Hîn li kujerên kurê xwe digeriya, gumlekê bixwîn û şûna 13 guleyan têde dan wê

img

COLEMÊRG – Di dema qedexeya derketina derve de, li Geverê yek ji kesên hatibûn kuştin jî Jîhat Dogma bû. Piştî 2 salan şûn de gumlekekî bixwîn û şûna 13 guleyan têde dan diya wî Kiymet Dogma. Dayik Dogma got: “Ez ê ji Erdogan re bişînim. Bila bibîna ka şerekî çawa afirandiye.” 

Di dema 79 rojên qedexeya derketina derve ya navçeya Gever a Colemêrgê de, di 9’ê Nîsana 2016’an de Jîhat Dogma hatibû kuştin. Malbata Dogma serî li Serdozgeriya Komarê ya Geverê dabû. Lê belê 2 sal di ser bûyerê re derbas bûn, hîn jî tu encam rû nedane. Kiymet Dogam, dayika Jîhat Dogam, der barê kuştina kurê xwe de ketibû pey edaletê, hîn lêgerîna wê ya ji bo edaletê dewam dikir kincên bixwînê yên kurê wê dan wê. Dayik Dogma, diyar kir ku di 15’ê Adarê de polîsên TEM’ê hatine mala wan a li Taxa Dîzê û ew birine Miduriyeta Emniyetê ya Navçeyê. Dogma got: “Nû ji Stenbolê ji emeliyatê hatibûm. Polîsên hatin mala me, ez birim emniyetê. Gotin ‘em ê eşyayên kurê te bidin te.’ Kincên kurê min ê bi xwîn û şûna 13 gulan tê de dan min.” 
 
HÎN LI BENDA EDALETÊ BÛ… 
 
Dogma, bi bîr xist ku li ser canê kurê wê şopa 13 guleyan û kîmyasalê hebû û wan têkildarî bûyerê serî li serdozgeriyê dabû, lê belê heta niha lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Dogma got: “Nêzî 2 sal in di dest min de kaxez, tu der nema ku min serî lê neda. Roja bûyerê kurê min li Taxa Dîzê li min geriya û got ‘Dayê li vir kîmyasalê bi kar tînin, tiştekî bikin.’ Piştî vê hat qetlkirin. Dema me cenaze ji Saziya Tiba Edlî ya Erziromê wergirt, canê wî hemû şewitîbû, destên wî wisa bilindkirî mabûn. Li ser canê wî şûna 13 guleyan hebûn. Piştî nêzî 2 salan kincên kurê min ên perçekirî dan min.” 
 
‘CAREKE DIN MIRIM’ 
 
Dogma, gumlekê kurê xwe yên hîn jî bixwîn bû nîşan da û şûna 13 gulên li paş gumlek nişanda da û yeko yeko ew hejmartin. Dogma got: “Dozger bi dayîna van kincan careke din ez êşandim. Lekeyên xwînê li ser gumlekê kurê min in. Kurê min sivîl bû. Jixwe ji kincên dan me jî diyar e ku sivîl e. Wê demê gelek sivîl kuştin. Kuştina bi awayekî hovane delîla vê yekê ye. Dema diçû kafeya înternetê ya li taxê ew zeft kirin û kuştin. Niha jî ji bo êşa min êzdetir bikin kincên perçekirî didin min. Beramberiya têkoşîna min a hiqûqî ya ku layiqî min dîtin kincên bixwîn bûn. Ji bo darizandina sûcdaran lêpirsîn jî nehatiye vekirin. Ev dewleteke çawa ye? Dema min gumlekê kurê xwe yê bi xwîn û şûna 13 guleyan têde dît, ez careke din mirim.” 
 
'EZ Ê GUMLEKÊ BIXWÎN JI ERDOGAN RE BIŞÎNIM’ 
 
Dayik Dogma, diyar kir ku ew ê 5 lîre, tizbî û hesteyê di bêrîka kurê wê de û gumlekê şûna 13 guleyan li ser ji Serokomarê AKP’î Recep Tayyip Erdogan re bişîne û got: “Êdî ji tu kesî natirsim. Piştî tiştên anîn serê kurê min, tenê canek min maye bila wî jî bistînin. Ez ê kincên bixwîn û şûna guleyan li ser wan ji Erdogan re bişînim. Bila bibîna ka şerekî çawa afirandiye. Bila bibîna ka sivîlên ciwan çawa bi 13 guleyên ji paş ve xwarin û mirin bibîne.” 
 
Dayik Dogam destnîşan kir ku heta ew sax be ew ê ji bo hesabê van tiştên anîne serê kurê wê bipirse bitêkoşe û got: “Heta sûcdar neyên cezakirin ez ê tevî vê kaxeza destê xwe sazî bi sazî bigerim. Qethiyen ez ê dev ji vê bernedim. Dema ez mirim jî bila kincên kurê min têxin gora min.” 
 
MA / Fetih Balaman 

Sernavên din

29/03/2018
11:20 Parêzerên Ocalan cara 742'yemîn serlêdan kirin
11:13 Li Venezûelayê girtiyan serî rakir: 68 kes mirin
10:30 Gunana 43 roj in di rojiya mirinê de ye: Rewşa wî xera dibe
10:29 Rojnamegerên xwendekar: Pêwîst be em ê li ser dîwaran binivîsinin
10:21 Asayîşa PDK'ê Hevseroka Tevgera Azadî hat berdan
10:20 Jin ‘Tora parastina cewherî ya feminist' ava dikin
10:16 Bav kuştun, dayik girtin: Birîna me kûr dikin
10:10 Qedexeya li Lîcê û Hênê rabû
09:46 Partiyên siyasî ji bo Ozgurlukçu Demokrasiyê bang kirin
09:23 Şaredariya Exrenî li rê û kolanên gundan kevirên parke datîne
09:22 ‘Navê qîrîniya di dirûşmeyên Newrozê de Efrîn bû’
09:21 Biryara neşopandinê ya der barê mirina Acar de teblîxî parêzeran nehat kirin
09:20 Mizgefta Kurdan kirin Mizgefta Tirkan!
09:19 Dîmenên siyastemedarên hatin revandin yeko yeko hatine komkirin!
09:18 ‘Çîroka Nevînê ne çîroka lehengtiyê ye, çîroka berxwedanê ye’
09:17 Şahidê Qetliyama Kizildereyê: Wehşet bû
09:16 Duran: Ozgurlukçu Demokrasî di serê lîsteyê de ye
09:15 Weşanxaneya Wardozê xwe berdaye binê behra folklora kurdan
09:14 Dadgehê di kuştina rêveberê DBP'ê de ‘qisûr’ nedît
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2018'AN
28/03/2018
17:20 Beyanameya Gerdûnî ya Mafê Mirovan jêkirin
17:10 Parêzerê Ozgurlukçu Demokrasî: Lêpirsîn heye, lê dozger tune
16:24 MGKP: Gelo ev agahiya pêngavên kîjan pêkanînê ne?
15:47 Li Dîlokê 5 kes hatin girtin
15:47 Ji Rektorê Artukluyê skandal: Yên tobe nekin dibe bên kuştin
15:46 Ozgurlukçu Demokrasî: Nikarin me bêdeng bikin
15:07 ÎRA: Dê tu carî nikaribin rastiyan ji civakê veşêrin
15:04 Polîsan ewil kevirên gorên PKK’iyan hilweşandin piştre xwestin malbat îfade bidin
14:43 Gava îşkenceya li girtîgehê vegot telefonê qût bû
14:28 ETHA û Atilim: Hûn nikarin rojê bi çiravê xerc bikin
13:20 'Ê dikare bikire patron, ê nikare bikire qeyûm…’
12:53 Serdozger 7 sal û nîv ceza ji Elîaçik re xwest
12:51 Rêxistinên çapemenîyê û rojnamegeran bertek nîşanî beryara Ozgurlukçu Demokrasî dan
12:48 6 kesên li Silopiyê binçav kiribûn hatin girtin
11:59 Xwediye Îmtiyazê yê Ozgurlukçu Demokrasî û 8 xebatkarên matbayê binçav kirin
11:48 Aborînas Şahînoz: Tirkiye 440 milyar dolar deyndarê derve ye
11:47 Li ber çavên malbatan êrîşî girtiyan kirin
10:51 Dixwazin hejmara kursiyên HDP’ê ji yên MHP’ê kêmtir bikin
10:36 Tirkiye bersîv da CPT: Nêviyê nameyên Ocalan hatin desteserkirin
10:04 Serokê Baskên Ciwanan ê AKP’î bû midurê nivîsgehê yê qeyûm
09:15 12 sal borîn lê hêj kujerên Enes Ata û 12 kesên din nehatin darizandin
09:14 Nivîskar Yîgît: Efrîn êdî navenda pevçûneke nû ya pirneteweyî ye
09:13 Bi fîlmê ‘Bizin’ girîngî û bandora zimanê zikmakî di deqeyekê de nîşan dide
09:13 Rapora 2017’an a penaberan a TOHAV’ê: Destûra saziyên civaka sivîl nayê dayîn
09:12 Dadgehê biryara vegera ser kar da, lê şaredariyê got ‘teror’
09:11 Ka dê qedexeya zozanan bihata rakirin?
09:10 Durak a zextên girtîgehê qebûl nekir rastî 3 meh ceza hat
09:00 ROJEVA 28'Ê ADARA 2018'AN
08:37 Roth: Almanya û NATO li dijî Efrînê çima bêdeng in?
08:28 Polisan bi ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî de girtin û qeyûm tayîn kir
27/03/2018
17:34 Li Elbîstanê 9 kes hatin binçavkirin
17:03 Gelê Efrînê di şertên dijwar de têdikoşe
16:48 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cara 741’an hat redkirin
16:46 Platforma Şaxên KESK’ê yên Stenbolê: Dixwazin Bogazîçî 'fetih bikin'
15:34 Temellî: Li Efrînê OSO, li hundir Çîftlîkbank talan dike
14:40 Jina 22 rojin winda hevjînê wê ew kuştiye
14:37 Gelê Cizîrê ji bo gelê Efrînê seferber bûye
14:11 Xwendekarên zanîngehan: Xwedî derketina Bogazîçiyê xwedî derketina azadiyê ye
14:11 73 kesên di Newroza Stenbolê de hatibûn binçavkirin, anîn edliyê
13:58 Yûsiv: Li Efrînê qirkirin heye
13:18 DÎB: Lêpirsîna xwendekarên Bogazîçî bi dawî bikin
13:17 Parlamenterê Iraqî: Erdogan bersivek tund heq dike!
13:16 Parêzerên Ocalan cara 741’emîn serî li dozgeriyê dan
12:54 Li Amanosan leşkerek hat kuştin
12:30 Qedexeya derketina derve ya li Kerboranê rabû
12:18 Şengalî ji bo paşvekişandina PKK’ê çi dibêjin?
12:13 Serokê dadgehê: Ev dadgeha terorê ye, ez wê li vir dixwazim
11:54 Danişîna doza 'Nobeta Gerînendeyên Weşanê' hat ditin
11:41 Dozger ji bo hunermend Ferhat Tunç ceza xwest
11:29 Ciwanan peyama 'Em hemû Kawayên Şoreşger in' dan
11:23 Kevirên dîrokî yên Sûrê didizin û difiroşin
10:53 Li Lîcê û Hênê ‘qedexeya derketin derve’ hat îlankirin
10:31 Li Dêrsimê pevçûn derket, rê li trafîqê hat girtin
10:31 Tahmaz: Gava ku al bû dar, hûn nikarin civakê bi rêve bibin
10:18 Baweriya amediyan bi hilbijartinê nayê
09:53 Li Efrînê 2 leşker mirin
09:22 Li Midyadê 12 kesan zarokekê îstismar kir
09:21 Gundiyên ceryana wan hatiye qutkirin: Ji bo avê em 10 kîlometreyan dimeşin
09:20 HDP’ê jî ji bo hilbijartineke pêşwext dest bi amadekariyan kir
09:19 Ji bo gubre çê bike li mala xwe kurmikên Kalîforniyayê xwedî dike
09:19 Ji ber bendavên ‘ewlehiyê’ avhewa diguhere
09:18 Hîn li kujerên kurê xwe digeriya, gumlekê bixwîn û şûna 13 guleyan têde dan wê
09:17 Girtiyê li dijî lêgerînê derket rastî ceza hat
09:15 Prof. Dr. Kaptanoglû: Çalakiyên wekî Newrozê bandoreke erênî li civakê dike
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2018'AN
26/03/2018
17:41 Li Stenbolê kesek hat girtin û 8 kes hatin berdan
17:19 Mamostayan helwesta YNK û PDK'ê şermezar kirin
16:49 Li dijî avahiya DBP’a Başakşehîrê êrîşa çekdarî pêk hat
16:46 Polîsê bersûcê komkujiya Pirsûsê: Lêgerîn hatiba kirin dê komkujî pêk nehata
16:45 Dozger mutalaa Soma yê da
16:30 Li dijî têlkirina hewşên qawîşan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
16:14 Dozger ji bo doza Somayê mutalaa da
15:33 Rêxistinên Ciwanan: Xwendekar dê serî netewînin
15:26 Duymak a hevjînê wê di bodruman de şewitandin girtin
15:00 Ji bo Efrîniyên koçî Şehbayê kirin banga alîkariya dermanan
14:54 Dê doza Licê sibê bê dîtin
14:53 Encu: Bi vê dozê dixwazin tolê ji malbatên Roboskî hildin
14:38 Malbatan xwestin zarokên wan bên berdan
13:48 Banga 'Tev li Newrozê bibin' sûc hat dîtin
13:29 Li Kifir Neyê civîna Til Rifatê: Gelo Rûsya daxwaza Tirkiye erê kir?