Ciwanê ketiye tora esrarê: Li beramberî kuryeyê eroînê didin min 2018-03-25 08:49:05 ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê ku "ewlehiya" polîs û leşkeran di asta herî jor de ye dîsa tiryak bi hêsanî tê firotin û belavkirin. Rê û rêbazên firotina tiryakê gelek pirs û fikaran bi xwe de ava dike. Polîs û leşkerên ku li navçeya Cizîrê her der kiriye mîna qereqolê û li her derê MOBESE avakirine, dîsa tora tiryak esrar û eronînê belav dibe. Yek ji ciwanê ketiye nava torê C.U. ye. C.U. şebeke û tora tiryakê vegot û gelek pirs ronî kirin.  Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê piştî dorpêç û qedexe rabû tora tiryak û eronînê her ku diçe belav dibe. Tevî ku li her kolan û taxê nokteyên polîsan hatiye avakirin û her kolan û kuçe bi kamerayan tê temaşekirin jî dîsa tora tiryakê li pêş çavê polîs û leşkeran belav dibe. Dema H.M. û ciwanê navê wî nehat hînbûn li taxa Cûdî bi maşîneyek sipî tiryak difirot, şêniyên taxê ew li ser kar girtin û tora tiryakê deşîfre kirin. Piştî bûyerê di 16'ê Adarê de li tuwaleta mizgefta Pazara Genim a li taxa Alibeyê ciwanê 18 salî Yusuf Dundar bi derziya tiryakê mirî hat dîtin.    WEZÎR SOYLU BERSÎV NEDA   Têkildarî mijarê Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ali Aslan, piştî çû li navçeyê lêkolîn kir, der barê mijarê de pirsname da Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu û xwest pirsan bibesivîne. Aslan, di pirsnameyê de diyar kir ku li aliyekî welatiyên ku çixare û çaya qaçax difiroşin ji aliyê polîs û leşkeran ve tên binçavkirin û girtin, lê li aliyê din yên tiryakê difroşin der barê wan de tiştek nayê kirin û xwest vê yekê bibersiivîne. Aslan, anî ziman ku balkêş e çawa tiryak dikeve nava bajar û pirsa "Têkildarî ketina tiryakê ya Cizîrê û li hemberî vê yekê tedbîrên we hene ya na?" pirsî."    'ÇAV LÊ DIGIRIN'    Aslan, di pirsnameyê de anî ziman ku tevî ew qas nokteyên kontrolê ku li kolan u taxan hatine avakirin û MOBESE yên li kolan û taxan hatine danîn, çawa çê dibe ku bi hêsanî tiryakê difiroşin û ev pirs pirsî: "Tevî ku ketin û derketin di bin kontrolê de ye û kamerayên Mobese hene, tiryak çawa li nava bajar zêde dibe. Li gel ku her roj çixare û çaya qaçak tê girtin, çima tiryak nayê girtin. Temenê zarokên ku tiryakê dikişînin daketiye 15 salan. Gelo ji vê rewşê re çav tê girtin?" Bi taybetî piştî qedexeya derketina kolanan li taxwên Nur, Cudi û Yafesê firotina tiryakê belav dibe. Ev pir balkêş e."    EWIL BÊ PERE DIFIROŞIN Û HÎN DIKIN   Li gorî agahiyên hatin bi destxistin, li taxên mezin tê belavkirin. Tiryak ji aliyê 4 ekîbên ku ji 3-4 kesan pêktê, tê firotin. Ewil bê pere didin wan û fêrî tiryakê dikin. Piştî fêrî tiryakê bûn vê carê wan dikin mohtacî xwe û bi xwe ve girê didin. Piştre wan tev li karê firotinê dikin. Di nava van koman de kesên ji bajarên cuda hene jî cih digirin. Bi taybetî xizmên kesên ku di qedexeya derketina kolanan de jiyana xwe ji dest dane hedef tên girtin. Li gorî agahiyê ku H.M.  yê dema li nava taxê Tiryak belav dikir û hat girtin xizmên kesên di qedexeya derketina kolanan de jiyana xwe ji dest dan hedef tên girtin û bi zanebûn ew malbat tên hilbijartin. Bi taybetî li avahiyên xerabe tiryak tê firotin. Hat diyar kirin ku tiryakê ji Dîlok, Wan û Elbakê tînin û li vir difiroşin.    Ji ciwanê ku hat binçavkirin û serbest hat berdan C.U., di îfadeya xwe de der barê tiryak çawa peyda kiriye agahî dan û wiha got: “Tiryaka ku me stend me dê bibiraya ji Selman O. re. Li hemberî tiryakê 3.600.00 TL da me. Me dê li hemberî vî pereyî li ser navê Selman tiryak li Elbaka Wanê... li mala reş ya yek qatî temîn kir."    ‘LI HEMBERÎ KURYETIYÊ EROÎNÊ DIDIN ME'    C.U. di berdewama îfadeya xwe de got: "Kesê ku me tiryak jê peyda kir navê wî Hazim bû. Dema em çûn ew ne li mal bû. Hevsera wî li mal bû. Me ji hevsera wî re got 3.600.00 TL yê me heye. Li hemberi wê 110 gram eroin me xwest. Me got Selman em şandine. Wê jî li hemberî vî pereyî eroîn da me. Piştî me tiryak girt em paşve hatin. Selman hem tiryakêş e û hem jî tiryakê difiroşe. Li hemberî kuryetiyê eroînê dide me. Kesên tiryakê difiroşin hin ji wan li taxa Nurê dimînin. Kesên ku ez dizanim li Cizîrê tiryakê difroşin Ruzgar D., Metin ê li taxa Konakê rûnê ye. Disa kesê bi navê Eliyê Sûriyeyî tê zanin li hemberî çirayên Dortyolê  ya Cizîrê firotinê dike. "    Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, tiryak li xaniyên xerabe yên taxa Cudî tên firotin. li kolana Evrim û Kaniya Mem Elo û li dora Medreseya Sor a dîrokî, Birca Belek, taxa Nurê Parka Botanê û parka Çarkendalê tê firotin.    DEST LI TIRYAKFIROŞAN NADIN   Li gorî ciwanê taxê yê nexwest navê xwe bide jî kesên bi navê Onur.B., Şivan Y. û Saadettin B. li navçeyê tiryakê difiroşin. Saadettin B. û 3 kesên din demna xwest zarokekî fêrî tiryakê bikin, xizmên wî ji piyê wî de birîndar kiribûn. Di dîmenan de hat dîtin ku yê tev li bûyerê bûye Saadettin B.ye. Tevî bûyer û dîmenan kesê bi navê Saadettin B. firotina tiryakê berdewam dike.    Malbatên ku zarokên wan fêrî tiryakê bûne ji bo zarokên xwe ji tiryakê xelas bikin dibin navendên piştgiriyê yênk wekî ÇEMATEM û AMATEM’ê ku li dervê bajarin tedawî dikin.    Rayedarên Beşa Polîklînika Derûnî ya Nexweşxaneya dewletê jî diyar kirin ku kesên serî li wan didin ji sedî 10 tiryakê dikişînin.