Di komxebata ‘Kedxwariya jinan’ de jinên têkoşer û Rojhilat hatin silavkirin 2022-11-26 13:07:39   AMED - Komxebata li ser “Di kapîtalîzmê de kedxwariya jinan” hat lidarxistin de Sekretara Jinan a KESK’e Done Gevher bal kişand ser berxwedana jinan a li Rojhilat Kurdistanê û Îranê û diyar kir ku ew hêza xwe ji jinên li Rojhilat li ber xwe didin digirin.    Meclisa Jinan a Demokrasî û Kedê ya Amedê komxebata “Di kapîtalîzmê de kedxwariya jinan” li dar xist. Hevseroka Partiya Demokratik a Gelan (HDP) a Bajarê Amedê Gulistan Atasoy, gelek nûnerên saziyên sivîl en demokratik beşdarî komxebata li Eywana Konferansê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) hat lidarxistin bûn.  Komxebatê bi rêzgirtin û berzkirina dirûşma “Jin jiyan azadî” dest pê kir. Bi kurdî û tirkî axaftinên destpêkê hatin kirin.    JINÊN TÊKOŞER HATIN SILAVKIRIN   Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetên Civakî (SES) ya Amedê Yildiz Ok Orak, di destpêka axaftina xwe de jinên ku li dijî tundî, cudakarî, newekhevî, pêkûtî, mijokdariya kapîtalîzmê û şer têdikoşin silav kir. Orak wiha got: “Silav ji jinên ku li her dere li dijî hêzên kurewî, dewletên despot. Silav ji Jîna Emînî re. Silav ji  Nagihan Akarsel a ku dibêje em ê jiyana azad bi ‘xwebûnê’ ava bikin re. Silav ji jinên ku li Îranê li dijî rejîma mola ya paşverû li ber xwe didin.  Em careke din fêm dikin ku dê bihar, aştî û şoreşê jin pêk bînin.” Orak piştre têkoşîna Dayikên Şemiyê, Emînê Şenyaşar jî silav kir û bal kişand ser Garîbe Gezer a li girtîgehê bi îşkenceyê hate qetilkirin û wiha domand: “Silav ji Halîme Gezer a ku got ‘Garîbe hûn in’ ji jinan hêz digire. Silav ji jinên ku li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jiyanê diparêzin. Silav ji Şebnem Korur Fîncanci re.”   JIN TÊKOŞÎNA XWE XURT DIKIN   Orak anî ziman ku nizama civakî û guhertin bi jinan re pêkan e û wiha axivî: “Jinên  ku  di ferqa avakirina civakeke li ser esasê wekhevî, demokratik, azadiya jinan, ekolojik de ne bi salan e li dijî şer, newekhevî û mijokdariyê têkoşîna xwe xurt dikin.” Orak diyar kir ku nîqaşkirina têkoşîna jinan, veguhertina kedê, kedxwarî, bedene bikin amûrekî şer û meta dîtin, dîsa ji bo dîtina çaraseriyê nîqaşkirin gelekî girîng û ev komxebat ji bo vê yeke amade kirine.    ‘ROJHILATÊ KURDISTANÊ RUHÊ ME YE’    Sekretera Jinan a Giştî ya KESK'ê Done Gevher jî axivî. Done bal kişand ser çalakiyên 25’ê Mijdarê û wiha axivî: “Duh jin ji bo dengê xwe bilind bikin li kolanan bûn, lê deshilatdara faşist ji bo dengê jinan qut bike her cure astengî pêk anî. Di endama çalakiyan de jî 300 jin hatin binçavkirin. Mixabin welatê em lê dijîn de deshilatdar her tim bi şer û qeyranan xwe têr dike. Li dijî hawîrdorê êrişeke giran ya hewayî û reşahiyê hatiye destpêkirin. Herî dawî jî li ser Rojava êrişek mezin pêk hat. Lê belê Rojava destkeftiya jinan e. Li gel wê jî pêwîst e serhildana jinan hîn bêhtir bilind bibe. Weke ku pêlên wê serhildanê li rojhilatê Kurdistanê geş dibe divê em jî li vir bibin çengek. Em hêza xwe ji jinên li Rojhilat li ber xwe didin bigirin. Dilê Kurdistanê li Rojhilat lê dixe û em ê jê re bibin ruh. Em li dijî polîtîkayên serdestan ya cudakar, nîjadperest û zayendperest li ser lingan bin. Em li vir dibêjin jin wê aştiyê bînin.”    Piştî axaftinên destpêkê komxebat ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.   KOMXEBAT DÊ DU ROJAN BIDOME    Komxebat  dê 2 rojan berdewam bike. Di roja yekemîn de mijara "Di pevajoya dîrokê de keda jinan û verigerîna wê" Akademîsyena Aştiyê Yasemîn Ozgul, "Polîtîkayên şerê taybet" Rûşen Seydaoglu ve bê nîqaşkirin. Pişt re jî derbarê mijarên "Keda jinan û rêxistina wê", "Pevajoya KHK'ê û pirsgirêka jinan", “Êrişên polîtîkayên şer a li ser jinan û ciwanan" û "Tundiya li ser jinan û bêcezakirin” de kargeh bên lidarxistin.