Qudreta 3 darikên niftikê yên Mazlûm Dogan 2018-03-21 07:05:39 ENQERE- Li Efrîna ku TSK û OSO ketinê, her çend peykerê Kawayê Hesinkar rûxandibin jî, agirê Kawa hemû erdnîgariyê ronî dike. Her wiha sê darikên niftikê yên ku Mazlûm Dogan vêxistin jî wate û pênaseyeke nû li Newrozê bar dike.  Agirê azadiyê yê ku Kawayê Hesinkar beriya niha 2 hezar û 630 sal berê vêxist, ji wê rojê heta niha ve qet netefiyaye û mirovahiyê ronî dike. Îro li Tirkiyeyê û çar hawirdorê cîhanê bi milyonan mirov dadikevin qadan û vê yekê wekî cejnekê û roja berxwedanê pîroz dikin. Tevî vê îro her çend peykerê Kawayê Hesinkar rûxandibin jî, ji bo naveroka Newrozê bê valakirin wê erkana fermî jî "Nevrûz"ê pîroz bike.    Rûxandina peykerê Kawa, dê di sedsalên bê de wekî remza navbera têkoşîna herdu xetan reng vede. Çimkî rûxandina peykerê Kawa ne badilhewa ye. Sekna hêzên ku li qadê têdikoşin nîşan dide.    Newroz ji bo kurdan cejn e û ji bo hin gelên din jî wateyên wê yên cuda hene. Mînak, elewî 21'ê Adarê wekî rojbûna Hz. Elî pîroz dikin. Her çend hin rewşnebîrên elewî li dijî vê yekê derkevin jî, gelek kes 21'ê Adarê wekî roja ji dayikbûna Hz. Elî pîroz dikin. Yek ji rîspiyên elewiyan Kemal Bulbul bal kişand ser ekînoksên bihar û payîzê ku di 21'ê Adarê û 23'yê Îlonê de pêk tên û bi bîr xist ku di 21'ê Adarê de şeva herî dirêj "Şeva Yelda" dest pê dike. Bulbul got: "Di vê pêvajoya 40 rojî de mirov û xweza desteng dibin. Du wateyên vê destengiyê hene. Ya ewil tengezarî ye. Ya din jî di baweriya elewîtiyê de rabûna ser piya ye."    DI BAWERIYA ELEWÎTIYÊ DE NEWROZ    Bulbul destnîşan kir ku nûbûna gerdûn û xwezayê, têkiliyên mirovan di Newrozê de derdikevin holê. Bulbul bi lêv kir ku di 21'ê Adarê de xweza, giyanewer, nebat û mirovên ku desteng dibin ji nû ve derdikevin rû erdê û kulîk vedidin. Bulbul diyar kir ku li gorî baweriya wan Newroz, serdemeke ku xweza xwe nû dike û tev digere.    ROJBÛNA HZ. ELΠ   Bulbul, nîqaşa ku di civaka elewiyan de Newroz di heman demê de rojbûna Hz. Elî ye jî nirxand û got: "Di kurdî de ji pêvajoya di navbera 14 û 21'ê de 'heftemal' tê gotin. Çimkî li gorî baweriyê Xwedê gerdûn di 6 rojan de ava kiriye. Di roja 7'tan de xwe vehesandiye. Ev pêvajo, pêvajoya ku sûretê gerdûnê ji Xwedê, nûra wê ji Xweda ye. Em jî wekî nûra Xweda, nûra cemal Elî dinirxînin. Heqîqeta ku di 21'ê Adarê de diçirise, nûra Elî ye. Rojbûna Elî bi metaforeke wisa tê bilêvkirin. Yanî ne roja ku Elî ji dayika xwe çê bûye.Sûretê Şahê Merdan Elî, xweşikbûna cemala wî şewq daye û gerdûn çê bûye. Ji ber vê ye ku em Newrozê wekî rojbûna Hz. Elî dinirxînin û em jê re dibêjin 'Newroza Sultan'. Divê di vê pêvajoyê de Newroz bê zêdekirin û parvekirin. Çimkî di warê bawerî û çandeyî de, yek ji wan nirxên herî kevnar e. Ev yek li Qafqasyayê, Anatolyayê û Mezopotamyayê pêk hatiye û ev gel vê yekê wekî cejnê pîroz dikin. Çawa ku Kurd vê yekê bi Kawa wekî roja berxwedanê û vejînê dinirxînin, di elewîtiyê de jî wateya wekhevî, edalet û azadiyê lê hatiye barkirin."    Bulbul, bi lêv kir ku vêxistina sê darikên niftikê yên Mazlûm Dogan jî leqayî naveroka vê baweriya bi hezaran salan hatiye û got: "Dema bihar nêz dibe liv û tevgerîneke zêde li mirovan peyda dibe. Sotikê agir tenê nakeve av û hewayê. Di hiş û hestên mirovan de jî, bîra hebûnê û hebûna xwezayê xwe dide der. Mînak, di 21'ê Adarê de Mazlûm Dogan bi sê darikên niftikê çalakiyê li dar dixe; ev pizot xwe di heqîqeta ku Mazlûm Dogan dixwaze vêxe de dide der. Gelek kes jê nizane, lê Mazlûm Dogan ji malbateke Pîrî ye û Pîr Mazlûm Dogan e. Wekî pîrekî Baba Mansûr, di 1982'yan de li zindana Amedê di wê tarîtiyê de vêxistina sê darikên niftikê li gor me wateya wê ev e. Berî ku em dest bi cemê bikin em çirayan pê dixin. Bi vî awayî di Newrozê de Alî hişyar bûye, tarîtiya li gerdûnê qediyaye. A rastî Mazlûm Dogan jî 3 çira vêxistine û nûra di mêjiyê mirovan de hişyar kiriye. Mazlûm Dogan wateyek nû li Newrozê û feraseta wê ya demên qedîm bar kiriye. Her wiha 26'ê Adarê jî roja ku Helacê Mansûr û tevî Xwedê dibe sir bi xwe ye. Dibe ku ev dîrok wekî tesadufê xuya bikin, lê ev yek rengvedana çerxa xwezayê ya di rastiya mirov de ye. A rastî mirov jî bi Newrozê re dibe bihar. Xwe digihîne biharê, biharê jî digihîne xwe û pêk tîne."    MA / Kenan Kirkaya