Temel: Ew awirên zeytûnî me dipelçiqînin

img
NAVENDA NÛÇEYAN – Nivîskarê rojnameya Welat Tayîp Temel bi ser nivîsa “Ew awirên zeytûnî me dipelçiqînin” balê dikişîne ser kuştina zarok û şêniyên Efrînê û bêdengiya raya giştî ya herêmê û cîhanê rexne dike. 
 
Di êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên girêdayî wê yên talanger OSO yên li dijî Efrînê gelek kes jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn. Rojnameger Nazim Daştan li Nexweşxaneya Avrînê wêneyek dilşewat kişand û ji raya giştî re serewîs kiribû. Nivîskarê Rojnameya Welat, Tayîp Temel di nivîsa xwe de balê dikişîne ser wêne û bêdengiya raya giştî ya cîhanê rexne dike. 
 
Nivîsa Temel a bi ser nivîsa “Ew awirên zeytûnî me dipelçiqînin” wiha ye:
 
“Gelo hûn awirên kuştiyan nas dikin? Çavên mirî bi awirên ku zindiyan didin şermê bi lomeker li me hemûyan mêze dikin. Ev wêne ji hêla rojnamevan Nazim Daştan li nexweşxaneyê hatiye kişandin. 
 
Cenazeyê bapîrî li ser sedyeyê ye. Dapîra ku ji eniya wê xwîn diherike, li hemberî birînên xwe xemsar e, lê êşa dilê wê bi qasî temenê wê mezin e. Ji awirên wê serbilindî û şanazî dibare. Lê di kurahiya çavên wê de êş û janeke nebinavkirî heye. 
 
Lê awirên wî zarokê bênav (em nizanin) ku raste rast li objektîfa kamerayê mêze dike û rûyê wî yê birîndar gelek tiştan ji mirovahiyê re vedibêje. Em dipelçiqin di bin awirên vî zarokî de. Heke mirov çend kêliyan li hundirê çavên wî binêre, şerm dike nefesê bigire û bide.
 
Carna dengê herî dawî yê ku ew guhên biçûk dibihîsin virevira makîneyên mirinê ye û pişt re perdeya jiyanê li wan tarî dibe. Carna jî ji nava wê qiyametê bi laşên xwe yê nîvî mayî li ser destên mezinan digihijin nexweşxaneyê. Ji ber êşa birînên xwe û bi temenê xwe yê biçûk hêj fêm nekiriye, lê ew dê di jiyana xwe ya pêşerojê de seqet bimînin. 
 
Zarokan dikujin zarokan!.. 
 
Dema ew bi topebaranê re rûbirû dimînin, kî dizane belkî wê kêliyê wekî qiyametê bi nav dikin. Piştî ku bi çavên zeytûnî cara dawî li derdorê temaşe dikin, çi tê bîra wan û çi wateyê li wê zordestiyê bar dikin.
 
Gelo dema zarokên Sultanên Şer li eniya şer a pêşiyê bûna, dê wê demê jî ev qas xedar û bê wijdan fermana gurkirina şer û qetlîamê bidana? Ma heye ku wan şerxwazan bigota ‘Xwedê mirinek wiha bike nesîbê me hemûyan’?..
 
Bi awayekî aşkera sond xwarine Şahên Şer ku kevir li ser kevir nehêlin û her roj civata mirinê li ser kuştina zarokên Efrînê li dar dixin. Bi hewesa kuştina zarokên welatê me, serê xwe datînin ser balîvên xwe. Xewnên qirkirinê li ser me dibînin û ji xwe diçin. Her sibehê jî bi xeyala jimartina cesedan radibin. Dihejmêrin; deh, bîst, sed û hezar... 
 
Desthilatdariya wan her roja diçe li ser zêdebûyîna hejmara cendekên zarokên kurd qehîmtir dibe. Celebek mirovan afirandine yên ku bi xeberên qetl û xwînê dikevin cizbehaliyê û serxweş dibin. Mizgîniya mirinê didin hev, tu dibêjî qey ‘Koroya Hejmartina Cesedan’ ava kirine. Deh, sed, hezar, 3 hezar û 5 hezar... Hejmar çiqas zêdetir bibe, taqeta destên li çepikan dixin hişktir dibe û lepên wan xurttir li hev dikevin. 
 
Bawer bikin ku dema mirov behsa kirinên wan dike zimanê mirov dilewite û gava mirov li bêdengî û xemsariya hêzên cîhanî difikire, ne xwîn bi tenê jehr diherike ser dil û mejiyê mirov. 
 
Ciwanên kurd li ber xwe didin, lê wijdan û hestiyariya me gelê kurd li ku ye gelo? Ger civak rabe ser xwe û ji Şahên Şer û zordestan re bibêje ‘Bes e! Zarokan nekujin’, dibe ku wê demê di înternetê de dîmenên zarokê Efrînî yê qetilkirî ji dîmenên karsazê sextekar ê xwediyê Çîftlikbankê zêdetir bên temaşekirin. 
 
Wê demê belkî dîmenên kuştina sivîlên efrînî yên li kolanan belav bûne, girîngtir bin ji govend û tilîliyên di pîrozbahiyên Newrozê de. 
 
Heke wijdan bikeve dewrê dibe ku dîrok şahidiya qetlîamên mezintirîn neke û Efrîn nebe gola xwînê. 

Sernavên din

20/03/2018
15:08 KCD: Ji bo xwedîderketina berxwedana Efrînê bibin lehî û biherikin Newrozê
14:53 Dîroknas Hur: Berpirsê çalakiyên OSO yên dijhiquqî Tirkiye ye
14:27 Di ciheke kamera nabîne de hat derpkirin
13:42 Konya û Eskîşehîr ji Newrozê re amade ne
13:42 Buldan: Dedsala 21'an dê bibe sedsala statuya Kurdan û serkeftina Rojhilata Navîn
13:28 NY: Tirkiye, li kuştinên sivîlan a li Kurdistanê napirse
13:06 TSK Efrîniyên vedigerin malên xwe binçav dike
12:47 Li gelek bajaran bi dehan kes hatin binçavkirin
12:46 Jinên siyasetmedar: Em ê bi ruhê raperînê bi herikin qadan
12:23 Li 9 navçeyên Stenbol’ê agirê Newrozê hat pêxistin
12:04 Gunana yê 34 rojin di rojiya mirinê de ye 10 kîlo dan
11:30 ‘Em li dijî Dehaqê duh û Erdoganê îro ji bo Efrînê li qada Newrozê bin'
11:21 Şahidê Newroza Cizîra 92’yan: Botan bi heman ruhî li ser piyan e
11:20 Bi wêneyan Newrozên 15 salan
10:43 Li Enqere û Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
10:09 Spiegel: OSO di bin parastina tangên Alman de Efrînê wêran dike
10:08 Newroza her serdemê heye: Niha jî dora Newroza Efrînê ye
10:07 Îrmez ê di Newroza 92’yan hevjînê xwe winda kir: Bê bedel jiyana azad ne pêkan e
09:51 Em dê di Newrozê de dengê xwe bigînin hemû cîhanê
09:16 Mêrsînî dê agirê Newrozê ji bo Efrînê pêxin
09:16 'Dê gelê kurd bi hêrsa Efrînê qadên Newrozê tijî bike'
09:15 Girtiyên jin xistin hucereyan, canê wan bû birîn û nêm girt
09:14 Erzingan, Xarpêt û Çewlig ji bo Newrozê amade ne
09:14 Wekîlê HDP’ê Aktaş: Ji bo siberoja welat Newrozê pîroz bikin
09:13 Taş: Êrîşa li ser Efrînê pira navbera gelê herêmê û Tirkiye de qut kir
09:07 Kekê Kemal Kurkut: Polîsê ku Kemal kuşt wê di Newrozê de peywirdar be
09:07 Girtî li edliyeyê derb kirin
09:06 AYM’ê hêj bersiva serlêdana têkildarî kuştina Zengîn nedaye
09:05 Kerestecîoglû: Erdogan zilmê li kurdên li welatê xwe dike
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2018'AN
19/03/2018
17:37 Gelê Mexmûrê Newroz pîroz kirin
17:22 Çawîşê pispor li Hênê hat kuştin
17:13 Banga Newrozê
16:42 Li pêş NY'ê grava birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger
16:30 Nisêbîn dê Newrozê li Parka Cegerxwîn pîroz bikin
16:18 17 partiyên siyasî û rêxistinên civakî banga tevlibûna Newrozê kirin
16:06 Jinên di 8’ê Adarê de rastî tuneyê hatin serlêdana sûc kirin
15:56 Civata hunermend û wêjeyî: Ji bo Efrînê deng derxistin deynê mirovahiyê ye
15:27 TJA: Em ê bi ronahiya Newrozê tarîtiya tecrîtê parçe bikin
15:02 Banga Newrozê: Her der Efrîn her der berxwedan
13:40 Başaran: Dê di Newrozê de her dever bibe Efrîn
13:35 Şervana enternasyonalîst a Îngilîz li Efrînê jiyana xwe ji dest da
13:34 Cockburn: Yên Efrînê dagir kirin endamên DAIŞ’ê ne
13:07 Bilgen: Kawayê Hesinkar sembola çi ye? Êrîş neqebûlkirina kurdan e
12:41 Gelê Başûr ji bo Efrînê dadikevin qadan
12:26 Ji Rêxistinên civakî, akademîsyen û rewşenbîrên Fransî ji bo Efrînê bang
12:25 Polîsan dest danîn ser wêneyên Eylem Ataş
12:25 Kalê 80’î salî Sagin 4 rojin di bin çavan de ye
12:24 Komîteya Newrozê ya Edene û Mêrsînê destûr stendin
11:47 Li Ebexê 8 kes hatin binçavkirin
11:06 Pêşmergeyên Dêrîn: Tirkiye dijî Kurdan li pey pîlanên cuda ne
10:47 Temel: Ew awirên zeytûnî me dipelçiqînin
10:33 AFP'ê wêneyên talankirina Efrînê parve kirin
10:27 DMME’yê ew mehkûm kir, lê dîsa jî xwarinên diyetê nadin girtiyên nexweş
10:26 ‘Botan dê wekî Dîcleyê biherike qada Newrozê’
10:09 Dayikên Cizîrî: Em biherikin Newroza Cizîra Botanê
10:01 Dêrsimiyan: Newroza îsal dê roja îsyana li dijî jenosîdê be
09:29 Şahida Serhildana Newrozê: Dê tu carî Agirê Newrozê venemire
09:28 Ekolojîsta Ewropî Têkoşîna kurdan dibe hêviya cîhanê
09:27 Komîteya Newroza Stenbolê: Newroz li dijî kuştinê îsyana jiyanê ye
09:26 Kesên îxrac bûn bang kirin: Tevlêbûna Milyonan a Newrozê dikarin dagirkeriya Efrînê rake
09:25 Jinên ji Sûriye hatin Tirkiye: Me axa xwe û jiyana xwe winda kir
09:24 ‘Em dê qada Gundogdu bi rengê Berxwedana Efrînê bineqişînin'
09:22 Di mulakata girtina kar de: Serokomar kî ye?
09:00 ROJEVA 19'E ADARA 2018'AN
18/03/2018
22:50 Kurdên Ewropa li dijî şerê li ser Efrînê daket qatan
21:58 Berdevkê YPG'ê Mahmut: Êdî êm dê dest bi şerê gerîlla bikin
19:51 Partî û rêxistinên kurdan: Em gelê xwe vedixwînin qadan
17:00 Bi êrîşa sîberê weşana ANHA hat astengkirin
16:45 Li herêma Serhetê xebatên Newrozê berdewam dikin
16:42 Jiyana bi hezaran sivîlên Basûtê di xeteriyê deye
16:37 Rêveberiya Xweser a Efrînê: Berxwedana Efrînê dê bi pêngavek nû bidome
16:08 Becerîklî: Ne gel, AKP ditirse
15:48 Partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk ji bo Efrînê civîyan
15:31 SOHR: Li Efrînê 43 jê zarok 281 sivîl hatin kuştin
15:06 Girtiyan bi riya malbatan serî li ÎHD’ê dan
14:50 Li Rihayê yekem agirê Newrozê li Sîwêrekê hat pêxistin
14:43 Hunermend û aktîvîstan: Hêzên Navneteweyî li Efrînê têk çûn
14:27 Gelê Nisêbînê bi kelecanek mezin li heviya Newrozê ye
12:36 Konca: Bi destê darazê siyaseta lîncê pêş dixin
12:34 Li dijî herêma leşkerî ya Sîlopiyê êrîş: 6 birîndar
12:22 Dozger ser dosya Kahil ê polîsan ew kuşt veşart
12:21 ‘Di bûyerên îstîsmarê de cezayên giran girîngin’
11:47 Prosedûrên Newroza Amedê bi dawî bûn
11:39 Duyemîn plana dagirkeriya Efrinê
11:23 Li Pendîkê avahiya 2 qetî şewitî
11:13 QSD'ê Pêngava Bagera Cizîrê ji bo demekê rawestand!
10:52 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Bê yekîtî azadî nabe
10:27 Ahmet Turk: Rihê Newroz û azadiyê nayê radest kirin
10:04 'Riha dê wekî Kobanê li Efrînê jî xwedî derkevin
09:01 ROJEVA 18'Ê ADARA 2018'AN
08:57 Ozûgûrlû: Gotina ‘Şerê Efrînê’ ya Erdogan nîşaneya êrîşên xwînbar e
08:56 Duzkan: Çapemenî kuştinê rewa dike
08:55 Tu dibêjî qey ne dibistan biryargeha leşkerî ye!
08:54 Zimanzan Tan: Divê kurd demildest bibin yek û êrîşan rawestînin
08:53 Dayikên Aştiyê: Ji bo Efrînê em ber bi qadên Newrozê ve biherikin
08:52 Aborîzan Çakmakli: Dema we gotina ‘reforma strukturel’ bihîst hay ji qewlikên xwe hebin
08:52 'Newroz berxwedan e, em li qadan bin'
08:50 Roboskiyan: Em bi Newrozên girseyî tirsê bişkînin
08:49 'Gilîyên der barê îşkenceya li girtîgehan zêde bûn'