'Polîtîkayên dewletê di tenduristiyê de jî tundiya li ser jinan derxist holê'

  • jin
  • 09:05 11 Tebax 2022
  • |
img
ENQERE - Bijîşk Neşe Yilmaz, diyar kir ku gelek dermanên di tenduristiya jinan de tên bikaranîn ji aliyê SGK’ê ve nayê temînkirin û ev pêkanîn “tundiya di qada tenduristiyê de” ya li ser jinan e. 
 
Gelek dermanên di tenduristiya jinan û ducanitiyê de tên bikaranîn ji aliyê Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) ve nayên temînkirin. Di serê van dermanan de derziya HPV ku penceşêra devê malzarokê asteng dike û hebên ku hem pê ducanî bibin hem jî ducantiyê asteng bikin ên welîdînê yên jinan tên. Bihayê van dermanên ku ji aliyê SGK’ê ve nayên temînkirin, ji ber kura dowizê her ku diçe zêde dibin. Bihayên dermanên kontrola welidînê di sala 2021’ê de dora 50-60 lîre bû lê îsa di navbera 93-140 lîreyan de tê guhertin. Bijîşk Neşe Yilmaz a di nav xebatên Plankirina Malbatê ya Baskê Hekîmtiya Jinan Tenduristiya Jinan a Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) de cih digire vê mijar ji Ajansa  Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 
 
‘BINPÊKIRINA TENDURISTIYÊ YA LI DIJÎ JINÊ’
 
Yilmaz, diyar kir ku di çar salên dawî de têkildarî preparatên di plankirina malbatê de tên bikaranîn pirsgirêk heye û wiha got: “Şewba vîrûsa koronayê kete navberê û di vê serdemê de di plankirinan de kulekî çebû lê di van rojan de em dibînin ku bi destê dewletê kirînek nayê kirin.” Yilmaz, bi lêv kir ku demekî dirêj e ku tenduristvan nikarin preparatên hormonal û kondoman bi dest bixin û wiha berdewam kir: “Ev derman ji bo ducantiyên neyên xwestin û ji bo parastina tenduristiya dayik û zarok girîng in. Netemînkirina dermanan a ji aliyê cemaweriyê ve yek ji xizmetên tenduristiyê yên parastinê yên herî bingehîn îhmaleke tenduristiyê ya li ser jinan derxist holê.”
 
‘PENCEŞÊRA BI DERZIYÊ WERE ASTENGKIRIN’
 
Yilmaz, diyar kir ku ji bilî van derziya HPV’ê jî ji aliyê dewletê ve nayê temînkirin û wiha lê zêde kir: “Cureke penceşêrê heye. Ji sedî 99 dibe sedemê penceşêrê. Çiqas baş e ku derziyeke ku vê penceşêrê asteng bike heye. Nayê qebûlkirin ku penceşêreke ku derziya wê hatiye dîtin, derziya wê neyê kirin. Gelek rêxistinên jinan dixwazin ku derziya HPV’ê bigirin çarçoveya derzîkirinê ya zarokatiyê.”
 
‘EM ZEHMETIYÊ DIKIŞÎNIN KU XWE BIGIHÎNIN DANEYAN’
 
Yilmaz, da zanîn ku zehmetiyê dikişînin ku xwe bigihînin daneyên penceşêra devê malzaroka bi vîrûsa HPV’ê çêdibe û wiha pê de çû: “Li welat bernameyên lêgerînê hene lê temenên di navbera 30 û 65 têxe nava xwe. Tenê lêgerîna penceşêra devê malzarokê tê kirin, lê em dizanin ku HPV rê li ber hin penceşêrên din jî vedike. Niha lêgerînek tê kirin lê çiqasî nifûsê têxe nava xwe em nizanin. Divê hem lêgerîn bên domandin hem jî dest bi derzîkirina koma temenê zarokan bê kirin vê yekê jî encax dewlet dikare bike." 
 
‘POLÎTÎKAYÊN TENDURISTIYÊ TUNDIYA LI SER JINÊ YE’
 
Yilmaz, destnîşan kir ku polîtîkayên tenduristiyê yên desthilatê yên li ser jinan veguherîne tundiyê û wiha domand: “HPV nexweşiyeke ku dikare bi derziyê were parastin e û divê ji aliyê dewletê ve were pêşwazîkirin. Divê li rewşa madî neyê nêrîn. Ji ber wê yekê em dikarin bêjin tundiyeke tenduristiyê ye.” Yilmaz, da zanîn ku beriya niha li ocaxên tenduristiyê hemû rêbazên plankirina malbatê bê pere û ji aliyê bijîşk û xebatkarên tenduristiyê yên perwerdekirî dihate dayîn. 
 
‘TESLÎMBÛNEKE TUNDIYÊ HEYE’
 
Yilmaz, diyar kir ku ji gelek aliyan ve tundiya li ser jinê nikare were astengkirin û wiha axivî: “Li vî welatî bi awayekî giştî teslîmbûnek heye li vî welatî. Divê daxwazan em bi awayekî xurt bidin berdewam kirin. Em weke TTB, partiyên siyasî û rêxistinên jinan berdewam bikin. Mafê me ye ku xizmetên plankirina malbatê ji aliyê cemaweriyê ve bê pere bên dayîn, dibe ku hikumet vî mafî nede lê ji bo ku em vî mafî bigirin divê em têbikoşin. Berpirsyartiya vê ya dewletê ye, divê dewlet vê xizmetê ji her kesê re bê pere bike. Divê hemû kesên di nav civakê de van daxwazan bilind bikin.”
 
Yilmaz, destnîşan kir ku tenduristiya jinan ne tenê li Tirkiyeyê li hemû cîhanê nayê dîtin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Tundiya li ser jinê jî pirsgirêkeke giştî ye, ev ne pirsgirêkeke ku tenê bi tenduristvanan çareser bibe. Divê em bi awayekî hevpar têbikoşin. Tenduristî tişteke ku bi têkoşîneke civakî pêk were ye.”
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

29/12/2025
20:43 Dê peyama sersalê ya Abdullah Ocalan bê parvekirin
16:37 Rêya Colemêrg-Şirnexê ji çûnhatinê re hat girtin
16:15 Li Cizîrê bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
15:56 Doza Narîn Guranê: Dadgeha Bilind cezayê dê, ap û bira erê kir
15:48 Êrişî çalakiyên li Tehranê hat kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
15:35 Bakirhan: Li dijî DAIŞ'ê helwesta hevpar divê
15:13 Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin
14:49 Ji Serhedê bang: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye
13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin