Buldan: Yekane rêya çareseriyê vekirina deriyê Îmraliyê ye 2018-03-21 14:02:43   AMED - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervûn Buldan di Newroza Amedê de bang li sedhezaran kir û diyar kir ku du rêyên çareseriyê li pêş kurdan û Tirkiye ye. Buldan, diyar kir ku rêyek yekîtiya kurdan e û rêya duyemîn jî vekirina deriyê Îmraliyê û diyaloga bi Ocalan re ye. Buldan, bertek nîşanî dagirkeriya axa Efrînê jî da û wiha got: "Efrîn ya Efrînîyan e. Efrîn bajarê aştî û biratiya gelan bû. Em tu carî dagirkeriyê qebûl nakin. Gelê Efrînê dê dîsa bi rûmetî û serbilindî li axa xwe vegerin."    Pîrozbahiya Newroza Amedê bi tevlêbûna sedhezaran bi coşek mezin didome. Di pîrozbahilyê de Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervûn Buldan derket pêşberî sedhezaeran û Newroza hemû gelê kurd û gelan pîroz kir. Buldan, diyar kir ku qadên Newrozê qadên daxwaza aştî, biratî, demokrasî, wekhevî û edaletê ye û wiha got: "Qadên Newrozê qada ku Kawayê Şoreşger li dijî Dehaqê zalim şer dike ye. "    TU HÊZ NIKARE KURDAN TUNE BIKE   Pervîn Buldan di Newroza êrîşên înkar û îmhayê yên li ser gelê kurd pêş dikevin jî şermezar kir û wiha got: "Tu kes nikare daxwazên milyonan kurdan ên aştî, azadî, demokrasiyê yên li qadên Newrozê kom bûne tune bike. Kurd bi salan e têkoşîna aştî, wekhevi û demokrasiyê dimeşîne. Tevî hemû zext zordarî û tundiyê têkoşîna xwe berdewam dikin."   JI AŞTIYÊ DITIRSIN   Buldan, êrîşên li ser kurdan şermezar kir û wiha berdewam kir: "Ji Kawayê Hemdem ditirsin. Ew ji gelê ku hatine vir aştiyê dixwazin ditirsin. Ew ji aştî, azadiyê ditirsin. Ew ditirsin ku azadî û aşti bi ser bikevin. Lê tu carî ev gel dest ji daxwazên aştî, wekhevî, azadî, demokrasiyê bernadin. Tevî her tiştî dê bi înat di van daxwazen xwe de israr bikin. Îro gelê Kurd li hemû erdnîgariyê rastî komkujiyê tên. Wekî komkujiya Agirî, Dersim, Roboskê îro gelê Efrînê jî rastî komkujiyê hatin. Yên axa Efrînê dagirker gelê Efrînê ji nava axa wan derxistin. Gelê Efrînê birayên gelê kurdên Colemêrg, Sêrt, Amed, Êlih, Amed û Agiriyê ne. Guleya ku li Kurdên Efrînê ketiye, li Kurdên vir ketiye. Yên ketin Efrinê talankar û wêrankar in.    EFRÎN BAJARÊ AŞTÎ Û BIRATIYA GELAN E   Efrîn bajarê Aştî, aramî û wekheviyê bû. Efrîn li Sûriye bajarê ku ereb kurd, suryan û tirkmen bi hevre dijiya bû. Em tu carî vê dagirkeriyê qebûl nakin. Em bawer dikin ku gelê Efrînê dê dîsa bi rûmet û serbilindî li axa xwe vegere.    YÊN OCALAN TECRÎD KIRIN DIYALOG Û DEMOKRASÎ RED KIRIN   Buldan, ani ziman ku ev qad bû şahidê gelek Newrozan û wiha lê zêde kir: "Bû şahidê milyonan. Lê şahidiya herî mezin di 2013'an e bû. Ji ber ku di Newroza 2013'an de Peyama Birêz Ocalan hat xwendin û vê qadê şahidiya xwendina peyamê kir. Birêz Ocalan di 2013'an de ji bo gelê Amedê name şand û qala aştiyê dikir. Ne tenê ji bo Tirkiye ji bo hemû Rojhilata navîn bahsa demorasî, biratî û aştiyê dikir. Digot êdî çek dê rawestin û diyalog û demokrasî bi axive. Birêz Ocalan 2 salin di bin tecrîd herî giran de dijî. Yên Ocalan tecrîd dikin diyalog, aştî, wekhevî, demokrasî red kirin. Lê ev qat îro nîşan dide ku gelê kurd tu cari dest ji van daxwazên xwe bernade."    YÊN AŞTIYÊ DIXWAZIN WE EW DÎL GIRTIN Û AVÊTIN ZINDANAN    Buldan, di dirêjahiya axaftina xwe de wiha got: "Em dîsa bang dikin. Li vî welatî kesên ku siyaseta demokratîk û aştiyê dikin we ew dîl girtin û xistin zindanan. Demîrtaş, Yuksekdag, Balûken, Kişanak û hemû siyasetmedarên kurd yên aştî, demokrasî û siyaseta demokratîk dixwazin we ew dîl girt û xist girtîgehan. Ji bo birêz Yuksekdag û Demîrtaş dîsa têkeve nava me em dê têkoşîna xwe berdewam bikin.    KOALÎSYONA AKP-MHP'Ê DÊ WINDA BIKE   Buldan bal kişand ser polîtîkayên AKP-MHP'ê û wiha got: "Yên vî welatî bi koalîsyona MHP û AKP'ê bi rêve dibin, kurdan qebûl nakin vîna kurdan qebûl nakin. Dijmlinantiya kurdan dikin. Şer dixwazin. Li dijî vê polîtîkayê li vir milyon kes Amedî dîsa vîna xwe nîşan dan û gotin em dîsa livir in. Bila tu kes bê nevî nebîne. Bila her kes baş zanibe yên yekperestî, zilm û zordariyê bispêre gel, dê winda bikin. Koalîsyona  AKP MHP dê winda bike. Yên înkar û îmha dikin dersa ku em bidin wan sindoqên hilbijartinê ne. Ev hilbijartin dê bibe dîroka ku em wan ji vê axê bişînin. Têkoşîna me ya aştî, azadî, demokrasî û biratiyê dê her tem berdewam bike.    DU RÊYÊN ÇARESERIYÊ    Buldan bal kişand ser rêyên çareseriyê û wiha bi dawî kir: "Divê em tu carî vê yekê asteng nekin. Ji bo vê yekê divê berî her tiştî kurd bibin yek û bi hevre bin. Kurd divê li her derê bibin yek û bi hevre bin. Divê ji niha de Konferansa Neteweya Yekîtiya kurd dest pê bike. Ger ku kurd bibin yek tu hêz nikarin bi kurdan.     DERIYÊ ÎMRALIYÊ VEKIN   Rêya duyemîn rêya aştî, diyalog û demokrasiyê ye. Hûn nikarin bi girtin, înkar, îmhayê û şer vî welatî bi rêve bibin. Tenê rêyek heye divê hûn dest ji polîtîkayê şer înkar û îmhayê berdin. Divê bi lezgîn hûn hevdîtinê bi Îmraliyê re bikin. Divê hûn deriyê îmraliyê vekin. Bi Ocalan re hevdîtin bikin. Hevditina bi Ocalan re ne tenê ji bo Kurdan û Tirkan, ji bo Rojhilata Navîn dê deriyê aştî, demokrasî û çaresiryê vekin. Beriya hûn têkevin Efrînê we bi Birhêz Ocalan re hevdîtin kiribûya hûn îro nediketin nava vî şerî."