ÊLIH- Li Êlihê, qeyûm hemû darên li tekane qada hêşîn a bajêr a 159 hezar metrekarî ya li Esentepeyê jê kirin. Hat derpêşkirin ku dê vê qadê veguherînin qada îbadetê û ji ber vê dê dewrî Karên Diyanetê bê kirin.
Li Êlihê, qeyûm tekane qada hêşîn a li derdora Tîlmerçê, Esentepeya 159 hezar metrekareyî xist çarçoveya projeya çêkirina îbadetxaneyê. Hûrguliyên projeyê bi gel re nehatiye parvekirin, lê belê hemû darên li vê qadê hatine jêkirin. Li qadê konteyner û makîneyên karî hatine bicihkirin û dest bi çêkirina projeyê hatiye kirin. Di projeya ku di dema rêveberiya DBP'î hatibû amadekirin de mizgeft, navenda sporê, qada hêşîn û hin tesîsên civakiyî jî cih digirin, lê belê qeyûm ev proje bi temamî guherand û piştî wekî qada îbadetê bê çêkirin wê dewrî Serokatiya Karên Diyanetê bê kirin.
‘JI BO MIZGEFTÊ 12 HEZAR METREKARE BES E'
Nûnera Odeya Plansazên Bajêr a Êlihê Melek Atalay, diyar kir ku rêveberiya şaredariyê hayê kesî pê nexistiye dest bi karên avakirinê kiriye û got: "Dar hatin jêkirin û ji bo darên hatin jêkirin nayê zanîn ka rêbaza veguhastinê hatiye bikaranîn an na. Berê ji aliyê şaredariyê ve ev der wekî qada seyrangehê dihat bikaranîn. Rêveberiya şaredariya berê ji bo vê qadê projyek çê kir û di nav projeyê de navenda sporê, mizgeft û hin tesîsên civakiyî hebûn. Lê belê piştî qeyûm tayînkirin ev yek nehat peyitandin, ji bo îbadetxaneyê proje hat çêkirin. Li vir tu kes ne li hemberî mizgeftê ye, lê belê ji bo mizgeftê 12 hezar metrekare bes e, lê ew 159 hezar metrekareyî wekî qada îbadetxaneyê nîşan didin." Atalay destnîşan kir ku divê Esentepeya ku yek ji remzên Êlihê ye wekî qada hêşîn bimîne.
WÊ ÎTIRAZ BIKIN
Nûnerê Odeya Mîmaran a Êlihê Îzzet Kesmez jî, destnîşan kir ku proje li dijî mewzûatê ye û her wiha bi gel nehatiye şêwirandin û hatiye çêkirin. Kesmez got, ev der remza bajêr e û tekane qada hêşîn a bajêr e û niha wekî qada îbadetê tê îlankirin. Kesmez destnîşan kir ku tê xwestin 159 hezar metrekarê wekî qada îbadetê bê veguherandin, lê belê tişta ku tê plankirin çî ye divê bi gel re bê parvekirin. Kesmez got, tu hêleke qebûlkirina vê biryarê tune ye û ew ê di warê huqûqî de tev bigerin.