Rêveber û endamên HDP û DBP’ê hatin binçavkirin 2018-03-17 12:39:41   MÊRSÎN / WAN - Li Mêrsîn û Wanê hevserokên HDP, DBP û gelek kes hatin binçavkirin.     Polîsan li Mêrsînê serê sibê bi ser gelek malan de girtin, Hevseroka DBP’ê Yeter Guzel, Hevserokên HDP’ê Havva Tekîn û Saît Tilsin ên Akdenîzê, Rêvebera HDP’ê ya Mêrsînê Hatîce Sayin û gelek kesên navên wan nehat zanîn binçav kirin.  Kesên ku hinceta  binçavkirina wan nehat zanîn birin Midûryeta Polîsan a Mêrsînê.    LI WANÊ JÎ 3 KES BINÇAV KIRIN    Li Wanê jî serê sibê polîsan bi ser malan de girtin, welatiyên binavê Sînan Surucu, M. Selîm Ozdeş û Nazmî Kalkan binçav kirin. 3 kesên hatin binçavkirin birin Midûryeta Polîsna a bajêr.