Buldan: Yekane rêya çareseriyê vekirina deriyê Îmraliyê ye

img
AMED - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervûn Buldan di Newroza Amedê de bang li sedhezaran kir û diyar kir ku du rêyên çareseriyê li pêş kurdan û Tirkiye ye. Buldan, diyar kir ku rêyek yekîtiya kurdan e û rêya duyemîn jî vekirina deriyê Îmraliyê û diyaloga bi Ocalan re ye. Buldan, bertek nîşanî dagirkeriya axa Efrînê jî da û wiha got: "Efrîn ya Efrînîyan e. Efrîn bajarê aştî û biratiya gelan bû. Em tu carî dagirkeriyê qebûl nakin. Gelê Efrînê dê dîsa bi rûmetî û serbilindî li axa xwe vegerin." 
 
Pîrozbahiya Newroza Amedê bi tevlêbûna sedhezaran bi coşek mezin didome. Di pîrozbahilyê de Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervûn Buldan derket pêşberî sedhezaeran û Newroza hemû gelê kurd û gelan pîroz kir. Buldan, diyar kir ku qadên Newrozê qadên daxwaza aştî, biratî, demokrasî, wekhevî û edaletê ye û wiha got: "Qadên Newrozê qada ku Kawayê Şoreşger li dijî Dehaqê zalim şer dike ye. " 
 
TU HÊZ NIKARE KURDAN TUNE BIKE
 
Pervîn Buldan di Newroza êrîşên înkar û îmhayê yên li ser gelê kurd pêş dikevin jî şermezar kir û wiha got: "Tu kes nikare daxwazên milyonan kurdan ên aştî, azadî, demokrasiyê yên li qadên Newrozê kom bûne tune bike. Kurd bi salan e têkoşîna aştî, wekhevi û demokrasiyê dimeşîne. Tevî hemû zext zordarî û tundiyê têkoşîna xwe berdewam dikin."
 
JI AŞTIYÊ DITIRSIN
 
Buldan, êrîşên li ser kurdan şermezar kir û wiha berdewam kir: "Ji Kawayê Hemdem ditirsin. Ew ji gelê ku hatine vir aştiyê dixwazin ditirsin. Ew ji aştî, azadiyê ditirsin. Ew ditirsin ku azadî û aşti bi ser bikevin. Lê tu carî ev gel dest ji daxwazên aştî, wekhevî, azadî, demokrasiyê bernadin. Tevî her tiştî dê bi înat di van daxwazen xwe de israr bikin. Îro gelê Kurd li hemû erdnîgariyê rastî komkujiyê tên. Wekî komkujiya Agirî, Dersim, Roboskê îro gelê Efrînê jî rastî komkujiyê hatin. Yên axa Efrînê dagirker gelê Efrînê ji nava axa wan derxistin. Gelê Efrînê birayên gelê kurdên Colemêrg, Sêrt, Amed, Êlih, Amed û Agiriyê ne. Guleya ku li Kurdên Efrînê ketiye, li Kurdên vir ketiye. Yên ketin Efrinê talankar û wêrankar in. 
 
EFRÎN BAJARÊ AŞTÎ Û BIRATIYA GELAN E
 
Efrîn bajarê Aştî, aramî û wekheviyê bû. Efrîn li Sûriye bajarê ku ereb kurd, suryan û tirkmen bi hevre dijiya bû. Em tu carî vê dagirkeriyê qebûl nakin. Em bawer dikin ku gelê Efrînê dê dîsa bi rûmet û serbilindî li axa xwe vegere. 
 
YÊN OCALAN TECRÎD KIRIN DIYALOG Û DEMOKRASÎ RED KIRIN
 
Buldan, ani ziman ku ev qad bû şahidê gelek Newrozan û wiha lê zêde kir: "Bû şahidê milyonan. Lê şahidiya herî mezin di 2013'an e bû. Ji ber ku di Newroza 2013'an de Peyama Birêz Ocalan hat xwendin û vê qadê şahidiya xwendina peyamê kir. Birêz Ocalan di 2013'an de ji bo gelê Amedê name şand û qala aştiyê dikir. Ne tenê ji bo Tirkiye ji bo hemû Rojhilata navîn bahsa demorasî, biratî û aştiyê dikir. Digot êdî çek dê rawestin û diyalog û demokrasî bi axive. Birêz Ocalan 2 salin di bin tecrîd herî giran de dijî. Yên Ocalan tecrîd dikin diyalog, aştî, wekhevî, demokrasî red kirin. Lê ev qat îro nîşan dide ku gelê kurd tu cari dest ji van daxwazên xwe bernade." 
 
YÊN AŞTIYÊ DIXWAZIN WE EW DÎL GIRTIN Û AVÊTIN ZINDANAN 
 
Buldan, di dirêjahiya axaftina xwe de wiha got: "Em dîsa bang dikin. Li vî welatî kesên ku siyaseta demokratîk û aştiyê dikin we ew dîl girtin û xistin zindanan. Demîrtaş, Yuksekdag, Balûken, Kişanak û hemû siyasetmedarên kurd yên aştî, demokrasî û siyaseta demokratîk dixwazin we ew dîl girt û xist girtîgehan. Ji bo birêz Yuksekdag û Demîrtaş dîsa têkeve nava me em dê têkoşîna xwe berdewam bikin. 
 
KOALÎSYONA AKP-MHP'Ê DÊ WINDA BIKE
 
Buldan bal kişand ser polîtîkayên AKP-MHP'ê û wiha got: "Yên vî welatî bi koalîsyona MHP û AKP'ê bi rêve dibin, kurdan qebûl nakin vîna kurdan qebûl nakin. Dijmlinantiya kurdan dikin. Şer dixwazin. Li dijî vê polîtîkayê li vir milyon kes Amedî dîsa vîna xwe nîşan dan û gotin em dîsa livir in. Bila tu kes bê nevî nebîne. Bila her kes baş zanibe yên yekperestî, zilm û zordariyê bispêre gel, dê winda bikin. Koalîsyona  AKP MHP dê winda bike. Yên înkar û îmha dikin dersa ku em bidin wan sindoqên hilbijartinê ne. Ev hilbijartin dê bibe dîroka ku em wan ji vê axê bişînin. Têkoşîna me ya aştî, azadî, demokrasî û biratiyê dê her tem berdewam bike. 
 
DU RÊYÊN ÇARESERIYÊ 
 
Buldan bal kişand ser rêyên çareseriyê û wiha bi dawî kir: "Divê em tu carî vê yekê asteng nekin. Ji bo vê yekê divê berî her tiştî kurd bibin yek û bi hevre bin. Kurd divê li her derê bibin yek û bi hevre bin. Divê ji niha de Konferansa Neteweya Yekîtiya kurd dest pê bike. Ger ku kurd bibin yek tu hêz nikarin bi kurdan.  
 
DERIYÊ ÎMRALIYÊ VEKIN
 
Rêya duyemîn rêya aştî, diyalog û demokrasiyê ye. Hûn nikarin bi girtin, înkar, îmhayê û şer vî welatî bi rêve bibin. Tenê rêyek heye divê hûn dest ji polîtîkayê şer înkar û îmhayê berdin. Divê bi lezgîn hûn hevdîtinê bi Îmraliyê re bikin. Divê hûn deriyê îmraliyê vekin. Bi Ocalan re hevdîtin bikin. Hevditina bi Ocalan re ne tenê ji bo Kurdan û Tirkan, ji bo Rojhilata Navîn dê deriyê aştî, demokrasî û çaresiryê vekin. Beriya hûn têkevin Efrînê we bi Birhêz Ocalan re hevdîtin kiribûya hûn îro nediketin nava vî şerî." 

Sernavên din

23/03/2018
12:10 18 sal ceza li wekîlê HDP'ê Lezgin Botan birîn
12:01 Efrîniyên li Şehbayê bicih bûne: Teqez em ê vegerin
11:49 Temellî: Gel di Newrozê de peyama 'Ji Efrînê derkevin' da
11:48 7 xwendekarên ku binçavkirin şermezar kirin, hatin berdan
11:41 Macron: Em ê tu carî piştgiriyê nedin dagirkirina Efrînê
11:34 Li Bazîdê kesek hat girtin
11:17 Li Efrînê talana OSO
10:51 Roja Newrozê dilopek niqûtî nav weşangeriya kurdî
10:37 Jinên atolyeyên Jineolojiyê civiyan
10:36 ‘Nûjiyan nehişt rastî bê kuştin’
10:16 Dozger hewl dide têkiliya mirî bi rêxistinê re çêke
09:50 Tevgera kujerên jinan a ji rêzê, bêhestiyariya li dijî jiyana jinê nişan dide'
09:35 Dolar rekora dîrokî şikand
09:05 ‘Navendên Paşveşandinê îşkencexane ne’
09:05 'Eger hûn milyonekê ji me bikujin, em dimînin 39 milyon!’
09:05 Venêrîna RTUK’ê û firotina Dogan Medyayê: Beriya hilbijartinê paqijkirin qadê ye
09:04 Karkerên demsalî ji bo rojê 50 lîreyî qezenc bikin ketin rê
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2018'AN
22/03/2018
20:02 Endama MYK’ê ya HDP’ê Agaoglû hat girtin
19:57 Nûçegihana me Esra Solîn Dal hat berdan
17:23 Li Girtîgeha Bayburtê jinên Newrozê pîroz kirin hatin derbkirin
17:01 Gelek kesên li Newroza Amedê binçav kirin hatin berdan
16:46 Kerestecîoglu: We kijan aramî bir Efrinê?
16:45 Li Bedlîsê teqîn: Leşkerek mir û leşkerek birîndar bû
16:31 Parêzeran derbarê polîsên ew derp kirin de xwestin lêpirsîn vebe
16:12 Agaoglu ya HDP’î û Ustek ê astengdarê aqil derxistin edliyê
16:04 Şala xemrî ya xwendekar kirin hinceta ‘propagandayê’
16:01 PSAKD'ê ‘Nobeta Edaletê' da destpêkirin
16:00 Xwendekarên binçavkirin şermezar kirin jî hat binçavkirin
15:26 Li Geverê polîsan mûdaxileyê gundiyan kir
15:00 Buluttekîn: Gelê Amedê di Newrozê de peyamên zelal da
14:35 Li Heskîfê polîsan mudaxeleyî çalakiya esnafan kir
13:34 HDP’ê bûyera madeya hişbirinê ya li Cizîrê bir Meclîsê
13:33 Doza rêveberên DÎHA’yê hat dîtin
13:16 Banga ‘Roja Piştevaniya bi Efrînê re ya Cîhanê’ hat kirin
13:15 8 mehin roviyên wê derve dene, li benda dora emeliyatê ye
12:45 Parêzarên Ocalan cara 740’emîn serî li dozgeriyê dan
12:21 Newroz ji bo desthilatdarî û medyaya wê bû hûsran
11:21 Stenbolî: Em li dijî tecrîd, OHAL û şerê li ser Efrînê tev li Newrozê bûn
11:19 Balafirên şer gundên Hewlerê bombe kir: 4 sivîl kuştin
10:41 Li Tetwan û Motkiyê qedexeya derketina derve îlan kirin
10:40 Cizîriyan: Ocalan vîna gelê kurd e, nayê tecrîtkirin
09:46 Pira Gelan: Dê koçberiya ji Tirkiye ber bi Ewropayê ve zêde bibe
09:45 Pêşnûmeya ku RTUK Înternetê kontrol bike hat qebûlkirin
09:02 Li Lefkoşa nijatperestan êrîşî 3 xwendekaran kirin
09:01 Amediyên ji bo Efrînê daketin qada Newrozê: Nikarin dilê me bêdeng bikin
09:00 Henan Osman: Efrîn hatiye dagirkirin, lê wê berxwedan bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2018'AN
21/03/2018
23:11 Malbatên kesên piştî Newrozê hatin binçavkirin li ber emniyetê ne
20:56 Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê: Newroz gihşat armanca xwe
20:18 Li gel hemû astengiyan jî îzmîriyan qada Newrozê xemiland
19:40 Li Esenyûrtê êrîşeke çekdarî: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
19:15 Coş û tevlêbûna Newroza Stenbolê bû dîrok
18:29 Li Afganistanê 29 kes û li Şamê 35 kes hatin kuştin
18:13 Faşîzm dê winda bike, gel dê qezenc bike
17:19 Polisan piştî Newroza Amedê 50 kes binçav kirin
17:00 Newroza Cizîrê: Dagirkeriya Efrînê îxaneta li dijî ruhê Çanakkaleyê ye
16:58 Sedhezaran Stenbolî: Em hemû Kawa ne, roja berxwedanê ye
16:46 Piştî Newroza Edeneyê mûdaxile: Gelek kes binçavkirin
16:02 Ocalan û Efrînê mohra xwe li Newroza Geverê da
15:48 Li Bakurê Sûriyê Newroz: Em ê li Efrînê qezenc bikin
15:17 ‘Bi înad dê îro Kemal li qadên Newrozê be’
15:16 Dîroka Berxwedanê ya Nisêbînê Efrînê ronî dike
14:55 Gelê Botanê li qadê bi cih nebû: Ew Dehaq bin, em jî Kawa nin
14:43 Li Egeyê coşa Newrozê
14:41 Sedhezaran li Stenbolê posterê Ocalan rakir: We peyam girt!
14:24 Li Wanê tilî ji bo azdiyê rabûn
14:05 Newroza Çukurova baxçeyê gelan e
14:02 Buldan: Yekane rêya çareseriyê vekirina deriyê Îmraliyê ye
13:35 Agirê Newrozê Serhed gerim kir: Em ê qezenc bikin
13:12 Efrînê peyam ji Newroza Amedê re şand: Divê Amed rola xwe bilîze
12:54 Bi deh hezaran Êlihî kombûn: Kurd difirin!
12:28 Stenbolî bi dirûşmeya 'Efrîn' û 'Ocalan' diherikin Newroza Bakirkoyê
12:06 Zarokên Îbrahîm dê bi Newrozê bersivê bidin Nemrudan
11:48 Qada Newroza Amedê tije bû
11:41 Cizîra Botanê bi Agirê Newrozê Efrîn silav kirin
11:14 Ji 7 salî heta 70 salî Geverî li Qada Newrozê ne
11:08 Çapemeniya Alman: Erdogan, Esad û Putin 'Îtifaqa tirsê’ avakirin
11:01 Gelê Nisêbîn û Wanê diherikin qada Newrozê
10:35 Li Amedê bi sedhezaran diherikin Newrozê
10:33 Bi agirê Newrozê Efrîn nivîsandin
10:26 Gelê Rojhilat ji şevê din ve agirê Newrozê pêxist
10:05 Endamê HDP'ê Yurek hat binçavkirin
09:07 Gelê Başûr di pîrozbahiya Newrozê de Efrîn silav kirin
08:56 Polîsan rojnameger Esra Solîn Dal binçav kirin
08:36 Li ber PE’yê çalakiya Efrînê
07:46 Agirê Newroza Ewropa ji bo Efrinê geş bû
07:09 DYA: Ev pêkenok e me li hev nekiriye
07:08 'Dersa herî mezin ya ji Efrînê bê derxistin Yekîtiya Netewî ya Kurd e'
07:07 Manşetên 'reviyan' û mikurhatin
07:05 Qudreta 3 darikên niftikê yên Mazlûm Dogan
07:01 ROJEVA 21'Ê ADARA 2018'AN
20/03/2018
21:12 TSK'ê gundên Kobaniyê gulebaran kir
17:30 Beştaş: Dibe ku Tirkiye ji ber sûcê şer li Lahey bê darizandin
16:59 Greva birçîbûnê ya ji bo Efrînê ya li ber NY di roja duyan deye
16:51 HDP: 365 roj di ser kuştina Kurkut re derbas bû çima doz bi encam nebû?
16:49 NY’ê xwest ku gel bêyî astengî vegerîn Efrîn û Gutayê
15:56 Qûrnefîl danîn cîhê ku Kurkut lê hat kuştin
15:25 CPT piştî 2 salan rapora Îmraliyê aşkere kir: Divê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
15:13 Herêma Serhedê sibe dê bi agirê Newrozê gerim bibe