Di 2 rojan de Tirkiyeyê zêdetirî 30 caran êrişî Rojava kir: 5 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn 2022-08-10 16:36:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeyê di nava 48 saetan de zêdetirî 30 caran êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di encama êrişan de jin û zarok jî di nav de herî kêm 30 welatî birîndar bûn û 5 kes jî hatin qetilkirin.    Êrişên Tirkiyeyê û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di demên dawî de zêde bûn. Di encama van êrişan de ku bi taybet jî sivîl hedef tên girtin, gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan û gelek jî birîndar bûn. Li gel vê yekê jî qada navneteweyî çavên xwe li van êrişan girtine û Tirkiye jî van êrişan bênavber didomîne.    Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) bîlançoya êrişên Tirkiyeyê yên di nava 48 saetan de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn parve kir. Li gorî nûçeyê; bîlançoya êrişan wiha ye:   “8’ TEBAXÊ   * Artêşa tirk di sibeha 8’ê tebaxê de bi topên hawanan û topavêjan êrişî gundê Çetelê yê Dirbêsiyê ya Hesekê û gundê Xanîkê yê Amûdê ya Qamişlo kir.   * Artêşa tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê bi moşekan êrişî Taxa Xerbî ya Zirgan a Hesekê kir û di encama êrişê de ziyanên madî çêbûn.    * Gundên Keramê, Cirnikê û Xanîkê yên rojavayê Amûdê bi çekên giran topbaran kir.    * Di saet 07:00’an de jî artêşa tirk gundê Gir Top ê Qamişlo tobparan kir.   * Saet di 09.15’an de artêşa tirk û çeteyên wê gundên Gozliyê û Til El Leben ên Til Temirê bi çekên giran topbaran kirin. Piştre jî bi çekên giran gundên navçeya Eyn Îsa û Girê Spî hedef girtin.    * Artêşa tirk û komên girêdayî wê saet di 12:15’an de jî gundê Qibûr El Qeracnê yê Til Temirê bi çekên giran hedef girtin.    * Dewleta tirk saet di 12:45’an de îcar derdora navçeya Til Rifetê ya Kantona Şehbayê bi çekên giran topbaran kir. Her wiha balafirên bêmirov û biçek ên artêşa tirk jî li ser herêmê firiyan.   * Artêşa tirk saet di 13.00’an de gundê Til Zîwan ê Qamişlo topbaran kir. Di encama êrişê de Rênas Mûrad ku pezê xwe diçêrand, birîndar bû. Her wiha artêşa tirk di heman kêliyan de gundên Cirnikê û Til Hemdûn ên Amûdê jî topbaran kirin.   * Saet di 15.00’an de artêşa tirk koma Rojava TV’yê ya li gundê Cirnikê ya Amûdê êriş dişopand, bi topan hedef girt.    * Artêşa tirk saet di 17:00’an de gundê Cidêd ê Eyn Îsayêyê topbaran kir û di encamê de Ferhan Mihemed Beşîr (26) birîndar bû.   * Di heman rojê saet di 19:20’an de jî artêşa tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê gundê Tewîla yê Til Temirê ku li ser rêya M4’ê ye bi çekên giran hedef girt. Saet di 21:30’an de jî baregeheke leşkerî yê hêzên girêdayî rejîma Şamê ya li gundê Xerzê yê Amûdê hedef girt.    ÊRIŞÊN 9’Ê TEBAXÊ   * Artêşa tirk di sersibeha 9’ê tebaxê de bi topan êrişî gundê Selmase yê Til Temirê kir û di êrişê de welatiyê bi navê Îbrahîm Mihemed Heşê (55) hate qetilkirin.   * Di heman sibehê de artêşa tirk bi dehan topban, şêniyên gundê Um Quro yê Şehbayê topbaran kir.    * Artêşa tirk saet di 09.30’an de bi SÎHA’yan êrişî maleke li gundê Xerzê yê Amûdê kir û ziyan gihand mal û milkê gel. Piştre jî bi çekên giran gundê Xanîkê yê Amûdê hedef girt û balafirên bêmirov li ser gund geriyan.   * HSD’ê ragihand ku artêşa tirk saet di 13.00’an de bi SÎHA’yan êrişî herêma piştî Nexweşxaneya Jiyan ku nexweşên Covîd-19’ê lê dihatin dermankirin, kir û di encamê de 4 şervanên wan jiyana xwe ji dest dan û 3 jî birîndar bûn.   * Di heman rojê saet di 15.45’an de artêşa tirk bi çekên giran êrişî gundên Sêgirka û Til Zîwan ên Qamişlo kir û di êrişê de 6 welatî birîndar bûn. Navên birîndaran wiha ne: “Helebçe Reşîd (33), Arîn Ebdulezîz El Hesen (38), Mihemed Salih (12), Mîran Selah (10), Êlan Selah (5) û Bilind Mihemed Şemsedîn (16).”   * Saet di 16:00’an de artêşa tirk piraniya gundên ser sînor ên Tirbespiyê ya Qamişlo û navçeyên Til Temir û Dirbêsiyê yên Hesekê bi çekên giran hedef girt. Di êrişê de ev gund hedef hatin girtin: “Şelhomiyê, Girdêm, Kêl Hesnak, Til Cehan, Rotan, Zorava, Til Bişik û Mele Ebas yên Dirbêsiyê û gundên Qermanê, Cirnikê, Şorikê, Til Hemdûn û Xanîkê yên Amûdê.”   * Artêşa tirk saet di 17:00’an de gundê Feqîra, Erîde û Esediyê yên Zirganê topbaran kir û gelek top avêtin nêzî baregeheke leşkerî yên hêzên amerîkî ya li gundê Mizgeftê. Her wiha 2 topên hawanê jî li nêzî Dêra Mar Cercis a li gundê Mehrkanê ketin. Artêşa tirk di heman kêliyê de gundê Omerîk ê Qamişlo jî hedef girt.   * Saet di 19:45’an de vêcarê artêşa tirk gundê Dêrina Qulinga yê Tirbespiyê û gundê Deşîşê û Gozeliyê yên Til Temirê bi çekên giran hedef girt.   * Her wiha artêşa tirk di heman rojê de navçeya Çilaxa ya Kantona Qamişlo û gundê wê Dêrina Axa topbaran kir. Piştre jî li ser sînor gule li gundê Sermesax a Jorîn a Girkê Legê hedef girt.”