Li dijî girtina rojnamegeran bertek: Hûn ê hesaba vê bidin û ji şerman serê xwe bitewînin

  • rojane
  • 13:26 2 Mijdar 2022
  • |
AMED - DFG û MKGP’ê bi daxuyaniyekê girtina rojnamegeran şermezar kir û wiha got: “Em li vir in û yên ku diçin dê hûn bin. Hûn ê hesaba vê bidin û ji şerman serê xwe bitewînin.” Her wiha kampanyaya “Nûçeyekî jî tu bişîne” hat destpêkirin. 
 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firat (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) girtina 9 rojnamegerên kurd li ber avahiya xwe ya navçeya Yenîşehîr a Amedê bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Amedê û gelek rojnameger di daxuyaniyê de amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” ku wêneyên 25 rojnamegerên kurd ên girtî li ser bû vekirin. Girseyê dirûşmên “Amed bêdeng nemîne xwedî li çapemeniya xwe derkeve” û “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” berz kir. 
 
Di daxuyaniyê de metna kurdî ji aliye Rêvebera MKGP’ê Roza Metîna û ya tirkî jî ji aliye Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû ve hat xwendin. 
 
‘HÛN DÊ HESAB BIDIN’
 
Metîna, diyar kir ku Komara Tirkiyeyê kete sala xwe ya sedemîn lê hêjta jî azadiya çapemenî, fikr û raman di bin lingan de ye. Bi domdarî Metîna destnîşan kir ku di 5 mehan de 26 rojnameger hatin girtin û wiha pê dê çû: “Rojnameger dema li mala xwe hatin binçavkirin, polîsan ew bi îşkenceyê birin girtîgehê. Destên wan ji pişt ve hatin kelemçekirin û hewl dan serê wan bitewînin. Dîmenên vê îşkenceyê ji aliyê emniyetê ve hatin weşandin. Bi vî rengî peyamê didin rojnamegerên din. Rojekê hûn dê teqez hesaba vê bidin û ji şerman serê xwe bitewînin.” 
 
‘EM LI VIR IN’
 
Bi domdarî Metîna êrişên li ser çapameniya azad bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelek îktîdar hatin û çûn û tevekan jî Çapemeniya Azad hedef girtin. Bi bombeyan êrişî avahiyên rojnameyan kirin, rojnameger hatin kuştin û hatin girtin lê belê çapemeniya kurd tu carî gav paşde neavêt. Berovajî vê yekê, bi ser rastiyê de çûn û lîstikên qirêj ên îktidaran teşhîr kirin. Banga me ya ji bo aqilmendên desthilatdariyê ku digotin; ‘hûn dihatin kuştin lê îro tên girtin’ û dixwazin em ji bo halê xwe şikur bikin ev e; ev hewldanên we vala ne. Hûn dê di bin zilm û behiqûqiya xwe de bimînin û aqûbeta we dê ji ya îktîdarên din xerabtir be. Tevî her şert û mercan jî em hebûn û dê her hebin. Em li vir in û yên ku di demekî herî nêz de dê biçin jî hûn in.” 
 
‘ÇAPEMENIYA GELÊ KURD KÎMYAYA WE XERA DIKE’
 
Di berdewamê de Metîna balkişand ser darizandina rojnamegeran a ji bo nûçe û endamtiya saziyên rojnamegeran û wiha pê de çû: “Hûn êdî gotina ‘Ev ne rojnameger in’ nikarin bi tu kesî bidin bawerkirin. Yên ji bo îktidara we çepikan lê dixin qey rojnameger in? Em ne ew rojnameger in ku hûn têxin xetekê û bêjin ‘Çi hewce dike bike.’ Em ê tu carî jî wisa nebin. Hûn nikarin rêxistinên ku em endamên wan in û nûçeyên me, bi dosyayên ku we amade kirine, bi krîmînalîzekirin û terorîzekirinê re encamê bigirin. Dema gelê kurd û çapemeniya gelê kurd kîmyaya we xera dike, hûn dest diavêjin dosyayên berê û hûn ji refan dadixin. Hûn dibêjin qey hûn ê bi vî rengî rizgar bibin. Hewldana we ya ji bo guhertina rojevê jî bi encam nabe.”
 
KAMPNAYAYA ‘NÛÇEYEKÊ JÎ TU BIŞÎNE’
 
Di dawiya axaftina xwe de Metîna bal kişand ser kampanyaya "Nûçeyekê jî tu bişîne” û wiha bang li rojnameger û saziyan kir: “Em bang li rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê, rewşenbîr, nivîskar û rojnamegerên xwe ji bedeldayînê paşve nadin û azadiya agahîgirtinê ya civakê diparêzin, dikin. Em ji tecrûbeyên xwe yên berê dizanin; heke îro yên hedef tên girtin em bin, sibe dê hûn bin. Dibe ku sibe êdî gelek dereng be. Em dikarin vê zilmê bi hev re têk bibin. Tiştên ji me standin em dikarin li xwe vegerînin. Ev hêza me heye, bes em li ber xwe bidin û bi hev re bin. Loma em dibêjin, gotin qediya dora çalakiyê ye. Ji vir em dixwazin kampanyayekê ragihînin û em dixwazin dest pê bikin. Bi nivîs û nûçeyên ku hûn ê bişînin hûn dikarin li dijî kesên êrişî JINNEWS û Ajansa Mezopotamyayê (MA) dikin, bi me re têkevin nava piştevaniyê. Em hemû hempîşeyên xwe vedixwînin kampanyaya ‘Nûçeyekê jî tu bişîne.” Ew ê nûçe û nivîsên we hêzê bide me, qeydên li lingê çapemeniyê geriyane wê bişikên.” 
 
Daxuyanî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.

Sernavên din

07/11/2022
10:21 Meşa Mirovahiyê: Ji bilî berxwedanê tu çare nînin
10:16 Li Sengawê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
10:15 Chomsky xwest ku bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin
09:01 Mêrsîn bi bermayiyan qirêj dibe, nexweşî zêde dibin
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2022'YAN
07:16 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
06/11/2022
22:49 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hate kuştin 3 jî birîndar bûn
20:52 Konferansa Jinan a Navnetewî: Jiyana tê xwestin bi şoreşê pêkane
18:59 Li Silopiya di meşa li dijî çekên kîmyewî de 32 kes hatin binçavkirin
18:45 Li Stenbolê 80 kes hatin binçavkirin
17:53 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê bi Trabzonsporê re 1 û 1 ma
17:08 Ji Stenbolê bang kirin: Heta ku were lêkolînkirin em ê li qadan bin
16:46 TÎP: Em ê li hemberî êrişên faşîst serî netewînin
15:54 12 parlamenteran ji Parlamentoya Başûr îstîfa kirin: Em nabin şirîkê derqanûntiyê
15:33 Li her kolana derdikeve Îstîklalê li ber xwe dan
14:41 Ji 300 rewşenbîran bo rejîma Îranê bang: Dawî li zextên xwe bîne
14:35 Li Wanê operasyana leşkerî hate destpêkirin
14:35 Li Global Boksê bikaranîna çekan hat protestokirin
14:13 Malbata Şenyaşar: Yên ku aliyê zaliman digirin dê winda bikin
13:55 Li Îranê dengê şoreşê bilind dibe
13:38 Parlamenterên Iraqê bang li hikûmetê kirin: Li dijî êrişan bêdeng nemîne
12:47 Bi hezaran kesan li dijî çekên kîmyewî kolan bi kolan li ber xwe dan
12:30 Ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ çol û çiyayan derbas dikin
12:22 Di kampa leşkerî ya Somaliyê de teqîn: 5 kes mirin, 11 kes birîndar bûn
12:21 Prof. Dr. Altintaş: Gotina ‘bila YOK were girtin’ êdî dibe fantazî
11:30 Li Silopiyayê ‘Meşa Mirovahiyê’ dest pê dike
11:18 Baroyan ji bo ‘çareserkirina pirsgirêka kurd’ bang kirin
10:17 Di kana madenê ya Zonguldakê de teqîn: 4 karker birîndar bûn
09:55 Philippe Leruth: Rojnamegerên hatine girtin, rûmeta rojnamegeriya li Tirkiyeyê ne
09:28 Di şer û pevçûnên li Başûr de 2 leşker hatin kuştin
09:04 Seroka Odeya Bıjişkan a Amedê: Em girtina Şebnem xoceyê qebûl nakin
09:04 'Îmrali xala destpêkê ya bêhiqûqîtiyê ye'
09:03 'Desthilat dixwaze ser sûcên xwe binixumîne'
09:01 Lêpirsîna Kader Ortakayayê daxilî nava yên 'kiryar nediyar' kirin
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2022'YAN
05/11/2022
21:47 Xelatên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî hatin dayîn
19:44 Gelê Silopiyayê vexwandin ‘Meşa Mirovahiyê’
16:51 Bi pankartê banga ‘Meşa Mirovahiyê’ hate kirin
16:29 ÎHD: Bila rojnamevan û Fîncanci bên berdan
16:20 Rewşa girtiyê ku bi teşhîsa xelet hatiye emeliyatkirin giran bû
16:02 Polîsan dîsa gef li fîrmaya otobusê xwar ku rojnameya Xwebûnê nebe
15:54 Deklarasyona 25'ê Mijdarê: Li dijî faşîzm û qirkirina jinan dem dema azadiya jinan e
15:40 Li Erdîşê mirina biguman a jinekê
15:22 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de hat xwestin ku girtiya nexweş Çakir bê berdan
15:08 ÎHD'ê aqûbetên Bayram, Yakar û Toraman pirsîn
14:35 Ji bo welatiyên 27 sal berê hatin gulebarankirin û şewitandin edalet hat xwestin
14:18 Baroya Amedê bertek nîşanî beraetkirina serokê MHP’ê da
13:55 2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî li Berlînê dest pê kir
13:49 Li Bedlisê operasyona leşkerî hate destpêkirin
13:42 Orbay ji Stenbolê heta Heciya Kurda hat pêşwazîkirin
13:32 Fîncanci: Ez ê tevkariya xwe ya li heqîqetê bidomînim
13:12 EMEP’ê ji bo piştevaniyê serdana ajansa me kir
13:11 Heman dadgerî Mûsa Orhan tehliye kir û serokê MHP’yî jî da beraetkirin
13:02 ‘Li Iraqê hebûna leşkerên tirk dagirkerî ye’
12:18 Malbata Şenyaşar: Rojên ku heqîqet derkeve holê nêz in
12:18 Parêzer Aryen Tûran: Em ê her bêhiqûqiyan vebêjin
12:00 Li Xarpêtê ji ber deynî şer kirin: 3 kes mirin
11:47 Eyşe Efendî: Divê kurd li dijî çekên kîmyewî hêza xwe bikin yek
11:30 Malbatên girtiyan: Çapemeniya azad rastiya me ye
11:30 Bi veguhestina pirtûkan xwestin girtiyê nexweşê giran Boltan îşkence bikin
11:07 Banga ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ ya li Silopiya: Bila hesab bidin
10:07 Li Kurdistanê ji bendavan ber bi kîmyasalê ve: Talana ekolojîk didome
09:37 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: Heke xwesteka me neyê cih em ê biçin ber deriyê rektoriyê
09:37 Di Doza Kobanê de biryara navberê hate dayîn: Yorûlmaz û Bagcik hatin berdan
09:09 Bavê Xemgîn Kiçî yê bi çekên kîmyewî hat qetilkirin: Ji bo Xemgînan çû, serê me netewand
09:04 Banga ji bo 'Meşa Mirovahiyê': Werin em bi hev re li dijî çekên kîmyewî têbikoşin
09:02 'Em li axa xwe bikaranîna çekên kîmyewî qebûl nakin'
09:01 Li Îmraliyê 'hîle-î şerriye' didome
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2022'YAN
04/11/2022
23:18 Sancar: Desthilat herî zêde ji çapemeniya azad ditirse
22:39 Doza Kobanê: Hûn jinên kurd didarizînin
21:46 Abdulhamît Orbay piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:35 Rojbîn Perîşan li Amedê bi dirûşmeya 'jin jiyan azadî' hat pêşwazîkirin
18:40 Rojnamevan Şahînliyê bi awayekî destkelemçekirî muayene kirine
18:03 Serdanên piştevaniyê yên ji bo MA û Jinnewsê didomin
16:46 Agahî ji Brûkanliyê xwe şewitand nayê wergirtin
16:45 2’yemîn Konferansa Jinan a Navnetewî sibê dest pê dike
16:45 Di komkujiya Bartine de kesekî din jî jiyana xwe ji dest da
16:30 SOLIDAIRES û SNJ’ê ji bo rojnamevanên kurd banga piştevaniyê kirin
16:30 Berxwedana Jînayê di roja 50’an de ye
16:17 ÎHD’a Amedê: Em ê di aştiyê de israr bikin
16:05 ‘Em ê bi rêxistinbûyîna xwe bersivê bidin tecrîdê’
15:49 DFG: Hejmara rojnamevanên girtî gihîşt 88’an
15:42 Xizmên girtiyan: Tekane daxwaza me edalet e
15:41 Dayikan ji bo “Meşa Mirovahiyê” bang kirin: Bila êriş bên sekinandin
15:34 Çalakiya li Zanîngeha Dîcleyê didome: Meclisê dengê me bihîst lê rektor nebihîst
15:21 Sedemê cezayê li Guvenê hatiye birîn: Cezakirina wê pêdiviyeke lezgîn e
14:44 Doza Kobanê: Ev rojên tarî dê derbas bibin
14:38 Biryara jêrzemînên Cizîrê ya AYM’ê: Binpêkirin nîne, hêza kuştinê ji neçarî bûye
14:14 Parêzer Aryen Tûran hate berdan
14:09 Di Doza Kobanê de banga çekên kîmyewî li Akar hat kirin: Envanterên TSK’ê veke
14:03 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:50 ‘Bila parêzer Aryen Tûran bê berdan’
13:49 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Îktidar budçeyê ne ji ciwanan re ji şer re vediqetîne
13:18 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me daxwaza herkesên ku dibêjin em mirov in e
12:59 Banga ‘Meşa Mirovahiyê’: Çekên kimyasal sûc e
11:42 HDP’ê ji bo 4’ê Mijdarê got: Xwestin vîna gelê me bişikînin lê nekarîn rê li ber meşa me bigirin
11:21 Leşkerek li Başûr di şer de hate kuştin
11:19 Şaredariya Panosê Rojên Çand û Hunerê li dar dixe
11:17 Belgefîlma 'Girtîgeh an jî Sirgûn’ li Bernê hat pêşandan