Jinên Sûra Amedê: Em ê li dijî zilma zaliman li qada Newrozê bin 2018-03-16 09:27:49 AMED - Tevî hemû rûxandin û şerê li Sûrê jî, jinên ku tu carî bêhêvî neman niha amadekariyên Newrozê dikin. Zînê Candan destnîşan kir ku ew ê li dijî zilma zaliman li qadan bin û got: “Erdogan Sûrê serobino kir, herkesî bê mal hişt. Dibêje qey qelê kurd qediyaye. Hîn jî em li ser piya ne.”  Jinên ku tevî hemû rûxandin û texrîbata li Sûrê ya di dema qedexeya derketina kolanan de rû da jî tu carî bêhêvî nebûn, niha amadekariyên Newrozê dikin. Jinên li Sûrê bi lêv kirin ku ew ê li dijî zilma zaliman li qadan bin û li cem mezlûman cih bigirin.    Şêniya Taxa Lalebeyê ya bi rûxandinê re rû bir û ye Mukaddes Rengîn, bi lêv kir ku wan di demê qedexe de jî Newroz pîroz kiriye. Rengîn got: “Kurd bi salan e bi zilm û çewisandinê re rû bi rû ne. Bi salan e şer heye. Di şer de malên me tên rûxandin û zarokên me dimirin, tu tişt neguheriye. Tijekirina qadan tenê ne ji bo govendgerandinê ye. Roja bilêvkirin û qîrîniya ji bo azadiyê ye. Wê kurd dîsa li qada Newrozê li dijî şer û mirinê aştiyê biqîrin.”    ‘JI BER EFRÎNÊ WÊ HINEKÎ DILŞIKESTÎ DERBAS BIBE’    Şukran Guneş jî diyar kir ku ji ber şerê li Efrînê wê heyecana Newroza îsal hinekî dilmayî derbas bibe, lê belê dîsa jî ew ê beşdar bibin. Guneş got wan ji niha ve dest bi amadekariyên Newrozê kiriye û wan kinc dane dirûtin. Guneş, bi lêv kir ku ew di her Newrozê de sibehê zû hişyar dibin û bi tilîliyan ber be qada Newrozê ve diçin. Guneş got: “Belê li kolanan wesayîtên şaredariyê hebûn. Heta qada Newrozê gel bêheq dibirin, lê niha qeyûm hatiye mirov nizane dê çawa be. Lê peya be jî em ê biçin qadê û govenda xwe bigerînin.”    ‘DI DEMÊN QEDEXE DE ME DEV JÊ BERNEDA ÎCAR EM Ê NIHA DEV JÊ BERDIN?’    Sakîne Aydina 60 salî destnîşan kir ku salên Newroz qedexe bûn de wan li nav taxê Newroz pîroz dikir û got: “Gel li nav taxan û serê cadeyan Newroz pîroz dikir. Beriya Newrozê bi çend rojan teker dihatin peydakirin û şewitandin. Li dor agir bi dehan jin û mêr dibûn xelek û govend digerandin. Lê bedêleke vê yekê hebû. Polîsan davêt ser taxan, ciwanan derb dikir an jî binçav dikir. Lê belê tevî vê yekê jî Newroz dihat pîrozkirin. Me di wan rojan de dev ji pîrozkirina Newrozê berneda, îcar em ê niha dev jê berdin? Wekî her carê em ê rahêlin zarokên xwe û biçin. Divê gelê kurd hemû tev li Newrozê bibe.”    ‘AMED PAYTEXT E, EV YEK NAGUHERE’    Makbûle Toprak ku di dema rûxandina li Sûrê de mala wê jî hat rûxandin, got: “Dewlet me bê mal û war hişt. Hema ji bo vê yekê be jî divê ji extiyarên Sûrê bigire heta zarokên wan herkes tev li pîrozbahiya Newrozê bibe. Wisa difikirim ku divê hemû kurd yek bin. Em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin, divê em li gor nirxên xwe tev bigerin. Amed ji bo kurdan paytext e, ev yek naguhere. Wê berxwedan û tililiyên me berdewam bin.”    ‘NEWROZ  CEJNA HEMÛ GELAN E’    Zînê Candan a 66 salî jî anî ziman ku Newroz hem destpêka jiyanê hem jî ya berxwedanê ye. Candan got: “Erdogan Sûrê serobino kir, herkesî bê mal hişt. Dibêje qey qelê kurd qediyaye. Hîn jî em li ser piya ne. Me baweriya xwe bi hin nirxan aniye, ji bo wan em li ser piya ne. Hewldan vê yekê tune bikin, lê bi ser neketin. Newroz pêşî cejna kurdan û bi giştî jî ya hemû gelan e. Nexweş bim jî, xemgîn bim jî ez ê biçim Newrozê. Eger neçim, wekî titştek ji min kêm bibe. Roja Newrozê em ê der û cînar hemû li qadê bin. Em jin em ê bi reng û tilîliyên xwe, bi kincên xwe li qadan li dijî zilma zaliman li ber xwe bidin.”    MA / Esra Solin Dal