Temellî: Me soz daye Birêz Ocalan emê tebikoşin

img

ANTALYA  -  Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, di Newroza Antalyayê de gelê Efrînê û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan silav kir û diyar kir ku ew dê li dijî Dehaqan têbikoşin. Temellî, anî ziman ku wan di Newroza 2013'an de soz daye ku aştiyê biparêzin û ji bo zilmê têk bibin pêwiste hemû gel û hêzên muxalif bibin yek û bi hevre tebikoşin. 

Yekem agirê Newrozê li Antalyayê bi coşek mezin û bi dirûşmeya "Newroz Berxwedan e, Li Dijî Faşîzmê Bihara Gelan e" hat pêxistin. Di pîrozbahiya Newrozê de tevî Endam û rêveberên HDP, DBP'ê yên Antalya bi hezaran welatî amade bûn. Bi hezaran kurd, sosyalist, şoreşger û demokrat li Şanoya Servekiri ya Konyaalti kom bûn û Newroz pîroz kirin. Di Newrozê de pankartên mezin ên bi kurdî û tirkî li ser “Newroz piroz be", "Faşizm dê winda bike gel dê bi ser bikevin", “Em bi stran û govenden xwe kom dibin” û "Jin jiyan azadi" rakirin. Girsê li qada Newrozê bê navber dirûşmeyên ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Efrînê berz kirin. Li qada Newrozê alên HDP'ê bi rengên xwe zindî kir. Polîsan li dora qade tedbîrên mezin stendin. Welatiyên ji bo pirozbahiya Newrozê hatin qadê yek bi yek di lêgerînê re derbas bûn.  Welatiyan bi cilên xwe yên gelêrî û rengîn qada Newrozê rengîn kirin. Ciwanên bi rengên kesk, sor û zer hatin qadê qada Newrozê rengandin. Piştî bernameyê dest pê kir, bi hezaran welatiyên li qadê kom bûn li dora stranan govend gerandin. Pîrozbahiya Newrozê bi rêzgirtin, xwendina Çerxa Şoreşê û axaftinan dest pê kir. Piştî bernameyê dest pêkir, Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî axaftin kirin. 
 
'NEWROZ SEMBOLA SERHILDANÊ YE' 
 
Di destpêkê de Hevseroka  HDP'ê ya Antalya Songul Şarkli axaftine kir û diyar kir ku Newroz remza biharê û serhildanê ye û wiha got: “Yên hatin vir bi wêrekî hatin vir. Ev wêrekî belav dibe û dê bêtir belav bibe. Hevserokê HDP'ê yê Antalyayê Cevdet Çaglar jî Berxwedana Efrînê û Newroz silav kir û wiha got: "Îro gelê me li dijî Dehaqên Hemdem şer dike. Tu hêz dê nikaribe têkoşîna me asteng bike. Tu hêz dê nikaribe Newroza me asteng bike." 
 
‘DUH HELEPÇE ÎRO EFRÎN' 
 
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Saruhan Oluç  jî diyar kir yekem Agirê Newroza 2018'an li Antalyayê pêdixin û wiha got: "Em peyamên xwe yên Newrozê ji Birêz Ocalan re dişînin. 30 sal berê li Helepçe li ser kurdan komkujî kirin, îro li Efrînê li ser kurdan komkujiyê dikin. Lê îro têkoşîna azadiyê li çar perçeyan belav bûye. Hişmendiya ku duh li Helepçe komkujî kir îro heman hişmendî li Efrînê komkujiyê dike. Serokê AKP'e her roj hêjmara mirovên tên kuştin dijmirê. Koalîsyona AKP û MHP koalisyona dijminantiya kurdan e." 
 
HATINA ME YA VIR BERSÎVDAYINA FAŞÎZMÊ YE
 
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran jî anî ziman ku hatina me ya vir bersîvdayîna faşîzmê ye. Acar, anî ziman ku faşîzma AKP MHP dixwaze wan bike yek tîp û wiha got: "Li dijî Dehak kawa derket û Agirê Newrozê geş kir. Îro em jî li dijî faşîzma li Kurdistanê Agirê Newrozê geş dikin. Em Newroza Efrînê û berxwedana Efrînê silav dikin. Erdogan, hişmendiya 'Kobanê ket dê bikeve' îro li Efrînê berdewam dike. Efrîn Amed, Êlih û Antalya ye."  
 
'SLAV JI EFRÎN Û OCALAN RE' 
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî jî di Newroza Antalyayê de gelê Efrînê û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan silav kir û diyar kir ku ew dê li dijî Dehaqan têbikoşin. Temellî, anî ziman ku wan di Newroza 2013'an de soz daye ku aştiyê biparêzin û ji bo zilmê têk bibin pêwiste hemû gel û hêzên muxalif bibin yek û bi hevre tebikoşin û wiha got: "Newroz berxwedan e. Em dê berxwedana xwe berdewam bikin. Em Kawayên li dijî Dehaqên Zalim têdikoşin in. Agirê Newrozê agirê azadî û aştiyê ye. Dehaqên duh îro bûne OSO û Efrîn dagir kirine. Em parastina Efrînê silav dikin. Me di Newroza 2013'an de soza aşxtiyê da birêz Ocalan. Me wê demê çawa soz dabû em îro ji soz didin û silav ji Îmraliyê re dişînin. Silav ji Birêz Ocalan re. Yên ku li ser soza xwe nesekinin bila namert bin. Birêz Ocalan digot dê çawa Komara Demokratîk û aştî dê bê vî welatî. Me jî soz da."
 
Temellî, ani ziman ku yên bûne tifaq û îktîdar li ser şer xwe xwedî dikin û wiha berdewam kir: "Ji bo îktîdara xwe biparêzin Efrin dagir kirne. Li Pirsûkê komkujî kirin. Li Cizîr, Amedê şer pêş xistin. Îro jî li Efrînê şer berdewam dikin. Çi karê we bi çeteyên OSO re heye. Heta îro li Efrînê aştî, aramî hebû. heta niha kevirek jî neavêtin Tirkiye. Lê îro em xera dikin, Biryara NY'ê heye. Divê bi lezgîn vê biryarê têxin meriyetê. Li  Efrinê 400 hezar mirov dijî. Em bang li wan dikin li dijî vê zilmê rawestin. Erdogan, biryara Parlamentoya Konseya NY'e nas nake. Em destûr nadin kuştina ciwanan. Em bang li hemû dayikan dikin ku xwe bidin pêşiya van kuştinan. Divê em bi hevre li dijî faşîzmê rawestin. Yên vedigerin bila vegerin. Lê em venagerin. Em wekî gelan hemû mil bidin hev em dikarin vê faşîzmê têk bibin. Em dikarin li dijî şer aştiyê bi ser bixin. Şerê vana li her derê ye. Divê têkoşîna me jî li her derêbe. Li dijî karker, çotkar esnaf û hemû kesan şer îlan kirine. Divê em jî  hemû bibin  yek û têkoşîna xwe ya li dijî îktîdara faşist xurt bikin. 
 
Piştî axaftinan, Temellî Agirê Newrozê pêxist û piştî pêxistina Agir Newrozê, bernameya Newrozê bi stranên Koma Çiya bi dawî bû. 
 

Sernavên din

18/03/2018
08:53 Dayikên Aştiyê: Ji bo Efrînê em ber bi qadên Newrozê ve biherikin
08:52 Aborîzan Çakmakli: Dema we gotina ‘reforma strukturel’ bihîst hay ji qewlikên xwe hebin
08:52 'Newroz berxwedan e, em li qadan bin'
08:50 Roboskiyan: Em bi Newrozên girseyî tirsê bişkînin
08:49 'Gilîyên der barê îşkenceya li girtîgehan zêde bûn'
08:49 ‘Newroz jiyan e, em tev li Newrozê bibin’
08:48 Aktaş ê destên wî tune ‘talûke’ hat dîtin
08:47 3 girtiyên li Karamanê 6 rojin di greva birçîbûnê de ne
17/03/2018
23:30 Fransiyan ji bo Efrînê kampanyayek da destpêkirin
20:30 Buldan: Li Efrînê zarok tên qetilkirin
20:15 Navê 132 endamên OSO yên di şerê Efrînê de hatin kuştin hatin belavkirin
19:13 Erdogan: Dema em hatin îktîdarê ewil me OHAL rakir!
18:08 Temellî: Me soz daye Birêz Ocalan emê tebikoşin
18:03 Cenazeyekê li kêleka rê dîtin veşartin
16:47 Pîroglu: Tengê TV10 nayê qutkirin
16:45 Yên li Halepçe hatin qetilkirin bibîr anîn
15:57 Dîmenên bombebar kirina Nexweşxaneya Avrîn hat weşandin
15:39 Rojnameger Altan: Qerîna gelê Efrînê bibhîzin
15:38 Rûniştina F: Bila nexweşê penceşêrê Karataş bê berdan
15:19 Li Stenbolê kedkarên tekstîlan vexwendin Newrozê
15:18 Derewa TSK'ê: Ew der ne Nexweşxaneya Efrînê ye
14:42 Bi hezaran Newroza Antalya pîroz kirin: Bijî berxwedana Efrîne
14:34 Kartên piştevaniya bi girtiyan re şandin
14:33 ‘24 sal e em li benda hatina Mîrza ne’
14:21 Soza mal, tazmînat û hemwelatîbûna Tirkiye dan OSO
14:02 Li kujerên Hasan Ocak pirsîn
13:58 Ligel ku di Show TV’î de hat dîtin jî, 23 salin agahî jê nayê girtin
13:58 Amadekariyên Newroza Wanê bi coş dewam dikin
13:33 Li Egeyê keştiya penaberan noqî avê bû: 14 penaber mirin
13:06 Li Riha gel vexwendin berxwedana Newrozê
12:58 Ehmed: Ji bo Efrînê hin pêdivî bi çalakiyên mezin hene
12:51 Li Efrînê êrîşî karwana sivîlan kirin: Bi dehan kes hatin kuştin
12:39 Rêveber û endamên HDP û DBP’ê hatin binçavkirin
12:36 Amediyan guh neda seferberya hatina Erdogan
12:07 Serlêdana malbata Ocalan cara 67’emîn hat redkirin
12:07 2 wesayît li Bahçelîevlerê hat şewitandin
12:05 Êrîşa li dijî pîrozbahiya Newrozê, bajêr rakir serhildanê
12:03 Hemû cîhanê kuştina 47 welatiyan temaşe kir lê TSK'ê got 'derew e'
11:52 Hevşaredara Şemrexê Yildirim hat berdan
11:43 Telefona girtiyê nexweş ê got ‘îşkence li me tê kirin’ qût kirin
11:22 Gardiyenan bi ser qawîşan de girtin û girtî derp kirin
11:21 Stenbol 53 rojan ket, Efrîn 57 rojin li ber xwe dide
10:53 Çenet: Emperyalîst Tirkiyeyê li dijî Rojava bikar tînin
10:53 75 girtiyên daxwazname dan rastî cezayê dîsîplînê hatin
10:39 Agirê Newrozê li Başakşehirê ji bo Efrînê pêket
10:20 Li Dîlokê dê peyama berxwedanê bidin
10:20 Hevberdevka HDK'ê Koçyigit: Divê hêj çiqas mirov bên kuştin?
10:06 Cerdevanek li Wanê hat kuştin
10:06 'Em ê bi feyza berxwedana jinên Efrînê biçin Newrozê’
10:05 Banga tevlîbûna Newroza Amedê
09:27 Li Manîsayê jinan ji niha ve hineya Newrozê strand
09:26 WAHA: Jixwe Efrînî bajarê xwe neterikandin
09:25 Kesê ker û lal girtin
09:24 Wê li Edeneyê agirê Newrozê ji bo Efrînê bê vêxistin
09:23 Di ser kuştina taksîvan Ceyhan de 6 meh derbas bûn, tu geşedan rû nedane
09:22 Li Ceyhanê 24 roj in 6 girtî di greva birçîbûnê de ne
09:21 Şer bandorê li firotina kincên gelêrî jî kir
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2018'AN
07:56 Reşo: Di bombekirina Nexweşxaneya Avrînê de 9 sivîl mirin
16/03/2018
19:29 UNICEF: Li Efrînê zarok tên kuştin, alîkariya lezgîn pêwîst e
19:21 Hevşaredara Şemrexê hat binçavkirin
17:36 Rojnamevan Goktaş hat girtin
16:48 Li Êlih û Sêrtê dê di 21’ê Adarê de Newroz bê pîrozkirin
16:36 Dadgehê 10 sal ceza li Aysel Tugluk birî
16:11 Li Farqînê 6 kes binçav kirin
15:46 'Komkujiya Helepçe îro li Efrînê diqewime’
14:59 Di cînayeta Elçî de tu pêşketin çênebûne!
14:48 Komkujiya Roboskê di Tribunala Navdewletî de ye: Wekî li fîlm temaşe bikin
14:47 Xebatên Newrozê yên Bursa berdewam dikin
14:46 Danişîna 11 akademîsyenan taloq bû
14:12 Ji bo Newroza Geverê destûr hat dayîn
14:10 Gelê Mêrdînê vexwendin Newroza Nisêbînê
13:59 DBP: Zarokên wê rojê li Helepçeyê hatin qetilkirin, îro li berxwe didin
13:46 30 sal şûn ve: Ev der ne Helepçe ye, Efrîn e
13:32 Endamê Meclîsa HDP’ê Demîrkiran hat binçavkirin
13:27 Înîsiyatifa Dijberî OHAL'ê: Bi vî halî hilbijartin nabe
13:25 Endamê Meclîsa HDP’ê Karabiyik hat girtin
12:29 Leşkeran maşîneya zirxî li welatiyek qeliband
12:29 Ji bo Newroza Wanê destûr hat dayîn
11:47 Pirtûka di girtîgehê de nivîsandî, nadinê
11:47 KCD: Komkujiya Helepçe li Efrînê dubare dibe
11:46 TSK'ê û OSO li Efrînê 20 sivîl kuştin
11:28 Şahidê Newroza Nisêbînê ya 1992’yan: Piştî 26 salan Efrîn
11:24 Endama Meclîsa HDP’ê Berktay: Li Efrînê sûcê mirovahiyê tê kirin
11:10 Amediyan bang li Erdoganê bê Amedê kir: Dawî li dagirkeriya Efrînê bînin
10:58 Ozsoy: Li Rojhilata Navîn bê statûyek kurd jênerevîn e
10:51 TEV-DEM: Efrîn tola Helebce û hemû gelên bûne qurbanê faşizman hiltîne
10:21 Dest nedan kujeran, yên tev li merasîmê bûn girtin
10:10 Berxwedana Serdemê
09:52 Li ser deriyên polên dibistanê ‘panoya şer’ çêkirin
09:37 Li Edeneyê operasyon: 47 binçav kirin
09:31 'Kiras û fîstan remza Newrozê ne’
09:30 ‘Dê Newroza îsal bibe azadiya gelan'
09:29 Kedkarên li Îzmîrê ji bo Newrozê amade ne
09:28 'Salên 1938’an dubare dibin, emê li Newrozê qadan tije bikin’
09:27 Jinên Sûra Amedê: Em ê li dijî zilma zaliman li qada Newrozê bin
09:26 'Mirov ne ji bo şer, ji bo aramiyê deng dan’
09:26 Serokê DGDP’ê Abdûlhakîm Daş: Eger Efrîn biçe wê Kurdistan jî biçe
09:25 Alper Taş: Ketina nav Efrînê wê Tirkiyeyê têxe nav pevçûneke mezin
09:24 Zaroka 5 salî, polîsên ku çek lê kişandin ji bîr nake