên 28’ê Adarê de 12 sal derbas bûn. Roja bûyer destpêkirin cenazeyê 6 HPG’yan ji Meletiyê anîn û piştî li Mizgefta Şefîk Efendî wecîbeyên olî pêk hatin, bi beşdarbûyîna bi deh hezaran kesî li Goristana Yenîkoyê hatin definkirin. Di dema merasîma cenaze de F-16’yek di ser goristanê re çû. Polîsên ku li ber Qereqola 10’ê Nîsanê ya navçeya Rezanê bi awayekî zêde tevdîr girtin, ni wesayîtên zirxî, bombeyên gazê û ava şide mudaxileyî girseya ku ji goristanê vedigeriya kirin. Li ser vê bi moltof û keviran bersiva mudaxileyên polîsan hatin dayîn. Piştî bûyer dest pê kirin her çû li navçeya Rezanê û gelek deverên din ên Amedê berbelav bûn. Piştî Amedê, di 1’ê Nîsanê de li Êlih, Mêrdîn, Nisêbîn, Şirnex, Dersim, Wan, Sêrt, Riha, Serê Kaniyê û Wêranşarê bi hezaran mirov daketin kuççe û kolanan. Dema li hemberî van bûyeran quweta polîsan têr nekir, piştî demeke dûr û dirêj cara ewil leşker daketin nav bajêr û tevî tîmên taybet li gelek deveran hatin bicihkirin. 
 
GOT 'JIN BE JÎ, ZAROK BE JÎ…’: 7 ZAROK HATIN KUŞTIN 
 
Dema bûyer dewam dikirin serokwezîrê wê demê Recep Tayyip Erdogan daxuyanî da û got: “Her kî dibe bila bibe, jin be jî, zarok be jî eger bûbe dûvika terorê çi hewce be wê bê kirin.” Piştî vê daxuyaniyê polîsan bi awayekî tund mudaxileyî gel kir û di mudaxileyê de 7 jê zarok 13 kes hatin kuştin. Di raporên otopsiyê de jî diyar bû ku kesên di bûyerên li Amedê û yên li bajarên herêmê de mirine, bi çekan hatine kuştin. 
 
Di bûyerên li Amedê de kesên hatin kuştin ev in: Tarik Atakaya (22), Abdûllah Dûranê 9 salî, Enes Atayê 8 salî, Îsmaîl Erkekê 8 salî, Mehmet Akbûlût (17), Mûstafa Eryilmaz (26), Emrah Fîdan (18), Mahsûm Mizrak (17) û Îlyas Aktaş. Her wiha Halît Sogut ê 78 salî jî ji ber hat derbkirin mir. 
 
Li Êlihê jî Fatîh Tekînê 3 salî û li Qosera Mêrdînê Ahmet Araç (27) û Mehmet Sidik Onder (22) hatin kuştin. 
 
Her wiha di dema bûyeran de 13 es hatin kuştin, li gel vê 300 kes birîndar bûn û ji 500 zêdetir jî kes hatin binçavkirin. 
 
Piştî bûyeran Wezîrê Karên Hundurîn Abdûlkadîr Aksoy û Wezîrê Çandiniyê Mehdî Eker hatin bajêr û hin lêkolîn kirin. Wezîr Eker polîs û lekşerên bi awayekî tund mudaxileyî gel kirin û gelek kes kuştin parastin û got: “Hêzên me yên ewlehiyê ji bo peydakirina aramî û asayîşê her cure tevdîr girtine û wê bigirin.” 
 
Her wiha di ji dêvla kesên ku gelek welatî kuştin bên cezakirin, polîtîlayeke necazetiyê hat sepandin û gelek peywirdarên cemaweriyê yên der barê wan de lêpirsîn hatin vekirin, bi destê darazê hatin fihêlkirin.  Her wiha Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) , di serlêdana malbata Mahsûm Mzirak de Tirkiyeyê sûcdar dît û 69 hezar Euro cezayê tazminata madî û manewî li Tirkiyeyê birî. Li gel vê gelek kes bi hinceta tev li bûyerên 28’ê Adarê bûne jî bi îşkenceyê re rû bi rû man û cezayê giran li wan hatin birîn. 
 
Selamettîn Ata, bavê Enes Atayê 8 salî ku di bûyerên 28’ê Adarê de li Amedê polîsa ew kuşt, diyar kir ku kurê wî ji bo biçe mala xaltîka wî ji mal derket û got: “Wê rojê dibistan tune bû. Rojeke bêdeng bû. Xaltîka min li min geriya ku wê di televîzyonê de halê Enes ê birîndarbûyî dîtiye. Li ser vê ez çûm nexweşxaneyê. Pêşî nehiştin teşhis bikim. Piştî karên teşhîsê polîsan ji xizmên min re got ‘eger hûn ê demildest cenaze defin bikin em ê ji bo otopsiye gazî dozger bikin. An jê em ê cenaze nedin.’ Xizmên min qebûl kir û cenaze birin gundê me yê li Çinarê defin kirin.” 
 
'EGER KURÊ MIN MEZIN BÛNA WÊ BIGOTANA ‘ME TERORÎST KUŞT’ 
 
Bav Ata got: “Ji bo peyamê bidin gel kurê min kuştin. Ne ji ber ku Enes kurê min bû hat kuştin. Gotin ‘Jin be jî, zarok be jî kî dibe bila bibe çi hewce be em ê bikin’ û kirin jî. Gotin ‘em li ber nakevin em ê bikujin.’ Gotin em zarokan dikujin, em ê we hîn hêsantir bikujin. Kujer jî diyar e û yê ferman da jî diyar e. Tu bîrdozî û nêrîneke zarokekî 8 salî tune ye. Nizane ka çi diqewme. Kurê min tenê qelebalix dîtiye û meraq kiriye. Ji ber vê çûye wir. Zarokekî 8 salî kevir bavêje polîs ma wê çi bibe. Eger kurê min mezin bûna ê bigotanan ‘me terorîst kuşt.’ 
 
'BI BACA KU JI MIN DISTÎNIN MEAŞÊ KUJERÊ KURÊ MIN DIDIN’ 
 
Ata, diyar kir ku li Amedê heta niha 38 danişîn pêk hatine û delîl yeko yeko tên tunekirin. Ata got: “Kincên li ser kurê min jî tune kirin. Fîşeka gazê ya kurê min kuşt jî li emaneta edlî dan windakirin. 13 sal derbas bûn, lê kes nehatiye cezakirin. Ji serî ve kujerên kurê min tên parastin. Hemû delîl hatin reşkirin. Jixwe bi windakirina kapsulên gazî ser delîlan girtin. Ji serî de diyar bû dê ev neyên darizandin.” Bav Ata diyar kir ku niha ew tê îşkencekirin û got: “Ka bifikirin dewlet bacê ji min distîne û pê meaşê kujerê kurê min dide. Ev kes bi rihetî di nav em de ne û digerin. Kesên ku diviya min biparêzin kurê min kuştin. Êdî tê hêviya min ji edaletê tune ye. Lê dîsa jî ez ê heta dawiyê şopdarê vê dozê bim, gilîdar bim. Heta sax bim ez ê bişopînim û di warê hiqûqî de bitêkoşim.” 
 
MA / Deniz Tekin – Rıfat Şahin

Sernavên din

29/03/2018
11:20 Parêzerên Ocalan cara 742'yemîn serlêdan kirin
11:13 Li Venezûelayê girtiyan serî rakir: 68 kes mirin
10:30 Gunana 43 roj in di rojiya mirinê de ye: Rewşa wî xera dibe
10:29 Rojnamegerên xwendekar: Pêwîst be em ê li ser dîwaran binivîsinin
10:21 Asayîşa PDK'ê Hevseroka Tevgera Azadî hat berdan
10:20 Jin ‘Tora parastina cewherî ya feminist' ava dikin
10:16 Bav kuştun, dayik girtin: Birîna me kûr dikin
10:10 Qedexeya li Lîcê û Hênê rabû
09:46 Partiyên siyasî ji bo Ozgurlukçu Demokrasiyê bang kirin
09:23 Şaredariya Exrenî li rê û kolanên gundan kevirên parke datîne
09:22 ‘Navê qîrîniya di dirûşmeyên Newrozê de Efrîn bû’
09:21 Biryara neşopandinê ya der barê mirina Acar de teblîxî parêzeran nehat kirin
09:20 Mizgefta Kurdan kirin Mizgefta Tirkan!
09:19 Dîmenên siyastemedarên hatin revandin yeko yeko hatine komkirin!
09:18 ‘Çîroka Nevînê ne çîroka lehengtiyê ye, çîroka berxwedanê ye’
09:17 Şahidê Qetliyama Kizildereyê: Wehşet bû
09:16 Duran: Ozgurlukçu Demokrasî di serê lîsteyê de ye
09:15 Weşanxaneya Wardozê xwe berdaye binê behra folklora kurdan
09:14 Dadgehê di kuştina rêveberê DBP'ê de ‘qisûr’ nedît
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2018'AN
28/03/2018
17:20 Beyanameya Gerdûnî ya Mafê Mirovan jêkirin
17:10 Parêzerê Ozgurlukçu Demokrasî: Lêpirsîn heye, lê dozger tune
16:24 MGKP: Gelo ev agahiya pêngavên kîjan pêkanînê ne?
15:47 Li Dîlokê 5 kes hatin girtin
15:47 Ji Rektorê Artukluyê skandal: Yên tobe nekin dibe bên kuştin
15:46 Ozgurlukçu Demokrasî: Nikarin me bêdeng bikin
15:07 ÎRA: Dê tu carî nikaribin rastiyan ji civakê veşêrin
15:04 Polîsan ewil kevirên gorên PKK’iyan hilweşandin piştre xwestin malbat îfade bidin
14:43 Gava îşkenceya li girtîgehê vegot telefonê qût bû
14:28 ETHA û Atilim: Hûn nikarin rojê bi çiravê xerc bikin
13:20 'Ê dikare bikire patron, ê nikare bikire qeyûm…’
12:53 Serdozger 7 sal û nîv ceza ji Elîaçik re xwest
12:51 Rêxistinên çapemenîyê û rojnamegeran bertek nîşanî beryara Ozgurlukçu Demokrasî dan
12:48 6 kesên li Silopiyê binçav kiribûn hatin girtin
11:59 Xwediye Îmtiyazê yê Ozgurlukçu Demokrasî û 8 xebatkarên matbayê binçav kirin
11:48 Aborînas Şahînoz: Tirkiye 440 milyar dolar deyndarê derve ye
11:47 Li ber çavên malbatan êrîşî girtiyan kirin
10:51 Dixwazin hejmara kursiyên HDP’ê ji yên MHP’ê kêmtir bikin
10:36 Tirkiye bersîv da CPT: Nêviyê nameyên Ocalan hatin desteserkirin
10:04 Serokê Baskên Ciwanan ê AKP’î bû midurê nivîsgehê yê qeyûm
09:15 12 sal borîn lê hêj kujerên Enes Ata û 12 kesên din nehatin darizandin
09:14 Nivîskar Yîgît: Efrîn êdî navenda pevçûneke nû ya pirneteweyî ye
09:13 Bi fîlmê ‘Bizin’ girîngî û bandora zimanê zikmakî di deqeyekê de nîşan dide
09:13 Rapora 2017’an a penaberan a TOHAV’ê: Destûra saziyên civaka sivîl nayê dayîn
09:12 Dadgehê biryara vegera ser kar da, lê şaredariyê got ‘teror’
09:11 Ka dê qedexeya zozanan bihata rakirin?
09:10 Durak a zextên girtîgehê qebûl nekir rastî 3 meh ceza hat
09:00 ROJEVA 28'Ê ADARA 2018'AN
08:37 Roth: Almanya û NATO li dijî Efrînê çima bêdeng in?
08:28 Polisan bi ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî de girtin û qeyûm tayîn kir
27/03/2018
17:34 Li Elbîstanê 9 kes hatin binçavkirin
17:03 Gelê Efrînê di şertên dijwar de têdikoşe
16:48 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cara 741’an hat redkirin
16:46 Platforma Şaxên KESK’ê yên Stenbolê: Dixwazin Bogazîçî 'fetih bikin'
15:34 Temellî: Li Efrînê OSO, li hundir Çîftlîkbank talan dike
14:40 Jina 22 rojin winda hevjînê wê ew kuştiye
14:37 Gelê Cizîrê ji bo gelê Efrînê seferber bûye
14:11 Xwendekarên zanîngehan: Xwedî derketina Bogazîçiyê xwedî derketina azadiyê ye
14:11 73 kesên di Newroza Stenbolê de hatibûn binçavkirin, anîn edliyê
13:58 Yûsiv: Li Efrînê qirkirin heye
13:18 DÎB: Lêpirsîna xwendekarên Bogazîçî bi dawî bikin
13:17 Parlamenterê Iraqî: Erdogan bersivek tund heq dike!
13:16 Parêzerên Ocalan cara 741’emîn serî li dozgeriyê dan
12:54 Li Amanosan leşkerek hat kuştin
12:30 Qedexeya derketina derve ya li Kerboranê rabû
12:18 Şengalî ji bo paşvekişandina PKK’ê çi dibêjin?
12:13 Serokê dadgehê: Ev dadgeha terorê ye, ez wê li vir dixwazim
11:54 Danişîna doza 'Nobeta Gerînendeyên Weşanê' hat ditin
11:41 Dozger ji bo hunermend Ferhat Tunç ceza xwest
11:29 Ciwanan peyama 'Em hemû Kawayên Şoreşger in' dan
11:23 Kevirên dîrokî yên Sûrê didizin û difiroşin
10:53 Li Lîcê û Hênê ‘qedexeya derketin derve’ hat îlankirin
10:31 Li Dêrsimê pevçûn derket, rê li trafîqê hat girtin
10:31 Tahmaz: Gava ku al bû dar, hûn nikarin civakê bi rêve bibin
10:18 Baweriya amediyan bi hilbijartinê nayê
09:53 Li Efrînê 2 leşker mirin
09:22 Li Midyadê 12 kesan zarokekê îstismar kir
09:21 Gundiyên ceryana wan hatiye qutkirin: Ji bo avê em 10 kîlometreyan dimeşin
09:20 HDP’ê jî ji bo hilbijartineke pêşwext dest bi amadekariyan kir
09:19 Ji bo gubre çê bike li mala xwe kurmikên Kalîforniyayê xwedî dike
09:19 Ji ber bendavên ‘ewlehiyê’ avhewa diguhere
09:18 Hîn li kujerên kurê xwe digeriya, gumlekê bixwîn û şûna 13 guleyan têde dan wê
09:17 Girtiyê li dijî lêgerînê derket rastî ceza hat
09:15 Prof. Dr. Kaptanoglû: Çalakiyên wekî Newrozê bandoreke erênî li civakê dike
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2018'AN
26/03/2018
17:41 Li Stenbolê kesek hat girtin û 8 kes hatin berdan
17:19 Mamostayan helwesta YNK û PDK'ê şermezar kirin
16:49 Li dijî avahiya DBP’a Başakşehîrê êrîşa çekdarî pêk hat
16:46 Polîsê bersûcê komkujiya Pirsûsê: Lêgerîn hatiba kirin dê komkujî pêk nehata
16:45 Dozger mutalaa Soma yê da
16:30 Li dijî têlkirina hewşên qawîşan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
16:14 Dozger ji bo doza Somayê mutalaa da
15:33 Rêxistinên Ciwanan: Xwendekar dê serî netewînin
15:26 Duymak a hevjînê wê di bodruman de şewitandin girtin
15:00 Ji bo Efrîniyên koçî Şehbayê kirin banga alîkariya dermanan
14:54 Dê doza Licê sibê bê dîtin
14:53 Encu: Bi vê dozê dixwazin tolê ji malbatên Roboskî hildin
14:38 Malbatan xwestin zarokên wan bên berdan
13:48 Banga 'Tev li Newrozê bibin' sûc hat dîtin
13:29 Li Kifir Neyê civîna Til Rifatê: Gelo Rûsya daxwaza Tirkiye erê kir?