Cerdevanek li Wanê hat kuştin 2018-03-17 10:06:49 WAN - Li Wanê, cerdevan Fuat Kilagus ê rastî êrîşê hat, mir. Li navçeya Rêya Armûşê yê Wanê cerdevan Fuat Kilagus, rastî êrîşa biçek a kesên nasnameya wan ne diyar hat. Cerdevan Kilagus di êrîşê de mir.   Li Wanê di rojên derbas bûyî de jî cerdevan Metîn Ertaş ê li navçeya Peyîzavayê li ber deriyê mala xwe ya Artemêtê bi çekê hatibû kuştin.