WAN - Li Wanê, cerdevan Fuat Kilagus ê rastî êrîşê hat, mir.
Li navçeya Rêya Armûşê yê Wanê cerdevan Fuat Kilagus, rastî êrîşa biçek a kesên nasnameya wan ne diyar hat. Cerdevan Kilagus di êrîşê de mir.
Li Wanê di rojên derbas bûyî de jî cerdevan Metîn Ertaş ê li navçeya Peyîzavayê li ber deriyê mala xwe ya Artemêtê bi çekê hatibû kuştin.