Kurdêya dêya xwe, Zinarîna têkoşînê

  • rojane
  • 09:02 2 Mijdar 2022
  • |
MÊRSÎN - Zinarîn Cûdî ku li Zapê bi çekên kîmyewî hat qetilkirin, bi vî awayî dabû ser rêça azadiyê: "Li vî welatî, heya em bi rihetî bi zimanê xwe neaxivin û heya Kurdistana azad neyê avakirin zewac li me heram e û koletî ye."
 
Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ên li Zap, Avaşîn û Metînayê ji 17'ê nîsanê ve didomin. Di êrişên Tirkiyeyê yên bi çekên kîmyewî de 17 endamên HPG û YJA-Starê jiyana xwe ji dest dan. Ji HPG'î û YJA-Stariyên ku di 18'ê cotmehê de nasnameyên wan hatibûn eşkerekirin yek jê jî endama YJA-Starê Zinarîn Cûdî (Gûrbet Oran) bû. Zinarîn Cûdî, di êrişên bi çekên kîmyewî de yên di meha Îlonê de li Zapê çêbûbûn jiyana xwe ji dest daye. 
 
Zinarîn, piştî malbata wê ji ber zextên dewletê û ferzkirina cerdevantiyê di sala 1987'an de ji bajaroka Şenoba ya navçeya Qileban a Şirnexê koçî navçeya Toroslar a Mêrsînê dike, li vir di sala 1994'an de hatiye dinyayê. Malbata wê xwestiye navê wê wekî Kurdistan tomar bike, lê ji ber ku ev nav nehaiye qebûlkirin di nasnameya dewleta tirkî de navê Gûrbet lê hatiye kirin. Lê ew her tim wekî "Kurdê"ya malbatê maye. Zinarîn ku li vir ji tu Newrozê û çalakiyan nemaye, gava dest bi amadekariyên ji bo zanîngehê kiriye, di 4'ê Nîsana 2014'an de tevlî nava refên PKK'ê bûye. 
 
NAMEYA LI DÛ XWE HIŞTIYE
 
Zinarîn berî biçe bi 13 rojan nameyek nivîsiye û xistiye çenteyê xwe yê dibistanê. Zinarîn di nameya xwe de armanca çûna xwe wiha ragihandiye: "Îro 19.03.2014 û min biryarek girt. Dibe ku ev biryara min gelek kesan biêşîne, lê ji bo aramî û bextyariya gelek kesan e. Li vî welatî, heya em bi rihetî bi zimanê xwe neaxivin û heya Kurdistana azad neyê avakirin zewac li me heram e û koletî ye. Ji ber hindê min biryar girt ku tevlî nava refên hevrêyê xwe bibim. Tu tişt ji vê biryara min xweştir tune ye li vî welatî. Ger bimirim, dixwazim di rêça doza xwe de bimirim, ne wekî miroveke asayî. Ez ji bo Rêbertî, gelê xwe û ji bo ciwanên wekî xwe tevlî dibim. Ez jineke 20 salî me û 8 sal in partiyê û Rêbertî nas dikim û ez li ser şopa wî me. Azadiya Rêbertî azadiya tevahiya gelê kurd e. Ji roja min Rêbertî nas kiriyebûme evîndarê wî, evîneke nayê gotin. Divê mirov wê bijî. Ez amade me di vê rêçê de canê xwe bidim." 
 
Dayika wê Halîme û xwişka wê Hulya Oran behsa têkoşîna wê kirin. 
 
KURDÊYA MALBATÊ
 
Dayik Halîme Oran diyar kir ku gundê wan bi darê zorê hatiye valakirin û wiha got: "Li gund halê me baş bû, heywanên me û erdê me hebûn. Lê dema em ji gund derketin, em mecbûr man hemûyan bifiroşin. Em li metropolan di xaniyê bi kirê de bûn, me pir eziyet kişand. Nêzî 5 salan em ji bo berhevkirina şekirê çûn Enqereyê, paşê bi pereyê ku me dabû ser hev me xaniyê xwe çêkir. Dema rewşa me baş bû, min zarokên xwe şandin dibistanê. Gûrbet, di malbateke welatparêz de mezin bû. Dema hat dinyayê bavê wê navê wê kir Kurdistan. Lê ji ber ku li ser nasnameyê nenivîsandin em mecbûr man Gûrbet binivîsin. Li malê kesî jê re nedigot Gûrbet, me hemûyan jê re digot 'Kurdê'. Me digot qey diçe dibistanê, meger teclî xebatên ciwanan dibû. Dema ku tevlî xebatên Newrozê dibû, li pişt taxa me dixebitî. Lê me nizanîbû. Gûrbet pir girêdayî vê rêyê bû, ji xwendinê hez dikir. Keçeke pir sakîn bû. Carekê bi nîşana kes û sor û zer çû dibistanê. Mamosteyê wê bertek nîşan dide ku ew wê nîşanê rake û şelmaqekê lêdixe. Li ku derê mîtîngek an jî çalakiyek hebûna bi dizîka diçû wir." 
 
‘EZ PÊ SERBILIND IM'
 
Dayik Oran diyar kir ku ew ji televîzyonê pê hesiyaye ku keça wê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest daye û ji bo wê kêliyê ev tişt anîn ziman: "Dema ku min di televîzyonê de dît ez wêran bûm, ez nikaribûm li ser pêyan bisekinim. Bi dîtina wan wêneyan dilê min êşiya, Xwedê heqê wan nehêle. Em dixwazin xwedî li şehîdên xwe derkevin û berxwedana wan mezin bikin. Bila hemû kurd bibin yek û bi dijmin re hevkariyê nekin. Bi çekên kîmyewî ciwan û zarokên me dikujin. Rêya ku keça min daye ser, rêya namûs û şerefê ye. Em pê serbilind in. Çendî mirina wê êşbar be û kezeba min bişewitîne jî, lê ez pê serbilind im. Ev rûmet nabe nesîbê her kesî."
 
‘DENGÊ ÇALAKIYAN BÛ'
 
Xwişka wê Hulya Oran jî anî ziman ku xwişka wê jineke serîhildêr û azadîparêz bûye û axaftina xwe wiha qedand: "Tim tev li çalakiyan û xebatan dibû. Ew xwedî helwesteke bibiryar bû. Bavê min her tim me teşwîq dikir ku em beşdarî Newrozê û xwepêşandanan bibin. Ez diçûm, lê ji ber ku xwişka min diçû dibistanê, digot bila ew neçe. Rojekê dema ez beşdarî çalakiyekê bûm, min dît yek li pêş bi dengekî bilind dirûşmeyan berz dike. Min dizanibû ku ev deng, dengê Gûrbetê ye. Di her çalakî û merasîma cenazeyên şehîdan de bi dengekî bilind dirûşme berz dikirin. Tim digot, 'Em jin dizewicin, em dibin koleyên mêran. Zilmê li me dikin û azadiya me binpê dikin. Ez naxwazim vî tiştî bikim.' Digot ew ê ji bo nasnameya jinan şer bike. Ev rê, ji bo wê rêyeke bi rûmet bû. Piştî ku çû, em bi salan li benda xebereke wê man. Gava me ji nişkave ew di televîzyonê de dît, em pir xemgîn bûn. Lê ez dibînim ku bi sedhezaran kes behsa xwişka min û doza wê dikin. Loma em serbilind in. Dijmin bi tirsonekî nêzîk bû û ji ber ku dizanibû dê nikare bi ser bikeve serî li çekên kîmyewî da. Em ê li ser rêya wê bin û têkoşîna wî bidomînin.”
 
MA / Mûkadder Akyol
 

Sernavên din

07/11/2022
10:21 Meşa Mirovahiyê: Ji bilî berxwedanê tu çare nînin
10:16 Li Sengawê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
10:15 Chomsky xwest ku bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin
09:01 Mêrsîn bi bermayiyan qirêj dibe, nexweşî zêde dibin
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2022'YAN
07:16 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
06/11/2022
22:49 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hate kuştin 3 jî birîndar bûn
20:52 Konferansa Jinan a Navnetewî: Jiyana tê xwestin bi şoreşê pêkane
18:59 Li Silopiya di meşa li dijî çekên kîmyewî de 32 kes hatin binçavkirin
18:45 Li Stenbolê 80 kes hatin binçavkirin
17:53 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê bi Trabzonsporê re 1 û 1 ma
17:08 Ji Stenbolê bang kirin: Heta ku were lêkolînkirin em ê li qadan bin
16:46 TÎP: Em ê li hemberî êrişên faşîst serî netewînin
15:54 12 parlamenteran ji Parlamentoya Başûr îstîfa kirin: Em nabin şirîkê derqanûntiyê
15:33 Li her kolana derdikeve Îstîklalê li ber xwe dan
14:41 Ji 300 rewşenbîran bo rejîma Îranê bang: Dawî li zextên xwe bîne
14:35 Li Wanê operasyana leşkerî hate destpêkirin
14:35 Li Global Boksê bikaranîna çekan hat protestokirin
14:13 Malbata Şenyaşar: Yên ku aliyê zaliman digirin dê winda bikin
13:55 Li Îranê dengê şoreşê bilind dibe
13:38 Parlamenterên Iraqê bang li hikûmetê kirin: Li dijî êrişan bêdeng nemîne
12:47 Bi hezaran kesan li dijî çekên kîmyewî kolan bi kolan li ber xwe dan
12:30 Ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ çol û çiyayan derbas dikin
12:22 Di kampa leşkerî ya Somaliyê de teqîn: 5 kes mirin, 11 kes birîndar bûn
12:21 Prof. Dr. Altintaş: Gotina ‘bila YOK were girtin’ êdî dibe fantazî
11:30 Li Silopiyayê ‘Meşa Mirovahiyê’ dest pê dike
11:18 Baroyan ji bo ‘çareserkirina pirsgirêka kurd’ bang kirin
10:17 Di kana madenê ya Zonguldakê de teqîn: 4 karker birîndar bûn
09:55 Philippe Leruth: Rojnamegerên hatine girtin, rûmeta rojnamegeriya li Tirkiyeyê ne
09:28 Di şer û pevçûnên li Başûr de 2 leşker hatin kuştin
09:04 Seroka Odeya Bıjişkan a Amedê: Em girtina Şebnem xoceyê qebûl nakin
09:04 'Îmrali xala destpêkê ya bêhiqûqîtiyê ye'
09:03 'Desthilat dixwaze ser sûcên xwe binixumîne'
09:01 Lêpirsîna Kader Ortakayayê daxilî nava yên 'kiryar nediyar' kirin
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2022'YAN
05/11/2022
21:47 Xelatên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî hatin dayîn
19:44 Gelê Silopiyayê vexwandin ‘Meşa Mirovahiyê’
16:51 Bi pankartê banga ‘Meşa Mirovahiyê’ hate kirin
16:29 ÎHD: Bila rojnamevan û Fîncanci bên berdan
16:20 Rewşa girtiyê ku bi teşhîsa xelet hatiye emeliyatkirin giran bû
16:02 Polîsan dîsa gef li fîrmaya otobusê xwar ku rojnameya Xwebûnê nebe
15:54 Deklarasyona 25'ê Mijdarê: Li dijî faşîzm û qirkirina jinan dem dema azadiya jinan e
15:40 Li Erdîşê mirina biguman a jinekê
15:22 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de hat xwestin ku girtiya nexweş Çakir bê berdan
15:08 ÎHD'ê aqûbetên Bayram, Yakar û Toraman pirsîn
14:35 Ji bo welatiyên 27 sal berê hatin gulebarankirin û şewitandin edalet hat xwestin
14:18 Baroya Amedê bertek nîşanî beraetkirina serokê MHP’ê da
13:55 2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî li Berlînê dest pê kir
13:49 Li Bedlisê operasyona leşkerî hate destpêkirin
13:42 Orbay ji Stenbolê heta Heciya Kurda hat pêşwazîkirin
13:32 Fîncanci: Ez ê tevkariya xwe ya li heqîqetê bidomînim
13:12 EMEP’ê ji bo piştevaniyê serdana ajansa me kir
13:11 Heman dadgerî Mûsa Orhan tehliye kir û serokê MHP’yî jî da beraetkirin
13:02 ‘Li Iraqê hebûna leşkerên tirk dagirkerî ye’
12:18 Malbata Şenyaşar: Rojên ku heqîqet derkeve holê nêz in
12:18 Parêzer Aryen Tûran: Em ê her bêhiqûqiyan vebêjin
12:00 Li Xarpêtê ji ber deynî şer kirin: 3 kes mirin
11:47 Eyşe Efendî: Divê kurd li dijî çekên kîmyewî hêza xwe bikin yek
11:30 Malbatên girtiyan: Çapemeniya azad rastiya me ye
11:30 Bi veguhestina pirtûkan xwestin girtiyê nexweşê giran Boltan îşkence bikin
11:07 Banga ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ ya li Silopiya: Bila hesab bidin
10:07 Li Kurdistanê ji bendavan ber bi kîmyasalê ve: Talana ekolojîk didome
09:37 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: Heke xwesteka me neyê cih em ê biçin ber deriyê rektoriyê
09:37 Di Doza Kobanê de biryara navberê hate dayîn: Yorûlmaz û Bagcik hatin berdan
09:09 Bavê Xemgîn Kiçî yê bi çekên kîmyewî hat qetilkirin: Ji bo Xemgînan çû, serê me netewand
09:04 Banga ji bo 'Meşa Mirovahiyê': Werin em bi hev re li dijî çekên kîmyewî têbikoşin
09:02 'Em li axa xwe bikaranîna çekên kîmyewî qebûl nakin'
09:01 Li Îmraliyê 'hîle-î şerriye' didome
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2022'YAN
04/11/2022
23:18 Sancar: Desthilat herî zêde ji çapemeniya azad ditirse
22:39 Doza Kobanê: Hûn jinên kurd didarizînin
21:46 Abdulhamît Orbay piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:35 Rojbîn Perîşan li Amedê bi dirûşmeya 'jin jiyan azadî' hat pêşwazîkirin
18:40 Rojnamevan Şahînliyê bi awayekî destkelemçekirî muayene kirine
18:03 Serdanên piştevaniyê yên ji bo MA û Jinnewsê didomin
16:46 Agahî ji Brûkanliyê xwe şewitand nayê wergirtin
16:45 2’yemîn Konferansa Jinan a Navnetewî sibê dest pê dike
16:45 Di komkujiya Bartine de kesekî din jî jiyana xwe ji dest da
16:30 SOLIDAIRES û SNJ’ê ji bo rojnamevanên kurd banga piştevaniyê kirin
16:30 Berxwedana Jînayê di roja 50’an de ye
16:17 ÎHD’a Amedê: Em ê di aştiyê de israr bikin
16:05 ‘Em ê bi rêxistinbûyîna xwe bersivê bidin tecrîdê’
15:49 DFG: Hejmara rojnamevanên girtî gihîşt 88’an
15:42 Xizmên girtiyan: Tekane daxwaza me edalet e
15:41 Dayikan ji bo “Meşa Mirovahiyê” bang kirin: Bila êriş bên sekinandin
15:34 Çalakiya li Zanîngeha Dîcleyê didome: Meclisê dengê me bihîst lê rektor nebihîst
15:21 Sedemê cezayê li Guvenê hatiye birîn: Cezakirina wê pêdiviyeke lezgîn e
14:44 Doza Kobanê: Ev rojên tarî dê derbas bibin
14:38 Biryara jêrzemînên Cizîrê ya AYM’ê: Binpêkirin nîne, hêza kuştinê ji neçarî bûye
14:14 Parêzer Aryen Tûran hate berdan
14:09 Di Doza Kobanê de banga çekên kîmyewî li Akar hat kirin: Envanterên TSK’ê veke
14:03 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:50 ‘Bila parêzer Aryen Tûran bê berdan’
13:49 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Îktidar budçeyê ne ji ciwanan re ji şer re vediqetîne
13:18 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me daxwaza herkesên ku dibêjin em mirov in e
12:59 Banga ‘Meşa Mirovahiyê’: Çekên kimyasal sûc e
11:42 HDP’ê ji bo 4’ê Mijdarê got: Xwestin vîna gelê me bişikînin lê nekarîn rê li ber meşa me bigirin
11:21 Leşkerek li Başûr di şer de hate kuştin
11:19 Şaredariya Panosê Rojên Çand û Hunerê li dar dixe
11:17 Belgefîlma 'Girtîgeh an jî Sirgûn’ li Bernê hat pêşandan