Temellî: Me soz daye Birêz Ocalan emê tebikoşin 2018-03-17 18:08:00 ANTALYA  -  Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, di Newroza Antalyayê de gelê Efrînê û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan silav kir û diyar kir ku ew dê li dijî Dehaqan têbikoşin. Temellî, anî ziman ku wan di Newroza 2013'an de soz daye ku aştiyê biparêzin û ji bo zilmê têk bibin pêwiste hemû gel û hêzên muxalif bibin yek û bi hevre tebikoşin.  Yekem agirê Newrozê li Antalyayê bi coşek mezin û bi dirûşmeya "Newroz Berxwedan e, Li Dijî Faşîzmê Bihara Gelan e" hat pêxistin. Di pîrozbahiya Newrozê de tevî Endam û rêveberên HDP, DBP'ê yên Antalya bi hezaran welatî amade bûn. Bi hezaran kurd, sosyalist, şoreşger û demokrat li Şanoya Servekiri ya Konyaalti kom bûn û Newroz pîroz kirin. Di Newrozê de pankartên mezin ên bi kurdî û tirkî li ser “Newroz piroz be", "Faşizm dê winda bike gel dê bi ser bikevin", “Em bi stran û govenden xwe kom dibin” û "Jin jiyan azadi" rakirin. Girsê li qada Newrozê bê navber dirûşmeyên ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Efrînê berz kirin. Li qada Newrozê alên HDP'ê bi rengên xwe zindî kir. Polîsan li dora qade tedbîrên mezin stendin. Welatiyên ji bo pirozbahiya Newrozê hatin qadê yek bi yek di lêgerînê re derbas bûn.  Welatiyan bi cilên xwe yên gelêrî û rengîn qada Newrozê rengîn kirin. Ciwanên bi rengên kesk, sor û zer hatin qadê qada Newrozê rengandin. Piştî bernameyê dest pê kir, bi hezaran welatiyên li qadê kom bûn li dora stranan govend gerandin. Pîrozbahiya Newrozê bi rêzgirtin, xwendina Çerxa Şoreşê û axaftinan dest pê kir. Piştî bernameyê dest pêkir, Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî axaftin kirin.    'NEWROZ SEMBOLA SERHILDANÊ YE'    Di destpêkê de Hevseroka  HDP'ê ya Antalya Songul Şarkli axaftine kir û diyar kir ku Newroz remza biharê û serhildanê ye û wiha got: “Yên hatin vir bi wêrekî hatin vir. Ev wêrekî belav dibe û dê bêtir belav bibe. Hevserokê HDP'ê yê Antalyayê Cevdet Çaglar jî Berxwedana Efrînê û Newroz silav kir û wiha got: "Îro gelê me li dijî Dehaqên Hemdem şer dike. Tu hêz dê nikaribe têkoşîna me asteng bike. Tu hêz dê nikaribe Newroza me asteng bike."    ‘DUH HELEPÇE ÎRO EFRÎN'    Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Saruhan Oluç  jî diyar kir yekem Agirê Newroza 2018'an li Antalyayê pêdixin û wiha got: "Em peyamên xwe yên Newrozê ji Birêz Ocalan re dişînin. 30 sal berê li Helepçe li ser kurdan komkujî kirin, îro li Efrînê li ser kurdan komkujiyê dikin. Lê îro têkoşîna azadiyê li çar perçeyan belav bûye. Hişmendiya ku duh li Helepçe komkujî kir îro heman hişmendî li Efrînê komkujiyê dike. Serokê AKP'e her roj hêjmara mirovên tên kuştin dijmirê. Koalîsyona AKP û MHP koalisyona dijminantiya kurdan e."    HATINA ME YA VIR BERSÎVDAYINA FAŞÎZMÊ YE   Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran jî anî ziman ku hatina me ya vir bersîvdayîna faşîzmê ye. Acar, anî ziman ku faşîzma AKP MHP dixwaze wan bike yek tîp û wiha got: "Li dijî Dehak kawa derket û Agirê Newrozê geş kir. Îro em jî li dijî faşîzma li Kurdistanê Agirê Newrozê geş dikin. Em Newroza Efrînê û berxwedana Efrînê silav dikin. Erdogan, hişmendiya 'Kobanê ket dê bikeve' îro li Efrînê berdewam dike. Efrîn Amed, Êlih û Antalya ye."     'SLAV JI EFRÎN Û OCALAN RE'    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî jî di Newroza Antalyayê de gelê Efrînê û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan silav kir û diyar kir ku ew dê li dijî Dehaqan têbikoşin. Temellî, anî ziman ku wan di Newroza 2013'an de soz daye ku aştiyê biparêzin û ji bo zilmê têk bibin pêwiste hemû gel û hêzên muxalif bibin yek û bi hevre tebikoşin û wiha got: "Newroz berxwedan e. Em dê berxwedana xwe berdewam bikin. Em Kawayên li dijî Dehaqên Zalim têdikoşin in. Agirê Newrozê agirê azadî û aştiyê ye. Dehaqên duh îro bûne OSO û Efrîn dagir kirine. Em parastina Efrînê silav dikin. Me di Newroza 2013'an de soza aşxtiyê da birêz Ocalan. Me wê demê çawa soz dabû em îro ji soz didin û silav ji Îmraliyê re dişînin. Silav ji Birêz Ocalan re. Yên ku li ser soza xwe nesekinin bila namert bin. Birêz Ocalan digot dê çawa Komara Demokratîk û aştî dê bê vî welatî. Me jî soz da."   Temellî, ani ziman ku yên bûne tifaq û îktîdar li ser şer xwe xwedî dikin û wiha berdewam kir: "Ji bo îktîdara xwe biparêzin Efrin dagir kirne. Li Pirsûkê komkujî kirin. Li Cizîr, Amedê şer pêş xistin. Îro jî li Efrînê şer berdewam dikin. Çi karê we bi çeteyên OSO re heye. Heta îro li Efrînê aştî, aramî hebû. heta niha kevirek jî neavêtin Tirkiye. Lê îro em xera dikin, Biryara NY'ê heye. Divê bi lezgîn vê biryarê têxin meriyetê. Li  Efrinê 400 hezar mirov dijî. Em bang li wan dikin li dijî vê zilmê rawestin. Erdogan, biryara Parlamentoya Konseya NY'e nas nake. Em destûr nadin kuştina ciwanan. Em bang li hemû dayikan dikin ku xwe bidin pêşiya van kuştinan. Divê em bi hevre li dijî faşîzmê rawestin. Yên vedigerin bila vegerin. Lê em venagerin. Em wekî gelan hemû mil bidin hev em dikarin vê faşîzmê têk bibin. Em dikarin li dijî şer aştiyê bi ser bixin. Şerê vana li her derê ye. Divê têkoşîna me jî li her derêbe. Li dijî karker, çotkar esnaf û hemû kesan şer îlan kirine. Divê em jî  hemû bibin  yek û têkoşîna xwe ya li dijî îktîdara faşist xurt bikin.    Piştî axaftinan, Temellî Agirê Newrozê pêxist û piştî pêxistina Agir Newrozê, bernameya Newrozê bi stranên Koma Çiya bi dawî bû.