Rojeva sereke ya Newroza Amedê Efrîn e 2018-03-13 13:25:56 AMED – Komîteya Amadekar a Newroza Amedê diyar kir ku amadekariyên Newrozê ya dê di 21’ê Adarê de bê lidarxistin ber bi temambûnê ve diçin û dê rojeva sereke ya Newrozê Efrîn be û bi rihê Efrînê Newrozê pêşwazî bikin.  Li Amedê dê îsal bi dirûşmeya “Newroz berxwedan e, li dijî faşîzmê bihara gelan e” di 21’ê Adarê roja Çarşemê li Parka Newrozê ya her sal bê pîrozkirin. Komîteya Amadekar a Newroza Amedê jî têkildarî Newrozê li avahiya HDP’ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê Sîbel Yigîtalp û Ziya Pîr, rêveberên Kongreya Civaka Demokrîk (KCD), HDP, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên civakî yên sivîl beşdarî civînê bûn. Metna daxuyaniyê ya kurdî Hevseroka DBP’ê ya Amedê Naşîde Toprak û ya tirkî jî Hevserokê HDP’a Amedê M. Şerîf Çamci xwend.    Daxuyaniya bi sernavê “Newroz berxwedan e, li dijî faşîzmê bihara gelan e” ya ji aliyê Toprak ve hat xwendin wiha ye:    “Em wekî gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn, Newroza îsal di nava qeyranê de pêşwazî dikin. Ev geşedanên dîrokî yên ku li welatê me pêk tên û dîroka zilm û înkara sed salan a ku li ser gelê me tê ferzkirin, hatiye wê asta ku kêr gihîştiye hestî. Ev zilm û înkar, tenê bi têkoşîn û berxwedanê dikare were şikandin.  Ev asta înkar û tunekirinê ya li ser jiyana gelan, pêwistiya xeta azadiyê, jiyana hevpar û wekhev, girîngiya têkoşîn û berxwedanê ya gel û civakan baştir bi me dide zanîn.   Di van rojên ku bi bi zext û zorê şert û mercên siyaseta demokratîk ji holê hatine rakirin, ew kesên ku li hemberî zîhniyeta derbekar, mêtingeriya kedê, rûxandina xwezayê, polîtîkayên înkar, îmha û asimilasyonê, qirkirin û dagirkeriyê, qirkirina çandî û siyasi hêviya gel û civakan li ser lingan digirin û didin jiyandin, îro mil bi mil û bi hêzeke ji hemû deman zêdetir û xurtir li ber xwe didin.   ‘EM NEWROZÊ BI RIHÊ BERXWEDANA EFRÎNÊ PÊŞWAZÎ BIKIN’    Jinên ku ji têkoşîna me re pêşengiyê dikin, îro jî di eniya herî pêş a berxwedanê de cihê xwe digirin, têkoşîna ku jinan dike kirdeya jiyana azad bilindtir dikin û coşa 8’ê Adarê bi biryardarî digihînin Newrozê. Welatekî hevpar, hemwelatîbûna wekhev, çareseriya demokratik, têkoşîna li dijî tevahiya pêkanînên faşîzmê, rakirina tecrîdê, ferzkirina kincên yek tîp û herî dawî jî êrîşa Efrînê, rojevên gelê me yên sereke ne. Em Newroza 2018’an bi van rojevan pêşwazî dikin.   Ji bo ku gelê me cejna azadiyê bi coş û li gorî girîngî û giraniya Amedê pîroz bike, hemû amadekariyên me berdewam in. Ji bo amadekariyên beriya Newrozê 1200 hevalên me bi rihê seferberiyê xebatên xwe dimeşînin. Ji bo ku Newroz bi coşa cejna azadiyê bê pîrozkirin, hemû plansazî bi baldarî tên meşandin. Xebatên me yên mêvanên ku ji hundir û derveyî welat ji bo Newroza Amedê bên vexwendin gihîştine asta dawî û li ber temambûnê ne. Ji hundir û derveyî welat daxwaza beşdarbûna Newroza Amedê ya 2018’an di asta herî jor de ye.   Em bawerin ku, dê gelê me roja 21’ê Adarê bi coş, bawerî û biryardariyeke mezin bibe lehî û biherike qada Newrozê. Em, wekî Komîteya Amadekar a Newrozê û li ser navê hemû pêkhateyên bajarê Amedê, ji heft salî heta heftê salî gelê xwe vedixwînin cejna azadiyê ya Newrozê.    Bi hêvî û baweriya serkeftin û azadiyê, em careke din bi şîara ‘Newroz berxwedan e, li dijî faşîzmê bihara gelan e’ bang li gelê xwe dikin ku rol û rista xwe ya dîrokî ya evîndariya azadiyê pêk bîne û biherike qadên Newrozan.”    Civîn bi têlîlî û çepikan bi dawî bû.