Ciwanê ketiye tora esrarê: Li beramberî kuryeyê eroînê didin min

img

ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê ku "ewlehiya" polîs û leşkeran di asta herî jor de ye dîsa tiryak bi hêsanî tê firotin û belavkirin. Rê û rêbazên firotina tiryakê gelek pirs û fikaran bi xwe de ava dike. Polîs û leşkerên ku li navçeya Cizîrê her der kiriye mîna qereqolê û li her derê MOBESE avakirine, dîsa tora tiryak esrar û eronînê belav dibe. Yek ji ciwanê ketiye nava torê C.U. ye. C.U. şebeke û tora tiryakê vegot û gelek pirs ronî kirin. 

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê piştî dorpêç û qedexe rabû tora tiryak û eronînê her ku diçe belav dibe. Tevî ku li her kolan û taxê nokteyên polîsan hatiye avakirin û her kolan û kuçe bi kamerayan tê temaşekirin jî dîsa tora tiryakê li pêş çavê polîs û leşkeran belav dibe. Dema H.M. û ciwanê navê wî nehat hînbûn li taxa Cûdî bi maşîneyek sipî tiryak difirot, şêniyên taxê ew li ser kar girtin û tora tiryakê deşîfre kirin. Piştî bûyerê di 16'ê Adarê de li tuwaleta mizgefta Pazara Genim a li taxa Alibeyê ciwanê 18 salî Yusuf Dundar bi derziya tiryakê mirî hat dîtin. 
 
WEZÎR SOYLU BERSÎV NEDA
 
Têkildarî mijarê Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ali Aslan, piştî çû li navçeyê lêkolîn kir, der barê mijarê de pirsname da Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu û xwest pirsan bibesivîne. Aslan, di pirsnameyê de diyar kir ku li aliyekî welatiyên ku çixare û çaya qaçax difiroşin ji aliyê polîs û leşkeran ve tên binçavkirin û girtin, lê li aliyê din yên tiryakê difroşin der barê wan de tiştek nayê kirin û xwest vê yekê bibersiivîne. Aslan, anî ziman ku balkêş e çawa tiryak dikeve nava bajar û pirsa "Têkildarî ketina tiryakê ya Cizîrê û li hemberî vê yekê tedbîrên we hene ya na?" pirsî." 
 
'ÇAV LÊ DIGIRIN' 
 
Aslan, di pirsnameyê de anî ziman ku tevî ew qas nokteyên kontrolê ku li kolan u taxan hatine avakirin û MOBESE yên li kolan û taxan hatine danîn, çawa çê dibe ku bi hêsanî tiryakê difiroşin û ev pirs pirsî: "Tevî ku ketin û derketin di bin kontrolê de ye û kamerayên Mobese hene, tiryak çawa li nava bajar zêde dibe. Li gel ku her roj çixare û çaya qaçak tê girtin, çima tiryak nayê girtin. Temenê zarokên ku tiryakê dikişînin daketiye 15 salan. Gelo ji vê rewşê re çav tê girtin?" Bi taybetî piştî qedexeya derketina kolanan li taxwên Nur, Cudi û Yafesê firotina tiryakê belav dibe. Ev pir balkêş e." 
 
EWIL BÊ PERE DIFIROŞIN Û HÎN DIKIN
 
Li gorî agahiyên hatin bi destxistin, li taxên mezin tê belavkirin. Tiryak ji aliyê 4 ekîbên ku ji 3-4 kesan pêktê, tê firotin. Ewil bê pere didin wan û fêrî tiryakê dikin. Piştî fêrî tiryakê bûn vê carê wan dikin mohtacî xwe û bi xwe ve girê didin. Piştre wan tev li karê firotinê dikin. Di nava van koman de kesên ji bajarên cuda hene jî cih digirin. Bi taybetî xizmên kesên ku di qedexeya derketina kolanan de jiyana xwe ji dest dane hedef tên girtin. Li gorî agahiyê ku H.M.  yê dema li nava taxê Tiryak belav dikir û hat girtin xizmên kesên di qedexeya derketina kolanan de jiyana xwe ji dest dan hedef tên girtin û bi zanebûn ew malbat tên hilbijartin. Bi taybetî li avahiyên xerabe tiryak tê firotin. Hat diyar kirin ku tiryakê ji Dîlok, Wan û Elbakê tînin û li vir difiroşin. 
 
Ji ciwanê ku hat binçavkirin û serbest hat berdan C.U., di îfadeya xwe de der barê tiryak çawa peyda kiriye agahî dan û wiha got: “Tiryaka ku me stend me dê bibiraya ji Selman O. re. Li hemberî tiryakê 3.600.00 TL da me. Me dê li hemberî vî pereyî li ser navê Selman tiryak li Elbaka Wanê... li mala reş ya yek qatî temîn kir." 
 
‘LI HEMBERÎ KURYETIYÊ EROÎNÊ DIDIN ME' 
 
C.U. di berdewama îfadeya xwe de got: "Kesê ku me tiryak jê peyda kir navê wî Hazim bû. Dema em çûn ew ne li mal bû. Hevsera wî li mal bû. Me ji hevsera wî re got 3.600.00 TL yê me heye. Li hemberi wê 110 gram eroin me xwest. Me got Selman em şandine. Wê jî li hemberî vî pereyî eroîn da me. Piştî me tiryak girt em paşve hatin. Selman hem tiryakêş e û hem jî tiryakê difiroşe. Li hemberî kuryetiyê eroînê dide me. Kesên tiryakê difiroşin hin ji wan li taxa Nurê dimînin. Kesên ku ez dizanim li Cizîrê tiryakê difroşin Ruzgar D., Metin ê li taxa Konakê rûnê ye. Disa kesê bi navê Eliyê Sûriyeyî tê zanin li hemberî çirayên Dortyolê  ya Cizîrê firotinê dike. " 
 
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, tiryak li xaniyên xerabe yên taxa Cudî tên firotin. li kolana Evrim û Kaniya Mem Elo û li dora Medreseya Sor a dîrokî, Birca Belek, taxa Nurê Parka Botanê û parka Çarkendalê tê firotin. 
 
DEST LI TIRYAKFIROŞAN NADIN
 
Li gorî ciwanê taxê yê nexwest navê xwe bide jî kesên bi navê Onur.B., Şivan Y. û Saadettin B. li navçeyê tiryakê difiroşin. Saadettin B. û 3 kesên din demna xwest zarokekî fêrî tiryakê bikin, xizmên wî ji piyê wî de birîndar kiribûn. Di dîmenan de hat dîtin ku yê tev li bûyerê bûye Saadettin B.ye. Tevî bûyer û dîmenan kesê bi navê Saadettin B. firotina tiryakê berdewam dike. 
 
Malbatên ku zarokên wan fêrî tiryakê bûne ji bo zarokên xwe ji tiryakê xelas bikin dibin navendên piştgiriyê yênk wekî ÇEMATEM û AMATEM’ê ku li dervê bajarin tedawî dikin. 
 
Rayedarên Beşa Polîklînika Derûnî ya Nexweşxaneya dewletê jî diyar kirin ku kesên serî li wan didin ji sedî 10 tiryakê dikişînin. 

Sernavên din

26/03/2018
13:23 Îdîaya ‘sabotajê’ ya doza Soma pûç derket
12:32 Karmendên Başûr qadan terk nakin
11:58 SOHR: 7 mîlîtanên OSO hatin kuştin
11:52 Xweşikahiya dîrok, xweza û biharê
11:35 Li Kerboranê qedexeya derketina derve hat îlankirin
11:30 Kalekolên cerdevanan jî li yên leşkeran zêde kirin
10:58 Beriya danişînê bi daxwaza 'adaletê' meşiyan
10:40 Temel: Rayedarên Tirkiye li ser Şengalê bazarên qirêj pêş dixin
10:10 Bûhayê lîtreya benzînê 6 TL derbas kir
09:19 SAMER: Li herêmê dengên AKP’ê dihelin
09:19 Nivîskar Faîk Bulut: Sedem ne PKK, ne jî PYD’ye, hedef xet kişandin e
09:18 Qeyûmê Dêrsimê şaredariyê derdixe bazarê
09:17 Budak ê ji sedî 96 astengdar bi îdîaya ‘Endamê rêxistinê’ hat girtin
09:15 Dozger hewce bi lêpirsîna polîsên bê destûr lêgerîn kirin, nedît
09:15 Buldan: Aşkerekirina rapora CPT a bi Efrînê re nîşan dide Tirkiye asê bûye
09:14 Dengîr Mîr Firat: Tirkiye li Efrînê bi ser neket
09:13 280 gundên ceyrana wan hat qutkirin, ava vexwarinê peyda nakin
09:11 Keda jinê, bi firotina berhemên xwezayî dîtbar dikin
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2018'AN
07:51 Li Rûsya 9 jê zarok 53 kes şewitîn
25/03/2018
22:49 Li Çiyayê Mawa operasyon û pevçûn diqewime
21:53 Hêzên Iraq û Wezareta Parastinê Erdogan derewandin
17:43 Encamnameya SKM: Em ê îsyana xwe veguherînin şoreşê
16:27 Endamê MFT'ê: Ji bo mudaxaleyî Bogaziçî bikin provokasyon ‘loqma’ pêş xistin
15:56 Bersûcê îstîsmara zarok hat berdan
14:42 Li bendêye kesên hatibûn binçavkirin sibe derxin dozgeriyê
14:37 Jinên girtî ji bo kongreya SKM peyam şadin: Dê ji qezenc bikin
14:35 Pervîn Buldan tev li kongreya SKM'ê bû: Pêdivî bi têkoşîna hevpar heye
13:35 Beşdarên Newrozê piroz kirin û vexwandin 1'ê Gulanê
12:56 Erdogan ferman da polîsan xwendekar binçav kirin
12:38 Gel ji ber avakirin û xerakirina qeyûmê bêzar bû
12:10 ‘Zorê bikin ku Tirkiye hêza xwe ji Iraqê vekişîne'
12:03 Parlamenterên YNK'ê: Biryara derxistina leşkerên tirk pêk bînin
11:48 ‘Divê kongreya neteweya kurd bicive'
11:23 Çig: Yekdengkirina medya armanca kontrolkirina civakê ye
10:20 ‘Tayînkirina Walî ya li Efrînê dagirkerî ye'
09:21 Ava Mûnzûrê peşkêşî sermayeyê dikin
08:55 Yegîn: Di herban de remz tên tunekirin, bîr ji holê tên rakirin
08:54 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya Nîsanê aşkere kir
08:53 Cizîr, Nisêbîn, Efrîn: Navê vê yekê ne serketin, tengezarî ye
08:52 Aborîzan Ari: Krîz li ber derî ye
08:52 Kulîlkên li dijî rûxandina Heskîfê li ber xwe didin û berxên Hacerê
08:51 7 meh in agahî ji Gulmezê ku ji ber cezayê girtîgehê reviya nayên girtin
08:49 Cerdevanê zarok îstismar kir: Tu biqîrî ez ê diya te jî birevînim
08:49 Ciwanê ketiye tora esrarê: Li beramberî kuryeyê eroînê didin min
08:47 Girtiyê ji bo Ocalan di rojiya mirinê de ye: Ev çalekiya zindîhiştinina hêvîyekê ye
08:46 ROJEVA 25'Ê ADARA 2018'AN
24/03/2018
18:30 Karayilan: Agahiyên nû der barê Ocalan de hene
17:23 Li Îzmîr û Uşakê 4 kes hatin girtin
17:01 Hûşyar Ebdullah: Divê Iraq helwesta li hemberî Tirkiye zelal bike
15:40 ÎHD'ê xwest girtiyên nexweş Deniz û Silik bên berdan
15:33 Xebatkarên TV10’ê: Em ê li dijî zextan li ber xwe bidin
15:23 Endamên KESK’ê: Bila yên îxrackirî paş ve bigirin kar
14:14 Dayika Hasan Ocak: Edalet û wekî din ne tiştek
13:48 Endamê Meclisa HDP'ê Kiran: Ez rastî lêdanê têm
13:36 Parlamenter Botan: Ceza birîna li dijî min biryarek siyasî ye
13:28 16 endamên PSAKD’ê hatin girtin
13:21 Xizmên windayan aqûbeta Dagli pirsî
12:20 Cotkarên Qoserê: Li gel deynê me nîne jî ceryana me qût kirin e
12:04 17 rojan bi ceyranê îşkence li Abay kirin û şandin girtîgehê
11:39 Xabûr: Dê faşîzm li Efrînê têk biçe
10:50 Prz Vefa: Dixwazin doza Sincar bincil bikin
09:59 Aktîvistê xwezayê: Projeya HES'ê dê Dersimê tevî binav bike
09:53 Ji polîsê tundiyê kir re salek ceza hat xwestin
09:29 Dadgeha Îstinafê pêşî got derhiqûqî ye, paşê heman biryar da
09:12 Di komkujiya Cizîrê de tenê ‘pewyirdarekî ewlehiyê’ bersûc e!
09:11 Sozên ji bo Heskîfê ji bîr kirin
09:11 Datliyên kilor hem çê dike hem jî difiroşe
09:05 Jinên bi şidetê re rû bi rû man: Sedema şidetê polîtîkayên îktîdarê ne
09:04 Îsal jî welatî ji ber qedexeyan nikarin gihayan kom bikin
09:02 Şakar: Ocalan hişyar kiribû ‘Hûn di nav şer de ne şer’
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2018'AN
23/03/2018
23:50 Li Silopiyayê erd hejiya
23:46 Kemal Gun hat berdan
22:57 30 deverên Colemêrgê hatin qedexekirin
22:04 Rojnamevan Nûjiyan Erhan û Evîn Bûldan hatin bibîranîn
20:59 Rojnamevan Erol hat berdan
20:48 Li Edeneyê xwendekarek hat kuştin
20:37 Li Atînayê Newroz hat pîrozkirin
19:41 Mamsoteyê Dersa Ol û Ehlaqê bi îdiaya istismara zayendî hat binçavkirin
19:31 Li Bismilê ji kesên hatin binçavkirin 8 jê hatin girtin
19:21 Dozgeriyê careke din serlêdana malbatan red kir
18:45 Kemal Gun hat binçavkirin
18:36 Xebatkarê Ozgurlukçu Demokrasiyê hat girtin
16:11 Li Şirnexê hin kesên hatibûn binçavkirin berdan
15:52 KCK'ê ragihand ku gerîllayên wan ji Şengalê vedikişin
15:40 Rojnameger Nûjiyan Erhan li Şengalê hat bibîranîn
15:24 Di lêpirsîna Elçî de tenê gumanbarek jî tuneye
15:18 Odeya Tabîban xwest Dr. Şerîf Demîr bê berdan
15:05 Cezayê Baydemîr erê kirin
15:00 Li Atînayê dê ji bo Efrînê bimeşin
14:43 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re cara 740’emîn hat redkirin
14:41 Komîteya Piştevaniya bi Efrinê re: Em piştevaniyê mezin bikin
14:26 ‘Êlihê bersiv da çeteyên ku peykerê Kawayê Hesinkar hilweşandin’
14:25 Swîsre û Kanada ji bo Efrînê daketin qadan
13:50 Demîrtaş SEGBÎS red kir û danişîn taloq bû
13:47 Dadgehê îdîanameya rojnameger, parêzer û siyasetmedaran qebûl kir
13:16 Li Giyadînê gorên PKK'iyan rûxandin
12:56 Rojnameger Nûjiyan Erhan hat bibîr anîn
12:21 Salih Muslim: Bi hevkariya 3 hezar DAIŞ’î ketin Efrînê