'Îmrali xala destpêkê ya bêhiqûqîtiyê ye'

  • rojane
  • 09:04 6 Mijdar 2022
  • |
img
STENBOL - Parêzerê OHD'î Dogûkan Taşdan, polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wekî "xala destpêkê ya bêhiqûqîtiyê" nirxand û bang kir ku cîhana hiqûqî bi tevahî li dijî tecrîdê deng derxe. 
 
19 meh in tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Tîpa F bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê nayên girtin û di bin tecrîdeke giran de tên ragirtin. Serlêdanên jibo hevdîtina bi Ocalan û girtiyên din re bi hincetên wekî "cezayên disiplînê" û "qedexeya hevdîtinê" tên astengkirin. 
 
Ji ber vê yekê bi pêşengiya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) 775 parêzer û ji Ewropa û Rojhilata Navîn jî bi sedan parêzeran serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê dabûn ku hevdîtinê bi Ocalan re bikin. Lê heya niha wezaretê çi bi erênî û çi jî vi neyînî bersiva van serlêdanan nedaye.
 
Parêzerê OHD'î Dogûkan Taşdan tecrîda li ser Ocalan û qedexekirina hevdîtinê nirxand. 
 
DESTPÊKA BÊHIQÛQÎTIYÊ
 
Taşdan destnîşan kir ku şert û mercên tecrîda li Îmraliyê di serî de li ser gelê kurd li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye û got ku ji bo Tirkiye ber bi rêvebiriyeke demokratîk ve biçe divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe. Taşdan, destnîşan kir ku li Îmraliyê bêhiqûqîtiyeke "îstisna" ya li gor şexsan tê pêkanîn û got ku ev "îstisna" ji bo li tevahiya civakê belav bibe taybetmendiyeke destpêkî di xwe de dihewîne. Taşdan, têkildarî vê rewşê wiha got: "Em dikarin rewşa li Îmraliyê wekî xala destpêkê ya bêhiqûqîtiya li girtîgehan qebûl bikin. Rewşa li girtîgehan bi Ocalan dest pê kir. Piştî Ocalan qedexekirina hevdîtina bi parêzeran re, qedexekirina pirtûk, kovar û nameyan, qedexekrina cezayên ragihandin û disiplînê eşkere bûn. Rakirina vê dorpêça bêhiqûqtiyê ya li ser Ocalan di warê mirovên siyasetê dikin de jî xwedî taybetmendiyeke rênîşander a mezin e." 
 
DIJÎ RÊGEZAN E
 
Bi domdarî Taşdan anî ziman ku piştî ku Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin girêdayî Serokatiya Girtîgeha Îmraliyê "Maseya Krîzê" hatiye çêkirin û Girtîgeha Îmraliyê bi vê maseyê tê birêvebirin. Taşdan ,destnîşan kir ku ev yek bi xwe bi tena serê xwe nîşaneya dijberiya rêgeza hiqûqê ye. Taşdan, wiha domand: "Têkildarî Ocalan rejîmeke înfazê tê avakirin. Lewma heya li ber vê qanûna înfazê neyê sekinandin, dê her kes bandorê ji vê pirsgirêkê bigire." 
 
‘MAFÊ PARASTINÊ TÊ XESPKIRIN'
 
Di berdewamê de Taşdan destnîşan kir ku bi "cezayên disiplînê" yên li Rêberê PKK'ê Abudllah Ocalan tên birîn û qedexkirina hevdîtinan binpkêrina mafê parastinê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hevdîtina bi parêzeran û malbatê re bi cezayên 'disiplînê' yên derî aqilan tên astengkirin. Hinceta van cezayan jî nayê teblîxkirin. Tu hêleke hiqûqî ya van rêbazên tên pêkanîn tune ye. Biryarên tên dayîn hemû siyasî ne. Di ser Ocalan re dixwazin civakê biçewisînin. Li Îmraliyê mafê parastinê tê xespkirin. Ocalan tê îşkencekirin. Jixwe saziyên navneteweyî têkildarî vê îşkenceyê rapor berpêş kiribûn." 
 
Taşdan bal kişand ser binpêkirina "mafê hêviyê" yê Ocalan jî û got ku ev yek nayê qebûlkirin. 
 
‘DIVÊ CÎHANA HIQÛQÊ DENG DERXE'
 
Taşdan anî ziman ku wî jî îmze daniye binî serlêdana ji bo demildest hevdîtin bi Ocalan re bê kirin û got ku lê Wezareta Dadê hê jî bersiva saziyên ku serlêdan kirine nedaye. Taşdan, axaftina xwe wiha qedand: "Heke em behsa dewleteke demokratîk bikin, heke bibêjin demokrasî heye pêşî divê li vê rewşa giran bê mêzekirin. Her roj mirov ji bo Ocalan dadikevin kolanan. Her wiha sosyalîst û welatperwer ji bo vê têdikoşin. Çareserkirina vê meseleyê, tê wateya bêhnstendina civakê. Heya ev rewş bidome dê xwîn ji birîna civakê bê. Lewma divê baro û yekîtiyên bariyan û tevahiya cîhana hiqûqî li dijî tecrîda li Îmraliyê têbikoşin û deng derxin." 
 
MA / Ergîn Çaglar
 

Sernavên din

10/11/2022
11:11 Komîsyona Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê: Haya me ji bikaranîna çekên kîmyewî nîne!
11:00 Dê hêj ji Girê Miraza çi derbikevin? Rojnameger dê çawa bikin nûçe?
10:50 Keskîn: Girtina rojnamegeran û Fîncanci, operasyona tolhildanê ye
10:14 Sarisozen: Yên ku dengê xwe ji bo çekên kîmyewî dernaxînin, şirîkên sûc in
09:49 Qeyûm Bajarê Dîrokî Dara daye ber îmarê
09:39 MÎT li Dîlokê bi ASA'yê û li Atmê jî bi HTŞ'yê re civiyaye
09:30 Li Xelatê erdhej
09:30 Mafê hevdîtina bi hempîşeyên wan re yê rojnamegerên girtî asteng dikin
09:29 Cotkarên Silopiyayê nikarin pembûyê xwe bifiroşin
09:05 Mafê jiyanê yê her du birayên girtî û nexweş tê binpêkirin
09:04 Darfiroş û darvanên Colemêrgê: Heta ku AKP têk neçe krîza aborî çareser nabe
09:04 Li Wanê di 7 rojan de 4 mirinên biguman
09:03 Amed amadekariyên Komcivîna Stareyên Jinan dike
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2022'YAN
09/11/2022
21:03 Şahidê Komkujiya Dersimê Bego Polat jiyana xwe ji dest da
17:01 Li Edeneyê Platforma Ekolojiyê hate avakirin
16:57 Abdî ya bi tevî pitika xwe du mehî ve girtîbû hat berdan
16:38 Endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:37 Nobeta Edaletê: Bila tecrîd û îşkence bi dawî be
16:08 Saziyên sivîl û partiyên siyasî serdana şîna Temîz kirin
16:07 Şaxa Platforma KESK’ê ya Amedê: Ne bûdçeya gel lê bûdçeya şer e
16:07 Di doza Seroka Komeleya Rosayê de dê mutala bê amadekirin
15:33 Li Sirri Sureyya Onder 5 meh cezayê hefsê hate birîn
14:45 Rapora girtîgehan a OHD’ê: Divê mekanîzmaya venihêrînê ya serbixwe bê avakirin
14:33 Çalakiya xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê didome
14:11 Cenazeyên kesên di qezaya Dutaxê de mirin dane malbatên wan
14:07 Ferît Şenyaşar: Kujeran xwe li pişt îktidarê veşartiye
13:59 Rojnamevanan serdana ajansa me kir
13:45 Pêşniyaznameyên kîmyasalê bi hêceta ‘mijarên nayên pirsîn’ hat vegerandin
13:40 Bulbul: AKP qeyûm tayînî civaka elewîtiyê dike
13:31 Sefîra Ingilîz serdana HDP’ê kir
13:23 3 roj in li benda wergirtina cenazeyan in
13:13 Ceyrana girtiyan hat birîn
13:12 Gelo ser bermamiyên dîrokî ku li Ben û Senê derketin holê tê niximandin?
13:07 Ji girtiyekî name: Hevalên me le erdê radizên
12:42 Li pêşiya AYM’ê êrişî kedkarên perwerdehiyê kirin
12:38 Piştî girtiyan zexta “qawişa serbixwe” li malbatan jî tê kirin!
12:18 Guleryuz: Divê Tirkiye destûrê bide ku şandeyên serbixwe çekên kîmyewî lêkolîn bikin
12:06 Li Miksê dema ‘Sêvên Çalê’ ye
12:02 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe bi cih neanîn
11:52 6 meh in îdianameya derbarê wan de nehatiye amadekirin
11:32 Nivîskar Mehmûd Nêşite koça dawî kir
11:15 Amediyan afîşên Bahçelî çirandin
10:51 MYK’a HDP’ê dicive
10:42 Serokatiya Cemxane û Çandê ya Elewî-Bektaşî hat damezrandin
10:36 Brûkanliyê xwe şewitandibû li revîrê bikelemçeyê tê dermankirin
10:24 Rojnamevan Bêrîvan Altan heqîqetê veguherand evîndariyê
10:12 Wesayîtên şaredariyê xistin xizmeta AKP’ê
09:55 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Werin li dadgehê bi çavê xwe rewşa bavê min bibînin
09:41 Di qezaya Dutaxê de hejmara miriyan derket 8’an
09:03 'Armanca binpêkirinên mafan polîtîkaya tepisandinê ye'
09:02 Nelirêtiyên li ser nelirêtiyê yên qeyûmê Mêrdînê!
09:02 Kavak ê ku di 1974'an de Ocalan nas kiriye: Tekane çare Ocalan e
09:01 Evsen ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Li girtîgehan ji serî heta binî tecrîd heye
09:00 Sergardiyan gefa kuştinê li girtiyan xwariye: Em ê we bi komî bişewitînin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2022'YAN
08/11/2022
22:05 Acetê HPG'î li warê xwe Êlihê hat veşartin
21:38 Raportorên NY‘yê xwestin demildest Fincanci bê berdan
20:49 KCD, DBP û HDP'ê serdana malbatên kesên ku di qezaya Dutaxê de jiyana xwe ji dest dan kirin
19:37 Li Dersimê çokeke berf ketiye
17:45 Komîsyona rektoriyê dê ji bo daxwaza xwendekarên hiqûqê li hev kom bibe
17:26 Komîsyonê bi yekdengî biryara betalkirina parêzbendiya Guzelê da
17:20 Xwestin 'Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê' bê betalkirin
16:44 Danişîna mamosteyên nîjadperest ên ku heqaret li kurdî kiribûn hat taloqkirin
16:34 Danişîna doza Demokratîk Modernîteyê hat taloqkirin
16:20 Pirsa çekên kîmyewî ji Çavûşoglû hate pirsîn: Hûn ê lêkolîn bikin?
16:19 Dayika girtiyê nexweş: Bila her kes dengê xwe bilind bike
15:39 Prz. Gungordu: Biryar îspat dike ku muwekîlên me dîlgirtiyên siyasî ne
15:02 ÎHD li 27 bajaran daxuyanî da: Divê demildest dawî li binpêkirina mafên girtiyan were anîn
14:42 Şahidê qezaya li Agiriyê pêk hat: Îhmal heye
14:29 Li Wanê 137 sal û 6 meh cezayê hefsê dan 22 kesan
14:07 Sancar: Ji bo nixûmandina kedxwariya xwe serî li polîtîkaya şer didin
13:55 Li Nîjeryayê gelemperî jê jin 80 kes hatin revandin
13:04 Rêxistinên elewiyan meşiyan Meclisê: Em ne komeqanûnê lê hemwelatiya wekhev dixwazin
13:01 ELDH: Tecrîd ji aliyê gelên cîhanê ve tê zanîn
12:38 Malbatên girtiyan: Sedema zilma li ser zarokên me kurdbûn e
12:29 Partiya Çep a Kesk ji bo piştevaniyê serdana rojnamevanan kir
12:16 Xizmên girtiyan di danişîna ewil de beraet kir
11:59 'Heke daraz nikaribe mazlûman biparêze, kes nikare behsa edaletê bike’
11:37 Mîhrîcan bû bingeha nîqaşên şanoya serbixwe
11:28 Li Wanê 6 penaber ji zinar ketin xwarê
11:23 Elmanya ji bo Fîncanci name ji Erdogan re şand: Bila bê berdan
10:49 Serhildana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike
09:17 Malbatên ku zarokên wan di jêrzemînan de hatin qetilkirin: Em ê doza heqê zarokên xwe bikin
09:07 Sîbel Balaç: Me li dijî bêedaletiyê mafê xwe yê rêxistinbûyînê parast
09:05 Îdianameya kujerê Berîvan Alturkê hat amadekirin
09:04 17 sal di ser bombekirina Pirtûkxaneya Ûmûtê re derbas bûn
09:01 Tevî hemû delîlan jî kujerên Evgun nehatine zevtkirin!
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2022'YAN
07/11/2022
20:09 50 kesên di meşa li dijî çekên kîmyewî de hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:30 Şandeyeke amerîkî hat Enqereyê
16:29 Li Agiriyê qeza pêk hat: 7 kes mirin 11 kes birîndar bûn
16:24 Di êrişa dewleta tirk de şervanekî HSD’ê jiyana xwe ji dest da
16:17 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: Ev der Amed e û em ê li ber xwe bidin
14:10 Tirkiye dibe sedem ku kolera li Sûriyeyê belav bibe
14:02 Seroka Giştî yê DÎSK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: Ev têkoşîn Tirkiyeyê vedibêje
14:02 Dîmenên dema artêşa tirk cenazeyên leşkeran dişewitîne hatin weşandin
13:42 Bihayê zêran di nava hefteyekê de ji sedî 2 zêde bû
13:32 Pirtûkên ku bi îdiaya ‘delîlên sûc’ desteser kiribûn dîsa li rojnamegeran vegerandin
12:01 Bavê aktîvîstê îranî Ronaghî li pêşiya girtîgehê krîza dil derbas kir