'Em li axa xwe bikaranîna çekên kîmyewî qebûl nakin'

  • rojane
  • 09:02 5 Mijdar 2022
  • |
img
AMED - Endamê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Mirad Bîlgîç destnîşan kir ku divê her kes xwedî li daxwaza ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî derkeve û wiha got: "Divê her kes bibêje li axa ku ez lê dijîm, jiyana ku ez jî parçeyekî wê me bikaranîna çekên kîmyewî qebûl nakim û doza lêkolînkirinê dikim."
 
Êrişên dewleta tirk yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ên li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê ji 17'ê Nîsanê ve didomin. Ji roja ev şer hatiye destpêkirin heya niha Tirkiyeyê li van herêmên navborî gelek caran çekên kîmyewî bi kar aniye. Li gorî daxuyaniya Navenda Parastina Gel (NPG), di van êrişên bi çekên kîmyewî de 44 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad a Starê (YJA-Star) jiyana xwe ji dest dane. Her wiha dîmenên du HPG'iyên bandor ji çekên kîmyewî girtibûn jî hatibûn belavkirin. Piştî van dîmenan gelek derdor bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî dan. 
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER) ya Amedê, Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), Platforma Koçberiyê, Meclîsa Ciwanan a HDP’ê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê dê 6’ê di Mijdarê de li navçeya Silopiya ya Şirnexê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî "Meşa Mirovahiyê’ li dar bixin.
 
Endamê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Mirad Bîlgîç têkildarî mijarê bi lêv kir ku çekên kîmyewî bandoreke mezin li xwezayê dikin û got ku divê hemû xwezaperwer li dijî bikaranîna çekên kîmyewî û şer deng derxin.
 
BANDORA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
 
Bîlgîç, anî ziman ku çekên kîmyewî bandorê li nifşên ku hê nehatine dinê jî dike û wiha got: “Şer dijberî jiyanê ye. Ji ber wê kesên ku ji xwe re dibêjin em xwezaperwer in û saziyên ekolojiyê divê li dijî şer rabin. Ji ber ku şer mirinê tîne. Lê çekên kîmyewî rûyê qirêj yê şer in. Ji ber vê divê hemû kes li dijî bikaranîna çekên kîmyewî rabin. Bikaranîna çekên kîmyewî di peymanan de jî hatiye qedexekirin. Ji ber ku dema çekên kîmyewî li herêmekê bên bikaranîn çi qas bandor dike û bandora wê çend salan didome ne diyar e. Heke îro hemû dinya bibêje ku êdî şer qedexe ye jî bandora çekên kîmyewî ku hatine bikaranîn dê bi sedan salan li dinyayê bike. Nifşên ku hê nehatine dinyayê û nebatên ku hê tov in jî bandorê jê digirin."
 
Bîlgîç, diyar kir ku hewa û avhewa jî bandorê ji çekên kîmyewî digirin û ev tişt anîn zimên: “Dema çekên kîmyewî tên bikaranîn, li hewayê belav dibe û nayê zanîn bê bandora wê ya hewayê heta ku derê diçe. An jî çawa bandorê li hewayê dike ne diyar e. Ji ber wê dibe ku em piştî 10 salan bandora çekên kîmyewî bibînin. Ya duduyan dibe wekî nemêk û di demeke cuda de xwe dide der. Ya sêyan jî li ser axê dimîne û di destpêkê de hemû tiştên li ser axê tune dike û berhemdariya axê jî qels dike û di nava ava bin axê de digihê cihên cuda. Ji ber vê çekên kîmyewî tenê li dijî 2 aliyên şer nayên bikaranîn. Hemû zindî û nezindî û hemû hêmanên ku gerdûnê ava dikin bandorê ji wan digirin. Ji ber vê, heke ew şer îro biqede jî bandora çekên kîmyewî wê berdewam bike. Lewma em Tevgera Ekolojiyê li dijî şer in, lê dema mijar bibe çekên kîmyewî em ji deh qatan zêdetir li dijî şer in."
 
‘DIVÊ LÊKOLÎN BÊN KIRIN'
 
Bîlgîç, destnîşan kir ku 4 an jî 5 nifş bandorê ji çekên kîmyewî digirin û wiha pê dê çû: “Bandora çekên kîmyewî ku di şerê cihanê yê yekemîn de hatine bikaranîn hê jî tê nîqaşkirin. Çend sal di ser re derbas bûne, lê bandorê li 4 nifşan piştî şer kir. Ji ber wê kesên xwezaperwer û jiyanparêz li dijî çekên kîmyewî radibin û bi yekdengî bang dikin ku lêkolîn bên kirin. Di encamê de ger kifş bibe ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn, divê raya giştî ya dinyayê bertek nîşan bide. Li gorî peymanan jî divê danekirinek hebe. Hemû ajal, nebat û ava ku diherike ji çekên kîmyewî bandorê digirin. Ji hemû bîr, bawerî, felsefe û zanîstê av bi paqijiya xwe pîroz tê penasekirin. Ji ber ku ew ava paqij hatiye qirêjkirin divê bertekên xurt bên nîşandayin. Îro angaşta ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn heye. Mafê min jî heye ku daxwaza lêkolînkirina çekên kîmyewî bikim. Heke çekên kîmyewî nehatibin bikaranîn, nexwe bila rê bidin ku pispor lêkolînê bikin, da ku em jî bibînin hatine bikaranîn yan na. Çima pêşiya lêkolînkirinê digrin? Ev fikaran li me peyda dike." 
 
‘SEDEMA BÊDENGBÛNÊ KURDITÎ YE’
 
Bîlgîç, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser bêdengbûna qada navneteweyî û saziyên ekolojîst jî û got: “Hin sazî û dezgehan li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bertek nîşan dan. Çend ekolojîst û saziyan bi dîmen û nivîsên xwe xwestin ku îdiayên ji bo çekên kîmyewî bên lêkolînkirin. Lê li gorî van îdiayan bertekên ku hatin nîşandayin qels bûn. Dema ku di navbera 2 dewletan de angaştek bi vî rengî hebe, gelek dewlet daxwaza lêkolînê dikin û ev dikeve rojeva hemû dinyayê. Lê dema mijar tê ser kurdan bêdeng dimînin. Ji ber ku kurd xwe nasipêrin cihekî û cihan jî dibêje hûn xwe nasiperin cihekî em tiştekî nakin. Lê ev nayê wê wateyê ku em dê xwe bisipêrin cihekî. Hêza me ya ku heta îro em li ser pêyan sekinîne nîşan dide ku em dikarin wan jî berteraf bikin. Lê ew politikaya ku ‘Li gorî dilê min be ez dikarim bertekê nîşanî çekên kîmyewî bidim, ne li gorî dilê min be ez ê çavên xwe bigirim’ ev ne bi çanda mirovahiyê re, ne bi sincê însaniyetê re û ne jî bi tu baweriyeke re tekiliya xwe heye. Rewşa cîhanê jî niha wisa ye. Li gorî berjewendiyê tevdigerin, lê kesên ekolojîst li gorî berjewendiyan tevnagerin. Ji ber wê divê komên ekolojîst ên cîhanê ji dewletên xwe daxwaz bikin ku ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî serledan bên kirin.”
 
‘MEŞA MIROVAHIYÊ’
 
Bîlgîç, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser "Meşa Mirovahiyê" de ku dê di 6'ê Mijdarê de li navçeya Silopiya ya Şirnexê bê lidarxistin û ji bo beşdarbûnê ev bang li her kesî kir: “Angaşteke ku sûcê li dijî mirovahiyê di xwe de dihewîne heye. Daxwaza lêkolînkirina vê angaştê jî mafê hemû kesî ye. Ji ber wê em dibêjin ku divê hemû kes xwedî li vê daxwazê derkevin û vê meşê xurt bikin, daxwaza xwe rakin asta herî jor, tev li vê çalakiyê bibin û bibêjin, li axa xwe, jiyana ku ez jî parçeyekî wê me bikaranîna çekên kîmyewî qebûl nakim û doza lêkolînkirinê dikim. Bi vê nêrînê divê hemû kesên ku ji vê axê, fikra wan çi dibe bila bibe, heke jiyanparêz bin û mirovahîparêz bin divê tev li çalakiye bibin û ji bo bandorek li dinyayê bike vê meşê xurt bikin ku lêkolînek bê destpêkirin. Ji ber wê banga min ji hemû kesên ku jiyanê diparêzin, hemû gelên cîhanê û bi taybetî jî gelên Kurdistanê ew e ku piştgiriyê bidin vê meşê.”
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

10/11/2022
09:30 Mafê hevdîtina bi hempîşeyên wan re yê rojnamegerên girtî asteng dikin
09:29 Cotkarên Silopiyayê nikarin pembûyê xwe bifiroşin
09:05 Mafê jiyanê yê her du birayên girtî û nexweş tê binpêkirin
09:04 Darfiroş û darvanên Colemêrgê: Heta ku AKP têk neçe krîza aborî çareser nabe
09:04 Li Wanê di 7 rojan de 4 mirinên biguman
09:03 Amed amadekariyên Komcivîna Stareyên Jinan dike
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2022'YAN
09/11/2022
21:03 Şahidê Komkujiya Dersimê Bego Polat jiyana xwe ji dest da
17:01 Li Edeneyê Platforma Ekolojiyê hate avakirin
16:57 Abdî ya bi tevî pitika xwe du mehî ve girtîbû hat berdan
16:38 Endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:37 Nobeta Edaletê: Bila tecrîd û îşkence bi dawî be
16:08 Saziyên sivîl û partiyên siyasî serdana şîna Temîz kirin
16:07 Şaxa Platforma KESK’ê ya Amedê: Ne bûdçeya gel lê bûdçeya şer e
16:07 Di doza Seroka Komeleya Rosayê de dê mutala bê amadekirin
15:33 Li Sirri Sureyya Onder 5 meh cezayê hefsê hate birîn
14:45 Rapora girtîgehan a OHD’ê: Divê mekanîzmaya venihêrînê ya serbixwe bê avakirin
14:33 Çalakiya xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê didome
14:11 Cenazeyên kesên di qezaya Dutaxê de mirin dane malbatên wan
14:07 Ferît Şenyaşar: Kujeran xwe li pişt îktidarê veşartiye
13:59 Rojnamevanan serdana ajansa me kir
13:45 Pêşniyaznameyên kîmyasalê bi hêceta ‘mijarên nayên pirsîn’ hat vegerandin
13:40 Bulbul: AKP qeyûm tayînî civaka elewîtiyê dike
13:31 Sefîra Ingilîz serdana HDP’ê kir
13:23 3 roj in li benda wergirtina cenazeyan in
13:13 Ceyrana girtiyan hat birîn
13:12 Gelo ser bermamiyên dîrokî ku li Ben û Senê derketin holê tê niximandin?
13:07 Ji girtiyekî name: Hevalên me le erdê radizên
12:42 Li pêşiya AYM’ê êrişî kedkarên perwerdehiyê kirin
12:38 Piştî girtiyan zexta “qawişa serbixwe” li malbatan jî tê kirin!
12:18 Guleryuz: Divê Tirkiye destûrê bide ku şandeyên serbixwe çekên kîmyewî lêkolîn bikin
12:06 Li Miksê dema ‘Sêvên Çalê’ ye
12:02 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe bi cih neanîn
11:52 6 meh in îdianameya derbarê wan de nehatiye amadekirin
11:32 Nivîskar Mehmûd Nêşite koça dawî kir
11:15 Amediyan afîşên Bahçelî çirandin
10:51 MYK’a HDP’ê dicive
10:42 Serokatiya Cemxane û Çandê ya Elewî-Bektaşî hat damezrandin
10:36 Brûkanliyê xwe şewitandibû li revîrê bikelemçeyê tê dermankirin
10:24 Rojnamevan Bêrîvan Altan heqîqetê veguherand evîndariyê
10:12 Wesayîtên şaredariyê xistin xizmeta AKP’ê
09:55 Keça girtiyê nexweş Ozkan: Werin li dadgehê bi çavê xwe rewşa bavê min bibînin
09:41 Di qezaya Dutaxê de hejmara miriyan derket 8’an
09:03 'Armanca binpêkirinên mafan polîtîkaya tepisandinê ye'
09:02 Nelirêtiyên li ser nelirêtiyê yên qeyûmê Mêrdînê!
09:02 Kavak ê ku di 1974'an de Ocalan nas kiriye: Tekane çare Ocalan e
09:01 Evsen ê ku 30 salan di girtîgehê de ma: Li girtîgehan ji serî heta binî tecrîd heye
09:00 Sergardiyan gefa kuştinê li girtiyan xwariye: Em ê we bi komî bişewitînin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2022'YAN
08/11/2022
22:05 Acetê HPG'î li warê xwe Êlihê hat veşartin
21:38 Raportorên NY‘yê xwestin demildest Fincanci bê berdan
20:49 KCD, DBP û HDP'ê serdana malbatên kesên ku di qezaya Dutaxê de jiyana xwe ji dest dan kirin
19:37 Li Dersimê çokeke berf ketiye
17:45 Komîsyona rektoriyê dê ji bo daxwaza xwendekarên hiqûqê li hev kom bibe
17:26 Komîsyonê bi yekdengî biryara betalkirina parêzbendiya Guzelê da
17:20 Xwestin 'Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê' bê betalkirin
16:44 Danişîna mamosteyên nîjadperest ên ku heqaret li kurdî kiribûn hat taloqkirin
16:34 Danişîna doza Demokratîk Modernîteyê hat taloqkirin
16:20 Pirsa çekên kîmyewî ji Çavûşoglû hate pirsîn: Hûn ê lêkolîn bikin?
16:19 Dayika girtiyê nexweş: Bila her kes dengê xwe bilind bike
15:39 Prz. Gungordu: Biryar îspat dike ku muwekîlên me dîlgirtiyên siyasî ne
15:02 ÎHD li 27 bajaran daxuyanî da: Divê demildest dawî li binpêkirina mafên girtiyan were anîn
14:42 Şahidê qezaya li Agiriyê pêk hat: Îhmal heye
14:29 Li Wanê 137 sal û 6 meh cezayê hefsê dan 22 kesan
14:07 Sancar: Ji bo nixûmandina kedxwariya xwe serî li polîtîkaya şer didin
13:55 Li Nîjeryayê gelemperî jê jin 80 kes hatin revandin
13:04 Rêxistinên elewiyan meşiyan Meclisê: Em ne komeqanûnê lê hemwelatiya wekhev dixwazin
13:01 ELDH: Tecrîd ji aliyê gelên cîhanê ve tê zanîn
12:38 Malbatên girtiyan: Sedema zilma li ser zarokên me kurdbûn e
12:29 Partiya Çep a Kesk ji bo piştevaniyê serdana rojnamevanan kir
12:16 Xizmên girtiyan di danişîna ewil de beraet kir
11:59 'Heke daraz nikaribe mazlûman biparêze, kes nikare behsa edaletê bike’
11:37 Mîhrîcan bû bingeha nîqaşên şanoya serbixwe
11:28 Li Wanê 6 penaber ji zinar ketin xwarê
11:23 Elmanya ji bo Fîncanci name ji Erdogan re şand: Bila bê berdan
10:49 Serhildana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike
09:17 Malbatên ku zarokên wan di jêrzemînan de hatin qetilkirin: Em ê doza heqê zarokên xwe bikin
09:07 Sîbel Balaç: Me li dijî bêedaletiyê mafê xwe yê rêxistinbûyînê parast
09:05 Îdianameya kujerê Berîvan Alturkê hat amadekirin
09:04 17 sal di ser bombekirina Pirtûkxaneya Ûmûtê re derbas bûn
09:01 Tevî hemû delîlan jî kujerên Evgun nehatine zevtkirin!
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2022'YAN
07/11/2022
20:09 50 kesên di meşa li dijî çekên kîmyewî de hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:30 Şandeyeke amerîkî hat Enqereyê
16:29 Li Agiriyê qeza pêk hat: 7 kes mirin 11 kes birîndar bûn
16:24 Di êrişa dewleta tirk de şervanekî HSD’ê jiyana xwe ji dest da
16:17 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: Ev der Amed e û em ê li ber xwe bidin
14:10 Tirkiye dibe sedem ku kolera li Sûriyeyê belav bibe
14:02 Seroka Giştî yê DÎSK’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: Ev têkoşîn Tirkiyeyê vedibêje
14:02 Dîmenên dema artêşa tirk cenazeyên leşkeran dişewitîne hatin weşandin
13:42 Bihayê zêran di nava hefteyekê de ji sedî 2 zêde bû
13:32 Pirtûkên ku bi îdiaya ‘delîlên sûc’ desteser kiribûn dîsa li rojnamegeran vegerandin
12:01 Bavê aktîvîstê îranî Ronaghî li pêşiya girtîgehê krîza dil derbas kir
11:57 Li Belucistanê 15 girtî hatin bidarvekirin
11:44 Berê xwe bidin çiyayan hûn ê xweşikbûna payîzê bibînin
11:37 Piştî NATO’yê vê carê jî Swêd serdana Tirkiyeyê dike
11:31 Konferansa Jinan a Navneteweyî bi dawî bû: Tora têkoşîna hevpar hat ragihandin
11:11 Jin wê di 25’ê Mijdarê de li Tunela Taksîmê bin
10:33 Li Baselê Dîwana Dengbêjiyê hate lidarxistin
10:22 Ji JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya cotmehê