Berteka li dijî şerê Efrînê zêde dibe: Divê êrîş demil dest bên rawestandin 2018-03-14 13:36:01 STENBOL – Saziyên elewiyan, nûnerên saziyên sivîl û bijîşkan bertek nîşanî bombebarana li derdora Efrînê dan û gotin: “Efrîn bajerekî her kes bi azadî û wekhev lê dijî. Divê gel li dijî şer û polîtîkayên AKP’ê dakeve kolanan û têkoşînê bike.”  Êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û Artêşa Azad a Sûriyê (OSO) li dijî Efrînê di roja 54’an de dewam dikin. Êrîşkirin û bombebarana li derdora navenda Efrînê rastî nerazîbûna beşên civakê yên cuda tê.    DEMÎR: EM NAXWAZIN GELÊ MEZLUM BÊ KUŞTIN    Serokê Giştî yê Komeleyên Çandê ya Elewiyan Dogan Demîr diyar kir ku helwesta wan a li dijî êrîşên ser Efrînê zelal in û got: “Em naxwazin gelê mezlûm bê kuştin. Li Efrînê hemû netew di nav hev de dijîn. Divê em li dijî kukştina gelê sivîl derbikevin û bisekinin. Ji bo vê yekê divê demil dest ev şer bê rawestandin.”    GUZEL: SÛRIYE DI BIN DAGIRKERIYÊ DE YE    Hevserokê Şaxa Komeleya Demokratîk a Elewî (DAD) a Eyubê Nergîz Guzel jî ev tişt got: “Bêguman em li dijî şerê li Efrînê ne. Sivîl tên kuştin. Li Tirkiyeyê jî hemû beşên civakê ku li dijî vî şerî bertek nîşan didin, li dijî wan polîtîkay lîncê hatiye destpêkirin. Sûriye di bin dagirkeriyê de ye. Bi taybetî li dijî axa kurdan dagirkeriyê dikin. Divê Tirkiye demil dest dev ji vî şerî berde. Yezîd hebûna xwe didomîne.”    KAPLAN: ŞER AŞTIYÊ NEANIYE    Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD) Ganî Kaplan jî têkildarî şerê Efrînê ev nirxandin kir: “Me wek rêxistin helwesta xwe aşkere kir. Ne hatiye dîtin ku dê şer aştiyê bîne tu welatî. Di navbera gelan de aştiyê pêk nayne. Berê bi Esad re civîn li dar dixistin, lê niha Esad wek terorê bi nav dikin. Tirkiye bû piştevanê tiştên li Sûriyeyê diqewimin. Efrîn bajerekî her kes bi azadî û wekhev lê dijî. Ji Efrînê tu êrîşek û gefek li dijî Tirkiyeyê nehatiye kirin.”    DOGAN: DIVÊ EM POLÎTÎKAYÊN ŞER ÊN AKP’Ê VALA DERBIXIN   Serokê Şaxa Jimara 1’an a Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) a Stenbolê Dursun Dogan destnîşan kir ku bedela vî şerî tenê gelên bindest û zarokên feqîran didin û got: “Dagirkirina tê kirin dê li ser xaneya tu kesî neyê nivîsandin. Divê ev şer demil dest bê rawestandin. Divê her kes bixwe çarenûs û siberoja welatê xwe diyar bike. Divê em li dijî vî şerî mil bidin milê hev û polîtîkayên şer ên AKP’ê val derbixin.   SUBAŞI: DIVÊ ŞER VEGUHERE AŞTIYÊ    Doktor Muslum Subaşi jî anî ziman ku bêyî cudakarî bikeve navbera netew, bawerî, nijad, ziman û hebûna mirovan divê dem û hewldan ji bo aştiyê bên xerckirin û wiha got: “Ez wek bijîşkek vî şerî mîna xezebê dibînim. Xemgîniya me mezin e. Kezeba me dişewite. Divê teqez ev şer veguhere aştiyê.”    KESKÎN: TAŞERONIYA WELATÊN EMPERYALÎST DIKIN    Doktor Huseyîn Keskîn jî diyar kir ku ew wek bijîşkekî erênî li vî şerî nanêrê û got: “Zarokên me di nav şerek bêwate de jiyana xwe ji dest didin. Ez vê rast nabînim. Ev ji bo welatê me bûyerek xemgîn e. Çunkî em li wir taşeroniya welatên emperyalîst dikin. Divê şerê li Efrînê demil dest bê sekinandin. Pêwîste gelê Efrînê ji bo siberoja xwe bixwe biryara xwe bide.”