Binçavkirina rojnamegeran hat protestokirin: Em ê meşa xwe bidomînin

  • rojane
  • 13:32 5 Tîrmeh 2022
  • |

ENQERE - Li Qada Ulus a Enqereyê 3 rojnameger hatin derbkirin û binçavkirin. Rojnamegeran bi daxuyaniyekê ev binçavkirin protesto kirin û dan zanîn ku tevî hemû zextan jî dê meşa xwe bidomînin.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) bi boneya 16 rojnamegerên kurd ên li Amedê hatine girtin xwestin li Qada Ulus a Enqereyê daxuyayaniyê bidin. Lê belê polîsan êrişî rojnamegeran kirin û di encamê de nûçegihanê Ajansa me yê Buroya Enqereyê Denîz Nazlim, rojnameger Sîbel Yukler û Yildiz Tar hatin binçavkirin

 
Li ser vê yekê rojnameger ji bo hevalên xwe yên hatine binçavkirin û êrişa polîsan, çûn Nûnertiya Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî Weşan Çapxaneyê (Basin-Îş) ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û li vê derê daxuyanî dan.

‘ROJNAMEGERÎ NE SÛC E’

Nûnerê Herêmê yê DÎSK Basin-Îş’ê Turgut Dede li vir axivî û wiha got: “Rojnameya Ozgur Ulkeyê 25 sal berê hat bombekirin û rojek piştre bi manşeta ‘Ev agir dê we jî bişewitîne’ derket. Xuyaye ku di çavê dewletê de tiştek neguheriye. Dê me îro ji bo hevalên xwe yên hatine girtin daxuyaniyek bidaya. Ji bo vê jî hewcehî bi girtina destûrê nîne. Me mafê xwe ye makeqanûnê bi kar anî û tevî vê jî ji bo ewlehiyê ji walîtiyê re pêşnivîsek şand. Lê bersiva me nedan û dema em hatin qadê jî me dît ku rojnameger ji qadê tên dûrxistin. Hevalên me hatin derbkirin û binçavkirin. Rojnamegerî ne sûc e.”

‘DERB KIRIN Û PIŞTRE JÎ BINÇAVKIRIN’

Piştre jî li ser navê DFG’ê rojnameger Ozgur Paksoy axivî û ev tişt anî ziman: “Êrişî hevalên me kirin, derb kirin û bi îşkenceyê binçav kirin. Hevalên me Denîz Nazlim û Sîbel Yukler bi lêdanê hatin binçavkirin.”

‘EM Ê KARÊ XWE YÊ ÇÊKIRINA NÛÇEYAN BIDOMÎNIN’

Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol jî diyar kir ku kevneşopiya çapemeniya azad di nava 33 salan de gelek bedelên giran dan û ev tişt anî ziman: “Dibe ku hevalên me biqasî salên 90’î neyên kuştin lê tên binçavkirin û girtin. Gelek jê neçar dimînin ku derkevin derveyî welat. Em jî tevî vê yekê hewl didin rojnamegeriyê bikin. Ji ber ku em baş di wê ferqê de ne ku pêdiviya gel bi nûçeyan heye. Hûn nûçeyên ku em çêdikin di rojname, radyo an jî TV’yên din de nabînin an jî bi awayekî berovajîkirî dixwînin. Lewma me bedelên giran dan û xwe gihand van rojan. 52 şehîdên me hene. Her cara ku ew heval tên bîra me, mirov xwe bi zorê digire. Tevî wê yekê jî me xwe gihand van rojan. Em ê ji vir û şûnde jî xwe ji vê rêyê nekin. Weke ku di kongreya HDP’ê de jî hatiye gotin; em dixwazin Enqereya ku mejiyê DAIŞ’ê lê desthilatdar e jî demokratîk bikin. Heke em bikarin xwe ji vê desthilatdariyê xelas bikin, polîsên ku îro êrişî me kirin dê hesabê bidin.”

‘TÊKOŞÎNA LI GEL ÇAPEMENIYA AZAD DÊ BIDOME’

Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogûllari jî banga berdana rojnamegerên girtî kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hewl didin rejîma xwe bi çapemeniya hawîz ava bikin. Ji bo vê jî çavkaniyên gel, çavkaniyên Bankaya Zîraatê pêşkeş kirin. Dixwazin çapemeniyeke di bin kontrola wan de ava bikin. Kedkarên çapemeniya azad bûn dengê wijdana civakê, bûn guh, çav, dil û mejiyê civakê. Em dîsa spasiya wan dikin û dibêjin ku ew serfirazî û rûmeta me û civakê ne. Heta ku zexta li ser wan radibe jî em ê li gel wan têbikoşin.”

‘EM Ê RASTIYAN BI PIŞTEVANIYA ÇAPEMENIYÊ RE HÎN BIBIN’

Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan jî diyar kir ku girtin û binçavkirina kedkarên çapemeniya azad nayê qebûlkirin û wiha pê de çû: “Makeqanûneke vî welatî heye û bi tu awayî nikarin alav û amûrên çapemeniyê desteser bikin. Lê dest danîn ser yên hevalên me. Ev binpêkirina makeqanûnê ye. Girtinên heyî binpêkirina makeqanûnê ye. Di esasê xwe de naxwazin haya kesekî ji rastiyan hebe. Van rojnamegerên girtî rastî dinivîsandin lewma hatin girtin. Em ê bi saya piştevaniya bi çapemeniya azad re hînî rastiyan bibin.”

‘ÊRIŞ NAYÊN QEBÛLKIRIN’

Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk jî got ku êrişên heyî nayên qebûlkirin û berteka xwe wiha nîşan da: “Dixwazin beriya hilbijartinê, mafê agahîgirtinê yê gel binpê bikin. Lewma vê zextê li ser kedkarên çapemeniya azad dikin. Rejîma rewşa awarte ya li Tirkiyeyê berdewam e. Polîtîkaya zextê roj bi roj girantir dikin. Ji bo bidawîkirina polîtîkaya zextê jî hewcehî bi têkoşîneke hevpar heye. Em 16 rojnamegeran nas dikin. Van hevalên me polîtîkaya zextê ya dewletê teşhîr kirin.”

‘EM XWEDÎ LI MAFÊ AGAHÎGIRTINÊ DERKEVIN’

Li ser navê MKGP’ê jî Oznûr Deger axivî. Deger, wênekeşa di destê xwe de nîşan da û wiha got: “Ev makîneye ne tenê alaveke pîşeya me ye. Her wiha heqîqeta me vedibêje û sedema hebûna me ye. Ji roja derxistina Rojnameya Kurdistanê heta niha weke mîras ji me re ma ye. Mîrasa Apê Mûsa û Gurbetellî Ersozan e. Me xwest îro li wê xwedî derkevin û xwest bên ba hev. Lê li hemberî me zîhnniyeteke pir faşîst hebû. Em bi îşkenceyê ji wir dûr xistin. Em ne li benda piştevaniyê ne. Di serî de hempîşeyên me, banga me li her kesî ew e ku xwedî li mafê agahîgirtinê derkevin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” bi dawî bû.

Sernavên din

26/04/2024
23:45 3 rojnamevan hatin girtin
22:40 Mîhrîcana şanoyê didome: Bernarda û Înfaz derketin pêşberî şanohezan
19:46 Emîne Şenyaşar 87 roj in li ber Wezareta Dadê ye
18:19 Rojnamevanên hatin berdan: Em ê tim li dû rastiyê bin
16:01 Biryara sewqkirina bi daxwaza girtinê ya rojnamegeran nedan parêzeran
15:13 Vaye neguhezbarên ku qeyûmê Amedê dewr kirine
14:39 3 rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
14:24 Li Cizîrê 19 kes hatin binçavkirin
13:55 ‘Hate tomarkirin ku qetilkirina karsazên kurd bi biryara MGK’ê pêk hatiye’
13:27 Deynê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
13:20 Di doza êrişa bombeyî ya Cadeya Îstîklalê de biryar hate dayîn
13:09 Li Girtîgeha Şakranê cezayê hucreyê dan girtiyan
13:03 TJA: Di 1’ê Gulanê de em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
11:52 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
11:15 Ji rojnamegerên binçavkirî nûçeyên çêkirin hatin pirsîn
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:03 Rojnamegerên binçavkirî anîn edliyeyê
11:02 Li Colemêrgê çalakiya li dijî madenê di roja 4’emîn de ye
10:35 Rojnamevan Altan: Ji bo nûbûn û demokratîkbûnê pêdivî bi lihevkirinê heye
09:39 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
09:29 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:20 Raporên ATK'ê: Dixwazin şert û mercên tecrîdê 'rewa' bikin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed ê asayîşa PDK'ê revandiye 185 roj in agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:02 Herkiyê YNK’yî: Hevkariya bi Tirkiyeyê ji bo Iraqê zirar e
09:01 Serokê DSMMMO'yê Bozhan: Kêr gihaştiye hestî
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2024'AN
25/04/2024
22:52 CPT vê carê jî xist stuyê DMME'yê
20:32 Li Colemêrgê 4 ciwan hatin tahliyekirin
18:56 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
18:54 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê serbest hat berdan
17:45 DEM Partî piştgirî da Şenyaşaran: Ev daxwaz bang li wijdanên me tevan dike
17:10 Îfade wergirtina rojnamevanan temam bû: Tu çima tev li civîna çapemeniyê bûyî?
16:38 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê hate binçavkirin
16:37 Dozger xwest ku doza derbarê Şenyaşar de hatiye vekirin bê betalkirin
16:14 Rojnamevanên şahid tundiya polîsan vegotin
15:56 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin cezakirin
15:48 Dozger xwest rojnameger Kartal bê cezakrin
15:43 Li gorî girteka polîsan pirtûka Kişanak qedexe ye!
15:36 Li Amedê cînayeta kar
15:23 Li Qoserê hejmara binçavkiriyan derkete 30’an
14:45 Dozgerî ji bo 10 rojnamegeran ceza xwest
14:40 Karûbarên îfadeyê yên rojnamegeran dest pê kir
14:34 Hesaba X’ê ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hate astengkirin
14:32 Êrişên li dijî Çapemeniya Azad dê li Ewropayê werin protestokirin
14:09 OHD û Dev Yapi-Îş: Kardêr û rêveberiya herêmî ji mirina 29 karkeran berpirsyar in
14:01 Tirkiye sînora Biradost û gundên Efrînê bombebaran dike
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:37 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
13:14 64 kes bertek nîşanî qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê dan
13:00 Gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Eren weke ‘rexne’ parast
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
12:33 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hate taloqkirin
12:10 CPT’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got: Em rewşê ji nêz ve dişopînin
11:40 Di doza qezaya trenê ya Çorluyê de biryar hate dayîn
11:39 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:30 AYM’ê ji bo serlêdana Can Memîş biryara binpêkirinê da
11:16 Li Mûşa ku AKP’ê digot ‘bêdeyn e’ 890 milyon lîre deyn heye!
10:59 Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne
09:48 Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
09:13 Berdana Ceylan a 32 sal in girtî ye cara 6’emîn hate taloqkirin
09:00 Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 184 roj in agahî jê nayên girtin
09:00 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya xwe didomînin
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
09:00 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38'an
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN
24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket