Hîn li kujerên kurê xwe digeriya, gumlekê bixwîn û şûna 13 guleyan têde dan wê 2018-03-27 09:18:30 COLEMÊRG – Di dema qedexeya derketina derve de, li Geverê yek ji kesên hatibûn kuştin jî Jîhat Dogma bû. Piştî 2 salan şûn de gumlekekî bixwîn û şûna 13 guleyan têde dan diya wî Kiymet Dogma. Dayik Dogma got: “Ez ê ji Erdogan re bişînim. Bila bibîna ka şerekî çawa afirandiye.”  Di dema 79 rojên qedexeya derketina derve ya navçeya Gever a Colemêrgê de, di 9’ê Nîsana 2016’an de Jîhat Dogma hatibû kuştin. Malbata Dogma serî li Serdozgeriya Komarê ya Geverê dabû. Lê belê 2 sal di ser bûyerê re derbas bûn, hîn jî tu encam rû nedane. Kiymet Dogam, dayika Jîhat Dogam, der barê kuştina kurê xwe de ketibû pey edaletê, hîn lêgerîna wê ya ji bo edaletê dewam dikir kincên bixwînê yên kurê wê dan wê. Dayik Dogma, diyar kir ku di 15’ê Adarê de polîsên TEM’ê hatine mala wan a li Taxa Dîzê û ew birine Miduriyeta Emniyetê ya Navçeyê. Dogma got: “Nû ji Stenbolê ji emeliyatê hatibûm. Polîsên hatin mala me, ez birim emniyetê. Gotin ‘em ê eşyayên kurê te bidin te.’ Kincên kurê min ê bi xwîn û şûna 13 gulan tê de dan min.”    HÎN LI BENDA EDALETÊ BÛ…    Dogma, bi bîr xist ku li ser canê kurê wê şopa 13 guleyan û kîmyasalê hebû û wan têkildarî bûyerê serî li serdozgeriyê dabû, lê belê heta niha lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Dogma got: “Nêzî 2 sal in di dest min de kaxez, tu der nema ku min serî lê neda. Roja bûyerê kurê min li Taxa Dîzê li min geriya û got ‘Dayê li vir kîmyasalê bi kar tînin, tiştekî bikin.’ Piştî vê hat qetlkirin. Dema me cenaze ji Saziya Tiba Edlî ya Erziromê wergirt, canê wî hemû şewitîbû, destên wî wisa bilindkirî mabûn. Li ser canê wî şûna 13 guleyan hebûn. Piştî nêzî 2 salan kincên kurê min ên perçekirî dan min.”    ‘CAREKE DIN MIRIM’    Dogma, gumlekê kurê xwe yên hîn jî bixwîn bû nîşan da û şûna 13 gulên li paş gumlek nişanda da û yeko yeko ew hejmartin. Dogma got: “Dozger bi dayîna van kincan careke din ez êşandim. Lekeyên xwînê li ser gumlekê kurê min in. Kurê min sivîl bû. Jixwe ji kincên dan me jî diyar e ku sivîl e. Wê demê gelek sivîl kuştin. Kuştina bi awayekî hovane delîla vê yekê ye. Dema diçû kafeya înternetê ya li taxê ew zeft kirin û kuştin. Niha jî ji bo êşa min êzdetir bikin kincên perçekirî didin min. Beramberiya têkoşîna min a hiqûqî ya ku layiqî min dîtin kincên bixwîn bûn. Ji bo darizandina sûcdaran lêpirsîn jî nehatiye vekirin. Ev dewleteke çawa ye? Dema min gumlekê kurê xwe yê bi xwîn û şûna 13 guleyan têde dît, ez careke din mirim.”    'EZ Ê GUMLEKÊ BIXWÎN JI ERDOGAN RE BIŞÎNIM’    Dayik Dogma, diyar kir ku ew ê 5 lîre, tizbî û hesteyê di bêrîka kurê wê de û gumlekê şûna 13 guleyan li ser ji Serokomarê AKP’î Recep Tayyip Erdogan re bişîne û got: “Êdî ji tu kesî natirsim. Piştî tiştên anîn serê kurê min, tenê canek min maye bila wî jî bistînin. Ez ê kincên bixwîn û şûna guleyan li ser wan ji Erdogan re bişînim. Bila bibîna ka şerekî çawa afirandiye. Bila bibîna ka sivîlên ciwan çawa bi 13 guleyên ji paş ve xwarin û mirin bibîne.”    Dayik Dogam destnîşan kir ku heta ew sax be ew ê ji bo hesabê van tiştên anîne serê kurê wê bipirse bitêkoşe û got: “Heta sûcdar neyên cezakirin ez ê tevî vê kaxeza destê xwe sazî bi sazî bigerim. Qethiyen ez ê dev ji vê bernedim. Dema ez mirim jî bila kincên kurê min têxin gora min.”    MA / Fetih Balaman