ÎZMÎR - Hevşaredara Şemrexê Necla Yildirim a qeyûm tayînê cihê wê hat kirin, piştî îfade da hat berdan.
Hevşaredara Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a navçeya Şemrexa Mêrdînê Necla Yildirim a qayûm tayînê cihê wê hat kirin, li Îzmîrê di 16’ê Adarê de ji bo îmzeya kontrolê bide çû Qereqola Polîsan a Ozkanlarê. Yildirim li vê derê bi hinceta derbarê wê de lêpirsînek din heye, hat binçavkirin. Yildirim piştî îfadeya xwe da hat berdan.