Hevşaredara Şemrexê Yildirim hat berdan 2018-03-17 11:52:20 ÎZMÎR - Hevşaredara Şemrexê Necla Yildirim a qeyûm tayînê cihê wê hat kirin, piştî îfade da hat berdan.  Hevşaredara Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a navçeya Şemrexa Mêrdînê Necla Yildirim a qayûm tayînê cihê wê hat kirin, li Îzmîrê di 16’ê Adarê de ji bo îmzeya kontrolê bide çû Qereqola Polîsan a Ozkanlarê. Yildirim li vê derê bi hinceta derbarê  wê de lêpirsînek din heye, hat binçavkirin.  Yildirim piştî îfadeya xwe da hat berdan.