12 sal borîn lê hêj kujerên Enes Ata û 12 kesên din nehatin darizandin 2018-03-28 09:15:43 AMED – Di ser bûyerên 28’ê Adarê de ku 7 jê zarok 13 kes hatin kuştin de 12 sal derbas bûn. Piştî daxuyaniya Erdogan a “Zarok be jî, jin be jî çi hewce bê dê bê kirin” 13 kes hatin kuştin. Bavê Enes Ata yê 8 salî ku div an bûyeran de hat kuştin got: “Ji bo peyamê bidin gel kurê min kuştin.”  Di 24’ê Adara 2006’an de li bejahiya Mûşê 14 gerîlayên HPG’ê bi çekên kîmyewî hatibûn kuştin. Piştî cenazeyên wan anîn Amedê, di merasîma cenaze de polîsan mudaxileyî girseyê kir û bûyer rûdan. Bûyer li tevahiya bajarên herêmê belav bûn û 4 rojan domandin. Di ser bûyerên 28’ê Adarê de 12 sal derbas bûn. Roja bûyer destpêkirin cenazeyê 6 HPG’yan ji Meletiyê anîn û piştî li Mizgefta Şefîk Efendî wecîbeyên olî pêk hatin, bi beşdarbûyîna bi deh hezaran kesî li Goristana Yenîkoyê hatin definkirin. Di dema merasîma cenaze de F-16’yek di ser goristanê re çû. Polîsên ku li ber Qereqola 10’ê Nîsanê ya navçeya Rezanê bi awayekî zêde tevdîr girtin, ni wesayîtên zirxî, bombeyên gazê û ava şide mudaxileyî girseya ku ji goristanê vedigeriya kirin. Li ser vê bi moltof û keviran bersiva mudaxileyên polîsan hatin dayîn. Piştî bûyer dest pê kirin her çû li navçeya Rezanê û gelek deverên din ên Amedê berbelav bûn. Piştî Amedê, di 1’ê Nîsanê de li Êlih, Mêrdîn, Nisêbîn, Şirnex, Dersim, Wan, Sêrt, Riha, Serê Kaniyê û Wêranşarê bi hezaran mirov daketin kuççe û kolanan. Dema li hemberî van bûyeran quweta polîsan têr nekir, piştî demeke dûr û dirêj cara ewil leşker daketin nav bajêr û tevî tîmên taybet li gelek deveran hatin bicihkirin.    GOT 'JIN BE JÎ, ZAROK BE JÎ…’: 7 ZAROK HATIN KUŞTIN    Dema bûyer dewam dikirin serokwezîrê wê demê Recep Tayyip Erdogan daxuyanî da û got: “Her kî dibe bila bibe, jin be jî, zarok be jî eger bûbe dûvika terorê çi hewce be wê bê kirin.” Piştî vê daxuyaniyê polîsan bi awayekî tund mudaxileyî gel kir û di mudaxileyê de 7 jê zarok 13 kes hatin kuştin. Di raporên otopsiyê de jî diyar bû ku kesên di bûyerên li Amedê û yên li bajarên herêmê de mirine, bi çekan hatine kuştin.    Di bûyerên li Amedê de kesên hatin kuştin ev in: Tarik Atakaya (22), Abdûllah Dûranê 9 salî, Enes Atayê 8 salî, Îsmaîl Erkekê 8 salî, Mehmet Akbûlût (17), Mûstafa Eryilmaz (26), Emrah Fîdan (18), Mahsûm Mizrak (17) û Îlyas Aktaş. Her wiha Halît Sogut ê 78 salî jî ji ber hat derbkirin mir.    Li Êlihê jî Fatîh Tekînê 3 salî û li Qosera Mêrdînê Ahmet Araç (27) û Mehmet Sidik Onder (22) hatin kuştin.    Her wiha di dema bûyeran de 13 es hatin kuştin, li gel vê 300 kes birîndar bûn û ji 500 zêdetir jî kes hatin binçavkirin.    Piştî bûyeran Wezîrê Karên Hundurîn Abdûlkadîr Aksoy û Wezîrê Çandiniyê Mehdî Eker hatin bajêr û hin lêkolîn kirin. Wezîr Eker polîs û lekşerên bi awayekî tund mudaxileyî gel kirin û gelek kes kuştin parastin û got: “Hêzên me yên ewlehiyê ji bo peydakirina aramî û asayîşê her cure tevdîr girtine û wê bigirin.”    Her wiha di ji dêvla kesên ku gelek welatî kuştin bên cezakirin, polîtîlayeke necazetiyê hat sepandin û gelek peywirdarên cemaweriyê yên der barê wan de lêpirsîn hatin vekirin, bi destê darazê hatin fihêlkirin.  Her wiha Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) , di serlêdana malbata Mahsûm Mzirak de Tirkiyeyê sûcdar dît û 69 hezar Euro cezayê tazminata madî û manewî li Tirkiyeyê birî. Li gel vê gelek kes bi hinceta tev li bûyerên 28’ê Adarê bûne jî bi îşkenceyê re rû bi rû man û cezayê giran li wan hatin birîn.    Selamettîn Ata, bavê Enes Atayê 8 salî ku di bûyerên 28’ê Adarê de li Amedê polîsa ew kuşt, diyar kir ku kurê wî ji bo biçe mala xaltîka wî ji mal derket û got: “Wê rojê dibistan tune bû. Rojeke bêdeng bû. Xaltîka min li min geriya ku wê di televîzyonê de halê Enes ê birîndarbûyî dîtiye. Li ser vê ez çûm nexweşxaneyê. Pêşî nehiştin teşhis bikim. Piştî karên teşhîsê polîsan ji xizmên min re got ‘eger hûn ê demildest cenaze defin bikin em ê ji bo otopsiye gazî dozger bikin. An jê em ê cenaze nedin.’ Xizmên min qebûl kir û cenaze birin gundê me yê li Çinarê defin kirin.”    'EGER KURÊ MIN MEZIN BÛNA WÊ BIGOTANA ‘ME TERORÎST KUŞT’    Bav Ata got: “Ji bo peyamê bidin gel kurê min kuştin. Ne ji ber ku Enes kurê min bû hat kuştin. Gotin ‘Jin be jî, zarok be jî kî dibe bila bibe çi hewce be em ê bikin’ û kirin jî. Gotin ‘em li ber nakevin em ê bikujin.’ Gotin em zarokan dikujin, em ê we hîn hêsantir bikujin. Kujer jî diyar e û yê ferman da jî diyar e. Tu bîrdozî û nêrîneke zarokekî 8 salî tune ye. Nizane ka çi diqewme. Kurê min tenê qelebalix dîtiye û meraq kiriye. Ji ber vê çûye wir. Zarokekî 8 salî kevir bavêje polîs ma wê çi bibe. Eger kurê min mezin bûna ê bigotanan ‘me terorîst kuşt.’    'BI BACA KU JI MIN DISTÎNIN MEAŞÊ KUJERÊ KURÊ MIN DIDIN’    Ata, diyar kir ku li Amedê heta niha 38 danişîn pêk hatine û delîl yeko yeko tên tunekirin. Ata got: “Kincên li ser kurê min jî tune kirin. Fîşeka gazê ya kurê min kuşt jî li emaneta edlî dan windakirin. 13 sal derbas bûn, lê kes nehatiye cezakirin. Ji serî ve kujerên kurê min tên parastin. Hemû delîl hatin reşkirin. Jixwe bi windakirina kapsulên gazî ser delîlan girtin. Ji serî de diyar bû dê ev neyên darizandin.” Bav Ata diyar kir ku niha ew tê îşkencekirin û got: “Ka bifikirin dewlet bacê ji min distîne û pê meaşê kujerê kurê min dide. Ev kes bi rihetî di nav em de ne û digerin. Kesên ku diviya min biparêzin kurê min kuştin. Êdî tê hêviya min ji edaletê tune ye. Lê dîsa jî ez ê heta dawiyê şopdarê vê dozê bim, gilîdar bim. Heta sax bim ez ê bişopînim û di warê hiqûqî de bitêkoşim.”    MA / Deniz Tekin – Rıfat Şahin