Berteka li dijî şerê Efrînê zêde dibe: Divê êrîş demil dest bên rawestandin

img

STENBOL – Saziyên elewiyan, nûnerên saziyên sivîl û bijîşkan bertek nîşanî bombebarana li derdora Efrînê dan û gotin: “Efrîn bajerekî her kes bi azadî û wekhev lê dijî. Divê gel li dijî şer û polîtîkayên AKP’ê dakeve kolanan û têkoşînê bike.” 

Êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û Artêşa Azad a Sûriyê (OSO) li dijî Efrînê di roja 54’an de dewam dikin. Êrîşkirin û bombebarana li derdora navenda Efrînê rastî nerazîbûna beşên civakê yên cuda tê. 
 
DEMÎR: EM NAXWAZIN GELÊ MEZLUM BÊ KUŞTIN 
 
Serokê Giştî yê Komeleyên Çandê ya Elewiyan Dogan Demîr diyar kir ku helwesta wan a li dijî êrîşên ser Efrînê zelal in û got: “Em naxwazin gelê mezlûm bê kuştin. Li Efrînê hemû netew di nav hev de dijîn. Divê em li dijî kukştina gelê sivîl derbikevin û bisekinin. Ji bo vê yekê divê demil dest ev şer bê rawestandin.” 
 
GUZEL: SÛRIYE DI BIN DAGIRKERIYÊ DE YE 
 
Hevserokê Şaxa Komeleya Demokratîk a Elewî (DAD) a Eyubê Nergîz Guzel jî ev tişt got: “Bêguman em li dijî şerê li Efrînê ne. Sivîl tên kuştin. Li Tirkiyeyê jî hemû beşên civakê ku li dijî vî şerî bertek nîşan didin, li dijî wan polîtîkay lîncê hatiye destpêkirin. Sûriye di bin dagirkeriyê de ye. Bi taybetî li dijî axa kurdan dagirkeriyê dikin. Divê Tirkiye demil dest dev ji vî şerî berde. Yezîd hebûna xwe didomîne.” 
 
KAPLAN: ŞER AŞTIYÊ NEANIYE 
 
Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD) Ganî Kaplan jî têkildarî şerê Efrînê ev nirxandin kir: “Me wek rêxistin helwesta xwe aşkere kir. Ne hatiye dîtin ku dê şer aştiyê bîne tu welatî. Di navbera gelan de aştiyê pêk nayne. Berê bi Esad re civîn li dar dixistin, lê niha Esad wek terorê bi nav dikin. Tirkiye bû piştevanê tiştên li Sûriyeyê diqewimin. Efrîn bajerekî her kes bi azadî û wekhev lê dijî. Ji Efrînê tu êrîşek û gefek li dijî Tirkiyeyê nehatiye kirin.” 
 
DOGAN: DIVÊ EM POLÎTÎKAYÊN ŞER ÊN AKP’Ê VALA DERBIXIN
 
Serokê Şaxa Jimara 1’an a Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) a Stenbolê Dursun Dogan destnîşan kir ku bedela vî şerî tenê gelên bindest û zarokên feqîran didin û got: “Dagirkirina tê kirin dê li ser xaneya tu kesî neyê nivîsandin. Divê ev şer demil dest bê rawestandin. Divê her kes bixwe çarenûs û siberoja welatê xwe diyar bike. Divê em li dijî vî şerî mil bidin milê hev û polîtîkayên şer ên AKP’ê val derbixin.
 
SUBAŞI: DIVÊ ŞER VEGUHERE AŞTIYÊ 
 
Doktor Muslum Subaşi jî anî ziman ku bêyî cudakarî bikeve navbera netew, bawerî, nijad, ziman û hebûna mirovan divê dem û hewldan ji bo aştiyê bên xerckirin û wiha got: “Ez wek bijîşkek vî şerî mîna xezebê dibînim. Xemgîniya me mezin e. Kezeba me dişewite. Divê teqez ev şer veguhere aştiyê.” 
 
KESKÎN: TAŞERONIYA WELATÊN EMPERYALÎST DIKIN 
 
Doktor Huseyîn Keskîn jî diyar kir ku ew wek bijîşkekî erênî li vî şerî nanêrê û got: “Zarokên me di nav şerek bêwate de jiyana xwe ji dest didin. Ez vê rast nabînim. Ev ji bo welatê me bûyerek xemgîn e. Çunkî em li wir taşeroniya welatên emperyalîst dikin. Divê şerê li Efrînê demil dest bê sekinandin. Pêwîste gelê Efrînê ji bo siberoja xwe bixwe biryara xwe bide.” 

Sernavên din

16/03/2018
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2018'AN
07:37 Helîkoptera leşkerên DYA li Iraqê ket
07:24 DYA: Îdîaya Çavuşoglu ya li ser Minbicê derewand
15/03/2018
17:35 Cenazeyê Umer Elûş gihişt Kobanê
17:23 Serlêdana parêzerên Ocalan cara 739'emîn hat redkirin
16:51 Dozên Ozgur Gundemê hat taloqkirin
16:31 Qeyûm destûr neda pîrozbahiya Newroza Dêrikê
16:24 Buroya Mafê Mirovan: Aqûbeta 300 gundiyê Efrînê nayê zanîn
16:08 HDP: Hewldana me dê ji bo tekoşînek hevpar be
16:01 Oruk ê li Qereyaziyê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
15:57 TSK'ê Efrîn dîsa bombe kir: 3 zarok û 2 jinan jiyana xwe ji dest dan
15:30 Şandeya Elman bûyerên li Cizîrê hatin jiyîn guhdar kirin
15:12 Tirkiye li Tribunala Navneteweyî tê darizandin: Organîzeya sûc dewlet e
14:59 Dayîka Aştiyê Ormanli hat berdan
14:40 Aktîvîsta mafê jinan Yolsun sipartin axê: Dilê wê li Efrînê bû
14:28 Ala Sûriye daxistin ala Tirkiye bi avahiyên cindirêsê vekirin
14:05 Ahmet Şik tev li Nobeta Edaletê bû: Em teslîmî tariya we nabin
13:07 'Bi sedhezaran gel dê biherikin qadên Newrozê'
12:18 Edamê MSD'ê yê Raqqayê li mala xwe kuştî hat dîtin
12:17 Tirkiye piştgiriya çekên li dijî Efrînê ji Almanya distîne
11:56 TSK'ê Efrîn bombe kir: Sivîlek mir 5 sivîl birîndar bûn
11:48 Li Îzmîrê serdegirtina malan: Gelek kes hatin binçavkirin
11:17 20 girtî ji Bandirmayê sewqî Manîsayê kirin
11:16 Kêliyên polîsên Kahil kuşt derketin holê
10:59 Ji 1997’an heta 2015’an peyamên Ocalan ên ji bo Newrozê: Newroz dîroka azadiyê ye
10:58 Parlamenter Îrmez: Hikumet û polîtîka guherîn, lê berxwedan neguherî
10:19 Sadabat Pakti hêj di dewrê deye: Duh Helepçe îro jî Efrîn
10:05 Dîroknas Aydin bersiv da Bahçelî: Axa Efrînê ya kurdan e
09:41 ‘Turîst nayên welatekî ne ewle û aram’
09:41 Bi sedan wehatiyên Lavrîone êşên TSK'ê şermezar kirin
09:30 Pirtûka ewil a helbestkar Lîva derket
09:30 ‘Dayikên Efrînî hêzê didin me’
09:29 Hunermendan ji bo Newrozê bang li hemû gelan kir
09:28 Polîsan tacizê fihêl kir: Eger naxwazî malbata te li ber bikeve gilî neke
09:27 Hîn jî wênekêşa Volkan bi dîwar ve daliqandiye
09:26 Îthalkirina goşt ne çare ye
09:25 Şahidê Newroza 92’an rojnameger Balikçi: Zextên li ser Newrozê neguherîn
09:24 Bi agirê bedenên xwe agirê Newrozê geş kirin
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2018'AN
08:00 Balafirên şer ên TSK'ê Efrîn bombe kir: 7 sivîl hatin kuştin
14/03/2018
18:02 Ocalan: Li dijî dagirkeriya Efrînê bimeşin Newrozê
17:37 Bangî welatên îslamê kirin: Li hemberî komkujiyê bêdeng nemînin
17:05 Ji gundan heta bajaran xebatên Newrozê
16:07 DAYAD'î li dijî yek tîpê meşiyan: 6 kes hatin binçavkirin
15:35 Li Colemêrgê amadekariyên Newrozê
15:01 HDP’ê NY ji bo Efrînê hişyar kir: Nehêlin duyemîn Srebrenitsa pêk bê
14:37 Polîsan li Enqereyê mudaxeleyî pîrozbahiya Cejna Tibê kirin
14:07 Jinan ji bo Hêlîn Palandoken edalet xwestin
13:52 Kordînasyona Newroza Stenbolê karkerên înşatan vexwendin Newrozê
13:43 Li Geverê leşkerek bi guman mir
13:37 Akdag ê di teqînê de birîndar bû, hêj di beşa lezgîn deye
13:36 Berteka li dijî şerê Efrînê zêde dibe: Divê êrîş demil dest bên rawestandin
12:36 Hewl didin malbatên El Kaîdiyan bînin Efrînê
12:36 Li Antalyayê gelek kes hatin binçavkirin
12:26 ‘Em tî û birçî jî biminin, em ê wek Keleha Dimdimê Efrînê ne terikînin’
11:50 Li Dêrsimê Newrozê yekem car çawan hat pîrozkirin?
11:40 Ji salên 2000’an ve Newroz: Bi milyonan kes ji Ocalan re azadî xwest
11:24 'OSO, MÎT û AKP'ê di civîna veşari de li ser Efrînê biryar girtin'
10:55 Her kes tev li Newroza Botanê bibin
10:16 ‘Agirê ku Rahşan pêxist li Efrînê geş dibe'
09:49 Cerdevanek li Wanê hat kuştin
09:35 ‘Heya ku Yêzîd hebin dê Zeyneban jî berxwedana xwe bidomînin’
09:34 Jinên karker ên demsalî: Em roja xwe xelas dikin
09:33 Germava şîfaya nexweşînan tune dibe
09:33 Li Girtîgeha Tarsûsê 24 roj: Tundî, zext û lêgerîna tazî
09:32 Malbata Temel 7 meh in li benda edaletê ye
09:31 Hinceta hemû serdegirtina polîsan yek e: Îxbara we hatiye kirin!
09:30 Gundiyên ku di warê hiqûqî de bi ser ketin hîn jî li ber xwe didin
09:29 Deriyê Parka Newrozê hat rûxandin
09:29 Beko: Em nikarin Newroz û 1’ê Gulanê ji hev cuda bikin
09:28 Nivîskar Engîn: Ketina nava Efrînê, qetilkirina gelek jin, zarok û sivîlan e
09:27 Derhênerên jin: Em bi fîlman hebûna jinê nîşan didin
09:26 Bekaroglû: Divê em li dor daxwazên hevpar ên demokratîk bicivin
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2018'AN
13/03/2018
17:43 Dozgeriyê cara 738’emîn daxwaza hevdîtina Ocalan red kir
17:43 Karwana Cizîrê gihişt Efrînê: Li Efrînê dîrok bi xwînê tê nivîsandin
17:41 Hediya Yûsif: Konseya Ewlekariya NY'ê berpirsyarê komkujiyên li Efrînê ye
16:29 HDP û DBP’a Wanê banga tevlîbûna Newrozê kirin
16:22 Efrînî: Em li vir in
16:14 Amadekariya Newroza Amedê didomin
15:46 Newroza Enqerê dê di roja xwe de bê pîrozkirin
15:34 Zarokek li Efrînê di êrîşa balafirên TSK'ê de birindar bû
15:25 Heyeta Başûr ji Efrînê bang kir: Serkeftina Efrînê serkeftina hemû Kurdistanê ye
14:49 Dê îro jî gelê Rojhilat ji bo Efrînê çalakiyan pêk bînin
14:31 Temelli: Hûn dagirker in, dest ji dagirkeriya Efrînê berdin
13:56 Balafirgehên Başûrê Kurdistanê vedibin
13:50 Li Amedê 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan 5 birîndar bûn
13:25 Rojeva sereke ya Newroza Amedê Efrîn e
13:15 Polîsan li Mersînê 11 kes binçav kirin
13:05 Li qada leşkerî teqîn: Jinek birîndar bû
13:04 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re cara 738'an serlêdan kirin
12:52 TSK'ê karwana sivîlan topbaran kir
12:43 ‘Berxwedan çareseriyê, êrîş ruh dide DAIŞ’ê’
12:24 Ji bo Efrînê li Atîna panel lidar xistin
12:22 Li Bismilê rêveberên DBP’ê hatin binçavkirin
11:58 ÎHD: Li Girtîgehên Anatoliya Navîn 19 jê giran 132 girtiyên nexweş hene
11:57 Newroza Îzmîrê dê li Qada Gundogduyê bê pîrozkirin
11:56 Kordînasyona Newroza Stenbolê: Em rihê Newrozê bigîhînin 1’ê Gulanê
11:46 Dîlokiyan: Efrînê zixurek jî ne avêtiye Tirkiyeyê
11:00 Ji bo Newroza Stenbolê serlêdana fermî hat kirin