Jinên Sûra Amedê: Em ê li dijî zilma zaliman li qada Newrozê bin

img

AMED - Tevî hemû rûxandin û şerê li Sûrê jî, jinên ku tu carî bêhêvî neman niha amadekariyên Newrozê dikin. Zînê Candan destnîşan kir ku ew ê li dijî zilma zaliman li qadan bin û got: “Erdogan Sûrê serobino kir, herkesî bê mal hişt. Dibêje qey qelê kurd qediyaye. Hîn jî em li ser piya ne.” 

Jinên ku tevî hemû rûxandin û texrîbata li Sûrê ya di dema qedexeya derketina kolanan de rû da jî tu carî bêhêvî nebûn, niha amadekariyên Newrozê dikin. Jinên li Sûrê bi lêv kirin ku ew ê li dijî zilma zaliman li qadan bin û li cem mezlûman cih bigirin. 
 
Şêniya Taxa Lalebeyê ya bi rûxandinê re rû bir û ye Mukaddes Rengîn, bi lêv kir ku wan di demê qedexe de jî Newroz pîroz kiriye. Rengîn got: “Kurd bi salan e bi zilm û çewisandinê re rû bi rû ne. Bi salan e şer heye. Di şer de malên me tên rûxandin û zarokên me dimirin, tu tişt neguheriye. Tijekirina qadan tenê ne ji bo govendgerandinê ye. Roja bilêvkirin û qîrîniya ji bo azadiyê ye. Wê kurd dîsa li qada Newrozê li dijî şer û mirinê aştiyê biqîrin.” 
 
‘JI BER EFRÎNÊ WÊ HINEKÎ DILŞIKESTÎ DERBAS BIBE’ 
 
Şukran Guneş jî diyar kir ku ji ber şerê li Efrînê wê heyecana Newroza îsal hinekî dilmayî derbas bibe, lê belê dîsa jî ew ê beşdar bibin. Guneş got wan ji niha ve dest bi amadekariyên Newrozê kiriye û wan kinc dane dirûtin. Guneş, bi lêv kir ku ew di her Newrozê de sibehê zû hişyar dibin û bi tilîliyan ber be qada Newrozê ve diçin. Guneş got: “Belê li kolanan wesayîtên şaredariyê hebûn. Heta qada Newrozê gel bêheq dibirin, lê niha qeyûm hatiye mirov nizane dê çawa be. Lê peya be jî em ê biçin qadê û govenda xwe bigerînin.” 
 
‘DI DEMÊN QEDEXE DE ME DEV JÊ BERNEDA ÎCAR EM Ê NIHA DEV JÊ BERDIN?’ 
 
Sakîne Aydina 60 salî destnîşan kir ku salên Newroz qedexe bûn de wan li nav taxê Newroz pîroz dikir û got: “Gel li nav taxan û serê cadeyan Newroz pîroz dikir. Beriya Newrozê bi çend rojan teker dihatin peydakirin û şewitandin. Li dor agir bi dehan jin û mêr dibûn xelek û govend digerandin. Lê bedêleke vê yekê hebû. Polîsan davêt ser taxan, ciwanan derb dikir an jî binçav dikir. Lê belê tevî vê yekê jî Newroz dihat pîrozkirin. Me di wan rojan de dev ji pîrozkirina Newrozê berneda, îcar em ê niha dev jê berdin? Wekî her carê em ê rahêlin zarokên xwe û biçin. Divê gelê kurd hemû tev li Newrozê bibe.” 
 
‘AMED PAYTEXT E, EV YEK NAGUHERE’ 
 
Makbûle Toprak ku di dema rûxandina li Sûrê de mala wê jî hat rûxandin, got: “Dewlet me bê mal û war hişt. Hema ji bo vê yekê be jî divê ji extiyarên Sûrê bigire heta zarokên wan herkes tev li pîrozbahiya Newrozê bibe. Wisa difikirim ku divê hemû kurd yek bin. Em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin, divê em li gor nirxên xwe tev bigerin. Amed ji bo kurdan paytext e, ev yek naguhere. Wê berxwedan û tililiyên me berdewam bin.” 
 
‘NEWROZ  CEJNA HEMÛ GELAN E’ 
 
Zînê Candan a 66 salî jî anî ziman ku Newroz hem destpêka jiyanê hem jî ya berxwedanê ye. Candan got: “Erdogan Sûrê serobino kir, herkesî bê mal hişt. Dibêje qey qelê kurd qediyaye. Hîn jî em li ser piya ne. Me baweriya xwe bi hin nirxan aniye, ji bo wan em li ser piya ne. Hewldan vê yekê tune bikin, lê bi ser neketin. Newroz pêşî cejna kurdan û bi giştî jî ya hemû gelan e. Nexweş bim jî, xemgîn bim jî ez ê biçim Newrozê. Eger neçim, wekî titştek ji min kêm bibe. Roja Newrozê em ê der û cînar hemû li qadê bin. Em jin em ê bi reng û tilîliyên xwe, bi kincên xwe li qadan li dijî zilma zaliman li ber xwe bidin.” 
 
MA / Esra Solin Dal

Sernavên din

18/03/2018
08:53 Dayikên Aştiyê: Ji bo Efrînê em ber bi qadên Newrozê ve biherikin
08:52 Aborîzan Çakmakli: Dema we gotina ‘reforma strukturel’ bihîst hay ji qewlikên xwe hebin
08:52 'Newroz berxwedan e, em li qadan bin'
08:50 Roboskiyan: Em bi Newrozên girseyî tirsê bişkînin
08:49 'Gilîyên der barê îşkenceya li girtîgehan zêde bûn'
08:49 ‘Newroz jiyan e, em tev li Newrozê bibin’
08:48 Aktaş ê destên wî tune ‘talûke’ hat dîtin
08:47 3 girtiyên li Karamanê 6 rojin di greva birçîbûnê de ne
17/03/2018
23:30 Fransiyan ji bo Efrînê kampanyayek da destpêkirin
20:30 Buldan: Li Efrînê zarok tên qetilkirin
20:15 Navê 132 endamên OSO yên di şerê Efrînê de hatin kuştin hatin belavkirin
19:13 Erdogan: Dema em hatin îktîdarê ewil me OHAL rakir!
18:08 Temellî: Me soz daye Birêz Ocalan emê tebikoşin
18:03 Cenazeyekê li kêleka rê dîtin veşartin
16:47 Pîroglu: Tengê TV10 nayê qutkirin
16:45 Yên li Halepçe hatin qetilkirin bibîr anîn
15:57 Dîmenên bombebar kirina Nexweşxaneya Avrîn hat weşandin
15:39 Rojnameger Altan: Qerîna gelê Efrînê bibhîzin
15:38 Rûniştina F: Bila nexweşê penceşêrê Karataş bê berdan
15:19 Li Stenbolê kedkarên tekstîlan vexwendin Newrozê
15:18 Derewa TSK'ê: Ew der ne Nexweşxaneya Efrînê ye
14:42 Bi hezaran Newroza Antalya pîroz kirin: Bijî berxwedana Efrîne
14:34 Kartên piştevaniya bi girtiyan re şandin
14:33 ‘24 sal e em li benda hatina Mîrza ne’
14:21 Soza mal, tazmînat û hemwelatîbûna Tirkiye dan OSO
14:02 Li kujerên Hasan Ocak pirsîn
13:58 Ligel ku di Show TV’î de hat dîtin jî, 23 salin agahî jê nayê girtin
13:58 Amadekariyên Newroza Wanê bi coş dewam dikin
13:33 Li Egeyê keştiya penaberan noqî avê bû: 14 penaber mirin
13:06 Li Riha gel vexwendin berxwedana Newrozê
12:58 Ehmed: Ji bo Efrînê hin pêdivî bi çalakiyên mezin hene
12:51 Li Efrînê êrîşî karwana sivîlan kirin: Bi dehan kes hatin kuştin
12:39 Rêveber û endamên HDP û DBP’ê hatin binçavkirin
12:36 Amediyan guh neda seferberya hatina Erdogan
12:07 Serlêdana malbata Ocalan cara 67’emîn hat redkirin
12:07 2 wesayît li Bahçelîevlerê hat şewitandin
12:05 Êrîşa li dijî pîrozbahiya Newrozê, bajêr rakir serhildanê
12:03 Hemû cîhanê kuştina 47 welatiyan temaşe kir lê TSK'ê got 'derew e'
11:52 Hevşaredara Şemrexê Yildirim hat berdan
11:43 Telefona girtiyê nexweş ê got ‘îşkence li me tê kirin’ qût kirin
11:22 Gardiyenan bi ser qawîşan de girtin û girtî derp kirin
11:21 Stenbol 53 rojan ket, Efrîn 57 rojin li ber xwe dide
10:53 Çenet: Emperyalîst Tirkiyeyê li dijî Rojava bikar tînin
10:53 75 girtiyên daxwazname dan rastî cezayê dîsîplînê hatin
10:39 Agirê Newrozê li Başakşehirê ji bo Efrînê pêket
10:20 Li Dîlokê dê peyama berxwedanê bidin
10:20 Hevberdevka HDK'ê Koçyigit: Divê hêj çiqas mirov bên kuştin?
10:06 Cerdevanek li Wanê hat kuştin
10:06 'Em ê bi feyza berxwedana jinên Efrînê biçin Newrozê’
10:05 Banga tevlîbûna Newroza Amedê
09:27 Li Manîsayê jinan ji niha ve hineya Newrozê strand
09:26 WAHA: Jixwe Efrînî bajarê xwe neterikandin
09:25 Kesê ker û lal girtin
09:24 Wê li Edeneyê agirê Newrozê ji bo Efrînê bê vêxistin
09:23 Di ser kuştina taksîvan Ceyhan de 6 meh derbas bûn, tu geşedan rû nedane
09:22 Li Ceyhanê 24 roj in 6 girtî di greva birçîbûnê de ne
09:21 Şer bandorê li firotina kincên gelêrî jî kir
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2018'AN
07:56 Reşo: Di bombekirina Nexweşxaneya Avrînê de 9 sivîl mirin
16/03/2018
19:29 UNICEF: Li Efrînê zarok tên kuştin, alîkariya lezgîn pêwîst e
19:21 Hevşaredara Şemrexê hat binçavkirin
17:36 Rojnamevan Goktaş hat girtin
16:48 Li Êlih û Sêrtê dê di 21’ê Adarê de Newroz bê pîrozkirin
16:36 Dadgehê 10 sal ceza li Aysel Tugluk birî
16:11 Li Farqînê 6 kes binçav kirin
15:46 'Komkujiya Helepçe îro li Efrînê diqewime’
14:59 Di cînayeta Elçî de tu pêşketin çênebûne!
14:48 Komkujiya Roboskê di Tribunala Navdewletî de ye: Wekî li fîlm temaşe bikin
14:47 Xebatên Newrozê yên Bursa berdewam dikin
14:46 Danişîna 11 akademîsyenan taloq bû
14:12 Ji bo Newroza Geverê destûr hat dayîn
14:10 Gelê Mêrdînê vexwendin Newroza Nisêbînê
13:59 DBP: Zarokên wê rojê li Helepçeyê hatin qetilkirin, îro li berxwe didin
13:46 30 sal şûn ve: Ev der ne Helepçe ye, Efrîn e
13:32 Endamê Meclîsa HDP’ê Demîrkiran hat binçavkirin
13:27 Înîsiyatifa Dijberî OHAL'ê: Bi vî halî hilbijartin nabe
13:25 Endamê Meclîsa HDP’ê Karabiyik hat girtin
12:29 Leşkeran maşîneya zirxî li welatiyek qeliband
12:29 Ji bo Newroza Wanê destûr hat dayîn
11:47 Pirtûka di girtîgehê de nivîsandî, nadinê
11:47 KCD: Komkujiya Helepçe li Efrînê dubare dibe
11:46 TSK'ê û OSO li Efrînê 20 sivîl kuştin
11:28 Şahidê Newroza Nisêbînê ya 1992’yan: Piştî 26 salan Efrîn
11:24 Endama Meclîsa HDP’ê Berktay: Li Efrînê sûcê mirovahiyê tê kirin
11:10 Amediyan bang li Erdoganê bê Amedê kir: Dawî li dagirkeriya Efrînê bînin
10:58 Ozsoy: Li Rojhilata Navîn bê statûyek kurd jênerevîn e
10:51 TEV-DEM: Efrîn tola Helebce û hemû gelên bûne qurbanê faşizman hiltîne
10:21 Dest nedan kujeran, yên tev li merasîmê bûn girtin
10:10 Berxwedana Serdemê
09:52 Li ser deriyên polên dibistanê ‘panoya şer’ çêkirin
09:37 Li Edeneyê operasyon: 47 binçav kirin
09:31 'Kiras û fîstan remza Newrozê ne’
09:30 ‘Dê Newroza îsal bibe azadiya gelan'
09:29 Kedkarên li Îzmîrê ji bo Newrozê amade ne
09:28 'Salên 1938’an dubare dibin, emê li Newrozê qadan tije bikin’
09:27 Jinên Sûra Amedê: Em ê li dijî zilma zaliman li qada Newrozê bin
09:26 'Mirov ne ji bo şer, ji bo aramiyê deng dan’
09:26 Serokê DGDP’ê Abdûlhakîm Daş: Eger Efrîn biçe wê Kurdistan jî biçe
09:25 Alper Taş: Ketina nav Efrînê wê Tirkiyeyê têxe nav pevçûneke mezin
09:24 Zaroka 5 salî, polîsên ku çek lê kişandin ji bîr nake