Qudreta 3 darikên niftikê yên Mazlûm Dogan

img

ENQERE- Li Efrîna ku TSK û OSO ketinê, her çend peykerê Kawayê Hesinkar rûxandibin jî, agirê Kawa hemû erdnîgariyê ronî dike. Her wiha sê darikên niftikê yên ku Mazlûm Dogan vêxistin jî wate û pênaseyeke nû li Newrozê bar dike. 

Agirê azadiyê yê ku Kawayê Hesinkar beriya niha 2 hezar û 630 sal berê vêxist, ji wê rojê heta niha ve qet netefiyaye û mirovahiyê ronî dike. Îro li Tirkiyeyê û çar hawirdorê cîhanê bi milyonan mirov dadikevin qadan û vê yekê wekî cejnekê û roja berxwedanê pîroz dikin. Tevî vê îro her çend peykerê Kawayê Hesinkar rûxandibin jî, ji bo naveroka Newrozê bê valakirin wê erkana fermî jî "Nevrûz"ê pîroz bike. 
 
Rûxandina peykerê Kawa, dê di sedsalên bê de wekî remza navbera têkoşîna herdu xetan reng vede. Çimkî rûxandina peykerê Kawa ne badilhewa ye. Sekna hêzên ku li qadê têdikoşin nîşan dide. 
 
Newroz ji bo kurdan cejn e û ji bo hin gelên din jî wateyên wê yên cuda hene. Mînak, elewî 21'ê Adarê wekî rojbûna Hz. Elî pîroz dikin. Her çend hin rewşnebîrên elewî li dijî vê yekê derkevin jî, gelek kes 21'ê Adarê wekî roja ji dayikbûna Hz. Elî pîroz dikin. Yek ji rîspiyên elewiyan Kemal Bulbul bal kişand ser ekînoksên bihar û payîzê ku di 21'ê Adarê û 23'yê Îlonê de pêk tên û bi bîr xist ku di 21'ê Adarê de şeva herî dirêj "Şeva Yelda" dest pê dike. Bulbul got: "Di vê pêvajoya 40 rojî de mirov û xweza desteng dibin. Du wateyên vê destengiyê hene. Ya ewil tengezarî ye. Ya din jî di baweriya elewîtiyê de rabûna ser piya ye." 
 
DI BAWERIYA ELEWÎTIYÊ DE NEWROZ 
 
Bulbul destnîşan kir ku nûbûna gerdûn û xwezayê, têkiliyên mirovan di Newrozê de derdikevin holê. Bulbul bi lêv kir ku di 21'ê Adarê de xweza, giyanewer, nebat û mirovên ku desteng dibin ji nû ve derdikevin rû erdê û kulîk vedidin. Bulbul diyar kir ku li gorî baweriya wan Newroz, serdemeke ku xweza xwe nû dike û tev digere. 
 
ROJBÛNA HZ. ELΠ
 
Bulbul, nîqaşa ku di civaka elewiyan de Newroz di heman demê de rojbûna Hz. Elî ye jî nirxand û got: "Di kurdî de ji pêvajoya di navbera 14 û 21'ê de 'heftemal' tê gotin. Çimkî li gorî baweriyê Xwedê gerdûn di 6 rojan de ava kiriye. Di roja 7'tan de xwe vehesandiye. Ev pêvajo, pêvajoya ku sûretê gerdûnê ji Xwedê, nûra wê ji Xweda ye. Em jî wekî nûra Xweda, nûra cemal Elî dinirxînin. Heqîqeta ku di 21'ê Adarê de diçirise, nûra Elî ye. Rojbûna Elî bi metaforeke wisa tê bilêvkirin. Yanî ne roja ku Elî ji dayika xwe çê bûye.Sûretê Şahê Merdan Elî, xweşikbûna cemala wî şewq daye û gerdûn çê bûye. Ji ber vê ye ku em Newrozê wekî rojbûna Hz. Elî dinirxînin û em jê re dibêjin 'Newroza Sultan'. Divê di vê pêvajoyê de Newroz bê zêdekirin û parvekirin. Çimkî di warê bawerî û çandeyî de, yek ji wan nirxên herî kevnar e. Ev yek li Qafqasyayê, Anatolyayê û Mezopotamyayê pêk hatiye û ev gel vê yekê wekî cejnê pîroz dikin. Çawa ku Kurd vê yekê bi Kawa wekî roja berxwedanê û vejînê dinirxînin, di elewîtiyê de jî wateya wekhevî, edalet û azadiyê lê hatiye barkirin." 
 
Bulbul, bi lêv kir ku vêxistina sê darikên niftikê yên Mazlûm Dogan jî leqayî naveroka vê baweriya bi hezaran salan hatiye û got: "Dema bihar nêz dibe liv û tevgerîneke zêde li mirovan peyda dibe. Sotikê agir tenê nakeve av û hewayê. Di hiş û hestên mirovan de jî, bîra hebûnê û hebûna xwezayê xwe dide der. Mînak, di 21'ê Adarê de Mazlûm Dogan bi sê darikên niftikê çalakiyê li dar dixe; ev pizot xwe di heqîqeta ku Mazlûm Dogan dixwaze vêxe de dide der. Gelek kes jê nizane, lê Mazlûm Dogan ji malbateke Pîrî ye û Pîr Mazlûm Dogan e. Wekî pîrekî Baba Mansûr, di 1982'yan de li zindana Amedê di wê tarîtiyê de vêxistina sê darikên niftikê li gor me wateya wê ev e. Berî ku em dest bi cemê bikin em çirayan pê dixin. Bi vî awayî di Newrozê de Alî hişyar bûye, tarîtiya li gerdûnê qediyaye. A rastî Mazlûm Dogan jî 3 çira vêxistine û nûra di mêjiyê mirovan de hişyar kiriye. Mazlûm Dogan wateyek nû li Newrozê û feraseta wê ya demên qedîm bar kiriye. Her wiha 26'ê Adarê jî roja ku Helacê Mansûr û tevî Xwedê dibe sir bi xwe ye. Dibe ku ev dîrok wekî tesadufê xuya bikin, lê ev yek rengvedana çerxa xwezayê ya di rastiya mirov de ye. A rastî mirov jî bi Newrozê re dibe bihar. Xwe digihîne biharê, biharê jî digihîne xwe û pêk tîne." 
 
MA / Kenan Kirkaya 

Sernavên din

23/03/2018
12:10 18 sal ceza li wekîlê HDP'ê Lezgin Botan birîn
12:01 Efrîniyên li Şehbayê bicih bûne: Teqez em ê vegerin
11:49 Temellî: Gel di Newrozê de peyama 'Ji Efrînê derkevin' da
11:48 7 xwendekarên ku binçavkirin şermezar kirin, hatin berdan
11:41 Macron: Em ê tu carî piştgiriyê nedin dagirkirina Efrînê
11:34 Li Bazîdê kesek hat girtin
11:17 Li Efrînê talana OSO
10:51 Roja Newrozê dilopek niqûtî nav weşangeriya kurdî
10:37 Jinên atolyeyên Jineolojiyê civiyan
10:36 ‘Nûjiyan nehişt rastî bê kuştin’
10:16 Dozger hewl dide têkiliya mirî bi rêxistinê re çêke
09:50 Tevgera kujerên jinan a ji rêzê, bêhestiyariya li dijî jiyana jinê nişan dide'
09:35 Dolar rekora dîrokî şikand
09:05 ‘Navendên Paşveşandinê îşkencexane ne’
09:05 'Eger hûn milyonekê ji me bikujin, em dimînin 39 milyon!’
09:05 Venêrîna RTUK’ê û firotina Dogan Medyayê: Beriya hilbijartinê paqijkirin qadê ye
09:04 Karkerên demsalî ji bo rojê 50 lîreyî qezenc bikin ketin rê
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2018'AN
22/03/2018
20:02 Endama MYK’ê ya HDP’ê Agaoglû hat girtin
19:57 Nûçegihana me Esra Solîn Dal hat berdan
17:23 Li Girtîgeha Bayburtê jinên Newrozê pîroz kirin hatin derbkirin
17:01 Gelek kesên li Newroza Amedê binçav kirin hatin berdan
16:46 Kerestecîoglu: We kijan aramî bir Efrinê?
16:45 Li Bedlîsê teqîn: Leşkerek mir û leşkerek birîndar bû
16:31 Parêzeran derbarê polîsên ew derp kirin de xwestin lêpirsîn vebe
16:12 Agaoglu ya HDP’î û Ustek ê astengdarê aqil derxistin edliyê
16:04 Şala xemrî ya xwendekar kirin hinceta ‘propagandayê’
16:01 PSAKD'ê ‘Nobeta Edaletê' da destpêkirin
16:00 Xwendekarên binçavkirin şermezar kirin jî hat binçavkirin
15:26 Li Geverê polîsan mûdaxileyê gundiyan kir
15:00 Buluttekîn: Gelê Amedê di Newrozê de peyamên zelal da
14:35 Li Heskîfê polîsan mudaxeleyî çalakiya esnafan kir
13:34 HDP’ê bûyera madeya hişbirinê ya li Cizîrê bir Meclîsê
13:33 Doza rêveberên DÎHA’yê hat dîtin
13:16 Banga ‘Roja Piştevaniya bi Efrînê re ya Cîhanê’ hat kirin
13:15 8 mehin roviyên wê derve dene, li benda dora emeliyatê ye
12:45 Parêzarên Ocalan cara 740’emîn serî li dozgeriyê dan
12:21 Newroz ji bo desthilatdarî û medyaya wê bû hûsran
11:21 Stenbolî: Em li dijî tecrîd, OHAL û şerê li ser Efrînê tev li Newrozê bûn
11:19 Balafirên şer gundên Hewlerê bombe kir: 4 sivîl kuştin
10:41 Li Tetwan û Motkiyê qedexeya derketina derve îlan kirin
10:40 Cizîriyan: Ocalan vîna gelê kurd e, nayê tecrîtkirin
09:46 Pira Gelan: Dê koçberiya ji Tirkiye ber bi Ewropayê ve zêde bibe
09:45 Pêşnûmeya ku RTUK Înternetê kontrol bike hat qebûlkirin
09:02 Li Lefkoşa nijatperestan êrîşî 3 xwendekaran kirin
09:01 Amediyên ji bo Efrînê daketin qada Newrozê: Nikarin dilê me bêdeng bikin
09:00 Henan Osman: Efrîn hatiye dagirkirin, lê wê berxwedan bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2018'AN
21/03/2018
23:11 Malbatên kesên piştî Newrozê hatin binçavkirin li ber emniyetê ne
20:56 Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê: Newroz gihşat armanca xwe
20:18 Li gel hemû astengiyan jî îzmîriyan qada Newrozê xemiland
19:40 Li Esenyûrtê êrîşeke çekdarî: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
19:15 Coş û tevlêbûna Newroza Stenbolê bû dîrok
18:29 Li Afganistanê 29 kes û li Şamê 35 kes hatin kuştin
18:13 Faşîzm dê winda bike, gel dê qezenc bike
17:19 Polisan piştî Newroza Amedê 50 kes binçav kirin
17:00 Newroza Cizîrê: Dagirkeriya Efrînê îxaneta li dijî ruhê Çanakkaleyê ye
16:58 Sedhezaran Stenbolî: Em hemû Kawa ne, roja berxwedanê ye
16:46 Piştî Newroza Edeneyê mûdaxile: Gelek kes binçavkirin
16:02 Ocalan û Efrînê mohra xwe li Newroza Geverê da
15:48 Li Bakurê Sûriyê Newroz: Em ê li Efrînê qezenc bikin
15:17 ‘Bi înad dê îro Kemal li qadên Newrozê be’
15:16 Dîroka Berxwedanê ya Nisêbînê Efrînê ronî dike
14:55 Gelê Botanê li qadê bi cih nebû: Ew Dehaq bin, em jî Kawa nin
14:43 Li Egeyê coşa Newrozê
14:41 Sedhezaran li Stenbolê posterê Ocalan rakir: We peyam girt!
14:24 Li Wanê tilî ji bo azdiyê rabûn
14:05 Newroza Çukurova baxçeyê gelan e
14:02 Buldan: Yekane rêya çareseriyê vekirina deriyê Îmraliyê ye
13:35 Agirê Newrozê Serhed gerim kir: Em ê qezenc bikin
13:12 Efrînê peyam ji Newroza Amedê re şand: Divê Amed rola xwe bilîze
12:54 Bi deh hezaran Êlihî kombûn: Kurd difirin!
12:28 Stenbolî bi dirûşmeya 'Efrîn' û 'Ocalan' diherikin Newroza Bakirkoyê
12:06 Zarokên Îbrahîm dê bi Newrozê bersivê bidin Nemrudan
11:48 Qada Newroza Amedê tije bû
11:41 Cizîra Botanê bi Agirê Newrozê Efrîn silav kirin
11:14 Ji 7 salî heta 70 salî Geverî li Qada Newrozê ne
11:08 Çapemeniya Alman: Erdogan, Esad û Putin 'Îtifaqa tirsê’ avakirin
11:01 Gelê Nisêbîn û Wanê diherikin qada Newrozê
10:35 Li Amedê bi sedhezaran diherikin Newrozê
10:33 Bi agirê Newrozê Efrîn nivîsandin
10:26 Gelê Rojhilat ji şevê din ve agirê Newrozê pêxist
10:05 Endamê HDP'ê Yurek hat binçavkirin
09:07 Gelê Başûr di pîrozbahiya Newrozê de Efrîn silav kirin
08:56 Polîsan rojnameger Esra Solîn Dal binçav kirin
08:36 Li ber PE’yê çalakiya Efrînê
07:46 Agirê Newroza Ewropa ji bo Efrinê geş bû
07:09 DYA: Ev pêkenok e me li hev nekiriye
07:08 'Dersa herî mezin ya ji Efrînê bê derxistin Yekîtiya Netewî ya Kurd e'
07:07 Manşetên 'reviyan' û mikurhatin
07:05 Qudreta 3 darikên niftikê yên Mazlûm Dogan
07:01 ROJEVA 21'Ê ADARA 2018'AN
20/03/2018
21:12 TSK'ê gundên Kobaniyê gulebaran kir
17:30 Beştaş: Dibe ku Tirkiye ji ber sûcê şer li Lahey bê darizandin
16:59 Greva birçîbûnê ya ji bo Efrînê ya li ber NY di roja duyan deye
16:51 HDP: 365 roj di ser kuştina Kurkut re derbas bû çima doz bi encam nebû?
16:49 NY’ê xwest ku gel bêyî astengî vegerîn Efrîn û Gutayê
15:56 Qûrnefîl danîn cîhê ku Kurkut lê hat kuştin
15:25 CPT piştî 2 salan rapora Îmraliyê aşkere kir: Divê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
15:13 Herêma Serhedê sibe dê bi agirê Newrozê gerim bibe