Rojeva sereke ya Newroza Amedê Efrîn e

img

AMED – Komîteya Amadekar a Newroza Amedê diyar kir ku amadekariyên Newrozê ya dê di 21’ê Adarê de bê lidarxistin ber bi temambûnê ve diçin û dê rojeva sereke ya Newrozê Efrîn be û bi rihê Efrînê Newrozê pêşwazî bikin. 

Li Amedê dê îsal bi dirûşmeya “Newroz berxwedan e, li dijî faşîzmê bihara gelan e” di 21’ê Adarê roja Çarşemê li Parka Newrozê ya her sal bê pîrozkirin. Komîteya Amadekar a Newroza Amedê jî têkildarî Newrozê li avahiya HDP’ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê Sîbel Yigîtalp û Ziya Pîr, rêveberên Kongreya Civaka Demokrîk (KCD), HDP, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên civakî yên sivîl beşdarî civînê bûn. Metna daxuyaniyê ya kurdî Hevseroka DBP’ê ya Amedê Naşîde Toprak û ya tirkî jî Hevserokê HDP’a Amedê M. Şerîf Çamci xwend. 
 
Daxuyaniya bi sernavê “Newroz berxwedan e, li dijî faşîzmê bihara gelan e” ya ji aliyê Toprak ve hat xwendin wiha ye: 
 
“Em wekî gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn, Newroza îsal di nava qeyranê de pêşwazî dikin. Ev geşedanên dîrokî yên ku li welatê me pêk tên û dîroka zilm û înkara sed salan a ku li ser gelê me tê ferzkirin, hatiye wê asta ku kêr gihîştiye hestî. Ev zilm û înkar, tenê bi têkoşîn û berxwedanê dikare were şikandin.  Ev asta înkar û tunekirinê ya li ser jiyana gelan, pêwistiya xeta azadiyê, jiyana hevpar û wekhev, girîngiya têkoşîn û berxwedanê ya gel û civakan baştir bi me dide zanîn.
 
Di van rojên ku bi bi zext û zorê şert û mercên siyaseta demokratîk ji holê hatine rakirin, ew kesên ku li hemberî zîhniyeta derbekar, mêtingeriya kedê, rûxandina xwezayê, polîtîkayên înkar, îmha û asimilasyonê, qirkirin û dagirkeriyê, qirkirina çandî û siyasi hêviya gel û civakan li ser lingan digirin û didin jiyandin, îro mil bi mil û bi hêzeke ji hemû deman zêdetir û xurtir li ber xwe didin.
 
‘EM NEWROZÊ BI RIHÊ BERXWEDANA EFRÎNÊ PÊŞWAZÎ BIKIN’ 
 
Jinên ku ji têkoşîna me re pêşengiyê dikin, îro jî di eniya herî pêş a berxwedanê de cihê xwe digirin, têkoşîna ku jinan dike kirdeya jiyana azad bilindtir dikin û coşa 8’ê Adarê bi biryardarî digihînin Newrozê.
Welatekî hevpar, hemwelatîbûna wekhev, çareseriya demokratik, têkoşîna li dijî tevahiya pêkanînên faşîzmê, rakirina tecrîdê, ferzkirina kincên yek tîp û herî dawî jî êrîşa Efrînê, rojevên gelê me yên sereke ne. Em Newroza 2018’an bi van rojevan pêşwazî dikin.
 
Ji bo ku gelê me cejna azadiyê bi coş û li gorî girîngî û giraniya Amedê pîroz bike, hemû amadekariyên me berdewam in. Ji bo amadekariyên beriya Newrozê 1200 hevalên me bi rihê seferberiyê xebatên xwe dimeşînin. Ji bo ku Newroz bi coşa cejna azadiyê bê pîrozkirin, hemû plansazî bi baldarî tên meşandin. Xebatên me yên mêvanên ku ji hundir û derveyî welat ji bo Newroza Amedê bên vexwendin gihîştine asta dawî û li ber temambûnê ne. Ji hundir û derveyî welat daxwaza beşdarbûna Newroza Amedê ya 2018’an di asta herî jor de ye.
 
Em bawerin ku, dê gelê me roja 21’ê Adarê bi coş, bawerî û biryardariyeke mezin bibe lehî û biherike qada Newrozê. Em, wekî Komîteya Amadekar a Newrozê û li ser navê hemû pêkhateyên bajarê Amedê, ji heft salî heta heftê salî gelê xwe vedixwînin cejna azadiyê ya Newrozê. 
 
Bi hêvî û baweriya serkeftin û azadiyê, em careke din bi şîara ‘Newroz berxwedan e, li dijî faşîzmê bihara gelan e’ bang li gelê xwe dikin ku rol û rista xwe ya dîrokî ya evîndariya azadiyê pêk bîne û biherike qadên Newrozan.” 
 
Civîn bi têlîlî û çepikan bi dawî bû. 

Sernavên din

16/03/2018
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2018'AN
07:37 Helîkoptera leşkerên DYA li Iraqê ket
07:24 DYA: Îdîaya Çavuşoglu ya li ser Minbicê derewand
15/03/2018
17:35 Cenazeyê Umer Elûş gihişt Kobanê
17:23 Serlêdana parêzerên Ocalan cara 739'emîn hat redkirin
16:51 Dozên Ozgur Gundemê hat taloqkirin
16:31 Qeyûm destûr neda pîrozbahiya Newroza Dêrikê
16:24 Buroya Mafê Mirovan: Aqûbeta 300 gundiyê Efrînê nayê zanîn
16:08 HDP: Hewldana me dê ji bo tekoşînek hevpar be
16:01 Oruk ê li Qereyaziyê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
15:57 TSK'ê Efrîn dîsa bombe kir: 3 zarok û 2 jinan jiyana xwe ji dest dan
15:30 Şandeya Elman bûyerên li Cizîrê hatin jiyîn guhdar kirin
15:12 Tirkiye li Tribunala Navneteweyî tê darizandin: Organîzeya sûc dewlet e
14:59 Dayîka Aştiyê Ormanli hat berdan
14:40 Aktîvîsta mafê jinan Yolsun sipartin axê: Dilê wê li Efrînê bû
14:28 Ala Sûriye daxistin ala Tirkiye bi avahiyên cindirêsê vekirin
14:05 Ahmet Şik tev li Nobeta Edaletê bû: Em teslîmî tariya we nabin
13:07 'Bi sedhezaran gel dê biherikin qadên Newrozê'
12:18 Edamê MSD'ê yê Raqqayê li mala xwe kuştî hat dîtin
12:17 Tirkiye piştgiriya çekên li dijî Efrînê ji Almanya distîne
11:56 TSK'ê Efrîn bombe kir: Sivîlek mir 5 sivîl birîndar bûn
11:48 Li Îzmîrê serdegirtina malan: Gelek kes hatin binçavkirin
11:17 20 girtî ji Bandirmayê sewqî Manîsayê kirin
11:16 Kêliyên polîsên Kahil kuşt derketin holê
10:59 Ji 1997’an heta 2015’an peyamên Ocalan ên ji bo Newrozê: Newroz dîroka azadiyê ye
10:58 Parlamenter Îrmez: Hikumet û polîtîka guherîn, lê berxwedan neguherî
10:19 Sadabat Pakti hêj di dewrê deye: Duh Helepçe îro jî Efrîn
10:05 Dîroknas Aydin bersiv da Bahçelî: Axa Efrînê ya kurdan e
09:41 ‘Turîst nayên welatekî ne ewle û aram’
09:41 Bi sedan wehatiyên Lavrîone êşên TSK'ê şermezar kirin
09:30 Pirtûka ewil a helbestkar Lîva derket
09:30 ‘Dayikên Efrînî hêzê didin me’
09:29 Hunermendan ji bo Newrozê bang li hemû gelan kir
09:28 Polîsan tacizê fihêl kir: Eger naxwazî malbata te li ber bikeve gilî neke
09:27 Hîn jî wênekêşa Volkan bi dîwar ve daliqandiye
09:26 Îthalkirina goşt ne çare ye
09:25 Şahidê Newroza 92’an rojnameger Balikçi: Zextên li ser Newrozê neguherîn
09:24 Bi agirê bedenên xwe agirê Newrozê geş kirin
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2018'AN
08:00 Balafirên şer ên TSK'ê Efrîn bombe kir: 7 sivîl hatin kuştin
14/03/2018
18:02 Ocalan: Li dijî dagirkeriya Efrînê bimeşin Newrozê
17:37 Bangî welatên îslamê kirin: Li hemberî komkujiyê bêdeng nemînin
17:05 Ji gundan heta bajaran xebatên Newrozê
16:07 DAYAD'î li dijî yek tîpê meşiyan: 6 kes hatin binçavkirin
15:35 Li Colemêrgê amadekariyên Newrozê
15:01 HDP’ê NY ji bo Efrînê hişyar kir: Nehêlin duyemîn Srebrenitsa pêk bê
14:37 Polîsan li Enqereyê mudaxeleyî pîrozbahiya Cejna Tibê kirin
14:07 Jinan ji bo Hêlîn Palandoken edalet xwestin
13:52 Kordînasyona Newroza Stenbolê karkerên înşatan vexwendin Newrozê
13:43 Li Geverê leşkerek bi guman mir
13:37 Akdag ê di teqînê de birîndar bû, hêj di beşa lezgîn deye
13:36 Berteka li dijî şerê Efrînê zêde dibe: Divê êrîş demil dest bên rawestandin
12:36 Hewl didin malbatên El Kaîdiyan bînin Efrînê
12:36 Li Antalyayê gelek kes hatin binçavkirin
12:26 ‘Em tî û birçî jî biminin, em ê wek Keleha Dimdimê Efrînê ne terikînin’
11:50 Li Dêrsimê Newrozê yekem car çawan hat pîrozkirin?
11:40 Ji salên 2000’an ve Newroz: Bi milyonan kes ji Ocalan re azadî xwest
11:24 'OSO, MÎT û AKP'ê di civîna veşari de li ser Efrînê biryar girtin'
10:55 Her kes tev li Newroza Botanê bibin
10:16 ‘Agirê ku Rahşan pêxist li Efrînê geş dibe'
09:49 Cerdevanek li Wanê hat kuştin
09:35 ‘Heya ku Yêzîd hebin dê Zeyneban jî berxwedana xwe bidomînin’
09:34 Jinên karker ên demsalî: Em roja xwe xelas dikin
09:33 Germava şîfaya nexweşînan tune dibe
09:33 Li Girtîgeha Tarsûsê 24 roj: Tundî, zext û lêgerîna tazî
09:32 Malbata Temel 7 meh in li benda edaletê ye
09:31 Hinceta hemû serdegirtina polîsan yek e: Îxbara we hatiye kirin!
09:30 Gundiyên ku di warê hiqûqî de bi ser ketin hîn jî li ber xwe didin
09:29 Deriyê Parka Newrozê hat rûxandin
09:29 Beko: Em nikarin Newroz û 1’ê Gulanê ji hev cuda bikin
09:28 Nivîskar Engîn: Ketina nava Efrînê, qetilkirina gelek jin, zarok û sivîlan e
09:27 Derhênerên jin: Em bi fîlman hebûna jinê nîşan didin
09:26 Bekaroglû: Divê em li dor daxwazên hevpar ên demokratîk bicivin
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2018'AN
13/03/2018
17:43 Dozgeriyê cara 738’emîn daxwaza hevdîtina Ocalan red kir
17:43 Karwana Cizîrê gihişt Efrînê: Li Efrînê dîrok bi xwînê tê nivîsandin
17:41 Hediya Yûsif: Konseya Ewlekariya NY'ê berpirsyarê komkujiyên li Efrînê ye
16:29 HDP û DBP’a Wanê banga tevlîbûna Newrozê kirin
16:22 Efrînî: Em li vir in
16:14 Amadekariya Newroza Amedê didomin
15:46 Newroza Enqerê dê di roja xwe de bê pîrozkirin
15:34 Zarokek li Efrînê di êrîşa balafirên TSK'ê de birindar bû
15:25 Heyeta Başûr ji Efrînê bang kir: Serkeftina Efrînê serkeftina hemû Kurdistanê ye
14:49 Dê îro jî gelê Rojhilat ji bo Efrînê çalakiyan pêk bînin
14:31 Temelli: Hûn dagirker in, dest ji dagirkeriya Efrînê berdin
13:56 Balafirgehên Başûrê Kurdistanê vedibin
13:50 Li Amedê 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan 5 birîndar bûn
13:25 Rojeva sereke ya Newroza Amedê Efrîn e
13:15 Polîsan li Mersînê 11 kes binçav kirin
13:05 Li qada leşkerî teqîn: Jinek birîndar bû
13:04 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re cara 738'an serlêdan kirin
12:52 TSK'ê karwana sivîlan topbaran kir
12:43 ‘Berxwedan çareseriyê, êrîş ruh dide DAIŞ’ê’
12:24 Ji bo Efrînê li Atîna panel lidar xistin
12:22 Li Bismilê rêveberên DBP’ê hatin binçavkirin
11:58 ÎHD: Li Girtîgehên Anatoliya Navîn 19 jê giran 132 girtiyên nexweş hene
11:57 Newroza Îzmîrê dê li Qada Gundogduyê bê pîrozkirin
11:56 Kordînasyona Newroza Stenbolê: Em rihê Newrozê bigîhînin 1’ê Gulanê
11:46 Dîlokiyan: Efrînê zixurek jî ne avêtiye Tirkiyeyê
11:00 Ji bo Newroza Stenbolê serlêdana fermî hat kirin