Banga ji bo 'Meşa Mirovahiyê': Werin em bi hev re li dijî çekên kîmyewî têbikoşin

  • rojane
  • 09:04 5 Mijdar 2022
  • |
img
AMED - Hevserokên HDP'ê û DBP'ê yên Amedê Zeyyat Ceylan û Hayrettin Altûn ji bo çalakiya "Meşa Mirovahiyê" ku dê li Silopiyayê bê li darxistin ev bang kirin: “Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî em bi hev re dengê xwe bilind bikin.”
 
Dewleta tirk ji 17’e Nîsanê ve bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrişî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê dike. Tirkiye heya niha di van êrişan de gelek caran çekên kîmyewî bi kar aniye. Navenda Parastina Gel (NPG) çendek berê daxuyand ku 44 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad a Starê (YJA-Star) bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane. Bertekên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî didomin.
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER) ya Amedê, Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), Platforma Koçberiyê, Meclîsa Ciwanan a HDP’ê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê dê di 6’ê Mijdarê de li navçeya Silopiya ya Şirnexê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî "Meşa Mirovahiyê’ li dar bixin.
 
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Zeyyat Ceylan û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Amedê Hayrettîn Altûn ji bo beşdarbûna "Meşa Mirovahiyê" bang kirin.
 
‘AKP-MHP Û PDK DESTÛRA LÊKOLÎNE NADIN’
 
Hevserokê HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan anî ziman ku bi salan e ji bo çekên kîmyewî yên tên bikaranîn tu lêpirsîn nehatine kirin. Ceylan ev tişt gotin: “HPG'ê gelek caran daxuyanî da ku dewleta Tirkiyeyê li dijî wan çekên kîmyewî bi kar anîne, lê her çi qas ji bo lêkolînkirinê hewldan hebin jî, PDK destûr nade ku lêkolîn bên kirin. Lê herî dawî HPG'ê dimenê 2 şervanên ku bandor ji çekên kîmyewî girtibûn belav kir û ev yek li her derî gel rakir ser pêyan. Hem desthilata AKP-MHP'ê hem jî partiyên muxalîf înkar kirin ku tiştekî wisa tune ye. Lê zanîst wan dîmenan piştrast dikin. Şebnem Korûr Fîncanci jî got bila desthilata AKP-MHP'ê û PDK destûra lêkolînkirinê bidin ku zanyar eşkere bikin ku bê ka çekên kîmyewî hatine bikaranîn yan na.”
 
‘DENGÊ LI DIJÎ ÇEKÊN KÎMYEWÎ BILIND BIKIN’
 
Ceylan bal kişand ser "Meşa Mirovahiyê" ku dê di 6’ê Mijdarê de li navçeya Silopiya ya Şirnexê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bê lidarxistin û ji bo beşdarbûnê bang kir: “Em HDP li dijî şer û mirinê ne. Lê heke şer hebe jî exlaqekî şer heye. Em ji bo ku balê bikişînin li ser bikaranîna çekên kîmyewî û şer bidin sekinandin, em ê di 6’ê mehê de li Silopiyayê çalakiya meşê li dar bixin. Ji bo tevlîbûna çalakiyê em bang li gel û aştîxwazan dikin ku di 6’ê mehê de biherikin Silopiyayê û dengê xwe yê li dijî şer û kîmyasalê bilind bikin. Em jî di wê baweriyê de ne ku dê ew roj li Silopiyayê dengekî xurt derkeve û bandorê li pêvajoyê bike."
 
‘EWILÎ DIVÊ GELÊ KURD DENG DERXE’
 
Hevserokê DBP'a Amedê Hayrettîn Altûn jî bal kişand ser peymanên navneteweyî ku bikaranîna çekên kîmyewî qedexe kirine û wiha got: “Di peymanan de jî hatiye diyarkirin ku tu dewlet nikare çekên kîmyewî bi kar bîne, lê çend roj berê bi dîmenan jî derket holê ku li Başûrê Kurdistanê li dijî gerîla çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e. Ji ber wê divê raya giştî ya cîhanê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî deng derxe. Ji bo dewletên navneteweyî dengê xwe derxin jî, di serî de divê gelê kurd di nava hewldanan de be.”
 
BANGA JI BO 'MEŞA MIROVAHIYÊ'
 
Altûn, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dê di 6’ê mehê de li Silopiyayê bikaranîna çekên kîmyewî şermezar bikin û got: “Armanca çalakiyê têkoşîna li dijî şer û çekên kîmyewî ye. Ji bo tevlîbûna çalakiyê banga me ji bo hemû gelê kurd e ku îro roja yekitiyê ye û bila werin em bi hev re li dijî şer û çekên kîmyewî têbikoşin.”
 

Sernavên din

10/11/2022
09:30 Mafê hevdîtina bi hempîşeyên wan re yê rojnamegerên girtî asteng dikin
09:29 Cotkarên Silopiyayê nikarin pembûyê xwe bifiroşin
09:05 Mafê jiyanê yê her du birayên girtî û nexweş tê binpêkirin
09:04 Darfiroş û darvanên Colemêrgê: Heta ku AKP têk neçe krîza aborî çareser nabe
09:04 Li Wanê di 7 rojan de 4 mirinên biguman
09:03 Amed amadekariyên Komcivîna Stareyên Jinan dike
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2022'YAN
09/11/2022
21:03 Şahidê Komkujiya Dersimê Bego Polat jiyana xwe ji dest da
17:01 Li Edeneyê Platforma Ekolojiyê hate avakirin
16:57 Abdî ya bi tevî pitika xwe du mehî ve girtîbû hat berdan
16:38 Endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:37 Nobeta Edaletê: Bila tecrîd û îşkence bi dawî be
16:08 Saziyên sivîl û partiyên siyasî serdana şîna Temîz kirin
16:07 Şaxa Platforma KESK’ê ya Amedê: Ne bûdçeya gel lê bûdçeya şer e
16:07 Di doza Seroka Komeleya Rosayê de dê mutala bê amadekirin
15:33 Li Sirri Sureyya Onder 5 meh cezayê hefsê hate birîn
14:45 Rapora girtîgehan a OHD’ê: Divê mekanîzmaya venihêrînê ya serbixwe bê avakirin
14:33 Çalakiya xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê didome
14:11 Cenazeyên kesên di qezaya Dutaxê de mirin dane malbatên wan
14:07 Ferît Şenyaşar: Kujeran xwe li pişt îktidarê veşartiye
13:59 Rojnamevanan serdana ajansa me kir
13:45 Pêşniyaznameyên kîmyasalê bi hêceta ‘mijarên nayên pirsîn’ hat vegerandin
13:40 Bulbul: AKP qeyûm tayînî civaka elewîtiyê dike
13:31 Sefîra Ingilîz serdana HDP’ê kir
13:23 3 roj in li benda wergirtina cenazeyan in
13:13 Ceyrana girtiyan hat birîn
13:12 Gelo ser bermamiyên dîrokî ku li Ben û Senê derketin holê tê niximandin?
13:07 Ji girtiyekî name: Hevalên me le erdê radizên
12:42 Li pêşiya AYM’ê êrişî kedkarên perwerdehiyê kirin
12:38 Piştî girtiyan zexta “qawişa serbixwe” li malbatan jî tê kirin!
12:18 Guleryuz: Divê Tirkiye destûrê bide ku şandeyên serbixwe çekên kîmyewî lêkolîn bikin
12:06 Li Miksê dema ‘Sêvên Çalê’ ye
12:02 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe bi cih neanîn
11:52 6 meh in îdianameya derbarê wan de nehatiye amadekirin
11:32 Nivîskar Mehmûd Nêşite koça dawî kir
11:15 Amediyan afîşên Bahçelî çirandin
10:51 MYK’a HDP’ê dicive
10:42 Serokatiya Cemxane û Çandê ya Elewî-Bektaşî hat damezrandin
10:36 Brûkanliyê xwe şewitandibû li revîrê bikelemçeyê tê dermankirin
10:24 Rojnamevan Bêrîvan Altan heqîqetê veguherand evîndariyê
10:12 Wesayîtên şaredariyê xistin xizmeta AKP’ê
09:55 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Werin li dadgehê bi çavê xwe rewşa bavê min bibînin
09:41 Di qezaya Dutaxê de hejmara miriyan derket 8’an
09:03 'Armanca binpêkirinên mafan polîtîkaya tepisandinê ye'
09:02 Nelirêtiyên li ser nelirêtiyê yên qeyûmê Mêrdînê!
09:02 Kavak ê ku di 1974'an de Ocalan nas kiriye: Tekane çare Ocalan e
09:01 Evsen ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Li girtîgehan ji serî heta binî tecrîd heye
09:00 Sergardiyan gefa kuştinê li girtiyan xwariye: Em ê we bi komî bişewitînin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2022'YAN
08/11/2022
22:05 Acetê HPG'î li warê xwe Êlihê hat veşartin
21:38 Raportorên NY‘yê xwestin demildest Fincanci bê berdan
20:49 KCD, DBP û HDP'ê serdana malbatên kesên ku di qezaya Dutaxê de jiyana xwe ji dest dan kirin
19:37 Li Dersimê çokeke berf ketiye
17:45 Komîsyona rektoriyê dê ji bo daxwaza xwendekarên hiqûqê li hev kom bibe
17:26 Komîsyonê bi yekdengî biryara betalkirina parêzbendiya Guzelê da
17:20 Xwestin 'Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê' bê betalkirin
16:44 Danişîna mamosteyên nîjadperest ên ku heqaret li kurdî kiribûn hat taloqkirin
16:34 Danişîna doza Demokratîk Modernîteyê hat taloqkirin
16:20 Pirsa çekên kîmyewî ji Çavûşoglû hate pirsîn: Hûn ê lêkolîn bikin?
16:19 Dayika girtiyê nexweş: Bila her kes dengê xwe bilind bike
15:39 Prz. Gungordu: Biryar îspat dike ku muwekîlên me dîlgirtiyên siyasî ne
15:02 ÎHD li 27 bajaran daxuyanî da: Divê demildest dawî li binpêkirina mafên girtiyan were anîn
14:42 Şahidê qezaya li Agiriyê pêk hat: Îhmal heye
14:29 Li Wanê 137 sal û 6 meh cezayê hefsê dan 22 kesan
14:07 Sancar: Ji bo nixûmandina kedxwariya xwe serî li polîtîkaya şer didin
13:55 Li Nîjeryayê gelemperî jê jin 80 kes hatin revandin
13:04 Rêxistinên elewiyan meşiyan Meclisê: Em ne komeqanûnê lê hemwelatiya wekhev dixwazin
13:01 ELDH: Tecrîd ji aliyê gelên cîhanê ve tê zanîn
12:38 Malbatên girtiyan: Sedema zilma li ser zarokên me kurdbûn e
12:29 Partiya Çep a Kesk ji bo piştevaniyê serdana rojnamevanan kir
12:16 Xizmên girtiyan di danişîna ewil de beraet kir
11:59 'Heke daraz nikaribe mazlûman biparêze, kes nikare behsa edaletê bike’
11:37 Mîhrîcan bû bingeha nîqaşên şanoya serbixwe
11:28 Li Wanê 6 penaber ji zinar ketin xwarê
11:23 Elmanya ji bo Fîncanci name ji Erdogan re şand: Bila bê berdan
10:49 Serhildana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike
09:17 Malbatên ku zarokên wan di jêrzemînan de hatin qetilkirin: Em ê doza heqê zarokên xwe bikin
09:07 Sîbel Balaç: Me li dijî bêedaletiyê mafê xwe yê rêxistinbûyînê parast
09:05 Îdianameya kujerê Berîvan Alturkê hat amadekirin
09:04 17 sal di ser bombekirina Pirtûkxaneya Ûmûtê re derbas bûn
09:01 Tevî hemû delîlan jî kujerên Evgun nehatine zevtkirin!
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2022'YAN
07/11/2022
20:09 50 kesên di meşa li dijî çekên kîmyewî de hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:30 Şandeyeke amerîkî hat Enqereyê
16:29 Li Agiriyê qeza pêk hat: 7 kes mirin 11 kes birîndar bûn
16:24 Di êrişa dewleta tirk de şervanekî HSD’ê jiyana xwe ji dest da
16:17 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: Ev der Amed e û em ê li ber xwe bidin
14:10 Tirkiye dibe sedem ku kolera li Sûriyeyê belav bibe
14:02 Seroka Giştî yê DÎSK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: Ev têkoşîn Tirkiyeyê vedibêje
14:02 Dîmenên dema artêşa tirk cenazeyên leşkeran dişewitîne hatin weşandin
13:42 Bihayê zêran di nava hefteyekê de ji sedî 2 zêde bû
13:32 Pirtûkên ku bi îdiaya ‘delîlên sûc’ desteser kiribûn dîsa li rojnamegeran vegerandin
12:01 Bavê aktîvîstê îranî Ronaghî li pêşiya girtîgehê krîza dil derbas kir
11:57 Li Belucistanê 15 girtî hatin bidarvekirin
11:44 Berê xwe bidin çiyayan hûn ê xweşikbûna payîzê bibînin
11:37 Piştî NATO’yê vê carê jî Swêd serdana Tirkiyeyê dike
11:31 Konferansa Jinan a Navneteweyî bi dawî bû: Tora têkoşîna hevpar hat ragihandin
11:11 Jin wê di 25’ê Mijdarê de li Tunela Taksîmê bin
10:33 Li Baselê Dîwana Dengbêjiyê hate lidarxistin
10:22 Ji JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya cotmehê