Di komxebata ‘Kedxwariya jinan’ de jinên têkoşer û Rojhilat hatin silavkirin

  • jin
  • 13:07 26 Mijdar 2022
  • |
img
AMED - Komxebata li ser “Di kapîtalîzmê de kedxwariya jinan” hat lidarxistin de Sekretara Jinan a KESK’e Done Gevher bal kişand ser berxwedana jinan a li Rojhilat Kurdistanê û Îranê û diyar kir ku ew hêza xwe ji jinên li Rojhilat li ber xwe didin digirin. 
 
Meclisa Jinan a Demokrasî û Kedê ya Amedê komxebata “Di kapîtalîzmê de kedxwariya jinan” li dar xist. Hevseroka Partiya Demokratik a Gelan (HDP) a Bajarê Amedê Gulistan Atasoy, gelek nûnerên saziyên sivîl en demokratik beşdarî komxebata li Eywana Konferansê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) hat lidarxistin bûn.  Komxebatê bi rêzgirtin û berzkirina dirûşma “Jin jiyan azadî” dest pê kir. Bi kurdî û tirkî axaftinên destpêkê hatin kirin. 
 
JINÊN TÊKOŞER HATIN SILAVKIRIN
 
Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetên Civakî (SES) ya Amedê Yildiz Ok Orak, di destpêka axaftina xwe de jinên ku li dijî tundî, cudakarî, newekhevî, pêkûtî, mijokdariya kapîtalîzmê û şer têdikoşin silav kir. Orak wiha got: “Silav ji jinên ku li her dere li dijî hêzên kurewî, dewletên despot. Silav ji Jîna Emînî re. Silav ji  Nagihan Akarsel a ku dibêje em ê jiyana azad bi ‘xwebûnê’ ava bikin re. Silav ji jinên ku li Îranê li dijî rejîma mola ya paşverû li ber xwe didin.  Em careke din fêm dikin ku dê bihar, aştî û şoreşê jin pêk bînin.” Orak piştre têkoşîna Dayikên Şemiyê, Emînê Şenyaşar jî silav kir û bal kişand ser Garîbe Gezer a li girtîgehê bi îşkenceyê hate qetilkirin û wiha domand: “Silav ji Halîme Gezer a ku got ‘Garîbe hûn in’ ji jinan hêz digire. Silav ji jinên ku li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jiyanê diparêzin. Silav ji Şebnem Korur Fîncanci re.”
 
JIN TÊKOŞÎNA XWE XURT DIKIN
 
Orak anî ziman ku nizama civakî û guhertin bi jinan re pêkan e û wiha axivî: “Jinên  ku  di ferqa avakirina civakeke li ser esasê wekhevî, demokratik, azadiya jinan, ekolojik de ne bi salan e li dijî şer, newekhevî û mijokdariyê têkoşîna xwe xurt dikin.” Orak diyar kir ku nîqaşkirina têkoşîna jinan, veguhertina kedê, kedxwarî, bedene bikin amûrekî şer û meta dîtin, dîsa ji bo dîtina çaraseriyê nîqaşkirin gelekî girîng û ev komxebat ji bo vê yeke amade kirine. 
 
‘ROJHILATÊ KURDISTANÊ RUHÊ ME YE’ 
 
Sekretera Jinan a Giştî ya KESK'ê Done Gevher jî axivî. Done bal kişand ser çalakiyên 25’ê Mijdarê û wiha axivî: “Duh jin ji bo dengê xwe bilind bikin li kolanan bûn, lê deshilatdara faşist ji bo dengê jinan qut bike her cure astengî pêk anî. Di endama çalakiyan de jî 300 jin hatin binçavkirin. Mixabin welatê em lê dijîn de deshilatdar her tim bi şer û qeyranan xwe têr dike. Li dijî hawîrdorê êrişeke giran ya hewayî û reşahiyê hatiye destpêkirin. Herî dawî jî li ser Rojava êrişek mezin pêk hat. Lê belê Rojava destkeftiya jinan e. Li gel wê jî pêwîst e serhildana jinan hîn bêhtir bilind bibe. Weke ku pêlên wê serhildanê li rojhilatê Kurdistanê geş dibe divê em jî li vir bibin çengek. Em hêza xwe ji jinên li Rojhilat li ber xwe didin bigirin. Dilê Kurdistanê li Rojhilat lê dixe û em ê jê re bibin ruh. Em li dijî polîtîkayên serdestan ya cudakar, nîjadperest û zayendperest li ser lingan bin. Em li vir dibêjin jin wê aştiyê bînin.” 
 
Piştî axaftinên destpêkê komxebat ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.
 
KOMXEBAT DÊ DU ROJAN BIDOME 
 
Komxebat  dê 2 rojan berdewam bike. Di roja yekemîn de mijara "Di pevajoya dîrokê de keda jinan û verigerîna wê" Akademîsyena Aştiyê Yasemîn Ozgul, "Polîtîkayên şerê taybet" Rûşen Seydaoglu ve bê nîqaşkirin. Pişt re jî derbarê mijarên "Keda jinan û rêxistina wê", "Pevajoya KHK'ê û pirsgirêka jinan", “Êrişên polîtîkayên şer a li ser jinan û ciwanan" û "Tundiya li ser jinan û bêcezakirin” de kargeh bên lidarxistin. 
 

Sernavên din

18:19 Rojnamevanên hatin berdan: Em ê tim li dû rastiyê bin
16:01 Biryara sewqkirina bi daxwaza girtinê ya rojnamegeran nedan parêzeran
15:13 Vaye neguhezbarên ku qeyûmê Amedê dewr kirine
14:39 3 rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
14:24 Li Cizîrê 19 kes hatin binçavkirin
13:55 ‘Hate tomarkirin ku qetilkirina karsazên kurd bi biryara MGK’ê pêk hatiye’
13:27 Deynê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
13:20 Di doza êrişa bombeyî ya Cadeya Îstîklalê de biryar hate dayîn
13:09 Li Girtîgeha Şakranê cezayê hucreyê dan girtiyan
13:03 TJA: Di 1’ê Gulanê de em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
11:52 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
11:15 Ji rojnamegerên binçavkirî nûçeyên çêkirin hatin pirsîn
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:03 Rojnamegerên binçavkirî anîn edliyeyê
11:02 Li Colemêrgê çalakiya li dijî madenê di roja 4’emîn de ye
10:35 Rojnamevan Altan: Ji bo nûbûn û demokratîkbûnê pêdivî bi lihevkirinê heye
09:39 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
09:29 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:20 Raporên ATK'ê: Dixwazin şert û mercên tecrîdê 'rewa' bikin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed ê asayîşa PDK'ê revandiye 185 roj in agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:02 Herkiyê YNK’yî: Hevkariya bi Tirkiyeyê ji bo Iraqê zirar e
09:01 Serokê DSMMMO'yê Bozhan: Kêr gihaştiye hestî
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2024'AN
25/04/2024
22:52 CPT vê carê jî xist stuyê DMME'yê
20:32 Li Colemêrgê 4 ciwan hatin tahliyekirin
18:56 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
18:54 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê serbest hat berdan
17:45 DEM Partî piştgirî da Şenyaşaran: Ev daxwaz bang li wijdanên me tevan dike
17:10 Îfade wergirtina rojnamevanan temam bû: Tu çima tev li civîna çapemeniyê bûyî?
16:38 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê hate binçavkirin
16:37 Dozger xwest ku doza derbarê Şenyaşar de hatiye vekirin bê betalkirin
16:14 Rojnamevanên şahid tundiya polîsan vegotin
15:56 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin cezakirin
15:48 Dozger xwest rojnameger Kartal bê cezakrin
15:43 Li gorî girteka polîsan pirtûka Kişanak qedexe ye!
15:36 Li Amedê cînayeta kar
15:23 Li Qoserê hejmara binçavkiriyan derkete 30’an
14:45 Dozgerî ji bo 10 rojnamegeran ceza xwest
14:40 Karûbarên îfadeyê yên rojnamegeran dest pê kir
14:34 Hesaba X’ê ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hate astengkirin
14:32 Êrişên li dijî Çapemeniya Azad dê li Ewropayê werin protestokirin
14:09 OHD û Dev Yapi-Îş: Kardêr û rêveberiya herêmî ji mirina 29 karkeran berpirsyar in
14:01 Tirkiye sînora Biradost û gundên Efrînê bombebaran dike
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:37 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
13:14 64 kes bertek nîşanî qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê dan
13:00 Gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Eren weke ‘rexne’ parast
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
12:33 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hate taloqkirin
12:10 CPT’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got: Em rewşê ji nêz ve dişopînin
11:40 Di doza qezaya trenê ya Çorluyê de biryar hate dayîn
11:39 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:30 AYM’ê ji bo serlêdana Can Memîş biryara binpêkirinê da
11:16 Li Mûşa ku AKP’ê digot ‘bêdeyn e’ 890 milyon lîre deyn heye!
10:59 Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne
09:48 Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
09:13 Berdana Ceylan a 32 sal in girtî ye cara 6’emîn hate taloqkirin
09:00 Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 184 roj in agahî jê nayên girtin
09:00 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya xwe didomînin
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
09:00 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38'an
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN
24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket
11:11 Li Mereşê zarokek hate qetilkirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
11:08 Li Dêrsimê 2 kes hatin girtin