'Polîtîkayên dewletê di tenduristiyê de jî tundiya li ser jinan derxist holê' 2022-08-11 09:05:50   ENQERE - Bijîşk Neşe Yilmaz, diyar kir ku gelek dermanên di tenduristiya jinan de tên bikaranîn ji aliyê SGK’ê ve nayê temînkirin û ev pêkanîn “tundiya di qada tenduristiyê de” ya li ser jinan e.    Gelek dermanên di tenduristiya jinan û ducanitiyê de tên bikaranîn ji aliyê Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) ve nayên temînkirin. Di serê van dermanan de derziya HPV ku penceşêra devê malzarokê asteng dike û hebên ku hem pê ducanî bibin hem jî ducantiyê asteng bikin ên welîdînê yên jinan tên. Bihayê van dermanên ku ji aliyê SGK’ê ve nayên temînkirin, ji ber kura dowizê her ku diçe zêde dibin. Bihayên dermanên kontrola welidînê di sala 2021’ê de dora 50-60 lîre bû lê îsa di navbera 93-140 lîreyan de tê guhertin. Bijîşk Neşe Yilmaz a di nav xebatên Plankirina Malbatê ya Baskê Hekîmtiya Jinan Tenduristiya Jinan a Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) de cih digire vê mijar ji Ajansa  Mezopotamyayê (MA) re nirxand.    ‘BINPÊKIRINA TENDURISTIYÊ YA LI DIJÎ JINÊ’   Yilmaz, diyar kir ku di çar salên dawî de têkildarî preparatên di plankirina malbatê de tên bikaranîn pirsgirêk heye û wiha got: “Şewba vîrûsa koronayê kete navberê û di vê serdemê de di plankirinan de kulekî çebû lê di van rojan de em dibînin ku bi destê dewletê kirînek nayê kirin.” Yilmaz, bi lêv kir ku demekî dirêj e ku tenduristvan nikarin preparatên hormonal û kondoman bi dest bixin û wiha berdewam kir: “Ev derman ji bo ducantiyên neyên xwestin û ji bo parastina tenduristiya dayik û zarok girîng in. Netemînkirina dermanan a ji aliyê cemaweriyê ve yek ji xizmetên tenduristiyê yên parastinê yên herî bingehîn îhmaleke tenduristiyê ya li ser jinan derxist holê.”   ‘PENCEŞÊRA BI DERZIYÊ WERE ASTENGKIRIN’   Yilmaz, diyar kir ku ji bilî van derziya HPV’ê jî ji aliyê dewletê ve nayê temînkirin û wiha lê zêde kir: “Cureke penceşêrê heye. Ji sedî 99 dibe sedemê penceşêrê. Çiqas baş e ku derziyeke ku vê penceşêrê asteng bike heye. Nayê qebûlkirin ku penceşêreke ku derziya wê hatiye dîtin, derziya wê neyê kirin. Gelek rêxistinên jinan dixwazin ku derziya HPV’ê bigirin çarçoveya derzîkirinê ya zarokatiyê.”   ‘EM ZEHMETIYÊ DIKIŞÎNIN KU XWE BIGIHÎNIN DANEYAN’   Yilmaz, da zanîn ku zehmetiyê dikişînin ku xwe bigihînin daneyên penceşêra devê malzaroka bi vîrûsa HPV’ê çêdibe û wiha pê de çû: “Li welat bernameyên lêgerînê hene lê temenên di navbera 30 û 65 têxe nava xwe. Tenê lêgerîna penceşêra devê malzarokê tê kirin, lê em dizanin ku HPV rê li ber hin penceşêrên din jî vedike. Niha lêgerînek tê kirin lê çiqasî nifûsê têxe nava xwe em nizanin. Divê hem lêgerîn bên domandin hem jî dest bi derzîkirina koma temenê zarokan bê kirin vê yekê jî encax dewlet dikare bike."    ‘POLÎTÎKAYÊN TENDURISTIYÊ TUNDIYA LI SER JINÊ YE’   Yilmaz, destnîşan kir ku polîtîkayên tenduristiyê yên desthilatê yên li ser jinan veguherîne tundiyê û wiha domand: “HPV nexweşiyeke ku dikare bi derziyê were parastin e û divê ji aliyê dewletê ve were pêşwazîkirin. Divê li rewşa madî neyê nêrîn. Ji ber wê yekê em dikarin bêjin tundiyeke tenduristiyê ye.” Yilmaz, da zanîn ku beriya niha li ocaxên tenduristiyê hemû rêbazên plankirina malbatê bê pere û ji aliyê bijîşk û xebatkarên tenduristiyê yên perwerdekirî dihate dayîn.    ‘TESLÎMBÛNEKE TUNDIYÊ HEYE’   Yilmaz, diyar kir ku ji gelek aliyan ve tundiya li ser jinê nikare were astengkirin û wiha axivî: “Li vî welatî bi awayekî giştî teslîmbûnek heye li vî welatî. Divê daxwazan em bi awayekî xurt bidin berdewam kirin. Em weke TTB, partiyên siyasî û rêxistinên jinan berdewam bikin. Mafê me ye ku xizmetên plankirina malbatê ji aliyê cemaweriyê ve bê pere bên dayîn, dibe ku hikumet vî mafî nede lê ji bo ku em vî mafî bigirin divê em têbikoşin. Berpirsyartiya vê ya dewletê ye, divê dewlet vê xizmetê ji her kesê re bê pere bike. Divê hemû kesên di nav civakê de van daxwazan bilind bikin.”   Yilmaz, destnîşan kir ku tenduristiya jinan ne tenê li Tirkiyeyê li hemû cîhanê nayê dîtin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Tundiya li ser jinê jî pirsgirêkeke giştî ye, ev ne pirsgirêkeke ku tenê bi tenduristvanan çareser bibe. Divê em bi awayekî hevpar têbikoşin. Tenduristî tişteke ku bi têkoşîneke civakî pêk were ye.”