Di 2 rojan de Tirkiyeyê zêdetirî 30 caran êrişî Rojava kir: 5 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn

  • rojane
  • 16:36 10 Tebax 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeyê di nava 48 saetan de zêdetirî 30 caran êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di encama êrişan de jin û zarok jî di nav de herî kêm 30 welatî birîndar bûn û 5 kes jî hatin qetilkirin. 
 
Êrişên Tirkiyeyê û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di demên dawî de zêde bûn. Di encama van êrişan de ku bi taybet jî sivîl hedef tên girtin, gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan û gelek jî birîndar bûn. Li gel vê yekê jî qada navneteweyî çavên xwe li van êrişan girtine û Tirkiye jî van êrişan bênavber didomîne. 
 
Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) bîlançoya êrişên Tirkiyeyê yên di nava 48 saetan de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn parve kir. Li gorî nûçeyê; bîlançoya êrişan wiha ye:
 
“8’ TEBAXÊ
 
* Artêşa tirk di sibeha 8’ê tebaxê de bi topên hawanan û topavêjan êrişî gundê Çetelê yê Dirbêsiyê ya Hesekê û gundê Xanîkê yê Amûdê ya Qamişlo kir.
 
* Artêşa tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê bi moşekan êrişî Taxa Xerbî ya Zirgan a Hesekê kir û di encama êrişê de ziyanên madî çêbûn. 
 
* Gundên Keramê, Cirnikê û Xanîkê yên rojavayê Amûdê bi çekên giran topbaran kir. 
 
* Di saet 07:00’an de jî artêşa tirk gundê Gir Top ê Qamişlo tobparan kir.
 
* Saet di 09.15’an de artêşa tirk û çeteyên wê gundên Gozliyê û Til El Leben ên Til Temirê bi çekên giran topbaran kirin. Piştre jî bi çekên giran gundên navçeya Eyn Îsa û Girê Spî hedef girtin. 
 
* Artêşa tirk û komên girêdayî wê saet di 12:15’an de jî gundê Qibûr El Qeracnê yê Til Temirê bi çekên giran hedef girtin. 
 
* Dewleta tirk saet di 12:45’an de îcar derdora navçeya Til Rifetê ya Kantona Şehbayê bi çekên giran topbaran kir. Her wiha balafirên bêmirov û biçek ên artêşa tirk jî li ser herêmê firiyan.
 
* Artêşa tirk saet di 13.00’an de gundê Til Zîwan ê Qamişlo topbaran kir. Di encama êrişê de Rênas Mûrad ku pezê xwe diçêrand, birîndar bû. Her wiha artêşa tirk di heman kêliyan de gundên Cirnikê û Til Hemdûn ên Amûdê jî topbaran kirin.
 
* Saet di 15.00’an de artêşa tirk koma Rojava TV’yê ya li gundê Cirnikê ya Amûdê êriş dişopand, bi topan hedef girt. 
 
* Artêşa tirk saet di 17:00’an de gundê Cidêd ê Eyn Îsayêyê topbaran kir û di encamê de Ferhan Mihemed Beşîr (26) birîndar bû.
 
* Di heman rojê saet di 19:20’an de jî artêşa tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê gundê Tewîla yê Til Temirê ku li ser rêya M4’ê ye bi çekên giran hedef girt. Saet di 21:30’an de jî baregeheke leşkerî yê hêzên girêdayî rejîma Şamê ya li gundê Xerzê yê Amûdê hedef girt. 
 
ÊRIŞÊN 9’Ê TEBAXÊ
 
* Artêşa tirk di sersibeha 9’ê tebaxê de bi topan êrişî gundê Selmase yê Til Temirê kir û di êrişê de welatiyê bi navê Îbrahîm Mihemed Heşê (55) hate qetilkirin.
 
* Di heman sibehê de artêşa tirk bi dehan topban, şêniyên gundê Um Quro yê Şehbayê topbaran kir. 
 
* Artêşa tirk saet di 09.30’an de bi SÎHA’yan êrişî maleke li gundê Xerzê yê Amûdê kir û ziyan gihand mal û milkê gel. Piştre jî bi çekên giran gundê Xanîkê yê Amûdê hedef girt û balafirên bêmirov li ser gund geriyan.
 
* HSD’ê ragihand ku artêşa tirk saet di 13.00’an de bi SÎHA’yan êrişî herêma piştî Nexweşxaneya Jiyan ku nexweşên Covîd-19’ê lê dihatin dermankirin, kir û di encamê de 4 şervanên wan jiyana xwe ji dest dan û 3 jî birîndar bûn.
 
* Di heman rojê saet di 15.45’an de artêşa tirk bi çekên giran êrişî gundên Sêgirka û Til Zîwan ên Qamişlo kir û di êrişê de 6 welatî birîndar bûn. Navên birîndaran wiha ne: “Helebçe Reşîd (33), Arîn Ebdulezîz El Hesen (38), Mihemed Salih (12), Mîran Selah (10), Êlan Selah (5) û Bilind Mihemed Şemsedîn (16).”
 
* Saet di 16:00’an de artêşa tirk piraniya gundên ser sînor ên Tirbespiyê ya Qamişlo û navçeyên Til Temir û Dirbêsiyê yên Hesekê bi çekên giran hedef girt. Di êrişê de ev gund hedef hatin girtin: “Şelhomiyê, Girdêm, Kêl Hesnak, Til Cehan, Rotan, Zorava, Til Bişik û Mele Ebas yên Dirbêsiyê û gundên Qermanê, Cirnikê, Şorikê, Til Hemdûn û Xanîkê yên Amûdê.”
 
* Artêşa tirk saet di 17:00’an de gundê Feqîra, Erîde û Esediyê yên Zirganê topbaran kir û gelek top avêtin nêzî baregeheke leşkerî yên hêzên amerîkî ya li gundê Mizgeftê. Her wiha 2 topên hawanê jî li nêzî Dêra Mar Cercis a li gundê Mehrkanê ketin. Artêşa tirk di heman kêliyê de gundê Omerîk ê Qamişlo jî hedef girt.
 
* Saet di 19:45’an de vêcarê artêşa tirk gundê Dêrina Qulinga yê Tirbespiyê û gundê Deşîşê û Gozeliyê yên Til Temirê bi çekên giran hedef girt.
 
* Her wiha artêşa tirk di heman rojê de navçeya Çilaxa ya Kantona Qamişlo û gundê wê Dêrina Axa topbaran kir. Piştre jî li ser sînor gule li gundê Sermesax a Jorîn a Girkê Legê hedef girt.”
 

Sernavên din

03/07/2025
23:59 Civînên 'Aştî û Civaka Demokratîk' didomin
20:05 Zeynep Kinaci û Sema Yuce hatin bibîranîn
16:10 Du bersûcên zarok neçarî întîharê kirin dîsa nehatin girtin
15:45 Şewata li Stenbolê hate kontrolkirin
15:43 Şandeyeke pirspor li Çemê Tagarê lêkolîn kir
15:34 Rojnameger Aksu hate berdan
15:10 Şîna Mûsa Kaya bi girseyî hate ziyaretkirin
15:08 DEM Partî: Dê di mijara bêçekbûnê de hefteya pêş gaveke dîrokî were avêtin
14:26 Parêzer Bariş Işik dawî li jiyana xwe anî
14:21 Li Stenbol û Antalyayê şewat derket
14:16 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
13:38 Di şewata Îzmîrê de kesekî jiyana xwe ji dest da
13:35 Binçavkiriyên Saraçhaneyê sewqî edliyeyê hatin kirin
13:34 Di Şaredariya Rêya Armûşê de şewat derket
13:34 Yerlîkaya, bîlançoya şewatan parve kir
12:22 Pentagon: Me bernameya nukleerê ya Îranê dereng da xistin
12:20 Şandeya Ewropayê li ser ‘Maseya Gilover’ çi nîqaş kir?
11:52 Serkeşeyê Suryan: Em di rêya Serok Apo de dimeşin
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:09 Zema ji bo mûçeyê teqawidan hatiye kirin diyar bû
11:06 ENAG: Enflasyon ji sedî 68,68 e
TUÎK: Enflasyon ji sedî 35,05 e
10:59 Rapora Hezîranê ya DFG’ê: 16 rojnameger hatin binçavkirin, 6 hatin girtin
10:51 Hîkmet Çetîn çû serdana Demîrtaş û Mizrakli
10:40 Meclisa Ciwanan dê ‘Komxebata Civaka Demokratîk’ li dar bixe
10:34 Serokê Baroya Sêrtê: Gelo dema çek hatin berdan dê di qanûnan de sererastkirinan bikin?
10:21 Li Mêrdînê rexmê ‘qedexeyê’ çinîna garis dest pê kir
09:46 Tevî hemû îtîrazan jî qirkirina xwezayê ya li Gabarê nayê sekinandin!
09:08 Li Çeşme û Odemîşê şewat derket
09:07 Seroka ÎHD a Stenbolê: Girtiyên nexweş nikarin li benda Îlon-Cotmehê bin!
09:03 Emîne Uçak Erdogan: Ji bo mayinde bûna pêvajoyê sererastkirinên qanûnî divê
09:01 KJAR: Em ji bo jina azad, Îrana demokratîk têdikoşin
09:00 ROJEVA 3’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
08:22 Mûstafa Karasu: Derdoreke di nava dewletê de dixwaze pêvajoyê xera bike
02/07/2025
23:13 Çetîn Arkaş hate berdan
19:24 Hevşaredara Silopiyayê bi daxwaza îxrackirinê sewqî lijneya dîsîplînê hat kirin
16:42 Rapor: Aborjîn hatine qirkirin
16:35 Li Egeyê şewatên daristanan
16:15 Şirnexiyan li pêşiya wezaretê got: Bila projeyên bendavan bên betalkirin
15:10 Di lêpirsîna Lemanê de ji bo 4 kesan daxwaza girtinê
15:07 DFG û MKG ji bo piştevaniyê çûn serdana rojnameger Zeynep Durgutê
14:53 Îranê hevkariya xwe ya bi Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî re da sekinandin
14:49 Li nexweşxaneyê tecawizî zaroka astengdar hate kirin
14:48 Di doza tecawiza li dijî zarokê de biryara ‘domandina rewşa girtî’ hat dayin
14:31 Li Gemlîkê bi pileya 4.3’yê erdhej çêbû
14:07 Der barê Lemanê de lêpirsîna darayî hate vekirin
14:06 Halîde Turkogluyê ji bo meşa li Enqereyê banga tevlibûnê kir
13:45 Meclisa Giştî ya Agiriyê têkildarî nelirêtiyên li bajar daxuyanî da
12:47 Li Sekasurê berxwedan didome: Telafiya zirara xwezayê nîne
12:31 Şandeya ji Ewropayê: Divê Ocalan bêşert were berdan
12:22 Ji bo doza zaroka tecawiz lê hatibû kirin banga tevlibûnê
12:05 Ji Trump daxuyaniya têkildarî Xezeyê: Îsraîlê şertên agirbestê qebûl kir
11:50 Însiyatîfa Jinan dê têkildarî pêvajoyê daxwazên xwe ragihînin Meclisê
11:48 Rejîma Îranê êrişî jinên Beluc kir: Jinek hat kuştin û 11 jî birîndar bûn
11:43 Komkujiya Madimakê di sala 32’yan de ye: Edalet û hevrûbûn divê
11:28 Rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên Antalyayê giran dibe
11:21 Bîranîna Komkujiya Madimakê: Divê komîsyon were avakirin û lêborîn bê xwestin
11:15 ‘Şewata pirêzeyan dibe sedema felaketê’
10:51 Abdullah Ocalan a ji bo şandeya Ewropayê peyam şand
10:29 Xelatên Rojnamegeriya Jinê ya Gurbetellî Ersozê: Mîrateya wê bû îlham
10:20 Li Mexmûrê ambargo: Tedawiya nexweşan tê astengkirin
09:53 Li Îranê zextên ser Kurdan zêde bûn: Hewl didin daxwaza xweseriyê tune bikin
09:20 Ji mihrîcana Gimgimê: Jina azad, civaka azad e
09:17 Ciwanên tev li mihrîcana Erdîşê bûn: Em dixwazin çanda xwe azad bijîn
09:02 'Divê kedkar kirdeya pêvajoyê bin'
09:01 Piştî peymanê rewşa dawî ya Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê
09:00 Serokê Baroya Îdirê Tûtûlmaz: Beranberî her gavê divê gavên qanûnî bên avêtin
09:00 ROJEVA 2’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
01/07/2025
16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome