Dozger ser dosya Kahil ê polîsan ew kuşt veşart 2018-03-18 12:22:06 HATAY - Dozger der barê dosyeya lêpirsîna Guven Ogural Kahîl ê li Samandagê ji aliyê polîsan ve hat kuştin, biryara veşartinê da.  Dozger ji bo dosyeya lêpirsîna Guven Ogural Kahîl ê di 12’ê Adarê de li navçeya Samandag a Hatayê ji aliyê polîsan ve hat kuştin, biryara veşartinê da. Kêlî û awayê kuştina Kahil di dîmenên kameraya kargehekê de jî derketibû holê.  Polîsên derbarê bûyerê de hatibûn binçavkirin jî, di dadgehê de bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.