MÊRSÎN / WAN - Li Mêrsîn û Wanê hevserokên HDP, DBP û gelek kes hatin binçavkirin.
Polîsan li Mêrsînê serê sibê bi ser gelek malan de girtin, Hevseroka DBP’ê Yeter Guzel, Hevserokên HDP’ê Havva Tekîn û Saît Tilsin ên Akdenîzê, Rêvebera HDP’ê ya Mêrsînê Hatîce Sayin û gelek kesên navên wan nehat zanîn binçav kirin. Kesên ku hinceta binçavkirina wan nehat zanîn birin Midûryeta Polîsan a Mêrsînê.
LI WANÊ JÎ 3 KES BINÇAV KIRIN
Li Wanê jî serê sibê polîsan bi ser malan de girtin, welatiyên binavê Sînan Surucu, M. Selîm Ozdeş û Nazmî Kalkan binçav kirin. 3 kesên hatin binçavkirin birin Midûryeta Polîsna a bajêr.