HATAY - Dozger der barê dosyeya lêpirsîna Guven Ogural Kahîl ê li Samandagê ji aliyê polîsan ve hat kuştin, biryara veşartinê da.
Dozger ji bo dosyeya lêpirsîna Guven Ogural Kahîl ê di 12’ê Adarê de li navçeya Samandag a Hatayê ji aliyê polîsan ve hat kuştin, biryara veşartinê da. Kêlî û awayê kuştina Kahil di dîmenên kameraya kargehekê de jî derketibû holê. Polîsên derbarê bûyerê de hatibûn binçavkirin jî, di dadgehê de bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.