Temel: Ew awirên zeytûnî me dipelçiqînin 2018-03-19 10:47:21   NAVENDA NÛÇEYAN – Nivîskarê rojnameya Welat Tayîp Temel bi ser nivîsa “Ew awirên zeytûnî me dipelçiqînin” balê dikişîne ser kuştina zarok û şêniyên Efrînê û bêdengiya raya giştî ya herêmê û cîhanê rexne dike.    Di êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên girêdayî wê yên talanger OSO yên li dijî Efrînê gelek kes jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn. Rojnameger Nazim Daştan li Nexweşxaneya Avrînê wêneyek dilşewat kişand û ji raya giştî re serewîs kiribû. Nivîskarê Rojnameya Welat, Tayîp Temel di nivîsa xwe de balê dikişîne ser wêne û bêdengiya raya giştî ya cîhanê rexne dike.    Nivîsa Temel a bi ser nivîsa “Ew awirên zeytûnî me dipelçiqînin” wiha ye:   “Gelo hûn awirên kuştiyan nas dikin? Çavên mirî bi awirên ku zindiyan didin şermê bi lomeker li me hemûyan mêze dikin. Ev wêne ji hêla rojnamevan Nazim Daştan li nexweşxaneyê hatiye kişandin.    Cenazeyê bapîrî li ser sedyeyê ye. Dapîra ku ji eniya wê xwîn diherike, li hemberî birînên xwe xemsar e, lê êşa dilê wê bi qasî temenê wê mezin e. Ji awirên wê serbilindî û şanazî dibare. Lê di kurahiya çavên wê de êş û janeke nebinavkirî heye.    Lê awirên wî zarokê bênav (em nizanin) ku raste rast li objektîfa kamerayê mêze dike û rûyê wî yê birîndar gelek tiştan ji mirovahiyê re vedibêje. Em dipelçiqin di bin awirên vî zarokî de. Heke mirov çend kêliyan li hundirê çavên wî binêre, şerm dike nefesê bigire û bide.   Carna dengê herî dawî yê ku ew guhên biçûk dibihîsin virevira makîneyên mirinê ye û pişt re perdeya jiyanê li wan tarî dibe. Carna jî ji nava wê qiyametê bi laşên xwe yê nîvî mayî li ser destên mezinan digihijin nexweşxaneyê. Ji ber êşa birînên xwe û bi temenê xwe yê biçûk hêj fêm nekiriye, lê ew dê di jiyana xwe ya pêşerojê de seqet bimînin.    Zarokan dikujin zarokan!..    Dema ew bi topebaranê re rûbirû dimînin, kî dizane belkî wê kêliyê wekî qiyametê bi nav dikin. Piştî ku bi çavên zeytûnî cara dawî li derdorê temaşe dikin, çi tê bîra wan û çi wateyê li wê zordestiyê bar dikin.   Gelo dema zarokên Sultanên Şer li eniya şer a pêşiyê bûna, dê wê demê jî ev qas xedar û bê wijdan fermana gurkirina şer û qetlîamê bidana? Ma heye ku wan şerxwazan bigota ‘Xwedê mirinek wiha bike nesîbê me hemûyan’?..   Bi awayekî aşkera sond xwarine Şahên Şer ku kevir li ser kevir nehêlin û her roj civata mirinê li ser kuştina zarokên Efrînê li dar dixin. Bi hewesa kuştina zarokên welatê me, serê xwe datînin ser balîvên xwe. Xewnên qirkirinê li ser me dibînin û ji xwe diçin. Her sibehê jî bi xeyala jimartina cesedan radibin. Dihejmêrin; deh, bîst, sed û hezar...    Desthilatdariya wan her roja diçe li ser zêdebûyîna hejmara cendekên zarokên kurd qehîmtir dibe. Celebek mirovan afirandine yên ku bi xeberên qetl û xwînê dikevin cizbehaliyê û serxweş dibin. Mizgîniya mirinê didin hev, tu dibêjî qey ‘Koroya Hejmartina Cesedan’ ava kirine. Deh, sed, hezar, 3 hezar û 5 hezar... Hejmar çiqas zêdetir bibe, taqeta destên li çepikan dixin hişktir dibe û lepên wan xurttir li hev dikevin.    Bawer bikin ku dema mirov behsa kirinên wan dike zimanê mirov dilewite û gava mirov li bêdengî û xemsariya hêzên cîhanî difikire, ne xwîn bi tenê jehr diherike ser dil û mejiyê mirov.    Ciwanên kurd li ber xwe didin, lê wijdan û hestiyariya me gelê kurd li ku ye gelo? Ger civak rabe ser xwe û ji Şahên Şer û zordestan re bibêje ‘Bes e! Zarokan nekujin’, dibe ku wê demê di înternetê de dîmenên zarokê Efrînî yê qetilkirî ji dîmenên karsazê sextekar ê xwediyê Çîftlikbankê zêdetir bên temaşekirin.    Wê demê belkî dîmenên kuştina sivîlên efrînî yên li kolanan belav bûne, girîngtir bin ji govend û tilîliyên di pîrozbahiyên Newrozê de.    Heke wijdan bikeve dewrê dibe ku dîrok şahidiya qetlîamên mezintirîn neke û Efrîn nebe gola xwînê.